Di cîhana îro
de qet dewletek nine kû zimanek qedexe kiriye,
nav û dengên însanan, çiya û deştan, çem û
rûbaran, gûnd û bajaran gûhertiye.
Di cihana
îroyîn de qet dewletek nîne ku gelek bi tevayî
inkar kiriye û navê welatê wan wek cûrmek mezin
îlan kiriye.
Ev
dewlet, dewleta tirkan e.
Li
Kaşmîrê
zimanê kaşmîrî azad e û yek ji wan 22 zimanên
fermî ye.
Li
Tîbetê
zimanê tîbetî ne qedexe ye û zimanê fermî ya
otonomiya Tîbetê ye.
Zimanê erebî li
Israîlê
ne qedexe ye û di hemû dibistanan de, hem di
dibistanên ku bi zimanê îbranî perwerdeyî tê
dayîn û hem jî di dibistanên erebî de tê
bikaranîn.
Lê
li Kurdistana Bakûr ne wisa ye.
Li
cihana îro de ji 200 dewletên Yekitiya Netewan
de yek jî dernakeve û ji Tirkiyê re nabejê ev
tiştên ku tu dike, qetliam e, jenosidek çandî û
kultûri yê.
Ev
dewlet endamê Yekitiya Netewan e, endamê Konseya
Ewropa ye, endamê OSZE/AGITê, endamê NATO û
berendamê Yekitiya Ewropa ye.
Serokwezîrê tirkan tê Almanya û Almanya bi
asîmilasyona Tirkên ku 40 salin li vir in
tewanbar dike û qet dengek ji Almanan dernakeve.
Serokwezîrê tirkan diçe Davosê û êrişê
Serokdewletê
İsrailê
dike û qet dengek ji wan jî dernakeve.
Kes ji wana ranabe û nabêje, bêşeref, bênamûs,
bêbext, ev kiryar û tiştên ku tu sed sale li ser
gelê kurd dike jenosid e, qetliam e,
nijadperestiye.
Ev
hemû jî nîşan didin, ku di cihane îroyîn de qet
qîmetek mafên mîrovan, yên gelên bindest nîn in.
Her tişt li ser meslehetên dewletan dimeşin.
Cihana îro bazarek vekiri ye. Hinek difiroşin û
hinek jî dikirin. Hinek makine, fabrika û ereban
difiroşin, hinek jî ji ber kirina wan tiştan
bêdengiya wan dewletên mezin dikirin.
Di
qada navnetewî de mihemî û abokatên gelê kurd
nîn in. Mihemî û abokatên me, em bi xwe ne, hêza
me ye, tekoşina azadîya gelê me ye.
Bona vê jî rast e, kar û xebatên di qada
navnetewî de giring û pêwist in. Lê ji vê
giringtir kar û xebata me bi xwe ye. Ger em bi
hêz bin, ger em berxwebidin, ger em şaşiyên
mezin nekin, emê serkevin.
Ev
zarokên ku ji meha îlon û vir de di kuçe û
kolanan de bo zimanê xwe, bo perwerdayiya zimanê
kurdî berxwedidin taca serê me ne, hevîya dilê
me ne, teminata dûweroja me ne. Pêwiste em wana
bê xwedî nehêlîn, pêwiste em wana tenê nehêlin û
piştgiriya wan bikin.
Roja zimanê zikmakî
Rast e di qada navnetewî de li ser zimanê
zikmakî gelek peyman, deklerasyon û belgename
hatine imzekirin.
Wek nîmûne û mînak:
Sala 2008an
ji aliyê Yekitiya Netewan (UN) wek
sala zimanê
zikmakî hat îlan kirin.
Disa bi biryara Yekitiya Netewan roja
21ê Sibatê
ji sala 2000î pê ve wek
roja zimanê
zikmakî tê pîroz kirin.
Tirkiyê jî endamê Yekitiya Netewan e. Li Tirkiyê
20 milyon însan ji mafê zimanê zikmakî de bê par
in.
Hem Yekitiya Netewan û hem jî UNESCO hayedar e,
ku li Tirkiyê zimanê 20 milyon însanan qedexe
ye. Zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde
bin, navên kurdî werbigrin, ji jiyana çandî û
hûnerî de bêşdar bin.
Lê
qet dengek ji wan dezgehên navnetewî dernakeve.
Lê
bi xebat û berxwedana gelê kurd, deng ji dewleta
Tirk derdikeve. Berê digotin kurd tûne ne, niha
dibên kurd hene.
Berê digotin zimanê kurdî tune ye, niha bi xwe
televizyonek kurdî vekirin, bê yî ku zagon û
yasayên xwe bigehûrînin.
Ev
jî tiştek nîşan dide. Ger em berxwebidin, ger em
bo mafên xwe yên bingehîn xebat û têkoşînek xûrt
bajon, ev mecbûr dibin, ku hinek gavan bavêjin.
Îro qebûlkirina hebûna gelê kurd e, sibê jî
qebûlkirina mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî
ye.
Peyman û deklarasyonên li ser zimanê zikmakî
Di qada
navnetewî de gelek biryar, dokument, deklerasyon
û peyman li ser giringiya ziman ve hatine
pejirandin. Lê piraniya wan ji aliyê Tirkiyê ve
nehatine imze û morkirin, ji ber ku dewleta Tirk
ditirse ku kurd rabin ser piyan û wan maf û
azadiyan bixwazin.
Li ser
bikaranîna zimanê zikmakî de çend belge,
dokument û peyman gelek giring in, ku hinek ji
wan Tirkiyê imze nekirine:
1.
Peymana
Zimanên
Herêmî û Hindikahîyan li Ewropa
(Europäische Charta der Regional- oder
Minderheitensprachen, 5.11.1992):
Ev peyman di
sala 1992an de hatiye qebûlkirin û ji pênc beşan
pêk tê.
Di beşa yekemîn
de, behsa naskirina zimanên ne fermî û resmî
hatine kirin.
Di beşa duyemîn
de;
-
Naskirina
zimanên herêmî û hindikahiyan
-
Nîşandana
rêzgirtin û bizavên erênî bo wan zimanan
-
Perwerdeyî û
hînkirina van zimanan
tê xwestin.
Di beşa sêyemîn
de;
-
Di perwerdehiyê
de
-
Di çapemenî û
weşanê de
-
Di
jiyana komelayetî û aborî de
-
Di xizmeta
giştî de
-
Di dadî û
kargêriyê de
-
Û di têkiliyên
dervayê sînor de
daxwaza
bikaranîna zimanên zikmakî tê binavkirin.
Tirkiyê ev peyman ne pejirandiye.
2.
Peymana Çarçove Ya Derbarê Parastina
Hindikahiyên Neteweyî
(Rahmenübereinkommen zum Schutz nationaler
Minderheiten, 1.2.1995):
Peymana ku di
Sibata 1995an hatiye imzekirin de gelek şertên
di derheqa hindikahiyan de hatine binavkirin. Ev
peyman jî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye
imzekirin.
Di Peymanê de
tê gotin ku: “Welatên ku ev peyman imzekirine,
divê ku mafê endamên hindikahiyên neteweyî
biparêze û her wiha zimanê wan ê zikmakî ku di
têkiliyên jiyana rojane û gelemperî de tê
bikaranîn, bê şert û şûrt qebûl bike.”
Bo qebûlkirina
wan herdu peymanan Yekitiya Ewropa di sala
2004an vir de hewl dide, lê Tirkiyê qebûl nake.
Her ûsa Yekitiya Ewropa dixwaze ku ji OSZE/AGITê
(Konferans an jî Teşkîlata Hevkarî û Ewletiya
Ewropayê) komîserê hindikahiyan biçe Tirkiyê û
raporek li ser kurdan û hindikayan amadebike.
Tirkiyê dijî vê jî derdikeve.
Ev daxwazên
Yekitiya Ewropa li ser qaxizan dimîne û qîmetek
wan qet nîn e, ber ku Yekitiya Ewropa zext li
ser Tirkiyê nake.
3.
Tirkiyê
berendamê Yekitiya Ewropa ye. Yekitiya Ewropa di
sala 1993an da prensib, kriter û standartên
endambûyîne eşkere kiriye. Ev jî
Kriterên
Kopenhag in. Ev kriter û standartên
Kopenhagê ji 4 beşan pêktê:
a.
Demokrasiyek
rêkûpêk
b.
Qebûlkirina
mafên mîrovî yên binhehîn
c.
Pejirandina maf
û azadiyên hindikahî, kêmnetewe û olî
d.
Û şertên aborî
ne.
Tirkiyê dibê li
Tirkiyê xeynî kêmneteweyên ku li Lozanê hatine
qebûlkirin, qet hindikahî nîn in. Û Yekitiya
Ewropa bêdeng dimîne, dengê xwe dernaxe. Û ji
sala 2005an vir de jî dest bi mûzekereyan,
danûstandinan kirine.
Ev hemû jî
nîşan didin ku dewletên Ewropî û Yekitiya Ewropa
dem tê bo meslehetên xwe dengê xwe dernaxin û
çavên xwe digirin. Dem tê ev peyman, kriter û
standartan radixin ser maseya mûzekereyan.
4.
Dîsa peymanek
gelek giring heye, ku Tirkiyê ev imzekiriye,
pejirandiye. Ev jî
Peymana mafên
zarokan e. (Übereinkommen über die
Rechte des Kindes, 20.11.1989)
Ev peyman di
sala 1989an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatiye
pejirandin.
a.
Divê dewlet
mafê jiyan û mezinbûna zarokan biparêze
b.
Zarok xwedî
mafê navê xwe û mafê neteweyî ne.
c.
Dewlet, di
biryarên derbarê zarokan de, divê her tim
berjewendiyên wan li ber çavan bigre
d.
Divê dewlet li gorî nijadî û cinsî mafê hin
zarokan ji yên din kêmtir nebîne
e.
Zarokên civakeke cihêreng, xwedî mafê bicihanîna
pêwistiyên olî û bikaranîna zimanê xwe yê
zikmakî ne
(Xala 30)
f.
Divê dewlet di
dema şerê germ de bi taybetî jiyana zarokan
biparêze
g.
Zarokên
binçavkirî, divê rastî êşkencê û muameleya xirab
neyên.
Tirkiyê ev
peyman îmzekiriye û perijandiye, lê rewşa
zarokên kurd jî diyar e. Di şerê qirêj de bi
sedan û bi hezaran zarokên kurd bi gulleyên
polês û leşgerên Tirkan hatin kuştin. Bi
sedhezaran zarokên kurd ji gund û bajarên xwe
hatin dûrxistin û sûrginkirin. Ne dibistanek
kurdî heye, ne jî zarokên kurd ji êşkence û
mûamelaya xirab tên parastin.
Xêynî wan
peyman, dokûment û belgenameyan li gelek
peymanên navnetewî yên din de jî giringiya ziman
tê dubare kirin, ji dokumentên OSZE/AGIK
(Konferansa Hevkarî û Ewletiya Ewropa) heya
Daxûyaniya Mafên Mirovî.
Di çarçoveya
Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, OSZE û Konseya
Ewropayê de hin peymanên navneteweyî
yên ku di derbarê mafên bingehîn, li ser
hindikahî û bikaranîn û perwerdehiya zimanê
zikmakî de hatine qebulkirin, hinek ev in:
Pakta/Peymana Mafên Aborî, Sosyalî û Çandî Yên
Navneteweyî
(1966), ku wek
Sosyalpakt
tê binavkirin;
Pakta/Peymana
Mafên Siyasi û Medenî (1966), ku wek
Sivilpakt
tê naskirin.
Di
Sivilpaktê,
yanê Peymana Mafên Siyasî û Medenî de xala
yekemîn ûsa dibêje: „Mafê her gelekî bo
çarenusîna xwe heye.“ Di xala 27an de jî wisa tê
gotin: „Li dewletên ku hindikahiyên nîjadî, olî
an jî zimên hene, mafê wan hindikahiyan heye ku
çanda xwe bidine jiyandin, pêdiviyên xwe yên olî
pêk bînin û zimanên xwe bikar bînin. Ev maf
nikarin bên asteng kirin.”
Tirkiyê van
herdû paktan piştî çil salan di roja
24.12.2003an de îmze û mohrkiriye, lê bi qeydek,
bi şertek, ku li Tirkiyê tenê „Hindikahîyên ku
li gor Peymana Lozanê hatine naskirin hene“. Ev
qeyd û şerhê ku Tirkiyê daye, ji aliyê biryara
Komisyona Mafên Mîrovan ya Yekitiya Netewan pûç
dibe. Tirkiyê li gor van herdû Pakt û Peymanên
navnetewî mecbûre ku mafên gelê kurd wek
kêmnetew û hindikahî qebûl û nas bike.
(Fakultativprotokoll)
Tirkiye ku ji
ber kurdan peymanan navtetewî îmze nake, lê
mohra xwe li bin
Peymana
Lozanê
daniye. Peymana Lozanê hîma damezrandina dewleta
Tirkan bi xwe ye. Ev peymana ku sala 1923an li
Lozanê hatiye îmzekirin kêmneteweyên dinî/olî
wek xiristiyanan qebûl dike. Di xalên 38 û 39an
ya Peymana Lozanê de maf bo hemû hemwelatiyên
Tirkiyê tê dayîn, ku bi zimanê xwe têkiliyên
rojane bikarbînin, bixwînin û binivîsînin, di
dibistanan da hînbin, di ticaret û bezirganiyê
de bikarbînin.
Pêwiste em
çi bikin?
Heta vira beşa
navnetewî û Tirkiyê bû. Em werin beşa kurdan jî.
1.
Di
dema satelit
û înternetê de, êdî Kemalist û her
cûre kolonyalist çi bikin bila bikin, nikarin
pêşiya pêşvaçûna ziman, wêje û çanda kurdî
bigrin. Ber ku satelit û internet, sînoran nas
nakin. Roj-TV
û televizyonên kurdî bi tewayî
qedexeyên rejîma kemalîst pûç kirin û ji Agiriyê
heya Qamişlo, ji Meletî heta Xaneqîn, ji
Mehabatê heya Kerkûkê kete her malekî kurd.
Internet û telefonên destan qedexeyên
komunikasyonê pûç kirin. Mirov dikare di nav
kurtezemanek, saniyekê de xwe bigêhinî her çar
alî Kurdistanê. Di Internetê da kovar û rojname
tên weşandin. Malperên hûnerî, wêjeyî, çandî
berhemen xwe bê sînor, bê qeyd û bend belav
dikin.
Ser
da jî, îro kurd ev 10 salin xwedî dewlet in.
Hîmên dewleta kurd li Başûrê welat, Başûrê
Kurdistanê hate avetin. Kurd, xwedî parlament û
hikumet in. Kurd xwedî şaredarî û mehkeme,
dibistan û zaningeh in. Kurd, xwedî artêş û
polês in. Kurd, xwedî dewletek ne îlankirî ne.
2.
Problem û mişgûla li ber edebiyat, ziman û çanda
kurdî ya herî mezin û pêşin elfabeye. Kurd niha
3 elfabe bi kar tînin:
·
Elfabeya Latinî, li Kurdistana Bakûr û Başûrê
Biçûk
·
Elfabeya Erebî, li Kurdistana Başûr û Rojhilat
·
Elfabeya Krili, li Dewletên Yekitiya Sovyetê
berê. (GUS, ev dest ji krilî berdan)
Ez
wek şexs nikarim, pirtûk an jî kovarek kurdî, ku
bi elfabeya erebî an jî krilî hatiye nivîsandın,
bixwînim.
Dem
êdî hatiye. Pewiste kurd, dest bi
elfabeyek
yekgirtî bikin û problemên ûsa ji
holê rakin.
3.
Pêwiste kurdên Bakûr
qampanyek
xurt bo hinbûn, xwendin û nivîsandina zimanê
kurdî
vekin û li ser bisekinin.
Ber
ku em, kurdên bakûr nikarin zimanê xwe bixwînin
û binivîsînin. Ev jî ne sucê me bû. Ber ku
zimanê me qedexe bû, li dibistanan da tenê Tirkî
dihat bi karanîn.
Aliyê
din da, komelên me bûne cih û dezgehên
asimilasyonê. Em xwe, bi destên xwe asimile
dikin, tirkî fêrî insanên xwe dikin.
Navên
bi sedhezaran zarokên me bi kurdî ne. Lê
piraniya wan bi kurdî nizanın. Navên wan Bêrîvan
û Berzan e, lê manayê navê xwe nizanin.
Pêwiste em hemû, berê di nav mal û malbatên xwe
da destpêbikin. Di komelan de bi zimanê xwe
bipeyivîn. Civînên xwe bi kurdî pêkbînin.
4.
Pêwiste dezgeh û rêxistinên me
xwendin û
hînbûna zimanê kurdî teşwîq
bikin.
Herin
temaşe bikin. Ne tenê li malên insanên normal,
her ûsa kadroyên partiyên siyasî jî. Li her
malek kurd da pirtûkên bi zimanê tirkî hene, lê
yên kurdî kêm in, an jî nîn in.
Hun
dikarin helbestên
Nazim Hikmet
li mala piraniya kurdan da bibinîn, lê ya
Cigerxwin
nikarin bibînin. Ev tişt ne normal û maqûl e.
Pêwiste Weşanxaneyên me berê berhem û pirtûkên
kurdî belav bikin, paşê yên tirkî.
Ger
xwendin nebe, pirtûk neweşin, belav nebin, çawa
ziman, wêje û çanda kurdî pêşkeve?
Rast
e, weşanxaneyên me hene. Hinek ji wana pirtûkên
kurdî jî çap dikin. Hinek ji wana pirtûkên
zarokan jî çap dikin. Lê ev hem kêm in, hem jî
bihayê wan gelek giran e.
Rast
e, pirtûkên zarokan bi zimanên Ewropî giran in.
20 rûpel bi 10 EURO ne. Lê ev bo me kurdan
lûkse. Em dikarin 20 rûpelan bi 4-5 EUROyan çap
û belav bikin û diyariya zarokên xwe bikin.
Pêwiste niviskarên kurd pirtûkên zarokan ku bi
zimanên Ewropî hatine nivîsandin, wergerînin
kurdî û ev bên çapkirin.
Pêwiste Filmên karton bo zarokan wek Video, wek
DVD bên çapkirin û belavkirin.
Gotinek Mamoste Mistefa Reşid heye. Dibêje ku,
bexçevan dikare xiyar û zebeşên xwe li sûkê
bifiroşe, lê niviskarek nikare pirtûkên xwe li
kolanan bifiroşe. Bo vî karî pêwiste dezgeh
hebin.
Dema
ku pirtûkên kurdî neyen firotin û belav kirin,
feydeya nivisandina wan çiye? Niviskar çima bi
zimanê kurdî binivîse?
Qet
we bîhistiye ku niviskarek me mafê nivisandinê,
mafê telifê girtiye? Helbestvan û romannivîsek
ku bi roj herê fabrike û înşaatan û heta evarê
li wan deran bixebite, nikare berhemên baş,
pirtûk û helbestên baş û hevdemî binivîse.
Pêwiste niviskar û helbestvanên me yên
profesyonel jî derkevin. Tenê ûsa dikare ziman,
wêje û çanda me pêşda here.
5.
Piştî
TRT6 dest bi weşana bi zimanê kurdî kir, êdî kes
nikare pêşiya bikaranîna zimanê kurdî di
parlament û dezgehên dewletî de, di dibistan û
zankoyan de bigire.
Pêwiste DTP û kurd bi tevayî niha şûnda kar û
xebatên xwe yên rêxistinî bi kurdî bikin.
Pêvajoyek de
facto, fîilî, emelî û bêîtîatî bajon
û wisa qedexêyên dewleta tirk pûçbikin.
(Çavkanî: Menschenrechte, Dokumente und
Deklarationen, Bonn 1999; Şahin, Memo, Wie frei
ist die kurdische Sprache im EU-Kandidatenland
Türkei?, Köln 2008; Adar Jiyan, Peymanên
Navnetewî û Mafên Hindikahiyan;
http://www.bydigi.net/ciroken-kurdi/55858-peymana-mafen-zarokan.html)