| |
| |
|
|
GUHERTIN
HEDÎ BI HEDÎ
BERVÊ RINDÎ
YÊ DICHE... |
 |
|
W.
Sebrî
|
Li Basurê
welat 4000
imze hat
komkirin ,
ji bo yê ku
ol û dewlet
ji hev cuda
bin.
Ev
moderînîte
(nujenî)
pewîste ku
li welatê me
ava bibe.
Di îslamê de
sherîêt
xwazî rengê
erkê ye.
Rengê dewlet
û îdare ya
welatê
îslamîya ye.
Li
Erebîstan'ê
û Afganîstan
û Iran'ê ,
islam bu ye
rengê
dewletê bi
piranîya
xwe.
Li welatê
Kurdîstanê
sherîet li
bejn û bala
kurda na yê.
Chima ku li
Kurdîstan'ê
îslam tenê
nîn e. Yek
ol tenê
tunne ye.
Li
kurdîstanê
îslamîyet
,êzdîyatî,
qizilbashî,
ateîstî,
isevî,
musevî
herweha
rengê din
jî dijîn.
Vana hemu
rengê kurda
nin.
Li bashur jî
herwîsa hemu
rengê Kurdan
henin.
Dijminê
netewa kurd
pir carna ev
alozî û
nakokî yên
qirej, wek
olê jî dîjî
netewa kurd
bi kar anî
ye.
Dibe kurd rê
nedin vî
lîstikê.
Bîr û bawarî
tishtek
kesayetî ye.
Bila her
kurd bi
rengê xwe yê
olê ,bi
azadî,berfireh
bijît.
Bi salanê ku
ew bi vî
shiklê
dijîn. Mafê
wana ye,
heqê wana
ye.
Bi rêz
girtin
herkesek
xwidî yê
ditin e.
Kurd netewek
bindeste
dibe ku li
ser
bingehîyek
bi hevre
tekilî
avakin. Ger
armanca
kurdan azadî
ye, ew jî
bi fikrek
netewî ava
dibe. Her
insanek kurd
dibe ku vî
peyvanê
qebul bike.
Wek din rê
nin e.
Bingehîya
yek bunê
zimane,diroke,chand
û axa pîroz
e.
Bratî li ser
vîya ava
dibe bi her
rengî.
Nakokî yên
ku chê dibe,
diche dikeve
bin
berjewendîya
dijminên
ruresh.
Ger merov li
dîroka kurda
dinehire ;
Tê ditin ku
kurda tu car
berê xwe
neda ye
sherîat
xwazî yê.
Di dadgeha
1925 de
seroke
dadgeha
Istikalalê
di bîryara
xwede; "Her
cixwas we bi
renge olê bi
hevre
danustandin
chê kirye jî
we ji bo
welatek
serbixwe û
azad sher
kir...Ji bo
yê vîya ji
we mirin heq
kirî ye..Ji
were
mirin..!!!"
Di vira de
jî xwîya
dike ku her
cixwas Tirk
dibejin 1925
de kurda
sherîat
dixwast,ne
rast e.
Di tevgera
Azadî yê de
Kurdên
qizilbash (
eshîra Lolan
li Varto' yê
di bin
serokatî ya
Kali axa de
cîh girti
bu)
Kalî axa û
brê xwe li
Elezîzê
hatin darde
kirin.
Bîlalê
Licî'yê wek
ateîstek ,
sekreterê
rêxistinê
bu.
Li Kochgîrî
yê Kurdên
Qizilbash ji
bo yê
dewletek
Qizilbashî
sher nekir.
Wana
Kurdîstanek
azad
dixwest.
Em dikarin
gelek numuna
nîshan
bidin. Wek
Dêrsim....
Lê em
dikarin
bêjin olê
xirabîyek jî
da ..Ol bibu
peshkarê
yêkîtî yê.
Loma jî li
Bashurê
welat ev kar
manîdar e.
Ji bo yê ku
dewlet û ol
(dîyanet )
ji hev
biqete.
Kurd nikarin
vîya rakin.
Li Bashur
bra yên ÊZDÎ
gelekin. Li
ber chavan
dibe ku bên
girtin.
Wana gelek
ezyet dîtî
ye.
Ev dibe wek
numune ji bo
yê parche
yên din jî.
Li Bakurê
welat
Qizilbashan
jî gelek
zulm û zora
îslamê li
ser xwe
dîtin.
Loma jî
pêngavek
delale ku
wek bîryar
li parlemena
Bashur jî ev
bê qebul
kirin.
Car he ye ku
ez li tv yan
temashe
dikim.
Dewletê dest
avitî ye TV
yên
qizilbasha.
Di hinek TV
yan de
Kemalîzm tê
parastin...
Berê Kurdên
qizilbashan
didin
Erebîstanê û
di destê
xwede wek
qozek
digrin.
Di vira de
jî xwîya
dike ku li
ser kurda
wek bi rengê
olê jî
lîstik he
ye.
Ev demekîye
ku di
malperên
kurda de jî
li ser olê
jî
gengeshîyek
he ye....
Em hevîdarin
ku carek din
ol nebe
peshkarê
azadîya
netewa bin
dest.
w.sebrî, |
|
|
|
 |
 |
|
| |
|
|
MÊJO
YÊ
TEVLEHEVÎ,
NABÊ
ZELALÎYA
JÎYANÊ... |
 |
|
W.
Sebrî
|
Bi tayîbetî
li Bakurê
welat
zedetir mejo
yê me kurda
tevleheve.
Sedem
gelekin.
Pirs ; Kurd
chî
dixwazin,
chawa
dixwazin..
armanc,
peshneyar
chi nin?
Xwastin li
ser navê
Kurdan ne
zelal e.
Ger merov 30
sal sher
bike , dibe
ku hinek
tishtan bi
dest bixîn
e.
Lê li ber
chava ye ku
me gelek
wenda kirî
ye , û tu
tishtek ji
bi dest
nexistî ye
heta iroj.
5 hezar
gunden me
hatî ye
shewîtandin,
tawanbar bu
ye.
Nizîkîya 7
mîlyon kurd
bune kochber
û berê xwe
dan
metroplên
Tirka..
Kurdistan
vala bu ye.
Bingehî yên
welatê me
tar û mar bu
ye. Me di
navaxwede
dijmin ava
kirî ye,
nexweshî yên
xwe girantir
kirî ye.
Ewqas xwîn
hatî ye
rijandin.
Xwîna sor li
ser kevira
bu ye
xwarina
mishk û
maran.
Xwîn û
xwidana enî
yê ne ji bo
yê
netishtek,
nexwazîyek
tê dayin,
rijandin.
Tê de dibe
ku armanc
hebe.
Ez bixwe wek
kesek
naxwazim
xwîna min ji
bo bratîya
gela bê
rijandin.
Xwîna min ne
xwîna
mirîshka ye.
Ger xwîn ji
min tê
xwestin,
bila qurbana
azadîya
welatê min
be.
Bila ji bo
avakirina
zimanê min
be.
Bila ji bo
berjewendîya
netewa min
be.
Bila ji bo
yê avakirina
nav netewa
kurd be.
Ji bo yê
dîmoqrasî yê
ku di nav
welatên min
de ava be.
George
Orwell:
"Hemu
wehshe
(heywan)
wek hevin,
lê hinek ji
wan ,
zêdetir
wekhevtirin."Dibêje.
Wek em bejin
bingehîya
netewê ku li
ser
berjewendîya
kesayeti ava
bibe
,demoqrasi
ji dibe
lîstika
zarokan.
Yê ku wek te
nefikire di
carek te li
ber shopa te
dikeve. Li
ber topa
Evdilmusa
dikeve.
Kurd êdî
bila li ber
topa
Evdilmusa
nekevin.
Kesayetîya
rêxistina bu
ye peyva
G.Orwell.
Bila di vî
peyvêde dem
û waxt
derbaz nebe.
Li welatek
bindest
,kolonîyekte
bingehî tîke
tîke ye.
Li welatê
me, bi
tayîbetî li
Bakur jî, ji
tîkê jî
xirabtire.
Bu ye
derhem.
Ger li Bakur
ev zelalî ya
mejo tunebe
, ewê berê
xwe bidin
Basurê
welatê xwe.
Li wederê
armanc,
xwazî, rê û
ribar
zedetir
zelal e.
Bihna chîya
yê Xernedî,
êdî ne
xernedî ye,
bervê xerê û
hêvîyê ye.
Bervê
xêrxwazîyê
ye.
Herchar alî
yên me
shewat e,
dijmin har
bu ye. Dema
ku pirsa
Kerkukê tê
hole, hartir
dibin.
Barzanî mafê
kurda tîne
ziman , ew
radihêlin
cho yên
xwe, nishan
didin,dixwazin
chavtirsî yê
bidin.
Erishkarî,
chavtirsî bu
ye karê
Tirk û Ecem
û Ereba.
Ger ez jî ji
wanere
bratîyê
bixwazim û
xwîna xwe jî
ji bo yê
xatire wana
birijînim ,
gelo ma ev
rewa ye.
Ew erishên
min dikin
,dixwazin
min ji holê
rakin , ez
jî azadîya
wana
dixwazim...!
Pîrê nemre
bihar tê,
Kalo nemre
azadî
tê..!!!
Mêrxasîya
Kurda bu ye
lîstoka
zarokan
carek din.
Bi tenê
dengê teqîna
tifingê ji
dervê
tê..TEQ,TEQ..
û dengê bi
pêre jî ;
"bijît bratî
ya gela ye."
Bi rastî
mejo yê
tevlehevî ,
ne xêr ji
xwe dibine û
ne ji xêr
dide dev û
dora xwe.
Herduya ji
dilewîtîn e.
Rasî ya
kurdan li
Basurê welat
e.
Berê xwe
nede
Shamê,Tehran
û Enqerê ,lê
berê xwe
bide Hewlêr
e.
Li Hewlêrê
sewqa rojê
xwe dayê
chiya yê
Agirî û tîn
dide.
Roj bilind
bu ye li
ezmanê sayî
de.
Li Varto yê
jî xortek
destê xwe
dihecîne,
pêshkîra
xwe li ba
dike , di
detstande
pêshkîrek
sor, tê de
shaxên kesk
û zer
dibiriqe.
Destên xwe
li ba ke
bavê mino,
tu her
bîjît..
Diqîre bi
dengek
bilind û
mejoyek
zelal ;
Bîjît bratî
ya kurda.
Bîjît
azadîya
welatê min.
Wey tu her
bîjît.
Dema te
xwesh.
w.sebrî, |
|
|
|
 |
 |
|
 |
Jenosîda kurd:HELEPCHE |
|
W.
Sebrî
|
|
Di dîrokan
kurden de
rupelên resh
gelek in.Ji
wan yek jî
Helepche ye.
Li Helepchê
jenosîda
kurda bi pêk
hat di sala
1988 de.
16 Adarê
jana dila
ye.
Meha Newrozê
bu.
Dijminê
sebav
Newroza
kurda di
xwînê de
hisht.
Hemu zarok
bun.Kal û
pîr bun.Bi
sîlehên
kîmyevî ji
5.000
hezaran
zedetir
însanê kurd
li bershopa
neyarên
xwînmij ket.
Dîrok carek
din bi xwîna
kurda sor
bu.
Gelî yê
Zilan,Dersim,Agirî,Kochgîrî
jî berî ya
Helepchê
Jenosîda
Kurda bu.
Helepchê de
dayikên
kurda hîna
bi esha
zarokên xwe
ye.
Di serda sal
jî derbaz be
,esha
cigerên
dayika jan
di de.
Ji bîra nach
e.
Dijminên
kurda ji
xwîna kurda
her tim
hezkirî ye.
Wek
Kemalîstên
Tirk,Erebên
shovenîst û
Îranîyan.
Dadgehkirina
Saddam û
hevalbenden
wan li
Helepchê ne
bu.Wana di
dadgehê de
cezayên xwe
stand.
Di dorê de
Tirk û Ecem
henin.Roj tê
ku ew jî bên
dadgeh
kirin.
Xwîna ku
hatî ye
rijandin,di
wî xwînê de
ewê werin
xendiqandin.
Xwîna bav û
kalan û
dergûshên
kurdan ,nayê
bîrakirin.Sed
sal derbaz
be dîsa jî
xwînxwar
vîya
bizanibin.
Helepche
esha dilê
Kurda ye.
Helepche
birîna bê
kewe.
Em Helepchê
ji bîra
nakin,Helepche
birîna me
hemu kurda
ye.Jenosîda
Kurda ye.
Bila dijminê
xwînxwar
Helepchê jî
ji bîra
neke.
Helepche
hesrên
chavan bu
Jana dilan
axîna dayika
min bu.
Helepche esh
bu di qoncê
te de
li ber serma
ya baharê .
ewrên resh û
tahrî bu
li zozana
Xwîna sor bu
li ser
zinara.
ava nawala
bu
bi xwîna
sor
kula dilên
dayîka.
bîrîna xidar
bu
di kezeb de
bi nalîn .
axîn bu
li chî ya
û
zarîna giran
.
dergûsha
hurik bu
li ber
pêsîra
dayîka xwe
xernedî,
zare bi zar.
rûpela resh
bu Helepche.
Bîranîna kur
e
dikale
di bin axê
de
axa sar de
Helepche
dinal e.
Em carek din
resh
grêdidin ji
bo bîranîna
shedên
Helepchê.
Li Helepchê
dayika min
shara resh
grêda ye.
Dizanim tu
peyv bi dilê
wê nîn e.
Dizanim cejn
jî nîn e.
Xwîn gol bu
ye li
Helepchê,nahirik
e.
Dizanim.
Li ber
digerim,serî
ranake
Hembîz
dikim,
nakene
peyv wenda
ye
shîn grane
Li Helepchê.
w.sebrî,
 |
|
|
SHIVAN
Û MARÊ RESH...
W.
Sebrî
|
|
Dibêjin li
gundek,
shivanek
feqîr hebu
ye.
Shvanê delal
bi sewqa
sibeh her
roj radi be
û pezê xwe
di de
pêshîya xwe
û di be
chîyayek, li
serdestê
gund
dicherîn e.
û dura jî bi
esrêve
,bervemal
dike.
Rojek ji
rojan
shivan, dîsa
birê pez di
be wî chîya
ye.
Kulavê xwe
li ser
kevirek
datîne û
bilura xwe
dikut e.
Dibîne marek
resh ji bin
zinarek
derket ,di
devda zêrek
hat û li ber
wî sekînî...
Shivan radi
be ji kebana
xwe tasê
derdixine û
bizinek
didosh e..
Tasa xwe a
tijî shîr di
be li ber
mar datîn e.
Mar zêrê di
devê xwe de
datine û
shîr vedixw
e...
Ev
danustandina
mar û
shivan
herweha
demek
berdewam dik
e:
Tasek shîr û
zêrek...
Lê rojek
shivan ji
lawê xwere
dibeje;" Tu
îroj birê
pezê xwe
bigre û bi
be wî chîya
yê bicherîn
e.."
Lê nabêje li
wederê
marek dijî.
Kurê shivan
guhdarîya
bavê xwe dik
e.Radibe pez
digre û berê
xwe di de wî
chîya yê...
Demek shunda
dibîne marek
resh ji bin
zinarek
derket û
berî da wî.
Choyê xwe
digre û bi
mar dikev
e.Dochika
marê qût dik
e.
Mar ji bi
lawikve da
di de û
lawik li
wêdere
dimre.
Dem derbaz
di be.
Rojek ji
rojan shivan
carek din
berê xwe di
de wî chîya
yê.
Dibîne marê
resh carek
din derket û
bervê shivan
hat.
Shivan
vedigere ji
xezanî yê ji
mar re
dibêje:
" Ka were
wek demên
berê em
carek din
danustandina
bikin.
Ez tasek
shîr bidime
te,
tu jî zêrek
bi de min."
Mar vedigere
ji shivanre
dibeje:
"Heta ku di
dilê te de
esha lawê te
û a minda jî
esha dochê
he be,
em nikarin
wek berê
bi dostanî
tekilî yê
berdewam
kin."
Bi rastî min
xwest ez bi
vî chîrokê,
danustandina
Tirk û Kurda
binîm ziman.
Bira welleh
bi Tirkan're
em nikarin
danustandina
bratî yê
daynin û
berdewam
kin.
Heta ku heq
û huquqa ku
di navbera
me û wana de
li ser
bingehîya
edeletê ava
ne be, em
nikarin
danustandinek
ava bikin.
Chima ku
esha welatê
me li ba
me,di dilê
me de gran
bu ye...
Axîna
dayikên
me...
Zarîna
dergûshen
me..
Zulm û zora
ku wana li
ser me amade
kir, tu car
na yê
bîrakirin.
Em nikarin
li ser wî
axa pîroz
hemîz bi
hevre bînin.
Wek cînar jî
em nikarin
vî gavê bi
hevre tekilî
berdewam
kîn.
Di vî dema
han de wana
berî da yê
Kerkûk û
serokatîya
herema
bashurê
welatê me.
Ziman
dirêjî,dest
dirêjî yê
dikin...
Lîstika bi
kar tînin û
dixwazin
chav tirsî
yê bidin.
Wek marê
resh bi me
ve da didin.
Wek nêyarek
,erishên wan
tu car
neqedî ya.
Xwîna
zarokên me
,di devê wan
de..
Welatê me,
di bin ningê
wan de
herimî...
Xwînxwar
bun,zalim
bun,dagirker
bun ....
welatê me
lewitandin....
Em neqediyan
bi kushtinên
wan a..
Me ew kusht
jî,lê dîsa
ew ji welatê
me
derneketin...
w.sebrî,
|
 |
PÊKENÎK YÊN
VARTO YÊ |
|
W. Sebrî
|
|
Li welat,di
salen 70 de
Tekîn
Ilerîdikmen
,xeberek ji
Welî yê
Koche're bi
rê dike.
Dibêje ji
Welî yê
Kochê re
bibêjin
,Tekîn
gotîye bila
here nav
Avdelan..waxt,
waxta
hibijartinê
ye..
Bila li cî
y^r xwe
nesekin e.
Ji bo Tekin
bila
propaganda
ya
deng(rey,oy)
bike, ez jî
beranek
bidime Welî.
Welî
dibihîse ku
Tekîn ji bo
yê deng
standinê,
soza
beranek di
de wî.
Radibe û
berê xwe di
de gûndê
Avdelan.
Gundîya tîne
ba hev û
dibeje;
" Gelê
gundîya
,gelê
Avdelîyan
,dem dema
hilbijartinê
ye.
Tekin carek
din bu ye
endamê
hilbijartinê
,
ez hevî
dikim ku hun
reya(oy,deng)
xwe bidin
Tekin.
Kê ku reya
xwe nede
Tekin ez di
dê û jina
wana n...."
Ev
propaganda
ya Welî
digehishe go
yê Tekin.
Tekin dibine
ku Welî ji
gundîyan re
xeberên ne
xwesh di
de...
Vedigere
,dibêje:
"Ji bo yê
xwedê ,ji bo
yê Xizir ez
qurbana canê
we,
hun herin
ji Welî re
bibejin bila
dev ji
propaganda
yê berde ,
hima soz ez
boxeyek
didim
Welî.."
*
*Tekin
Ileridikmen
ji mala Fero
bu.Xormeki
bu.Pismamê
M.Serif
Firat.
* Welî Kochê
ji eshira
Avdelan
bu.Di salê
70 de li
Varto yê
restorant(ashxane)vekiri
bu.
Di wî demê
da insanên
rewshenbîr
li ba Welî
dihatin ba
hev.
Li Hotan
Ehmedê
Husiko
dijîya.
Ehmed,
insanek
gundí û
fqir bu.
Dile wî
dikeve qîza
Mehmed
Sidiqê
Hotan.M.Sîdiq
pismamê
Ehmed e.
Navê qîzikê
Gozê ye.
Tere ji bavê
Gozê, qiza
wî dixwaze.
Sidqo jî
qîza xwe
nade
Ehmed.Ehmed
dest vala
vedigere
diche mala
xwe.
Gundî
dibhîsin
Sidiq qizik
neda ye
Ehmo.
Gundî ji
Ehmed, bi
Tirkî
dipirsin,chima
ku Ehmed
dema ku bi
tirkî
diaxife
gundî bi
axaftina
tirkiya
Ehmed
,dikenin.
'"Ahmed
gittin kizi
istedin,ne
oldu ? Sonuc
ne..?!
(dibejin te
chî kir
?...Chawa
derbaz bu?)
Ehmed
vedigere bi
Tirkî
dibêje;"Welleh
ben Gozê 'ye
xirabe
demem, lê
Gozê'nin
babasî
xirabedir...."
Dema we
xwesh ,
Li gel silav
û rêz...
* HOTAN: Di
bin zozanê
Bingolê de
,mezreyek
Varto'yê
bu.Di salên
93 yende bi
destê Tirka
hat
shewitandin.
w.sebrî,
 |
|
|
 |
"ROM
BÊBEXTE,BEXTÊ ROMÊ NÎN E". |
|
|
W.
Sebrî |
|
Di bin cahvên xwe de li
min dinêre.
Wek neyarek li min dinêre.
Wek xwînxwarek.
Em bi eshîr ne geredayî yê hev în.
Ne bi xwîn û ne jî bi pismamî em gêrêdayî yê hevin.
Em di dê û bav de jî ne bra nin.Bavê min û dayîka min
kurd, ê wana ji Tirk e.
Em kîrivê hev jî nin in.
Di bin chavan da axûrê min di de.
Wek marek resh digere li min dixe.
Wek xof dikeve xwên Helîna min.
Wek tirs...
Wek lîstik...
Wek neyarên bav û kalan...
Me xêr ji hev nedît, wek cînarek bi qedr û qîmet.
Ew tirk bûn ,em jî kurd.
Me azadî xwest, wan ji mera mirin rewa dit.
Wana wek bav û kalên xwe erish,talan,kushtin ji mere
anî...me azadî da ber pozên wan.
Me got em li ser vî axê wek cinar bi hevre danustandina
bikin...
wana got na em tirkin û ji me ketir be tu netewiyek
nikare
xwedî ye dewlet û al be.
Zimanê me bi destê xwe dan wenda kir in.
Li ser me listik listin,di serme de tofan anin...bi
rengê islamê beri dan me....gotin em bra yê hev in.
Carek din anin ziman ku em ji wek wana Tirkin...(gunes
dil teorisi)
Em tenê nebun File,Asurî,Keldanî,Hurim..hemu li ber
shopa wana ketî bun.
Xachîk,Axchik,Atranîk ji axa xwe hatin derxistin...
Wana li Hirant jî xist...Hirant ji bu qurbana vî axê.
Xwîna ku di tamarên wana da digerîya ,bi rastî jî tê de
jahra marê digerî ya.
Xwîna marê kor.
Boblat û derew li ba wana kêm ne di bu.
Hêsrên ku nuha ew dirîjînin ,derew e.
Axaftinên ku ew dikin boblat e.
Kena ku bi devên wan dikeve ne ji dostanîyê ye.
Axa me di bin destê wan de ye,ziman wenda ,maf û hebuna
me di bin ningê wanda ye;dinal e û dizar e.
Dayika min dilorîn e.
Pîrka min dikal e.
Xwishka min digîr e.
Roza min di destên wi de zilek, Edo yê min pêxwas di
destên wî de kevir,derketîye ser xenî davêje leshkerên
wana...
Leshker vedigere dest davêje tiginga xwe û bi axurên
chava li zarokên me dinêre.
Pepug ezim...
Bindest ezim...
Bêkes ezim...
Edo'yê min hat kushtin.
Yorgo,Mikaîl ji dizanin ku nikarin zaroken xwe
biparizin...Destên zarokên xwe girtin û ji axa pîroz
kishiyan,derketin...
Berê xwe dan welatek bîyanî ,chun ji welatên bav û kalên
xwe dur ketin...
Hesreta ku merova ditevîzine di dilê wanede mezin bu,
ket bira wan....Axurên chavan nuha ket^ye para me...
Gulle li me dikeve, li Mêrdîn'e...
Hrant ji xêzanî ye digîr e.
Bav û kalên wî li berchavên wî,dikeve bîra wî û ji bo
min digîre..
Nuha em digirin ji bo te Hrant...Di bin axurên chavanda
gulle tê li te dikeve...
Tu bi destên neyaran hatî kushtin...
Keko can Hrant "rom bêbexte,bextê romê nin e..."Ev tê
zanîn,gotina bav û kalê min e..
Lê te jî bash dizanî...Bav û kalên te jî li ber pêlê
ketî bun...
Em hemu li ber tofana romê keti bun..hina ji dom dik e.
Chima ku li ba romê bêbextî,derew û talan her tim hebu û
he ye...
Ez ji wek te di bin axurên chavanda me bra..!!!!
w.sebrî,
|
|
 |
TAVÎ
YA TÊROKÊ DI SER KERKUK'Ê DE GIRTÎ YE. |
|
W. Sebrî
|
|
Zivistan e.Sare ,serma ye.
Li rojhilata navîn de jî germîya shewatê ye.
Di zivistana sar de li welatê min serma,berf dide choka
, di siyasetê de jî germe û dikel e.
Pirsa Kerkûk bu ye tirs û xof ji tirkan re.Ra dibin
Kerkûk,rudinin Kerkuk.
Di malperan de,axaftinan de,civîne de,kombuna partîyen
de......herweha,
Kerkûk'ê mala Tirka shewîtandî ye.
Sîyaseta wana jî bi pêkve chu ye.Xew li wana herimi ye.
Lê listikên wana neqedîya ye.
Carek din wana lîstikek li îstanbolê bi pêk anî.Hinek
xwefirosh, herweha muhalîfen cheqel li ba hev kom bûn.
Sedem carek din Kerkuk bu.Bi pishtgirtî û lîstika Tirka
armanc ew bu ku rê û ribar ji bo bashur bên girtin..
Alozî û chavtirsî yê bidin kurda.
Ew jî bash dizanin ku ger pirsa Kerkuk safî be,chareser
be ê kurd berê xwe bidin welatek ser bixwe û azad.
Rê û ribar ewê li Tirka bê girtin.
Ji bo kurda jî wîsa ye.Kerkuk grînge, di be ku ji bin
destê nêyar xilas be.
Tirk di warê sîyasetê de wek Erdogan,Baykal,Yalcin
Kuchik,Topal Perinchek û herweha
bi komasîyek tirkên tirek û teral di xwede rîn.Nuha
bînokin,bîn didin.
Erdogan dibeje Iraq (bi tayîbetî bashurê Kurdîstan
)talukeyek mezin e.
General dibejin ji Baykal're"Kuro granîya xwe bide
rojevê,bêje em erishên Kurda bikin...Kerkuk'ê di destê
kurdan de bernedin,
Kerkûkê'de Tirkmen dîjin...bajar ê Tirkmena ye...!!!"
Baykal jî chavê xwe digre û berê xwe dide axaftinên puch
û vala.
Bi rastî rojeva kurda li bashur bi tayîbetî tijî
ye.Xwestina chuyîna Peshmerge ji bo Baxda yê.
Pirsa Kerkuk sala 2007,kar û barê referandum.
Stratejîya abd ji bo rojhilata navîn û bi tayîbetî carek
din li ser Iraq.
Rewsha rêxistin6en Bakur,Rojhilat û Rojava yê Kurdîstan
ji bo pishtgirtîya Bashurê welat.
Grîngîya wî bi tayîbetî ewe ku
Ji bo shaxên di jî pêwîste ku xwe amade ke.
Dema ku tu xwirt ne bî mar û mishk te diperîtî nin.
Marê resh Erdogan û mishkê revok Baykal ewê bi quretî
chalimên xwe bavêjin.
Lê dibe ku ew bash bizanibin kurd edî ne kurdê berê nin.
Ger tirk erishê bashur bike, ewê ji wanare bibe
gorîstan.
Pishta xwar, rast bu ye.Di warê diplomasîyêde jî kurd
jîr bune.
Tirsa herî mezin nuha li ba Tirka ye.
Ji bo vî tirsê stratejîstên Tirka carek din tînin ziman
ku ;"Tirk û Ecem û Ereb carek din bi hevre tekilî daynin
û berê xwe bidin kurda,nehêlin kurd xwe azad kin."
Lê Kurdên me jî dibe ku viya carek din bikin rastîya xwe
û pirsa bav û kalên xwe bînin bîra xwe;"rom bêbexte,li
ba romê
ne dîn û ne jî îman he ye!!!"
Ev heta nuha ji dil nahitîye pêjirandin.Ev gotin ne vala
ye.Lê mixabin kêmasî jî nahatîye dawîkirin.
Rewsha bakur mirî ye.Livandina ku di warê sîyasetêde
xwîya dike wek zarok dimesh e.
Em hevidarin tofana 20 salî ya dawî dibe ku bi hemu
qirêjîyên xwe bê avitin....Bê temîzkirin.
Di nav Kurdîstande dibe ku têkilî wek shemsîyek bê ava
kirin.Grêdayî ya vîya bi fikre netewî di be bi kar bêt.
Lê heta nuha tishtek wîsa amade nebu ye.
Konsesusek di navbera kurdanda bi pêk nahatî ye.
Em kurd di benda avakirina rêxistinên netewperwerin.
Pirsa Kerkukê grêdayîya kar û barên bi xwirtî tê
shpandinê ye.
Ji bo mafê Kurda,
Ji bo azadîya Kurda,
Ji bo welatek serbixwe û azad,
Di bin serokatîya Barzanî de ,
Bîjît dilê Kurdîstan ,bajarê qedîm KERKÛK...
Tavî tê û dich e.Car he ye têrok direshin e.
Tavî ya resh li ser Kerkuk te girtî ye.Ewê zelal be, di
ser kerkukde tirîja rojê bavêje.
Bi rengê kesk û sor zer ala rengîn di destên kurdan de
diqîrin dibejin"BIJIT DILÊ ME...!!!!"
v.sebri
 |
|
|
 |
ZIVISTANÊ DI SER MEDE GIRT. |
|
|
W.
Sebrî |
|
Welatê min di bin berfa
sarde dinal e.Zivistan e.
Zivistane ne dilan e.Nalîna berfê ê derbaz be.
Gelo zulm û zordarîya dagirkera ê chawa derbaz be!!!
Berf e,baran e.Tipî ye dîsa,li zozana ne teyr û ne jî
wahshe ma ye.Firîyan,xeyîdin ji serma yê.
Ma zarok û xwishk û dayîkên kurdan.
Li chiya berfa sipîh,serma ye, di ser malekda jî berfê
girtî ye.Ne rê û ne jî ribar ma ye ji bo me.Hemu
wendayî ye.Di bin berfêda ye.
Dergushên hûrik bi chav gêrî nin.
Dê bi xem,bav dikal e.
Sar e.Dest û tillî dicirifin.Di ningande gore jî nema
ye.
Ava Muradê cemidi ye.Rê nade.
Evdirehman pasha bîranina mine di pirtukande.
Xwina ku li kevira naharike,sheva ku shewle nade ji
xernedîye ye.
Tofana mezin e Charbuhur...
Afat e dibare li ser guchilên dara.
.
"Îsal dîsa direj dik e,direj dik e...thersh ji namin
e.Hawaaar hawara min e."
Dibeje kalikê Qemer di axaftina xwede.
Zivistane.Dibar nin e,halê min li ber chava ye dibeje
xaltiya Naz."
Hawar hawara min e lê metê.
Di nuchende dixwînim.
Guran, berî daye gunda.Zarokên reben bi tawiga dichin
dibistanên dagirkera.
Di shevaqa sibêhda berî didin bajêrê dur.
Sheva tarîh ku ket di ser berfê de, dîsa vedigerin bi
zik birchî ,bervê mal.
Hal ne hale,ev chî hal e !!!
Dibejin ku zivistan di ser sîyasetmedarende wergerîaya
ye, bawer nakim.
Ne zivistane a ku wergerîya ye.Di zivistanê de
Cix(shep,hêlan) an ji shepelî ye a ku wergerîya ye.
Gelo di vî sermayê de shewata gundîya chî ye?
Dar,an ji qot ma ye a na?
Dibejin ji Enqere xeberek hatî ye,xeber ji wek pirsek...
li ber kurdek, kurde heja ji chok da ye ser berfê ponijî
ye ,dura jî bersiv da ye.
Pirs bi tirkî;"yahu bu doguda yakacak olarak ne
kullaniliyor?"hatîye kirin.
Kurdê me vegerîyaye gotiye:"Eziz qardeshim kisin bîz
dogude tezek kullaniyek,yaxiyek."
Bersiv li Enqerê nahatîye fahmkirin...Lekoliner carek
din pirs kiriye;"Gotîye ma maddesi nedir bu tezegin?"
Xortê kurdîstanê gotiye"maddesi boqtir,kalorisi yoxtir
ey Enqerelî."
Keko edî tersh jî nema ye wek salên berê.Tersh nemine
tezeg jî namin e.
Gelên sîyasetmedaran ev halê me ewê chawa chareser
be.Gora dîtina min hal ne hale.
Hal xidar e.
Jîyan roj bi roj dinal e.Berf ji nebare hal disa jî li
ber chava ye.
Edî wek berê em nikarin bejin"Enqerêde
anayaso,ellerinden opîy Hesso,lo bize de bir iltimaso.."
Gotin digere berê xwe dide sîyasetmedarên kurda,li singe
wanda diteqe.
Li bakur bila chok bidin erdê,li ser erdê ji bejnê
bilintir berf...ka gelo ewê chawa rêya azadi vekin ji bo
yê welatê qedim.
Dizanim ger sar be li ser serma yê merov difikirin
zedetir.Lê bila di dilên wanede hevî,axaftinêde rastî
her tim heb e.
"Hal û ahwalên min li ber chavên we ye...",axaftina xalê
min.
Xalo can min axaftina te diyar kir...
Xwarzî yê te,
w.sebrî,
|
|
 |
JI JÎYANÊ
ROJEK..
|
|
W. Sebrî
|
|
Chav û brî yên resh hêsr
dibarand.
Havîn bi germîya xwe,xêzanî û nezanî jî di qedera
xirabda bu.
Xortek heja bu.
Sibehda di be ku zu rabuyana û berê xwe bidana zozana.
Zozanên welatê serhedê li chîya yê serhede berfireh e.
Di pishta chîy yê Kox de rêz bi rêz e.Avên sar,berfa
spîh ya chiya yê Serefdîn di havîna germ de kefxweshî
ye.
Konê resh(reshmal) li ber zinar de, ji zinarê mezin jî
ava sar dikish e.
Di sibehda kochber bi tersh û malên xwe berî didin
zozana.
Zozan dur e,bi peyatî dibe ku 4 a 5 seet bê meshandin.
Piranî ya kochberan zar û zech in.
Berxvan û shivan ketir be qîzên azeb,jinen bedew,bukên
benj zirav û dilber bi rê dikevin dibin rewî.
Di germa havînê de tenê mêr û xort li gund di karê xwede
ne.Mal hazirî ya zivistanê ye.Ew carna dikarin berî
bidin zozana.
Piranî ya wana bi hespan dichin zozana, jin bi hesp, mêr
peyatî rê digrin.
Dema kû berî didin zozana di pash gund de dest bi
stranan dikin.Rewîtî bi strana dixemil e.
Strana Berîvanê strana zarokatîya min bu.Hina ji bi
kefxweshîyek dilorinim,dema lorandinê de ew rojên ku ji
bîra min nache, li ber chavên minde xeml u xeyalin .
Carek din "chîya bilinde te nabînim" bi dengek chiyayi
xalê Kerem distra.
Bervê jor qiyame ye ,zahmet bu mesh,dura bervê
jêr(devejêr) heta nawalê û carek din ku ji nawalê derbaz
dibu yî li ber te qiyame û chîya.
Li pishta dayikê dergush di xewda bu.
Dema ku sibehda radi bun têr û palas û satil û qusxane û
sîtila mezin li ser barê ga û keran de bi teqîn û reqin
bu.
Di wî demede medeg û gamêsh ji hebun, lortik davitin û
bi orin koch tevlehev dikirin.
Mozikên beredayi,berxên hilî li ber pirka Naz de
dikulîyan.Tershên kulek ji bir dahat derxistin .
Ew ji bi vî shiklê dichun zozana.
Rojek ji rojan ji jîyana me kurda bîranînek bu a min.
Bi tayîbetî gunden me û ji jîyana me pelek bu a min.
Wek salên berê nine jîyan,bi hezaran gund hat xirab
kirin.Demek zozan jî qedeh bu.
Dewleta tirka rê nedida ku Kurd carek din zozanên xwe
bixemilînin.Jiyana bav û kalan bishopî nin.
Ew xorte ku bi chav û brîyen resh bu ,hesrên chava
dibarand.
Chima ku berîya ku di sbehde zu rabe û biche zozana
xemgîn bu.Rojek berê sê belendîrên wan wenda û beranek
wan jî guran xwarî bu.Beratê yên beran li ber Kevîrê
Qertal hati bu dîtin.
Lê ji belendîran tu xeberek heta nuha nahati bu
bihîstin.
Shadî û xemgînî bi hevre bun.
Pirka wî xorte vegerîya got;"Kuro lawo heta pozê merova
neshwîte, merov nabe mêr"
De rabe rakeve sbehda tu yî zu ra bî.Dema zozana ye.
Bi xemgînî xortê malê ra bu,shevxweshî ji pîrika xwe
xwest û chû ket bin orxana xwe.
Pirkê jî chu li ber chra ya xwe ya qazax6e
runisht.Ponijî.
Ji chavên wî ji hesr dibariya.
Di dilên wî de jî hêvî ya rojê, di sewqa sibeh de lorina
bê mirad hebu.
Lorî, de lorî lorî dayik bi gorî..
w.sebri
|
|
 |
XWEFIROSHÎ Û RÊSENÎYA NETEWA KURD.... |
|
W. Sebrî
|
|
Netewa Kurd,netewek rêsen e(soylu).
Civatzaneyek dibeje netewî yên kochber zu diqahirin,
rabun û runishtkandin,axaftin,guhdarîkirin bê rêz e.
Kurd netewek kochber nîn e.Bi salan di axa xwede jîya
ye.
Tirkên tirek ne netewek dîrokî ya giranbuha ye.
Tirka bi zilm û zorê welatê kurda bi dest xist û bi
salane jî têde dijîn.
Lê Kurdên netewperwer ev zulm û zora tirka qebul
nekir...Rêsenî ya wana
destur nedida ku serî bitewînin.
Li Kochgîrî yê dest bi serhildana xwe kirin.Ew bav û
kalên Kimsorîyan bun.
Zaroken wan nuha hinek bune tirek û bune xwefirosh.
Bune Kemalist.Ji dijmine bav û kalên xwere chepika lehev
didin.
Eyba mezin,sherma giran.
Bashurî ji vî rewshêre dibejin sîstema cahshî.Welleh
axaftina delalre merov nikare beje
ma heyra xêre tu dibejî cahsh.
Cahsh di nav netewa kurd de pirin bra..Ji bo wî yekê ye
ku Kurd dibejin
"Ger kurmê darê ji darê ne be ,dar nariz e"
Netewa kurd
demek bi rola olê bu dijminê qewma xwe.Fikrê netewîtîyê
qebul na ke,chima ku hemu
qewm branin.Hewce nine ku qewm dijitîya hev bikin.Ê ku
di bin zordarîyê de dinalin ,dibe ku
qebulke nalîna giran.De were fikrê olê pîroz ke ger
vicdan ma ye.
Dura bi fikre Kemalizmê ev netew nahat qebulkirin zulm û
zor dît.Hina jî dinal e.
Dersim ji rêsenî yê teqîya.Dagirkerên Kemalîst xwînxwar
bun.Zar û zechên Dersimiya hat qelandin.
Li ser zinara xwîna wan dirijîya.Wana zulma Tirka tu car
ji bira nekir.Jenosida giran nihat qebul kirin.
Iroj zarokên wana bune cahsh.Ne ji bo hemuya
dibejim...Ji bo yê kurman dibejim.
Kemasîya mezin e ev.Rureshî ye ku tu deng bidî CHP ê.
CHP partiya Kemal e.Kemalîstên me ji xezanî yê û nezanî
ye..hinek ji bi zanîsti di xizmeta partiya Kemalîstanda
ne.
Hinekan jî tekilîyek bi chepên tirkara wek shîrîgatî che
kiri bun.
Xizir we têr ne ke.
Duzgun Baba we star ne ke..
Ziyaret û ewlîya yên welat we , we serrast ne ke buko...
Hun xer ji xwe nebinin...
Chima ku cahsh nayên qebul kirin.
Chima ku zulm û zordarî na yê parastin.Cahsh li cem
zordaran cih digrin,ne li ba rasti yê.
Fikrê netewîya kurd li ser bingehiya axa welat bi
dîrok,ziman,chand ava dib e.
Ziman hebuna me ye..
Dirok serfîrazîya me ye...
Chand jîyana me ye...
Bimre xwefiroshî(cahshîtî)...
Bîjît rêsenîya Kurd...
Gel silav û rêz Kurdên rêsen....
w.sebrî,
 |
|
 |
WE REHMETLÎ CHAWA DIZANÎ. |
|
W. Sebrî
|
|
Belê dema ku yek jîyana xwe bi dawî
tîne,di be rewî û tê helanîn.
Imam ji cematê dipirse:"Ey cemaat
....!!!!we rahmetlî chawa dizanî ?
Hun heqê xwe li wî helal dikin...."
Bersiva cemaatê"Xwedê jê razî
be,rahmetli bash bu,heqê min
helal..."dibeje.
Bi rastî ê ku beshdarê cemaatê bune
,rast nabejin.
Hinek jî ji wan di dilê xwe de xeber ji
rehmetire dibeje.
Bi dev jî helalî dixwazin.
Her chixwas ji min nahatî ye
pirskirin,disa jî ez li ser rahmetî
dixwazim bi
kurtî chend gotina bêjim.
Ey îmam ez bê bîr û bawarî me.Ez Kurdek
bê bawerîya olê me.Her chixwas bîr û
bawerîya min bi ola
Islamê nine..Li ser bawerîyê dikarim
bejim ku ez Kurd im.Din û îman ayîn
îman Kurdistan.
Dahika min berê xwe di da chîya ,bana
Xizirê kal dikir.
An jî bi zîyareta sond dixwar.Bere xwe
di da rojê ,kelê xwe lê dibirî.
Dara bî, a ku bi emr bu ziyaretgaha me
bu.
Chîya yê kurdistnê kiblehgah bu,berê xwe
di da ,dua yê xwe dikir.
Bi rastî dibe ku ez Ecewit bikim wesîle
û her weha mirin û jiyana wî ,di
derheqê Kurdan de binim ziman.
Ecewit neyarê Kurda bu.Xwînxwarek xidar
bu.Hinek dibejin kalikê wî Kurd bu
ye.
Ez nizanim, di be jî ku krud be.Bavê
xayina kurd be jî ez li ser bavê wan
nasekinim.
Dixwaze Kurd,dixwaze Tirk û tirek be.Ez
yek thishtek dizanim û dixwazim û
bînim ziman.
Ecewit dostê Saddam,Esat û herweha
dijminê kurda bu.
Di destpêka salên 70 de li Kurdistanê
digerîya û mesh û civin bi dardixist
'rahmetli.'
Demek nuh bu ji bo me xorta.Me
digot"Halklara ozgurluk...!!"
Wî digot; "Halklara ozgurluk...!"ne yê
avitin.Em hemu Tirkin.
Halk yoktur ,turk ulusu vardir...Ataturk
boyle buyurmus ...hepimiz kardesiz
....."
Di wî mesha ku li Ruha'yê hati bu
avakirinê de bi erishkirina
Fashistên ku ji derva ê Ruha yê hati bûn
Ruha'yê, Kurdek hati bu kushtin.
Ez xelet nebim ji gundek Ruha yê bi navê
kanoglu malbetek bu.
Ecewit di carek te Ruha terk kir û
revîya.
Kurd man li ser shina xwe.
Tazîya dostên xwe.
Birîna bê derman.
Xwe kiri bû hevîya insanên feqîr û
belengaz.
Digot"toprak isleyenin,su kullananin..."
Li Ruha yê dest bi reforma erdê kiri bu.
Ji Axa dixwast bigre ,bide gundi yê bê
erd.
Dura ,ji bira dikir dichu.
Axa jî zora xwe di da ser gundiya û him
pere ji dewletê digirt û car din
erdê xwe ji dikir ê xwe.
Dewletê dizanî, lê qemishê axa yê xwe
nedi bu.
Bi derew û dalawere polîtika dahat
shopandin.
Chima ku di wî demê de kurda mafê xwe
dixwast.Ecewît jî dewleta xwe
diparast.
Plan û programê wî ji bo parastina
dewleta tirk bu.
Merov dikarî bi hêvî dayînê inîsiyatifa
xwe û kontrola xwe berdewam bi ke.
Ecewît jî herweha bi vî fikrê parastina
dewleta tirek ,berî di da bajarên
kurda.
Chima ku kurda berî da bu azadîxwazî yê.
Ecewît ,di wî demê de
dest bi sîyaseta xwe ya nujen kiri bu.
Bi bu KARAOGLAN,bi bu xelaskarê dewleta
tirka ya tirek.
Ka Imam efendi ji min bipirse bêje ;"tu
rahmetlî chawa dibînî,heqê xwe helal
diki a na?"
Ezê bejim; "Imam efendi ,bi telaq bi
rebê te û bi zîyaret,ewlîya,Xizirê kal
ez heqê xwe helalî Ecewit nakim.
Heqê min û heqê netewiya Kurd li wî
heram be."
Ecewît û Saddam bra yê hev bun.Yekî ceza
yê sê sipî(idam)girt.
Lê tu nehatî dadgeh kirin Ecewît, bê
dadgeh chûyî gora xwe.
Min dixwast te jî di dadgehê de cezayek
wek Saddam bistandana.
Lê mixabin ne bu...ma em chi
bikin...Dibejin mehkeme yê Kubra he
ye.Ez
nizanim, min wîsa bîhîst.
Ez hevîdarim Kurdên ku bir û bawerîya
wan bi axiretê he ye,
li ser bîr û bawerîya xwe te di mehkema
Kubra'de bibînin û
dest bavejin pêsîra te.
Ez hevidarim ewê tu yê nava chavên te
bikin Ecewit.
Chima ku axa kurda û xwîna kurda ji tere
kar ma.
Ji bo te ez nikarim tishtek maqul bejim.
Chima ku te bi navê dewleta tirk ,berê
xwe da talankirin,wêrankirina gund û
bajaren kurda.
Chima ku tu serwezîrê dagirkera
,berpirsîyarê kolonyalista bu yî.
Heqê min he ye...Ew ji li te heram be
Ecewît.
Ey Cemaat...!!! Ez heqê xwe helal nakim.
w.sebrî
 |
|
 |
XWENDEWANÊN
HÊJA,BRAYÊN
DELAL. |
|
W. Sebrî
|
|
Malpera me di dû beshande bi kar hatî
ye...Ava bu ye.
Me nedixwast ku em xizmeta zimanê dijmin
bikin.
Lê mixabin rewsha Bakurê Kurdistanê li
ber chava ye.
Bi deste mêjoperest dewleta tirk û
bifikrê Kemalizmê
Kurda zimanê xwe bi piranî wenda kirî
ye.
Di hêlek dinde jî bi destê sîyaseta ku
bi navê kurda derketî bu holê,
wana jî di warê zimande xirabîyek mezin
kir.
Sîyaset bi tirkî bu...Malweranî bu.
Em dibejin ku"mejo bi ziman ava dib
e,dûra jî mêjo ziman ava dik e"
Ziman ku wenda be,netew jî namin e.
Brayen xwendevan,
Li devdore me gelek kurd tenê dikarin bi
tirkî bixwînin.
Ewên bi tirkî dixwînin ji di bin tesîra
Kemalizme de dijîn.
Fikr û ramanen wana Kemalizm e.
Ji vî sedemê jî em dixwazin bi zimanê
tirkî jî dîjî fikrên wana li ser mejo
tesîrek bi kar binin.
Gengeshiya bi kar bînin.
Ez sherm dikim ku bi tirkî yê gengeshiya
bishopînim...Mixabin...!!!
Em naxwazin ew di wî rewshê de
bijîn.Sedem pirin.
Em xeta netewperwerî didin berxwe.Em
welatê Kurdistanê,dîrok û ziman bi qedr
u qimet dihesibînin.
Di rojevê de tihstin ku tên gotin,em
dixwazin li ser rawestin.
Kemasî yên me gelekin û em rexneyên we
li ber chava digrin.
Em dixwazin hûn jî dîtin û ramanên xwe
ji mere bishinin.
Em di xizmeta welatê xwede nin.
Em wek kurd pishgirtiya bashurê welate
xwe dikin.Chima ku em dibînin dîjî
kurda
chepên tirka,kemalist û oldarên
tûj,kemalist hemu bi hevre li dijî
bashur bi
hevre kar dikin.
Em jî vîya dibînin û dibejin
bîjît bashûrê Kurdistan..!!!
bîjît serokatîya bashur û xeta netewî...
Roj bi roj em li ser bûyarê welat
rawestin.Armanaca me ev e.
Di warê zimande li ser babetek,buyarek
... ez jî wek kesek dîtinê xwe bi
were parva bikim.
Ger kemasîyek min he be...ez di nuha de
lê borîn dixwazim.
Astenga mezin ewe ku bi kurdî nivîs
nayên xwendin.
Arikarîya ziman jî nayê kirin.Em ji bi
kêmasîyên xwe dixwazin xizmeta xwe
berdewam bikin.
Ji zimanê dayikê rûmettir ,tishtek nîn
e...!
Gel silav û rêz xwendewanên hêja..Kurdên
rêsen....
w.sebrî
|
|
 |
MEJO YE ZIMAN bi xwe BI REZ E,DIBE
KU EM WÎ JÎ REZÎL Û RÛSVA NEKIN.
|
|
W. Sebrî
|
|
Gotinên
delal jî wenda bûn.Edî na yên gotin.
Gelo çima kurda hima hima dew ji gotinên
xwe yên delal berdan?
Di jiyana kurdan de her gotinek bi
rêsenî dahat gotin.
Bi rêz girtin bû,ra bûn û runistikandina
kurda.
Her netewîyek gora rewsa xwe ji xwere
bingehî ava dike û li ser wî bingehî
yê jî
axaftina xwe bi kar tîne.
Wek em bêjin;
Kalo(kaliko) tu çawa yî?
Pîrikê ma te çima ji mera kate çê ne
kir?
Bavo pismamê Elî li berderî benda
teye,ka rabe çi dixwaze?
Dotmama delal , ma te çima pez li dangê
hîst û tu hatî?
Dayê ji bo mêvana sîvê çê bike.
Brarzîyê min ji listikê hat.
Xaltî ya Gûl dîsa diqîre,gelo çi qewimî
ye?
Amoja Sedîme jinek pir delal e.
Xwîska min ezeb e.
Xalê min naxwaze biçe mêrgê,tirpana xwe
li ser darê hîst û çu zozana.
Keko tu bi xer hat î?
Kekê ka navê xwe bêje ku ez te nas
bikim. Tu lawê kê yî?
Metê ez qurban ji minre hinek serê sîr
bisîne.
Dotmama min firo yê ku çêkiri bu ,ji
kalikê min re sand.
Kîrîva min pir dil tenik e.
Brayên minê biçuk odaxî dike.
Dergûsa hurik çima digîr e?
Xinamî yê me pir poz bilind e.
Xaltî ya Xec' ê ji bo ningê bizinê ava
res dixwaze.Di nav simê bizinê de
kurm he ye.
Dayê li mal ava res heye a na?
Merov dikare bi rastî bernavên hanê wek
nûmune direjke.Lê mixabin ev gotinên
delal
êdî bervê wendabûnê ye.
Kalikê Ehmed bu " hevalê " Ehmed.
Pîrika Nazê bu " hevala" Nazê.
Bav bu " heval" ,dê bu " heval".
Ez ne ziman zaname.Lê civakî ku merov
difikire, ji gotina " heval" dilê
merova lehev dikeve.
Ne têde mezinayî û ne jî piçukayî he
ye.Tê de ne rêz û ne jî maqulî he ye.
Têde ne jin û ne jî mêr he ye.
Têde wendakirina gotinên delal he ye ,bê
kêfxweshî tê ber chava.
Têde nêm û xwîna kurda he ye.
Tê de tollazî,tê de ruresî dibînim keko.
Brayê delal,xwîska bedew,kalikê ru
sipî,pîrika bi ked,xalê hêja,bavê bi
qîret,dîya
dilsewat,pismamê mêrxas,xaltî ya çav
belek,meta bejn zirav..hun hemu ser
seran û
ser çavan
hatin in.
ê min rêz heye bo we.
Ez hêvîdarim hun hemu basin û rehet in.
Welî sebrî
|
|
|
|