| |
|
|

Anasayfa | Resimler
Şiirler
|
Site defteri
|
İletişim
|
Linkler |
|
KURDÎ |
| |
 |
WELİ
SEBRÎ'NİN TÜM YAZILARI |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
| |
|
 |
TENGASÎ
1 |
|
|
W.
Sebrî |
|
Bahara
rengîn, li
chîya yê
bilind ,bi
rengê xwe,
carek din
jîyan
xemilandi
bu.
Li serê
chîya belekê
berfê, di
pishta chîya
de jî gûl û
rihan
vedikir,dev
û dor kiri
bi behîsht.
Di destpêka
baharê de
êdî hirchê
ku di qula
xwede di
xewa
zivistanê de
raketî bûn,
derdiketin.
Teyrên ku
chûbun,
carek din
berê xwe da
bu wî welatê
delal.Qaz û
qulingên
kochber li
merg û
chîmena
û leyleg ku
di hat gund
zaroka digot
hecî leq
leq hatî
ye,ser sera,
ser chava
hatî ye.
Zozanên
welatê me
hîna di bin
berfê da
bun.
Pez û
dawarên gund
jî ,di vî
demê de di
ber zayînê
de bun.
"Zivistanê
îsal pir
direj kir",
got Hewes'ê.
Sedîm'ê;
"Erê dîya
min, lê
xwedê
mêrovan ji
tifaqan dûr
bixîn e.
Rast e,
zivistanê
mala mêrovan
shewîtand,
ew ji derbaz
dib e," got
bi dil
shewatîyek.
Di bin pîyê
wê de legana
hevîr û hedî
bi hedî
dimeshîya û
dichu ser
tendurê.
Ji kulfika
tendurê ji
duyek gran
dikishîya û
chavê
merovan jî
tijî hesir
dikir.
Li derva
,ji alî yê
golê dengê
Balo di hat.
Qîra qîra wî
bu.
"Bawo, bawo
Balo chima
hers bu
ye.!!.
Ji kêra
xebera di
de?
Dema li
berderî,
chavê wî li
Wehdo ket..
ji wî pirsî.
Wehdo bi
axûrên chava
li Sedîm'ê
nihirî û
got.
"Dîya min tu
dawa chi li
min dikî.
Li karê xwe
binêhêre..
Ma Wehdo li
vî gundê
zanayê herî
mezine ku
her tihstê
bizani be.
Dîya min
dev ji min
berde."
Bi hersî û
lerzî serê
xwe kir
berxe û tew
ne got bi
xatirê we...
Bê bersiv
hisht
Sedim'ê, û
chu.
Sedîm'ê
legana hevir
kishand
berxwe û
pilê pil kir
û got;
"Xwedê
xishtikê li
te xe Wehdo.
Ma min
xeletî kir
ji te pirsî.
Xwedê te û
Balo serrast
nek e. "
Xemgîn bu.
Ji leganê
lepkî hevir
girt, hinek
ard li ser
textê xwe
belav kir û
dest bi
vekirina
hevir kir...
Di hêlekî de
dilorand û
di hêlekî dê
ji nanê xwe
dipat.
Agirê
tendurê wek
chîkek
shewle di
da.
Tirafa agir
pir xwesh
bu.
Êdî xwîdan
li ser enî
ya Sedîm'ê
ketî bu.
Bi hûchikê
xwe xwîdana
enîya xwe
paxij kir û
carek din ji
leganê hevîr
girt û li
ser text
nanê xwe
vekir.
Di wî demê
de ,di destê
xwe de
gopalê xwe
,apê Usiv
ket hundir.
"Sedîme ya
min, nîvroya
te bi xêr.."
"Xêr silamet
apê Usiv,
kerem ke."
Apê Usiv
chok da erdê
û ji berika
xwe pakêta
tutunê
deranî ,
dest bi
pêchandina
cixarê kir.
Dura jî
qutî ya
cixara xwe
kir berîka
xwe û cixara
pêchayî jî
kir pash
goyê xwe û
li Sedîm'ê
niherî.
Sedîmê zanî
ku ew nan
dixwaz e.
Got;
" Apo ka ji
xwere nanek
bistin e.
Ger dixwazi
ji tere
tasek dew jî
bînim."
Usiv; got"
na."
"Tu ji
kerema xwere
du nana bi
de min..
Cemile jî
nuha ji
berîyê hatî
ye.
Ez ji bo wê
jî nanek
bigrim û
bichim mal,
bashtir e.
Ew sibeh,
nuha ji
nivro ye ku
ez ji mal
derketim e.
Ewê ji min
re pevch e.
Nanê xwe
girt,kir
pashila xwe
û got bi
xatirê te
Sedîme ya
min a delal
,bedew...."
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
2 |
 |
|
W.
Sebrî |
|
Dema ku Usiv
derket, bi
ewtina se
ve, carek
din berî da
hundir.
"Lanet li te
û xwediyê te
be,tu jî wek
xwidî yêxwe
gemarî,de
here rê ya
xwe lo..!!."
got ji
kuchik re.
Lê ew kuchik
, khucik ê
Sedimê bu.
Kuchikek
pirchikin û
gira gira
wî, nahêle
ku, Usiv ji
tendurê
derkev e.
Sedime hinek
xeyidî ji
pirsên apê
Usiv re, lê
mixabin
insanek bi
emir bu
Usiv.
Ji bo wî
yekê rêz
girt û tu
thishtek
nanî ber
zimanê xwe.
Hinek sor bu
û ji kelpê
xwere got,
"qero, qero
ka were
vir,dev ji
ap6 Usiv
berd e..!".
Qero, dochik
li ba kir û
hat ba
Sedimê.
" Ka rê, rê
bi de Apê
Usiv..!"
Ra bu
kerikî nan
girt û da
khuchikê
xwe.
Dura jî
ninge xwe
,da ser
ustîyê kelp.
Herweha Usiv
jî di
berxwede
axifî , bi
lezî ji
tendurê
derket, berê
xwe da rê ya
mal û chu.
Sedîme
vegerîya
hevîrê ku di
leganêda ma
bû, xwast
biqedin e.
Hinek hevir
ma bu. Rabu
chu ji
kulinê hinek
toraq anî û
xwast ji
mêrê xwere
klora toraqê
chê ke.
Mêrê Sedîmê
chu bu
Gimgim ê.
Shekir û
dena cha yê
nema bu.
Sedimê karê
xwe qedandi
bu edî.
Hinek av ji
kir demlika
xwe. Ewî ji
danî ser
tirafa
tendurê, ku
bikel e.
Dura nanê
xwe carek
din kir
leganê,
pachek
kishand ser,
ardê weshîya
yî bu,
weshand.
Havliga xwe
girt, hinek
dev dorê
tendurê
paxij kir û
derket.
Balo jî li
taxa yalê
golê hîna
qira qira wî
bu.
Pevdichu.
Xalitê
Kerra ji li
Gozekê dest
bi qîrînê
kiri bu.
Ji buka xwe
re, ji
Bingolê re
xeber di da.
Sedîmê serê
xwe kiri bu
berxwe, hedî
bi hedî
dichu mal.
Di carekî de
hilceniq î.
Serê xwe
rakir dî ku
Wehdîn e.
Got; "bra yê
Wehdîn, ka a
vî nanê bi
be buka min
re."
Wehdîn hers
bu di carekî
de.
"Ma ez
sewîyê
berderîya
me, tu nan
di di min.
Ez tesdiqa
te nagrim.
Navê min
Wehdin e.
Ez birchî
diminim, lê
destê xwe ji
mixanetêre
venakim."
Sedime
poshmam bu
ku, ji
Wehdin re ;
'" ka vî
nanê ji
buka min re
bi be "goti
bu.
. Wehdin bi
wî hêrsê wî
jî berî da
mal.
Nanê ku
Sedîmê
xwasti bu bi
de, negirti
bu.
Dema ku
Sedim'ê
gihisht
berderî ye
xwe, li
berderiyê
cînarê xwe
dît ku
Qumrîya yê
cacim
raxisti ye,
herî she
dike.
"Qumrîyayê
got; "Xer bu
xwengê,
chima Wehdin
ji tere hêrs
bu."
"Sedîme
wegerîya bi
dev kenî;
"Dayê
Wehdin'ê,
dîn e..dîn û
dur e. Ma tu
Wehdo nasnak
î..."
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
3 |
 |
|
W.
Sebrî |
|
tengasî -3-
Dema ku Usiv
gêhisht
berderê
malê, dît ku
hespê wan
beredayî ,li
berderî
disekin e.
Dest bi
xebera kir,
dema ku
chavê wî li
Sarê ket.
"Qizê, xwedê
mala te
bisewîtîn e.
Tu xêrê ji
zarokê xwe
nebîn î.
Qizê ma ev
chî hal e?
Tu fedî nak
î?
Tu sherm
nak î...!!!
Hesp chima
bê hevsar e?
Chima
beredayî ye?
Nan xenîmê
te be."
Dema ku nan
got, nanê ji
Sedîmê girti
bu ,hat bîra
wî.
Nanê xwe ji
berîka xwe
derxist ,
chok da erdê
, kerîkî jê
kir û chu ba
hespê xwe û
nan da ber
pozê hespê,
dî ku hesp
naxwe, îjar
jî ji
hespêra
xeber da.
"Min di dîn
û imana te
ga hê. Ez
nan didim te
û tu naxw î.
De bicehenim
e."
Ji Sarê
hevsar
xwast.
Sarê chu
hevsar anî u
da apê Usiv.
Apê Usiv bi
kelegîrî bu,
dema ku
hevsar ji
destê Sarê
girt.
Mistefa yê
wî hat bîra
wî.
Mistefa Li
Alamanya'yê
Qeza ya kar
derbaz kiri
bu û jîyana
xwe wenda
kiri bu.
Ev hesp
dîyarîya wî
bu.
Mistefa vî
hespê han
kirî bu.
Ji bo xatirê
wî,ev hespê
han nedihat
firotan ê.
Ji bo
xatirê
Mistefa,
hesp hina li
mal bu.
Tu kesek lê
sar nedi bu.
Hezkirina
Mistefa û
bîranîna
Mistefa, bi
bu sedemê
xwedîkirina
hespê.
Apê Usiv
merovek kal
bu.
Rûyêk spîh,
egalek li
serî.
Zimbilên
direj û
gopala(chogan)
wî her tim
di dest da û
xeberên ku
dikir jî ji
dil êshîya
wî bu.
Apê Usiv
hevsara
hespê ,di
serê hespê
da wergerand
û bir ber
dara bî û
grêda.
Li wêderê
chok da
erdê.
Ji berika
xwe, kêsê ya
tutunê
derxist û
cixarekî
pecha.
Got ;
"Xwedê ji te
ra be, Xizir
her dem ,te
shad û
bextîyar ke
Shukrî."
Tütüna ku
Shukrî yê
Mihemed da
bu yê zer,
wek zêr
dibiriq î.
Usiv tenik
pecha,
nedixwast zu
biqed e.
Dixwast her
dem di
berîka xwe
de bigerîn
e.
Nishanê
gundîya bid
e.
Cixara xwe
xwast vêxe,
li berika
xwe ji bo yê
heste niher
î, lê nedît.
Dest kir
berika xwe,
pashila xwe
gerîya lê
mixabin ne
dixwî ya.
Banga Sarê
kir.
"Qizê Sarê
min di devê
bavê te ga
hê, ji minre
chikek agir
bin e."
Sarê di
carekî de ji
cîyê xwe ra
bu, ji
kûlfikê
chikek agir
girt û berê
xwe da Apê
Usiv,
cixara wî bi
agirê ku ani
bu vêxist û
carek din
chu hundir.
Ape Ûsiv edî
westîya bu.
Ninge xwe
direj kir,
serê xwe
danî, berê
xwe da
ezmanê sayî,
ji cixarê
bihnek girt,
destê xwe yê
rastê kir
bin serê
xwe, demek
li erdê
dirêjahî
vezelî ya.
Cixara wî
vemir î.
Usiv chavê
xwe girt û
demek ji
xweva chu.
Bi dengê
Kewê shîyar
bu.
"Apê Usiv..
"got,
Kewê...
"Ji te re
loqme, ka
bigre.."
Apê Usiv;
"Loqma chî
ye, dîya
min?"
"Xêre..!."got.
Kewê;
"Apo welleh,
apê Qemer
xew dî
bu.Min ji
loqmê,nîyaz
belav kir."
"Dayê ma
Xizir,
ziyaret tenê
dikeve xewa
Qemer, tê
bîra Qemerê
Chichê.
Chima nakeve
xewa me..!
Ewlîya,
Xizir û
ziyaret di
vî gundê de
bu ye para
Qemer.
Qemer
nahêle ku
Xizir bikeve
xwa me jî."
Kew
kenîya...
"Apo loma
nek e..! Apê
Usiv ma em
chi bikin.
Mêrik ji
xweda yê
xwere yar
e." got
Kewê.
Ji bin pachê
xwe, loqmê
yê ku belav
kiri bu,
parcheyeki
girt û da
apê Usiv.
Dura jî ji
Ape Usiv
xatir xwast
û chu...
Apê Usiv
demek du
Kewê re
mizeykir,shunda
dilimek ji
loqme Kewe
anî bu girt,
kir devê xwe
Lê nekarî
bixwe
,diranê wî
dêshî ya.
Carek din
vezelîya..
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
- 4 |
 |
|
W.
Sebrî |
|
Qemerê
Chichê egala
wî li serê
wî, di destê
wî de bêr,
li mêrgê coh
vedida.
Kevirên ku
ji sûrê ketî
bun radikir,
carek din di
da ser sûra
mêrgê.
Qemer
insanek
delal bû.
Xwedîyê
îtîqat bû.
Bi bîr û
bawerî bû.
"Ya Xizir,
ya Gola Sar,
Hazir Baba,
Goshkar
Baba, tu me
shelpeze nek
î..." got
xwe bi xwe.
Xwîdana
enîya xwe
paxij kir.
Di wî demê
de ,Lêlê hat
bîra wî.
Sebrê ket
bîra wî.
Qemer ax
kishand. Bêr
ji destê xwe
danî û berê
xwe da Hazir
Baba ,dest
bi axaftina
xwe kir.
Qahir î.
Hêrs bû. Li
ber xwe de
diaxif î.
" Min ji bo
te hesrên
chava
rijand.
Ji bo te dîn
bûm ,bi
chiya ketim.
Beranê kel
min ji bo te
kir qurban .
Bila qurbana
te be
,Xizirê
khal.
Lê tu lomên
min bibîn e.
Lê te ji min
dur xist,ez
tenê
hishtim.
Chima te ez
bi serê xwe
hishtim ?!
Min chi
xeletî kir?
Sebrê, dura
jî Lêlê chun
ser
dilovanîya
xwe. Ez mam
kokim,
feqîr, ketim
ber desta.."
Fikirî kûr
bi kûr. Lê
carek din
berê xwe da
Hazir Baba û
got:
"Hazir baba
tu gazinê
min efu kî.
"
Qemerê
Chichê dema
ku di xewa
xwe de Xizir
di dît,
Ewlîya di
dît...ra di
bû qurbana
xwe digirt,
berê xwe di
da cî yê ku
wî di xewa
xwe da dîtî
bû.
Li wêderê
sûr chê
dikir.
Êdî
zîyaretgaha
bîr û
bawerîya, di
bû ciyê ku
gundîya bana
xwedê dikir.
Di bu
zîyaret.
Axcha Mamê,
Nafîya yê,
Esmera Alî
yê Horê berê
xwe di dan
zîyareta.
Di bin
chengê wana
de kate,
loqme, kelê
xwe li
ziyaretê di
birîn.
Sehidê Chala
Zalmasî,
Shêdê
Bingolê
herweha di
xewa Qemer
de cih girti
bûn.
Qemerê
Chichê jî
dora wî bi
kevir, sûr
kiri bû. Ew
jî bi bu
ziyaretgah.
Esmerê li
wederê bana
xwede kiri
bu.
Ji Mistefa
yê xwere
mirad xwasti
bû.
Buka wî
Gerdenê di
wî
kelegeriya
Esmerê'de,
lawek da bû
Mistefa.
Esmerê navê
torinê xwe,
bixwe lê
kiri bu.
Chima kû
lawikên
Gerdenê di
bûn, lê ne
diman.
Ji bo wî
yekê bu
Esmerê berê
xwe di da
zîyaret û
shehîdan.
Ji bo yê wî
yekê bû
Esmerê
hêsrên chava
dirijand,
bana xwedê û
Xizir dikir.
Loqme di da,
Ji Nawalê
dikishiya,
berê xwe
dida Gola
Sar.
Dichû ser
Gola Sar bi
têra xwe
digîrîya,
banga Xwedê
dikir...
Dara ku li
ber Gola Sar
bu, bi pachê
xwe
dixemiland,
carek din
miradê xwe
dixwast.
Di vegerê de
carek din bi
kele gêrî
kevirê
ziyaretê
mach dikir.
Xatir ji
Gola Sar
dixwast û di
hat mal.
Gola Sar li
chiyek
bilind, li
rastê, di
pash mergê
de chîya, li
ber Gola sar
da jî bi
heshinayî ya
xwe merg he
bu.
Seyrengahek
balkesh û
xwesh bu.
Ava ku ji
Golê dikshî
ya pir sar
bu.
Berîya ku
Esmer
vegere, têra
xwe devaru
devê xwe
kir ava sar
û vexwar.
Esmerê iroj
rê ya xwe
guherand û
berê xwe da
ghund.
Dema ku
gîhîsht
gund.
Dit ku Qemer
li pash mala
xwede li
mêrgê li ber
ava cohê
runishtiye.
Berê xwe da
Qemer, chu
ba wî.
Got;
"Dema te
xwesh keko."
Qemer serê
xwe rakir û
dît, Esmere.
Got;
"Diya min
ser seran,
ser chavan
Esmer.
Keremke. Tu
bi xer hat
yî."
Esmerê chok
da erdê, li
ba Qemer
runisht.
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ 5 |
 |
|
W.
Sebrî |
|
Dema ku
Esmerê chok
da erdê,
Qemer ji
Esmerê re
got;
"Diya min tu
ji ku tê?"
Esmer:
"Keko welleh
ji Gola Sar
têm."
Qemer;
"Gola Sar
miradê te bi
ke dîya min"
got.
Di wî demê
de Balo
xeber dida
û bi
jêrvehildikishiya
di hat.
Qîra qîra
wî bu.
"Kero min di
dayîka we
gaho, hun
chima avê li
ser min
dibirin.
Hey be
namusana.
Be
serefana...."
Wî jî
nedizanî ji
kêre xeberan
dike.
Lê ava wî
hati bu
birîn.
Ji bê
kêfîya xwe,
di xeberên
xwe de
pirsên xirab
danî ziman.
"Law av di
tapuya bavê
wede ye...
Hun cawa avê
li ser min
dibirin. Di
wede namus û
heysîyet
nema ye"
Heyderê
Qemer ji mal
derket û di
ku, Balo
diqîre û
xeberan
dide.
Vegerîya
got;
"Kero Balo
tu ji kêra
xeberan
didî, bê
namus tu yî,
ji xelkêre
xeberan
nede."
Wî û Balo
berî da hev.
Esmer ji
cîyê xwe ra
bu, wî jî
berî da
Balo.
"Balo ka
bisekinê,
Heyder tu
vegere, tu
Balo ji
minre
bihêle",got.
Heyder di
cîyê xwede
sekinî.
Esmer ji wî
mestir bu.
Guhdarîya
mezinatî yê,
rêz girtin
bu.
Tu cudîyatî
di navbera
jin û mêr de
tunne bu.
Esmer gehîst
Balo û tu yê
Balo kir û
pirsên ku
nema bu ji
Balo ra got.
Balo dengê
xwe birî û
zivirî, berê
xwe da mal.
Dema ku
nîzîkî li
mala xwe
kir, carek
din dest bi
qîrinên xwe
kir.
Qira qira
wi bu.
Esmer hedî
bi hedî
carek din
bervê Qemer
dihat. Dura
,carek din
vegerîya
berê xwe da
Hazir baba,
kelê xwe lê
birî.
Tilîya xwe
mach kir û
da ser enîya
xwe.
Di garanê de
dengek xwesh
û bilind
dihat... Ew
deng, dengê
Rizayê Keera
bu;
"delal
qurban tu
delalîî
tu kulîlika
ber
baharê...
tu rihana
ber zinara,
ra be min
bihebin e
ez rewiye
ber rêya
dilber
heyran,
dilber
heyran..
nave te
nizanim
ji tere
dibejim benj
ziravê
ka ramisanek
bide min
rebenê xwede
ji xera de ê
bav ê...."
Distra û
dihat bervê
jêr.
Dengê wî
bilind bu.
Pir ji xwesh
bu.
Dilê
guhdaran
diheland
dengê wî.
Esmer hat ba
Qemerê
Chichê û
dura jî,
Esmerê xatir
ji Qemer
xwast û berî
da mala xwê.
Heyder banga
bavê xwe
dikir.
Bawo ka were
chay hazir
e.
Em li benda
tenin.
"Xaltî,
xaaaltîya
Esmer ka
vegere, me
chay ji bo
te hazir
kirî ye, tu
kuda terî.
Veger e."
Esmerê dî ku
Heyder banga
wî dik e...
vegerîya
berî da mala
Qemer.
Qemer jî
hedî bi hedî
dihat bervê
mal.
Riza yê
Keera nîzîkî
li mala
Qemer kiri
bu.
Strana xwe
jî bi dengek
zelal
berdewam
dikir.
Riza ku
dema ape
qemer dit,
strana xwe
qut kir.
Silav li
apê Qemer
kir. Ape
Qemer ji
Rizar'a got;
"Ka were
chay hazire,
shusekî chay
ya me
vexwe.
Tu nuha
westîya yî."
Herdu yan bi
hevre berî
dan mala apê
qemer.
(berdewam
dik e) |
|
|

|
 |
 |
|
| |
 |
TENGASÎ - 6 |
|
W. Sebrî
|
|
Zinarek
bilind û
mezin hebu
li ser
nawalê re.
Di ber
zinarda
xîchikên
hurik û di
nav xîchikan
de jî gûlek
sor vekirî
bu.
Xortek bi
zimbêl, li
ser zinar
runishtî bu.
Di destê wî
de pirtukek
hebu.
Pirtuka xwe
danî
tenîshta
xwe, chavên
xwe mist da.
Dura jî serê
xwe rakir û
li hêla din
mizê kir.
Ava nawalê
di vî mehê
de zedetir
dibu.
Berfa chîya
dihelîya, av
jî zêde
dibu.
Xwishîn bi
nawalê
diket.
Nawal gelek
kur bu.
Di pishta
nawalê de,
di hêla din
de birek pez
dicherî ya.
Lê shivanê
pez nedixwî
ya.
Xortê delal
chavê xwe da
bizana ku
derketî bu
ser zinar û
xwe direjê
pela dara
mazî ye
dikir.
Zinarek
bilind bu,
lê bizin bê
tirs bu, ra
bu ser
ningên xwe
yê dawîyê û
xwast
bigehîshe
pela darê..
Dar pir
bilind bu.
Ji durve
nedixwîya,
ka bizin
digehisht
pela darê a
na?
Dengê
shivan di
carek de
hat.
"Ho ho,
deaha deaha,
birrrrrrrrr..."
dura jî dest
bi stranek
kir.
Stranek pir
xwesh bu.
Xortê delal
dengê shivan
nas kir, lê
dengê xwe
nekir.
Ne dixwast
stran bê qut
bun.
Shivan bi
dengek gelek
delal
distra.
"wey lê dînê
chîya
bilinde, te
nabînim.
wey qurbanê
gûl sor bûn
e,
nachirpînim
,
gûndî
malî bata
ser dilê
xewka min re
ne tu dilê
nahevînim,
nahevînim...
lê lê dînê
pezê we
zozanê
wee me
chirandin,
wee me
chirandin
wey lê dînê
xewkam dora,
dor gerandin
wey lê dînê,
kechikê
gundê
we pir
bedewin
xortê gundê
me helandin
me helandin
wey ...
malino dina
min revî
wa direvî
,wa direvî
keleshkofê
tu yî rindî
pir bedewî,
pir bedewî,
gundî
malî ezê
dichim
keleshkofê
bigrim
ketine orta
min û te de
desht û
zozan desht
û zozan.."
Stran qedîya
,lê wî carek
din dest bi
stranek din
kir.
Strana dinê,
berîvanê bu.
"Wey lê
berîvanêee......"
Bi rastî
dengê shivan
pir xwesh
bu.
Ji nawalê
dengê jinek
hat.
"Rizo, Rizo
pez bicherîn
e. Dura jî
strana bistr
e."
Dura jî
kenîya.
Helîma Alî
Horê bu.
Wê jî dar
berhev
dikir.
Darê hishk.
Henekê
Helîmê pir
xwesh bun.
Tinazê xwe
jî dikir,
carna.
Riza tew
deng nekir.
Dizanî ku
Helîme her
dem bi
henekê xwe
ye.
Xortê delal
li seata xwe
niherî ,dem
gelek derbaz
bi bu.
Ra bu
pirtuka xwe
girt, kir
bin chengê
xwe û ji
zinar pêya
bu.
Ew gula ku
vekirî bu
pir xweshik
bu.
Chu li ba
gûlê sekinî,
lê nihirî
qemîsh nebu
jêke.
Got;
"Gûl li
chîye xwe
xwesh e"
Gullên
welatê me
her dem
binha merova
fireh dik e.
Dura ra bu,
bervêjêr ,da
ket.
Xich ji ber
ningê wi
giller dibu,
disheqit î.
Dixwast
biche ber
ava nawalê.
Pezê shivan
dikishiya
bervê
Kort'ê.
Helîme hina
di pishta
Berojê Jarî
de dar kom
dikir.
(berdewam
dik e)
w.sebri
|
|
|

|
|
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
7 |
 |
|
W.
Sebrî |
|
Li derva
hurik hurik
shilî
dibarî.
Phiska
shilîyê li
pencerê
dixist.
Dura dibu
dilop û li
ser camê ve
dihat xwarê.
Di sheva
derbazbuyî
de jî gelek
baran ketî
bu erdê.
Li derva ava
shilî yê li
erdê bibu
gol.
Nûha jî
xanî yê malê
dilop dikir.
Nazê rabu
tasek girt û
da ber
dilopên
shilî yê.
Chima ku
li xanî jî
ji dilopên
shilî yê av
gol bibu.
Di chalek de
li erdê gola
shilîyê, li
derva jî
berdewamî ya
baranê hebu.
Ji Nazê re
ji bi nifir
kirinê rehet
bun ,wek
parek ketî
bu.
Nazê ji
qehran re û
ji bêkefîre,
cardin dest
bi nifirên
xwe kiri bu.
Dema ku
tengasî chê
di bu, Nazê
jî dest bi
nifiran
dikir.
"Heso xwedê
te nehêle,
Uso xishtik
li te keve,
Memo tu
xêrê ji can
û cesedê
xwe nebîn î,
Xacho Gola
sar te
nehêle,
Axchê agir
bi mala te
keve, Gûlê
tu dergusha
hurik tu car
li ber
pesîra xwe
nebinî.....
"
Herweha
nifirên wî
direj di
bu,dawîya
nifira jî tu
car
nedihat..
Di dema
îroj de jî
xanîyê wê
dilopan
dikir, lê
kesek ne li
mal bu,ku
arikarî yê
bik e.
Nazê jî
nifirên xwe
li wana
dikir.
Ger ew nûha
li mal
buyana,
nifirê Nazê
hina zêdetir
ji bo wana
wê yê
berdewam
bikirana.
Lê nuha
tenê merê wî
li mal ê.
Ew jî nikare
rabe ser
pîyan.
Nexweshê
salan e.
Di cîyê xwe
de tew
nikare biliv
e.
Bê hal e,
bê qewet e.
Bîrîndar e.
Her tim
dest û serî
lê dihece.
Lom jê nabe.
Lê car he ye
ku ew ji li
ber nifirên
Nazê dikeve.
Ji nifiran,
para xwe
qasê xwe
digre.
Nazê ji
derdê xwere,
chixwas
nifiran bike
jî pir
xemgîn e û
dil tenik e.
Jinek delal
e.
Ev bu bist
sal ku wê
xwedîye merê
xwe kirî ye.
Bi kefchîyan
nan daye
mêrê xwe.
Qayitê wî
kirî ye.
Destên wî
mist daye û
hîna jî mist
dide.
Radikê, wî
li ser xwe
dide
runishtin ê.
Deste wi
digre,
digerîn e.
Destava wî
digre.
Shîkalên
cahvên wî bi
destên xwe
paxij dike.
Mêrê wê, ev
bîst salê ku
di nivînada
serpisht
radiz e.
Tu carê wana
nekarî ku
mezinê malê
li ser
dixtor û
tabîban
bigerinin.
Ji nezanî û
feqîriyê bu
sedem.
Ji bo yê
merê xwe
chu, li ser
ziyareta
gerîya.
Bana Xizirê
kal kir, bi
shev û
rojan.
Qurbana xwe
ji bo Goskar
Baba kir.
Gerîya, bana
wî kir.
Carek jî chu
bu ser Hazir
Baba ,li
wederê ji
banga
xwedayê xwe
kiri bu.
Lê ji wan
gêrî û
duhayên wê,
disa jî mêrê
wî tu
shifayek
nedîti bu.
Naza feqîr
jî edî dest
bi nifira
kiri bu.
Chima ku ji
bîr û
bawariyan tu
berjewendiyek
nestandi
bu.Xêr jê
nedî bu.
Ne Xizrê
kal gehîsti
bu
bangwazîya
wî û ne jî
zîyareta
duayên wî
qebul kiri
bûn.
Li gund ji
wê ra cazu
dihat gotin,
Naza dîn,
Naza cazu
... Lê Nazê
ne dîn bu û
ne jî cazu
bu.
Nazê jinek
delal, jinek
chê,
kebaniyek
malê bu.
Herdem
destê xwe
dirêje
ketîyan,
ûstixwaran
dikir.
Ji kerîya
nanê ku
dixwar, dida
feqiran,
kemê ku edî
zêdeyî li
bejna wî
nedihat, wê
dida cinarên
belengaz.
Ji nanê
dipat, dida
rewîya...
dida teyrên
berderî.
Lê êdî
nedichu ser
zîyaretan.
Dev ji
zîyaretan
berda bu.
Tenê navê
wana di
nifiranda bi
kar danî.
Emrê Nazê ji
pencîyê
derbaztir
bu.
Merê wî
Kamil 15 sal
ji wî mestir
bu.
Lê Nazê ji
mêre xwe
Kamil pîrtir
pîr xwîya
dikir.
Nazê rabu
chu ba mêre
xwe Kamil,
dest da ser
enîya wî û
gêrîya;
"Xwedê chima
halê me
nabîne,me
chî qisur
kir,xeletî
yên me chî
bun?
Lo tu chima
deng nak î ?
"
Enîya sar di
bin destê
Nazê de,
Nazê xwe bi
xwe, bi
axaftin bu.
Deng ji
Kamil hati
bu birîn.
Lê Nazê
nedizanî ku
Kamil chuye
ser
dilovaniya
xwe.
Nazê hem
diaxifî, du
axaftinêre
jî, ji bê
dengîya mêrê
xwe re dest
bi nifira
dikir.
"Kamil xwedê
qe
rehetîyek
nede te,
Kamil te
mala min
shewitand,
Kamil te em
shelpeze
kirin, Kamil
Xizir qebul
nek e...
Kamil ,
Shedê
Bingolê te
ji cîya
raneke.
Tu xerê ji
can û cesedê
xwe nebîn
î.... "
Lê xwîyê
Kamil bu.
Kamil tu car
bersiv
nedida
nifira.
Guhdarî
dikir hima
bi tenê.
Nuha ji
Kamil bê
deng bu.
Chima ku
Kamil edî
nedijîya.
Kamil mala
xwe barkiri
bu ji vî
dunya yê.
Kamil mirî
bu.
Mirî
naxifin.
Mirî ji vî
dunyayê nî
nin.
Kamil pir
kishand.
Kamil ji ter
û tezetîya
xwe fahm
nekir, tu
tahm ji
jîyanê
negirt.
Ne Xizir
Kamil dit,
ne jî ewlîya
û zîyaretan
derdê Kamil
careser kir.
Kamil emrê
ku di
nivînan de
derbaz kiri
bu, carek
din di
nivînande da
bu.
Emrê ku
chuyê, edî
venagere
shunda nayê.
Naz axifî
,lê Kamil
nedibihîst.
Li derva
baran
dibarî. Ne
wek phiskyek
davit.
Shilîyek
giran dest
pê kiri bu.
Ewrên resh
dichiluskî.
Gurin bi
ewran keti
bu.
Biruskê
davit
carna...Shirqina
ewran bu li
derva.
Ba jî
derketi bu.
Bi bayêre
dilopên
shilîye li
camê diket.
Shirqin bi
camê dixist.
Nazê;
" Lo mêrik
tu
birchîbuna
te he ye a
na ? "got.
Ji Kamil
bersiv
negirt.
Qahir î.
"Naxwî
,nexwe.
Xenimê te
bê.." got.
Ra bu chu
kulîne ,ji
Kamil 're
nan bine.
Lê Nazê
nedizanî ku
mirî nan
naxwin.
Ne dizanî ku
Kamil edî
nikare nan
bixwe.
Nazê,
nedizanî ku
Kamil edî tu
car nan
naxwazê ji
Nazê.
Ne ji
birchîtîyê,
lê ji bê
dengîyê ,bê
dawîyê yê.
Nazê chu
ji kulînê
toraq û
kerîyekî nan
anî.
"Ka rabe
Kamil, min
ji tere
kerîyekî nan
anîye."
Dest avit
destê Kamil
ku ra bike.
Kamil ra
nedi bu.
Ser pisht di
ket ,dema ku
Nazê wî
radikir.
Nazê,
nedizanî chi
bêje.
Hêrs bu;
"Lo nan
xenim bîyo.
De ra be.
Tinaza neke
ji min
kokime,tu ji
min chî
dixwazî
mêrik...!!?"
Nanê ku ani
bu danî erdê
û chu li ber
pencerê
runisht û
ponijî.
Dura serê
xwe rakir û
li derva
mizê kir.
Dî ku Kerîm
ji wêda tê.
Berî da
derî. Derî
vekir, banga
Kerîm kir.
"Kerim ez
qurban ka
were
arîkariya
min bike.
Apê te Kamil
xeyîdî ye,
dikim nakim
ranabe,ez
radikim lê
ew xwe
serpisht
davêje.
Ra nabe.Mala
min ji deste
xernedîyo
xira bu.
Min ne roj
dît ,ne jî
xêr.
Emrê min bi
vî halê
xirab derbaz
bu chu...!!"
Kerim ;
" Metê ka
bisekine, ez
vî bizinê
bikim gomê,
hima ezê
bêm."
Nazê derî da
cî û hat
hundir.
Kerîm bizina
kulek a
goshar kir
gomê, derî
da cî û berî
da mala meta
Naz.
Meta Naz li
ber pencerê
li benda
Kerîm bu.Bi
pile pil bu.
Shilî
dibarî li
derva ,
shilîya
biharê.
Ewr
digurîyan,
ewrên
baharê.
Biruskê
davit,
biruska
baharê.
Li derva
rengê
baharê, di
hundurda bê
dengî û shîn
di dorêde
bu.
Shîn û bihar
bi hevre bu.
Tengasîya
jîyanê li
derva ,bi
navê biharê,
di hundurda
jî destpeka
shînê bu.
Kerîm ez
heyran
dereng were.
Jiyan shînê
qebul nake.
Kerîm bavê
min dereng
were. Naz
mirinê qebul
nake.
Kerîm xortê
delal Mirin
nayê
qebulkirin.
Ka hedî bi
hedî were.
Kerîm bra
mirina
feqîra barê
giranê, bila
kes pê
nehese....
Ka here
ningê bizina
xwe
dermanke.
Dereng were.
Lê Kerîm
wayê hat
.Dengê ningê
wî ji
berderî tê.
Wayê dest
avit derî.
"Metê xêr
e.. " got,
Kerîm.
"Bavo, apê
te Kamil
xeyîdîye,
dest davejim
ra na be.
Nan naxwe.
Ka tu dest
bavêje, ji
kerema xwere
rake. Ez
kerîyekî nan
bidim " got.
"Xwîyê apê
mine,bila
tade li te
neke..Apo
dema te
xwesh.Tu
chawa yî ?
Apê Kamil...
"Apo ka rabe
lo, meta min
nexeyîdin
e.. " got û
dura bervê
apê Kamil
chu.
Dî ku apê
Kamil di
xewa
shirînde ye.
Bê deng e.
Goyê xwe da
berdevê apê
Kamil, destê
xwe da ser
enîya apê
Kamil.
Dî ku Apê
Kamil chuye
ser
dilovanîya
xwe.
Chu hembiz
bi meta Naz
're anî.
Bi kelegêrî
;
"Mete serê
me sax be.
Apê min mirî
ye, metê. "
Herduyan
dest bi
girînê û
shîne kirin.
"Mirin dîya
te bimr e.."
got, Kerim.
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
- 8 |
 |
|
W.
Sebrî |
Helîme, li
pishta wê
darê hishk,
ji berojê
Jarî yê
bervê
nawalê,
bervejêr
dimeshîya ,
dihat xwar
ê.
Werisê dirêj
li ustîye
xwe gerandi
bu. Carna
bîhna wê
dichikîya.
Dema ku
dimeshîya,
shelagê
darên hishk
di hêlekîyê
de dadiket,
dura jî li
ser hêladin
de bervê jêr
werdigerîya.
Carna jî
dar ji weris
xilas dibu û
li du wê de
diweshîya
,diket.
Li pash wê
de , ew
xortê ku di
destên wî de
pirtuk hebu
dimeshiya.
Bê deng bu.
Tenê darê ji
barê Helîmê
diket
berhevdikir,di
hembîza xwe
de kom dikir
û serî da bu
du Helîmê.
Helîmê
nedizanî ka
li du wê tu
kesek heye a
na!!!.
Helime dema
ki ji ava
nawalê
derbaz bu,
ijar jî berê
wê li qiyame
bu.
Nîzîkî ya
Shîpê kiri
bu.
Di ser
nawalê re
coyek avê
hebu.
Li ber coyê
de jî
kevirek
bilind
disekînî.
Helimê darê
li phista
xwe bu, da
ser kevir û
berê xwe da
nawalê.
Dî ku
xortek di
hembîza wî
de dar ,
bervê wê te.
Lê berê
yekemîn
nasnekir.
Sekinî,
bala xwe da
yê , lê
nekarî
derxîn e.
"Bawo tu
lawê kê yî
?" got,
Helîmê.
"Wey
analix,
xwedê ji te
razî be. Ma
tu chawa min
nasnakî,
analix.
Mizêyke ev
darên han ji
barê te
weshîya bun.
Min jî ji bo
te ew berhev
kir. Bila
keda te vala
neche" got ,
bi dev
keniyek.
"Wî min
qidayê te
girto,
welleh min
tu
nasnekirî.
Tu chiwaxtê
hat î ? Tew
kes nabêje
ku tu hatî
yî. Ser
chava hatî
yi."
Dema ku
Helime ji
chîyê xwe
rabu, xort
xwest darê
wê bigre,
bide ser
milê xwe.
Lê Helîmê
nehisht.
" Bawê min,
qida girto
mal ne dur
e. Welleh bi
Xizrê kal ez
nadim, na na
ez nadime
te.
Wîîî xwedê
emrê te
direjke,miradê
te bik e.
Xwedê te
bihêl e,
bavê min."
got.
Bi hevre
dema ku
nezîkî li
mal kirin ,
denge
gêrîyek bi
durve hat
gohyê wan.
Deng dichu
hima zêde
dibu. Deng
dengê jinan
bu.
"Ax bavoooo,
ax liminê.
wî
bavooooooo.....ax
ax ax. Axîn
dikishiya û
zêde dibu.
"Bavo chî bu
ye ? Chî
qewîmî ye
gelo ?Ev
hawar ji bo
chîye ?"
got, Helîmê.
Xorto zanî
ku li gund
thistek
nexwesh
qewîmîye ,
lê dengê xwe
nekir. Bê
deng ma.
Êdî hati bun
berderîyê
mala Helîmê.
Deng ji
taxa Alî yê
Golê dihat.
Gelek jin
ji gund,
berên xwe da
bun rê ya
Alî yê Golê.
Bervê taxa
Alî yê Golê
dichun.
.Helîmê darê
li pishta
xwe danî
erdê û banga
qiza xwe ya
li xanî kir.
Banga Xezalê
kir.
"Xezal ka
chayek
bikelîn e."
Xort zanî
ku ji boyê
wî ye.
Got; "Na, na
ez chayê
venaxwim. Ka
bisekine li
taxa han chî
bu ye,chî
qewimî ye.
Ez dixwazim
herim taxa
Alîyê Golê.
Ez bawer
dikim shîn
he ye?"
Darên ku di
hembîza xwe
de anî bu
,danî cem
darên Helîmê
û xatir ji
Helîmê xwast
.
Berî da
Alîyê Golê.
(berdewam
dik e) |
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ
9 |
 |
|
W.
Sebrî |
Muhbeta
Xelîl li ber
dara bî yê
porê xwe she
dikir.
Xelîl , jî
li ser pî yê
wî darên
mazî , di rê
ya
Gestemerdê
de , ji
wirve dihat.
Dû darên
qalinê yên
mazî li ser
pîyên xwe
danî , offf
kishand.
Westîyayî
bu.
Herdu darên
mazî yê jî
, ji qorîya
Aliaxa anî
bu.
Ew darên
mazî, darên
qorîya
Alîaxa bun.
Ji boyê
chekirina
xizagê anî
bu. Ji boyê
ferên xizagê
bûn.
Dema ku
darên xwe
danî, bi
dengek
bilind banga
Muhbetê kir
;
" Qîîzêêê
Muhbet ,
malava tu li
ku yî ?."
Muhbet ji
cîyê xwe ra
bu.
" Lo Xelîl
tu hat î ?"
Got.
Xelil :
" Erê, ez
hatim.
Birchî me.
Ji minre nan
bîn e ",
got.
"Xelîl, min
hinek heliz
xashandîye,
tu dixwazî
ez helizê
bi hêkan re
di runde
biqelînim."
ji durve
got.
" Ji minre
hima chî
dixwazî bîn
e, hima
bîne, chi
dibe ew
dizane, "
got.
" Qizê te ji
ambarê arvan
deranî ye a
na ? " Ji
jina xwe
pirs î.
Jina Xelîl
Muhbet di
destê xwe de
she, ji bin
dara bî yê
ra bu û
bervê mal
hat.
Got ;
"Erê Xelîl
di têrêde
ye. Min
kesek nedî
ku ez banga
wî bikim.
Min jî
nekarî ez
tenê bi serê
xwe rakim,
li kerê kim
û bivim ash.
Te nan xwar
shunda
arîkarîya
min bike. Ez
wî li kerê
kim û bivim
ash."
Xelil got:
" Zaru ne li
malin? "
Muhbetê got
:
" Na ,tu
kesek li mal
nin e."
Xelîl got :
"Qizê ew
chî qîrin
bû, dema ku
ez jî qorîyê
derketim,
ji taxa
Alîyê Golê
qirîn û gêrî
dihat."
" Welleh
gotin Balo
li jina xwe
xistîye.
Dema ku
qîrin û
hawar hat,
em jin bervê
Taxa Golê
chun.
Jinika
feqîr, Ji
xwe chu bu,
chav li serî
wergerya
bûn.
Gotin jina
Balo mirîye.
Lê jinik pir
hati bu
kutandin.
Kalo jî ji
Balo'yê
brayê xwere
pevdichu. Bi
hev û du
keti bun.
Qirin û
hawar jî ji
boyê wî
tishtê bu.
Gundîya berê
xwedan taxa
Golê. Ji
Balo'ra
pevchun,
tera xwe
xeberdan û
vegerîyan."
Xelîl kenîya
:
"Balo'ye ma
em chi
bikin, qizê
Muhbet heta
iro min ji
tere dest
ranekirîye,
tu dibînî
Balo chi mêr
e, hhiihii"
Bi hiqe hîq
kenî ya.
"Ma tu jî
dixwazî bibî
Balo "got,
Muhbetê.
"Xwedê neke,
Balo
nîheqîya li
jina xwe
dike. Jina
Balo jinek
delal e ,
xwedê Balo
têr nek e.
Balo'ye.
Nayê
zanîn.
Merov jina
xwe dikut e
!!!"got
Xelîl.
Muhbet
derbazê xanî
bu. Xelîl jî
chok da
erdê,
pishta xwe
da diwar.
Berê xwe da
mezela. Dema
berê xwe da
mezela , ash
hat bîra
wî. Chima
ku ashê
Gestemerdê
di bin
mezelan da
bu.
Jina wî ji
arvan kiri
bu têrê. Li
mal ard nema
bu. Ji boyê
barkirina
arvan , ker
lazim bu.
Ji cîye xwe
ra bu, berê
xwe da mala
Fîrarê Mistê
Melle. Mala
Fîrar di
pash mala
wanda bu.
Ne dur bu.
Dema nîzîkî
li mala
Fîrar kir,
dî ku Gozê
li berderî
beravê
dike. Kinca
dishoyê.
Got :
"Nivroya te
bi xêr, apê
Firar li mal
e Gozê ?"
Gozê ji rêz
girtinê ra
bu.
"Xelîl,
derbazê mal
be. Fîrar
vezelîyaye.
Li mal ê."
Xelîl :
" Na welleh
Gozê ez
runanim.
Dema
runistikandinê
nin e. Min
xwast ez ji
Firar kera
we bixwazim.
Li mal ard
nemaye,
dibe ku ez
hinek arvan
bibim ash."
"Bawo ji
Firar
pirske.
Derbaz be."
Xelîl
derbazê mal
bu. Di ku
Fîrar xura
xura wî ye,
raketîye.
Carek din
zivirî.
Ji Gozê're
got :
"Welleh ez
qemish
nabim, Fîrar
rakim. Bila
rakeve. Em
shîyar
nekin."
Gavek din
shunda têm"
got, Xelîlê
Memelî.
Gozê got ;
"serchava
oxira te ya
xêrê be,
Xelîl."
Xelîl
vegerîya chu
mal. Jina wî
nan hazir
kiri bu.
Sofre anî li
ber Xelîl
danî.
Li derva
dengê pez
dihat. Kala,
kala mîyan û
bizinan bu..
Jina Xelîl
got:
"Iroj jî pez
bermak e."
Xelîl got:
"Pez bikê
ber Xacho.
Bila danê
evarê ew
pezê bermak
bibe. Dora
wana ye. Tu
jî arvan
bibe ash. Ez
jî dibe ku
xizagê
chêkim."
" Gelo ash
vekirîye ? "
got,
Muhbetê.
Xelîl :
"Erê, Muhbet
min ji
ashvan
pirsî, îroj
vekirîy e.
Usênê Alxan
ji
Gestemerdê
tê."
Di hêlekîde
nan dixwar.
Di helekîda
jî guhdarîya
teyba xwe
dikir . Di
teyibêde
denge Shakro
yê Mushê
bilind di
bu.
Derdê sharê
distra."...min
shar kirîye
bi donzde
kara. Ax
liminê derde
shar
ê.....Nava
taxima sing
u berê minde
raz e...."
Xelîl serê
xwe rakir û
li Muhbet'te
mizê kir.
Muhbetê serê
xwe kir
berxe, danî,
chu derva.
Xelîl, di
helekîde nan
dixwar, di
hela dinde
ji guhdarîya
strana
Shakro
dikir.
Li derva
kala, kala
pez bu.
Dikalîyan.
(berdewam
dik e )
w.sebrî, |
|
|

|
 |
 |
|
| |
|
|
TENGASÎ -
10- |
 |
|
W.
Sebrî |
Kechikên
gund li
pishta wana
tûr, ji
Nawala So'yê
dihatin.
Di tûrên
wane de so
hebu. So ya
nawalê li
bin warê wan
de, gelek jî
navdar bu.
Ji nawalê
jî ava sar
, bi zelalî
dikshîya.
Kechikan
stranek
gelek xwesh
distra û
bervê Warê
Diyar
dihatin.
"Nawalo bê
dare,
domê domê
domrîgê,
chavê gûr li
karê,
kar karika
muxtar
e....."
Bi henek û
kêfxweshîyek
ji jorve
dihatin.
Fistanê sor,
cheqer, shîn
li bejna
wana...
Gislavêt, an
jî lastikên
qere di
ningê wan
de,
dimeshîyan.
Li serê
wane de jî
kofî hebu.
Li ser
kofîyan de,
bi her rengê
temezîyên
rengîn girê
dabun...
Qizên azeb
herdem dilên
xortan
dihelînin.
Qizên bedew,
rind, xwesh
û sosin li
wî gundê
dayina xwedê
bun.
Yek ji yekî
chetir û
bedewtir bu.
Rindê jî ji
wan yek bu.
Di berika
xwede her
dem qutiyek
mêzekirinê
vêshartî
digerand.
Ew qûtî ,
diyarîya
Xortê Delal
bu. Quti ji
cherchiyê
Licî yê
hatibu kirîn.
Ji Licî yê
her sal Ezo
yê Licî yê
ji wana re
dims danî.
Ji wî
ketirbe hima
morî û
mircan ,
qutî , she..
herwaha
gelek tisht
dihat gund.
Ew dîyarîyên
ku ji xortan
dihat girtin
, li ba
kechikan
herdem ne ji
herkesîre
eshkere bu.
Lê wana di
nav xwe de
carna bi
axaftin
parve dikir.
Lê ne ji
herkesekre.
Nedixwastin
bê zanîn.
Nedixwastin
li ser wana
peyv bê
kirin.
Nedixwastin
navê wan
were ser
ziman.
Ji tirsê
nebû. Shixwe
kutandina
kechika (qîza)
li wî gundê
eybek mezin
bu.
Shermazarîyek
giran û di
bin thometê
de dihist
xwdîyê
buyarê.
Di edet û
jîyana wî
gundê de
qedr , rûmet
gelek grîng
bu.
Di navbera
mêr û jinê
de carna
pevchun jî
chê dibu ,
lê mixabin
ji qîzên
azabre
gotina xirab
tu car
nedihat
gotin.
Qiz miradê
malê û dilê
bav û dayîkê
bu. Qiza
delal ,
bedewa bav û
dê bu.
Cudîyatî li
wî gundê di
navbera kech
û xort te ne
pir sedemê
alozîyê bu.
Kêmanî ew bu
ku xort
hinek din
xwedîyê
pesndarî yê
bu.
Mêranîya bav
û kalan wîsa
hatibu.
Cîyê qîzan
jî hezkirin
, carna
xemgînî
carna jî
keda wana
dihat ziman.
Dotina pez
,
paxijkirina
tewlê an jî
gomê bi
destên wana
diqewimî,
ew bun
keddar..
Malavayî
zedetir bi
destê jin û
qîza bi kar
dihat. Xalî
û xalîche bi
tîlîyên wana
yên nazik
chê dibu....Têr
û tur bi
destên wan
dihat
darxistin.
Bi stran û
dîlan ,
qîzên azeb
nîzîkî li
Kevir'ê Qul
kiribun.
Wana dikarî
tenê di
wêderê de
derbazbin.
Ava nawalê
bilind bu ,
rê nedida ku
merov
derbazê hêla
din be ,
chima ku
helandina
berfê , ava
nawalê
zedetir
kiribu ,a va
nawalê
rabibu.
Dema ku ew
hatin ber
Kevir'ê Qul
, xwîdan li
ser enîya
wana keti bu.
Hezîmê got
:
" Xwengên
delal , ka
em hinek
bina xwe
bigrin. Em
wesîtyan di
bin pel û
pincaren
de."
Nigarê got:
"Bashtire
ku em bi
waxt herin
mal diya
min. Kes li
mala me nin
e, diya min
chu ye
Gindor ,
brayê wî
hinek
nexwesh e.
Bavê min ji
chuye alîyê
Xormekan..
Chotekî ga
dixwaze
bikir e ,
zarok tenê
li malin.
Min ji amoja
Gulperî re
got bila
qayitê
brayên min
bike... heta
ku ez ji
nawala so yê
hatim.
Xwede jê re
razî be , ne
got na.."
Hezîmê got:
"Bash e,
ser chava
ger hun
nexwazin xem
nîn e, em bi
rêkevin. Li
serê Warê
Dîyar em
hînek bînha
xwe dikarin
bigrin."
Destê hev
girtin û
xwestin ji
Kevir'ê Qul
bi hevre
derbaz bin.
Bi dengê
Panê ve li
cîyê xwe
sekînîn. Ji
ningê Panê
solê wî
sheqitî û
derketî bu.
Ji Kevir
sheqitî û
ket avê,
pêla avê lê
xist û sol
di avêde
wenda kir.
"Gelên qîza
hedî bi hedî
ji kevir
derbazbin.
Hun jî
neseqitin "
got, bi dev
kenîyek,
Zerê.
Derbaz bun û
berî dan
pishta Ware
Diyar.
Peshîya wana
qiyame bu.
Ji gerdana
wana xwîdan
disheqîtî.
Panê di
ningê yekta
sol yê din
da jî gore
wê dixwîya.
Wê solê din
jî derxist,
gore yê xwe
ji kir destê
xwe, pêxwas
serî da ser
mesha qîzen
din.
Ew jî bi dev
kenî bu.
Qizan re
henek dikir,
bi henekê
xwe ve jî
dikenîya.
"Welleh ez
birchî bum "got,
Hewes'ê.
Ji ture xwe
ta kî ribês
derxist û
nîvîyeki da
Gozê, nîvîya
din jî bixwe
xwar. Tirsh
bu.
"Dayê, dayê
ribêsa te
merîya tîne
ga got,
Hewes'ê."
Bu tiqe,
tiqa hemu
qîzan.
Hatin ser
devê Warê
Diyar.
Turê xwe
danîn û
runishtin.
Di bin wan
de Rasta
Kalê , Gola
Sar , Kela
Gola Mara ,
pishta Kortê
dixwîya.
Seyrengahek
pir xwesh bu.
Li ser
zinaran
runistin..
Dest bi
stranan
kirin. Ji
mêrga Gola
Sar 'de ,
dengên
qûlingan
dihat.
Li zinaran
jî qeba qeba
Kewan bu.
(berdewam
dik e)
|
|
|

|
 |
 |
|
|
|
|
|
|
|