DENGÊ  KIMSORAN  
  Anasayfa | Resimler   Şiirler |  Site defteri |  İletişim |  Linkler |              |  KURDÎ
M.Serif MÜSTAK'ın TÜM YAZILARI
     
Dîyalogên Kurdistanê, Tirkîye û Roportaja Haşim Haşimî !  
DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SER ABORÎYA KURDISTANÊ DIKÊ!  
TAYIB ERDOĞAN BÊRÛMETE Û QATIL E!  
ÎMHAKIRINA PKK NE JI BERJEWENDÎYÊN GELÊ KURD E!  
Tirko Îrada Kurda Binpêdikê û Wesfên Talabanî Didê?  
RIKNÊ KOMARA ROMAREŞ JI ÊŞ Û ELEMÊYE!  
HASIP KAPLAN MA KURD GOKA BER LINGAN E?  
SEROKWEZÎRÊ KOMARA TIRK NE BÊŞEREF E  
Ji binemala Mîr Bedirxan, Kamil Mûştak Ji Jîyanê Barkir!  
JI BINEMALA MÎR BEDIRXAN KAMIL MÜŞTAK LI BERXWE DIDÊ!  
KURDINO HÛN DIBÊJIN AŞITÎ LÊ DIVÊ EM BI QÎRIN!  
AHÊ ROMAREŞ HILWEŞANDINA KURDISTAN E!  
PEYMANA LOZANÊ Û HILBIJARTINÊN 22 Ê TÎRMEHÊ!  
TEROR KIMYASALA DAGIRKERA YE !  
KERKUK HEST Û SÎYASETA KURDISTANÎ DA PÊŞ!  
LEŞKER HER WEXTÎ BÛWE GÛHKÊŞ Û RÊZ LI SÎYASÎ NE GIRTÎ YE!  
ÊZÎDÎ KÛRAHÎYA DÎROKA GELÊ KURD Û KURDISTAN`IN !  
MA PARTÎYA PEPÛK Û JARA  KARÊ BI SER KEVÊ?  
ALA TIRK Û SIRÎKATÎ  
RECEP TAYÎB ERDOĞAN DIKÊ FIS Û BERDIDÊ!  
     
 
     
 
Dîyalogên Kurdistanê, Tirkîye û Roportaja Haşim Haşimî !

M.Serif MÜSTAK

 

Berî dest bi nivîsa xwe bikim ez êrîşên dewleta Tirk yê li ser Başûrê Kurdistan ko di şexsîyeta gelê Kurd de, li dijî PKK tên kirin bi tûndî tawanbar dikim. Xwisara yek lib Berû û rijandina dilopek Xwîn a hemû gelê Kurd de. Bedel azadî û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê ye.

 

Pêwiste hemû derdorên tevgera sîyaseta Kurd-Kurdewar-Kurdistanî û PKK rê nedin ti leyîstok û prowaqasyonên dijminên gelê Kurd-Kurdistan. Dijmin berjewendîyên gelê Kurd ticara naxwazê. Divê em li dijî prowaqasyonên dijmin ji her wextî bêhtir hişyar bin.

 ::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Birêz Haşim Haşimî di roportaja xwe ya bi Devrim Sevimay û Kanal 7 re dibêjê “wextê nîqaşa proje ya Turgut Özal” e. Bi rastî ev gotina birêz H. Haşimî giring e. Lê sîqal(denge)a Kurdistanê jî ne ya wexta Turgut Özal e. Kurd ne mecbûrin li gor proje ya Turgut Özal tevbigerin. Jiber ko dagirkerên Kurdistanê ji bo jîya xwe dirêjtir bikin her wextî xwestine insîyatîf û rewşa netewa Kurd-Kurdistanê dibin qontrola xwe de bigrin.

 

Komara Tirk ji wexta hatî damezrandin heya niha, serkêşîya berdewamîya dagirkirina Kurdistanê kirîye û xwestin e başûrê Kurdistanê jî weke wexta Împeratorîya Osmanlîyan dîsa vegerênin nav sînorên xweyên Mîsaqê-Millî de.

 

Tirkîye dizanê azad bûna herêmek ya Kurdistan ê, azad bûna hemû herêmên Kurdistanê ye. Turgut Özal ev rewş di zanî, di xwest rêyekî peydabikin, Başûrê Kurdistan û Petrolê kontrol bikin. Herêma azad li gorî xwe bi rê û dezgeh bikin.

 

Turgut Özal di fikirî ku karibê bêşer, bi rêya dîplomasî-sîyasî 4 kêla bi kevirekî bide erdê.

 

1-Kerkuk û Musilê bêxê nav sînôrên Mîsaqên-Millî.

2-Bibin xwedîyê Petrola Kurdistanê.

3-Ji bo plana Surî ya liser Entaqya vala derxê, bi pişt girîya Kurda, herêma dewlemend ya Başûrê rojavayê Kurdistanê jî, bêxê nav sînorên Tirkîye yê.

4-Hereka Serxwebûnê ya 3 peçên Kurdistanê bêxin bin sihka şûrê Tirkîye ya dagirker de.

 

Proja Turgut Özal li gor wextê ji bo Tirkîye bi aqilane bû. Warşowa ji nûka hilweşîya bû, Titrkîye endamê NATO yê bû û dewleta Surî bê pişt ma

 

Ji bo T. Özal fersend bû Kurdistanê ji 4 perçebûnê xilas bike, bihêlê 2 Perçe û bike nav sînorên Mîsaqê-Millî de. Dewleta Osmanlî ya piçûk damezrênê  “peymana Qesrê Şirîn” tenê di jîyanêde bihêlê. Bi taybet hindik kirina perçe bûna Kurdistanê her wextî ji bo gelê Kurd jî fersend e.

 

Lê dinav dewleta berbiçav û ya kûr de şer hebû. Dewleta kûr Özal fêhm nedikir, ji wî ditirsan ko Cumhurrîyeta Kemal û sîstema wî ji xizmeta wan derkev ê. Ya rastî Turgut Özal ji bo Tirkîye fersend bû, ji sîyaseta wextê baş fêhm dikir û kesê gûherandinê jî bû.

 

T. Özal çendî gotibû „Ko pêwist bê, em Federasyonê jî nîqaş bikin“ lê dîsa jî naveroka proja wî ne dîyar bû. Turgut Özal partî damezrand bû, bibû Serokwezîr û serok Komar jî, lê dîsa jî di derbara mafê sîyasî, çarenûsî ya pirsgirêka netewa Kurd de ji bilî devkî, partîya wî bi nivîskî tiştek dîyar nekir bû. Turgut Özal di warê fermî de bi Kurdan re rasterast jî ne rûniştî ye.

 

Cerdevanî ya li Bakûrê Kurdistan û şerê navxweyî yê li Başûr jî di wexta Turgut Özal de bibûn. Şerê navxweyî, gavên dewletbûn ya Başûrê Kurdistan bê encam hişti bû.

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Sîqalên cîhanê û rojhilatanaverast ne sîqalên 1991-3 yê ne. Bê goman vê bandora xwe li tevgera netewa Kurd-Kurdistan û hemû dagirkerên Kurdistanê jî kir ye.

 

DEY di Rojhilatanavîn de û bi pratîk jî bûwe rastîyek, ji bo gelê Kurd jî bûwê delîveke pozitîf. Dagirker di xîyalên xwe de hêvîşikestî bûn e.

 

Em ji bîrnekin, DEY Bi xweşî-nexweşî, ji bo amedekirina proja xwe ya nû hatîye herêm ê.

 

Projê di pratîkêde ji Iraq dest pêkir ye. Dewleta Iraq jî ji 4 dagirkerên Kurdistanê yek ji wayên xwirt bû û qatilê gelê Kurd e. Hilweşandina Sadam netewa Kurd, li ser herêma başûrê Kurdistan bi çakbûn, zîrekbûn û qehremanîya neteweyî derxist rastî yê, ko fersend hebin Kurd di karin bibin dewlet û bi serfirazî jî birêve  bibin.

 

Di navbera rewşa îro û rewşa 1991-94 ya Kurdistana Başûr de gûherandinên rast hene. Wê wextê rewşa Kurdistan di warê sîyasî de hêjî ne dîyarbû, lê „Otonomî“ weke proja partîyan dihat nasîn. Piştre çakbûn û zîrekbûna netewa Kurd derket pêş, gavên dewletbûnê dîyarbûn, lê şerê navxweyî yê malmîrat rê neda.

 

Dîyare Ji bo Kurd nebin dewlet, di têkwerdana Başûr de, destên Turgut Özal hebû. Di hema wextêde bû, di bin sihka Tirkîyeyê de, defacto ji Federel bûn û bi yek kirina Başûr-Bakûrê Kurdistanê axivî bû. Özal şerê navxweyî çareserîya proje xwe di dît………… Özal „Tabû“ wek hilweşand. Pozisyona ko wê wexta Turgut Özal têde bû, ne dikarî bibê çareserî. Lê ji bo jîmnastîka têgihiştina mejîyên dagirkeran tiştekî baş bû.

 

Di çareserîya sîyasî de, cesaret bi serê xwe nebes e, lê dikarê şopekî vekê. Bêje ya Turgut Özal jî çiqas bi cesaret bû, lê ne bi proxram, nivîskî û fermî jî bû, lê dîsa di şûna xwede şopek hişt. Dagirker êdî nikarin wê şopê paqij jî bikin. Agahdarîyên ko bi devkî û defacto jî derketin e hole bûne belge. Ev bûwe sersedem ko hemû mixalifên dewleta Tirk di fikirin ko mirina Turgut Özal jî ne mirinek  normal bû.

 

Bi bawerîya mi sîqalên wexta niha û ya wexta Turgut Özal di derbarê çareserîya sîyasî û çarenûsîya netewa Kurd-Kurdistan de xwe vegûherandin e.

 

Ji bo çareserî ya sîyasî gelek pêwiste ko mejîyê Kurdewar û Kurdistanî rêber bin. Yekîtîya neteweyî bi xwirtî bê saz kirin. Saz kirina yekîtîya neteweyî dikarê biryarên navneteweyî û bi taybet ya DEY di derheqê azadî û serxwebûna gelê Kurd-Kurdistan de xwirttir bike.

 

Di van rojên dawîyê de, di navbera Hikûmeta Kurdistan û Tirkîye de hin dîyaloxan dest pêkirî ye. Destpêkirina dîyaloxan ji bo Tirkîye ne cihê şehnazîyê ye, lê ti rêyên dî ji bo Tirkan nema ye. Tirkîye bi xwazê nexwazê, pêwiste çareserî ya sîyasî  ji bo Kurd-Kurdistan ê peyda bikin.

 

Heger weye ko Tirkîye di xwazê Başûrê Kurdistan vegerê nav sînorên Missaqê-Millî, gelo Tirkîye amade ye ko netewa Kurd weke destketinên Başûrê Kurdistan, li ser coxrafya Kurdistan, xwedî Parleman, hikumat, Yasa, Al û Artêş bê?

 

Pîvanên birêz Haşim Haşimî ko dibêjê li Başûrê Kurdistan ê, gotin û pirs hene di bêjin “Başur û Bakurê Kurdistan çima nebin yek?” Bi gelenperî ev jî perçek ji wan nîqaş û projên wexta damezrandina Komara Tirk heya niha ye…… Tirkîye bi rihetî gelê Kurd bi Artêş, Al, Parleman, Hikumat û xwedî yasa na pejirînê…… Hêja zû we, emê bi bînin, kû dibin vê pirê re wê hêja gelek av bi herik ê.   11.05.2008

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
 
DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SER ABORÎYA KURDISTANÊ DIKÊ!

M.Serif MÜSTAK

 

23.04.2008-Ev 2 heften e televizyon û rojnameyên Tirk ji bo BAZRINGANÎ Û ABORÎYA  KURDISTANA AZAD reş bikin berfereh qempanîyekî di domînin. Bêsînor êrîşî bazringanî û aborîya Kurdistana azad dikin. Hêvîdarim ko ti şexsîyet, Komel û rêxistinên Kurd ji bo menfîetên îdeolojîk û rêxistinîya xwe, van kiryarên dijmin, li dijî Kurdistana Başûr bi kar neynin… Em bi hevre li dijî vê qampanya reşkirinê rawestin.

 

Dewleta dagirker a Tirk di xwazê bi rêya şirketên xwe ko li Kurdistana azad di xebitin, pêşketina bazringanî, aborîya Kurdistan reş bikin û têxin bin siha xirabîyê de.

 

Weke tê zanîn gelek şirketên Tirk ko dibin qontrola „Serkanîya Leşkerî“ de, bi MHP û Ergeneqonê ve girêdayî li Kurdistana azad di xebitin. Hemû kar û xebatên wan Şirketan bi teqtîk û dîrektîfên daîreya herbî a taybetî ve girêdayîn e. Armanca wan Şirketan ne bi pêşde birina Kurdistanê ye, ji bo tevgera „Bazringanî“ya Kurdistanê têxin bin xeterê ye, feqîrî zêde bibê û hêvîyên gel bi dewletbûnê re nemîn ê .

 

Îhaleyên ketîn dest xwedîyê şirketên Tirk de, di xwazin hindik çîmento, hesin….. û melzemên erzan lê mesref bikin di rêkûrtkê re bibin xwedî pere û sermayeyên mezin. Kesayetîyên Kurdên sîyasî, birokrat, karsazên Kurdistanê jî hînî rişwet û sextekarîyan bikin. Bi vê egerê ji bo dewleta Kurd di nav xwede têkevê nav anarşîzmê û weke dewletek mafya bidin nasandin. Lê heyhat e Kurd şîyarbûn e.

 

Pêwiste ko her kes ji bo pêşde birina Kurdistana azad hişyar bin, bila miho serbilind bê, ji bo feyde û menfîetên şexsî nekevê xefka dijminên gelê Kurd û Kurdistan ê. Pêwist e tevgera bazringanî, aborî, hemû karên dewletî û hemwelatîyan bi tevayî li ser esasê yasayî rûnin.

 

Dijmin di xwazê bidê nîşandan ko peywendî, serwerî, dezgeh û sîstema Kurdistanê ne yasayîn e, heq-hiqûk nîn e, qanûn û yasa li Kurdistanê nameşin. Qanûn û yasayên heyî jî nikarin hin kesayetî û malbatan qontrol bikin………..

 

Pêwendîyên sîyasî û bazringanî bi kîjan welatî re dibin bila bibin, pêwiste û giringe jî, lê divê li ser pilan kirina berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistan bin û yasayî bin…….

 

Pêwendîyên bi Tirkan re jî giringin lê divê pir bi dîqet û hasasîyet bin. Tirkîye dijmin e û ne amadeye ji derveyî Daîreya Taybet a Herbî bi rêyên siwîl têkilîyan bi Kurdistanê re çêbikê.

 

Şirket û personelên ko li Kurdistanê di xebitin, çendî bi navê hevkarî û bazringanîyê kar dikin jî, lê weke „Buka Lemûn“in ko diçin ser kîjan axê di kevin rengê wê axê. Armanca Roma Reş aborîya Kurdistan ê tevlîhev bikin, naxwazin Kurdistan û gelê Kurd bi pêşde herê.

 

Hemû şirketên Tirk ko çûne Kurdistanê bi OYAK ê û hikometê re di xebitin. OYAK Holdîngeka mezin a Leşkerên Tirk e, di ware teknîk a Leşkerî, Hawayî, Derya yî, finans, Otomotîf, Îmar, xwarin-vexwarin, Hesin, Çîmento,……….û hw de di xebitê. Lê baş tê zanîn  pêşengîya wan şirketan hemû mîtin, ajanin, dijminên gelê Kurd û Kurdistanin.

 

Armanc çin e?

1-Tirk na xwazin ji derveyî qontrola wan li Kurdistana azad „Bazringan“î bi pêşde herê.

2-Dagirker têkilîyên Karsazên Kurd ji bo xwe zerer di bînin.

3-Şirketên ko ne di xizmeta dagirkerîyêde  bin, weke „ Şirketên Mafya û Reş“ nîşan didin. Wan şirketan bi binemala Kurdewar a Barzanîyan ve girê didin, weke hemû sermayê ko diçê Kurdistanê û li Kurdistanê heye di tekela malbata Barzanîde bin, dikin propaxan de.

4-Di xwazin Malbata BARZANî di çavên gelê Kurd de reş bikin.

5-Di xwazin pêşengîya sermaye têxin dest kesên ko ne Kurdin (Ereb, Tirkoman, Asûrî…) de.

6-Dewleta Tirk ji bilî sîyaseta leşkerî pêve naxwazê nêzî Kurdistana azad bibê. Bi karê nahêlê Kurd pêşya xwe bibînin û sîyaseta siwîl li Kurdistan ê bi pêş bi kevê.

………………………………………………………………..

Bênîqaş Tirk di xwazin erd û ezman li gelê Kurd bikê toz û dûmana jehrê. 2 heftene bi rêya Televîzyon û rojnama dest bi reş kirina bazringanî û aborîya Kurdistan a azad kirin e. Îdîa dikin ko Kurd zordestî ya neyasayî li şirketên wan dikin û miameleyên keyfî li dij xwedîyên şirketan didin kirin û heta ko hin kes tên e işkence kirin jî. Weke li Kurdistanê qanûn û nîzam nebin propaxanda didin kirin.

 

Îdîa dikin kesên ko nebin şirîkên berpirsên YNK û PDK nikarin kar bikin. Rojnameya Millîyet, Tercuman, Zaman,….. Qanal D Tv, Star Tv…… her roj qampanya reşkirinê zêdetir dikin.

 

Hin ji wan qempanyagêran nivîskara rojnameya Milliyetê Serpil Yilmaz, Rojnamevanê Tecumanê HAKI KURBAN, sipîkerê Tv Uĝur Dundar, Abas Güçü, Yîĝit Bulut,…... in

 

Serpil Yilmaz û hemû qampanyagêran li Kurdistanê gelek pêwendî û înformatorên wan hene, ew ekonomî û bazara li Kurdistanê dikin weke bazara perên reş. Serpîl Yilmaz bûyerên ko xirabin lê ne rastin gelekan tînê ziman. Bi berdewamî dibêjê „Ez di karim navên gelek kesan bidim ko li Silêmanîyê, Karsazên ko Tirkin, nemane kû neketibin zêndan û îşkencexanan“ de.

 

Serpil Yilmaz ji xwediyê rojnameya Hewlêrê Rêbwar Kerîm Welî di pirsê „Gelo ev tiştên ko xirabin, tên serê şirketên Libnanî, Emerîkî, Koreya Başûr, Îranî û Fransîyan jî?“

 

Îdiaker dibêjin „Asayiş nasin, bi mihanekî piçûk di karin mitehîdan bigrin têxin bin çav.”

 

Tirk di xwazin ku ticareta xwe ya bi Iraqê re bigihînin 10 milyar dolaran. Kurd jî ji bo xwe zû dewlemend bikin dest datînin ser perên mitehidan. Ew idîa dikê, tenê li Silêmaniyê ji şirketên tirk 70 kes hatine girtin û bin çav kirin.

 

Serpil Yilmaz di nivîsa xwe de îtîraf dikê kû Daîreya Herb a Taybetî, sermîyandarên piştgirîya dagirkerîyê dikin ixracî Bakûrê îraqê kirin e. Wezîfeyên wan jî cida cida ne.

 

Yilmaz bi berdewamî dibêjê „serkeftin ew e, ku meriv bibin şirîkê berpirsekî bilind, bibe şirîkê barzaniyan, divê destekî miho bigihê hikumetê û destê dî bigihê malşêxan jî. Li gorî Yilmaz ê, şertên zindanên Kurdistanê jî gelek giranin, kesên di kevin zêndanan şansê azad kirinê kêmin, yê ewil li Kurdistanê hatibû girtin sekreterê ASID ê Ahmet Çîçek bû, piştî hatibû azad kirin ji qehra canê xwe dabû.

 

Mi jî di CNN de gûhdarî Ilnur Çewik kiribû ku idîa dikir hêjî 80 mîlyon dolarên xwe ne sitandin e ………… û gelek îdîayên derew rêz dikir in.

 

Di hefteya derbasbûyî de Berpirsîyarê programa ARENA Ugur Dundar jî di Star Tv de bi Ekrem Basumlu re ko bi eslê xwe kurdê Tirkîyê ye eynî mijar nîqaş dikir. Mi ew mijar jî baş şopand. Ewî kesî gelek derew û vir dikirin. Xwe şêrîn dikir û mesaj mesaj didan dewleta Kûr.

 

Basunlu îdîayên bêbingeh berdewam kirin û got „li Selaheddînê PKK, PDK û amerîkayî bi hevre ne, mala barzaniyan û PDK, Apocîyan di qontrola xwe de digirin, bi PKK re karên qaçax dikin……. û îdîa kir ku ji wî hatîye xwestin casûsiyê bike, lê wî ne pejirandî ye.

 

Dîsa berî niha bi eynî armancan rojnameya Zamanê jî ketibû nav derew û bêbextîyan. Îdîa dikê ko Ali Ölmez şirketek  bi navê „Koru Enerjî“ damezirand lê bi sersebeba alavên biha bi serneket ye. Piştre bi navê „Işin Grup“ şirketa 2 yemîn ava kirîye û gelek îş kirî ye, lê hêjî pereyên wî nedanê………….

 

Roma Reş jîya xwe bi van qampanyên derew û senaryoyan dirêj dikê.

 

Armanca dewleta Tirk reş kirina Bazringanî û aborîya Kurdistanê ye ji bo aborîya wê lawaz bikê ye. Ev qampanî plankirî ye ji navendekê tê domandin, girêdayî bi dewleta kûr ve ye. Dewleta kûr naxwazê dewlet xwe li gor wextê nû bikê. Pirsgirêka çarenûsî, sîyasî a gelê Kurd û Kurdistan çareser bibê.

 

Li kîjan perçên Kurdistan, an kîjan alîyê cîhanê ko ji bo gelê Kurd destketinên neteweyî, pêşve çûn an arîkarî hebin, Roma Reş di xwazê bi fetisîn ê û têk bibê, bi organîzasyon û bi proxramek e berfereh li dora Kurdistana azad di gerin ji bo hilweşînin. Ev qempanî jî perçek ji operasyonên Leşkerî û siwîlin ko biryara hikomata Erdoĝan û Leşkerî ye……

 

23.04.2008

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
 
TAYIB ERDOĞAN BÊRÛMETE Û QATIL E!

M.Serif MÜSTAK

 

Tayib Erdoĝan û Bişar Esat careke dî destên xweyên bi qirêj di roja Newrêzê de xistin nav xwîna gelê Kurd. Li Qamişlo 3, li Wanê 1 û li Geverê 1 bi tevayî 5 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Bi deh hezaran Kurdistanîyan cenazên xwe pêşwazî kirin, hestên neteweyî bilindtir bû û gelê Kurd yek gav bi paşde navêt

Kurd li hemû Kolan û Kûçên Kurdistanê bi cilbergên neteweyî, bi zimanê dayîkê û bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kirin. Hemû êrîş û berûmetîyên dewleta hov nekarîn rê liber pîrozkirina Newrozê bigrê û hêvîyên gel bişkînê.  

Ji bo sîyaset û kiryarên Tirk, bêrûmetî û dijminî bê sînor bûwe. Ti maf ji netewe û kêmneteweyên ne Tirkin re nîn. BI taybet miho nikarê ti hêvîyên mirovatîyê ji wan bikê.

Li hemberî gelê Kurd û Kurdistan dijmintî û kîneke hovane a taybetî heye. Mejîyê sîstem û rejîmê li dijî gelê Kurd weke betona li qalib dayî ye.

Ji bo karibin gelê Kurd bin çok bikin, tenê zêdekirina Leşker û çekûsilehên giranin. Kûltûra wan bûwe şidet, rengê xwe daye hemû alîyê sîyaset û jîyana Tirka a rojane jî.

Tirk ji bo çareserîya pirsgirêka gelê Kurd a sîyasî û neteweyî „şer“ tenê di fikirin. Heroj biryar û fermanên qirkirina gelê Kurd didin.

Di kûltûra Tirka de rêzdarî, rûmet…. û qedirnasî tenê zordestî ye, înkar e, dekûdolabin, ……, zalime û nîjadperestîya li dijî gelê Kurd û Kurdistan e.

Gelo dewleta berpirsîyarîyên wê, bingeha jîyana wan halo tijî kîn û nefret bê, çi hêvî ji wan tênkirin?

Ma gelê Kurd Newroza xwe pîroz bikê wê dewleta Romê hilweşê?

Hin di bêjin „Gelê Tirk û Kurd biran e.“ Ev ne raste. Biratî bi zorê çênabê. Bira heroj bi çek û silehan na bezin serserê Jin, Qîz Xort û kalên gelê Kurd.

Hikomata AKP Kolan û meydanên bajar û bajarokên Kurdistanê ji  bo gelê Kurd kirine îşkencexane. Berpirsiyarê vê rewşê hikomata Erdoĝan û AKP ye.

Tayib Erdoĝan zilamekê bê rûmete, dirûwe, derewker e, dîndarekê sextekar e, Tizbehê Leşker û Kemalîsta ye.

Li dijî gelê Kurd çi ferman ji Erdoĝan re werin ew bi kar tînê. Erdoĝan ji bo gelê Kurd bûwe tehlokeyeke mezin, ew di fikirê ko zor û zilma li gelê Kurd dikê ji bo wî serketin e.

Ma qet nayê bîra sîyasî û Ronakbirên Roma Reş bibêjin ma ev çi hovîtîye?

Bibêjin ma vî gelê bi rûmet, jin, qîz û zarokên gelê Kurd çi kirîye?

Operasyona bi navê „Ergenekon“ ko binçav kirina berpirsîyarê Rojnameya Cumhurriyetê Ilhan Selçuk, Rektorê kevin ê Üniversîta Stenbol Prf.dr. Kemal Alemdaroĝlu û serokê Partîya Kedê Doĝu Perinçek û doza jibo girtina AKP yê bûwe weke sedema kûrbûna qirîzê, îşaretên gûherandina rejîmê, weke şerek hatibê dest pêkirin e û Hope hopa waye.

Lê dewlet li Kurdistanê bi hemû qûwetên xwe êrîşî ser xelkê sivîl û jar dikê deng nîn. Gelê Tirk û Kurd ji hev dûr ketîye. Hêvîyên bi hevre jîyanê nemaye. 27.03.2008

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
 
 

ÎMHAKIRINA PKK NE JI BERJEWENDÎYÊN GELÊ KURD E!

 

M.Serif MÜSTAK

Lê ne pêwiste ji bo demokratîze kirina Komara Tirk, PKK şerê çekdarî berdewam dikê û hemû rêxistinên Kurdistanî reddikê. Pêwiste PKK bibê xwedî sîyaset û helwestek e Kurdistanî. Ji bo hilbijartinên mihelî dest bi cepheyekî hilbijartinê berfereh bikê. Ji bo di pratîkêde xebata legal bibê bersiva Hikomata AKP û êrîşên Artêşa Tirk li ser Başûrê Kurdistan.

Demokratîze kirina Komara Tirk ne çareserîya pirsgirêka sîyasî ya çarenûsîya neteweyî a  gelê Kurd e. Mafê gelê Kurd heye weke hemû cîhanê li ser xaka Kurdistan xwedî mafên desthilatdarîyêbê, dibin ala xwede bijî, xwedî parleman bê û xwe bi artêşa xwe ya neteweyî bi parêzê.

Ne wexte ko hikometa Kurdistanê jî bo zorîya DEY û dagirkera şerê PKK bikê. Çênabê Kurd bi kevin pêsîra hev, sirmên Tivinga bikişînin û Lûlên Tivingan bidin singên hev. 

Ko bêbîra me 1983 di navbera Sadamê dîqtator û Komara Tirk de ji bo herdû alî bikarin şervanên gelê Kurd heya 10 Km dinav sînorên hevde bi şopînin, peyman imze kiribûn û 16.05.1983 Artêşa Tirk bi 30 hezar Leşkerve ketibû nav axa Başûrê Kurdistan ê. 

Wê wextê Birêz Meshod Barzanî û Celal Talabanî çekhilgirbûn û serokên partîyên şerkerbûn, li serê çîyayên Kurdistanê bûn. PKK nedihate naskirin, girsa PKK nebû, partîyek marjînalbû û şerê çekdarî jî destpê nekiribû.

Gelek giring û pêwiste ko desthilatdarîya Başûrê Kurdistan helwesteke bi aweyekê vekirî û aşkere hebê ko bi zora dagirkeran ew zererê nadin ti rêxistinên Kurdistanî û ti rêxistinên Kurdistanî nekaribin ji bo berjewendîyên xweyên sîyasî hev bi kûjin.

Erkên neteweyî ê ketî ser millê Başûrê Kurdistan şeref û heysîyeta hemû gelê Kurd de. 

Bi bawerîya mi helwesta Meshod Barzanî, reaqsîyona Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwerî bûne asteng ko DEY helwesta  xwe gûherand û Artêşa Tirko îro xwe ji herêma Federe a azad vekişand. 

Vê eşkerekir ko hestên Kurdewar û helwestên Kurdistanî ne bêfeyde ye, ji bo gelê Kurd Çek û Sileha herî bi bandor e. Çareserî ne mizmiza ber lingên dagirker û xwirta ye. 

Dagirkerên Kurdistan ji bo jîya dagirkerîya xwe dirêjtir bikin, herwextî bi hevre û bi mitefiqên xwere ketine nav hewildanên xirabkirina gelê Kurd û Kurdistan ê.  

Ez dixwazim bi kûrtayî hinek mînak ji dîrokê bînim ber çavan. Yavuz Sultan Selîm 1514 ê bi şerê Çaldiran ê û 1515 bi şerê Mercîdabiq, Kurdistan bi tevayî dagirkir. Lê Kurd teslîm nebûn, liber xwedidan. Piştî 125 sala ji bo gelê Kurd ji hev qet bikin û lewaz bikin, Osmanîyan û Farisan peymana Qesra Şirîn jinûka karîn bi hevre imze kin. 

Piştî Şerê yekemîn yê Cîhanê rojhilata navîn hate parvekirin, 1926 Iraq avabû, Kurdistan kirin 3 perçe. Piştî serê cîhanê yê 2 yemin 1948 dewleta Surî damezrandin, vêcarê Kurd-Kurdistan kirin 4 perçe û gelê Kurd lawaztir kirin. 

Kurdistan, gelê Kurd, Sîyaset û xebata gelê Kurd bi tevayî ji hev qetperçe kirin. Her perçekî Kurdistan madibin dagirkerîya gelên jihev cidacida de. Her dewlet bi rejîm û sîstemekî cidatir li ser perçên Kurdistan heya nuha bi imha û inkarê jîya xwe di domînin.  

Ligor perçekirina Kurdistan, tevgera sîyasî ya gelê Kurd jî ji hev perçe perçe û lewaz ma.

Di kîjan perçên Kurdistan de, serîhildanên Kurda çêbûn, dagirkeran, mitefiqên wan tifaq çêkirin û Kurd fetisandin, belavkirin, serok û berpirsîyarên Kurda li sêpîyan dan û darde kirin.  

Weke Serhildana Mîr Bedir-Xan, Şêx Seîd, Agirî, Seyd Riza, …… û Qadî Mihemed.1975 Otonomîya ko bi serokatîya Barzanî hatibû damezrandin, bi peymana Cezayîr roxandin. Dîsa 1979 dinavbera Xumeynî û Abdurrehman Qasemloda payman hebû. Wexta Xumeynî hat serhikûm, bi nerazîbûna Tirkîye, Surî û Iraq peyman vale derxistin, Qasemlo û hevalbendên wî hatin terorkirin. 

Dîrok didê xwîyakirin ko tevayên hereketên gelê Kurd bi tifaqa dinav bera dagirkerên Kurdistan û mitefiqên wande çêbûyî berxwedanên Kurd hilweşandin e.    

Piştî peymana di navbera Komara Tirk û Sadam de çêbûyî heya niha 24 carin kû Tirko bi hezaran Leşker, debabe, top û Firokan dikevê nav axa başûrê Kurdistan. Aborîya Kurdistan xirab dikin, wargehên medenî wêrandikin, xelkên sifîl penabir dikin, ………… 

Bi kûrtayî ko niha çendî desthilatdarîya Kurda liser herêmê bi fermî heye jî, lê dîsa êrîşên Tirko liser herêma azad berdewamin, rê liber pêşveçûnê digrin û îrada gelê Kurd nasnakin, Serokên Kurd serok eşîr di hesibînin, herêma azad fermî napejirênin, îrada gelê Kurd nasnakin, serkirdayetîya sîyasî a herêma federe mixatab nagirin.  

Birêz Celal Talabanî serok Komarê Iraq a federele, lê jiber ko cenabê wî Kurde, serokê partîyek Kurd de, wî dîsa serok Eşîr dibînin û hevdîtinan bi wîre jî nakin.  

Serok Komarê Tirk Ahmet Nejdet Sezer 7 sala serok komarîya Tirka kir, lê jiber ko cenabê Talabanî Kurd bû pêre hevdîtin nekirin û red dikir. 

Bi bawerîya mi ev tê wê wateyê ko Komara Tirk di yek pencereyêre dinêrê hemû tevger, sîyasetên Kurdistan û gelê  Kurd. Tirkoyê nîjadperest gelê Kurd potansîyelterorîst dibînê. 

Vêca niha Başûrê Kurdistan axa bi xwîna şehîda hatî azadkirin dixwazin bi mihana PKK û terorîzmê dagirbikin. Armanc ji bo Kerkuk û herêmên dî rizgarnebin, destketinên neteweyî, hişyarbûna gelê Kurd têkbidê, hilweşênê, PKK dikê mihan e. 

Bi mihanên terorê jî 16.05.1983 û virde heya niha 24 carin kû Artêşa Tirk a qatil bi hezaran Leşker, debabe, top û Firokan  dikevê nav axa azad ya başûrê Kurdistan.  

Niha dîsa bi piştgirtina DEY Artêşa Tirk roja 16.12.2007 bi êrîşên hewayî dest bi bombebarankirina Kurdistana azad kiribûn. Çendî DEY ji parastina axa herêma Federe û axa Iraka Federe berpirsîyare jî, lê rê dabû Firokên Tirka û istixbarata ezmanî. 

Ji bo piştgirîya hewayî 21.02.2008 îro 9 roj bûn ko Artêşa Tirk bi qewtên bejayî, bi hezaran Leşker, debabe, top û Firokên Fanton ketibûn nav axa Kurdistanê. 

Di hemû cîhanêde bû gengeşe ko DEY weke 1975 dîsa gelê Kurd ji bo berjewendîyên xwe firote dagirkeran. Gelê Kurd bivê bûyera rast û nerast gelek dilxem û dilgiran bûwe. 

Bi bawerîya mi helwesta Meshod Barzanî, reaqsîyona Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwerî bûne encam ko DEY helwesta  xwe gûherand û Artêşa Tirko îro xwe ji Kurdistana azad bi serşorî vekişand. 

Carekedî xwîyakir ko hestên Kurdewar û helwestên Kurdistanî ne bêfeyde ye, ji bo gelê Kurd Çek û Sileha herî bi bandor e. Çareserî nemizmiza ber lingên dagirker û xwirta ye. 

Pêwiste di 4 perçên Kurdistan de germa biratîyê bê coşkirin. Carekedî referandûma Kerkûkê bi paşkevê, dikarê gelek destketinên neteweyî li Başûrê Kurdistan bidê winda kirin. Wê bandoreke gelek negatîf bidê hemû tevgerên Kurdistanî li her 4 perçên Kurdistan. Wê jîya dagirkerîyê dirêj bikê û netewa gelê Kurd wê winda bikê.    

029.02.2008

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 

Tirko Îrada Kurda Binpêdikê û Wesfên Talabanî Didê?
 

 

M.Serif MÜSTAK

23/02/2008

Birêz Talabanî têgihiştina neteweyî û millî taqoz dike. Nemafê kesîye ko bibêjin “Kurd nikarin bibin Dewlet”. Nîyet çidibê bila bibê, lê wêgotinê zerer daye. Bi hezaran Kurdên welatparêz, fedekar ji dewletbûnê bêhêvî hiştin û morale dijmin pêbilindtir bû.

Ez dizanim hinkes wê bibêjin “Newextê vêrexnê bû”. Lê Hestê mi ê neteweyî û Kurdewar zorda mi ji dilê mi hat ko ez vêrexna xwe bikim. Hêvîdarim hûn welatparêz mi fêhm bikin û şerê mi nekin.

Di vêwexta ko Tirko ketîye nav axa azad de, her deqîqe Kurda dikûjin pirên Kurdistanê û Gûnda wêran dikin, bêsînor dijmintîya serokê herêma Kurdistan dikin, lê Talabanî bilind dinirixînin ma nebalkêş e?

Pêwiste miho nehêlê dinav sîyaseta millî û neteweyîde derz derkevin, sistbûn cabin. Moralê dijmin bilind dikê û dijmin sewqî êrîşên hovanetir dikê. Firsetan didê propexandeya dijmin a şerê psîkolojîk û stratejî……Ne tiştekî valaye ko dijmin Serokê Kurdistanê û nirxên wîyên bibedew kirine armanc.

Sîyaseta rêxistinî û kesayetîyên Kurd çidibin bila bibin, lê pêwiste hemû Kurd diderhara „Dewletbûna gelê Kurdde“ xwedî hêvîbin û nebêjin „Em Kurd nikarin bibin Dewlet“

Bila em jibîrnekin ko serokê dewleta Tirk Ahmet Nejdet Sezer 7 sala birêz Talabanî û Barzanî mixatab negirt. Egera wan timafên, sîyasî a jibo çarenûsîya neteweyî ji gelê Kurdre napejirênin.

Vêca niha sîyasetmedar û Hevserên Tirk dibêjin Talabanî gotîye „Kurd nikarin bibin dewlet. Celal Talabanî zilamekê gelek sîyasetmedar û zana ye.“

Magelo van daxwîyanîyan feyde nedaba siyaseta Romareş, mawêçima birêz Talabanî bilind binirixandan û dijmintîya Birêz Barzanî serokê herêma Kurdistan bikiran e?
…………………………………………………………………………………………………………………………………
Roja 21.02.2008 êvarî Leşkerên Romareş bi êrîşên hewayî û erdê, demhijmêr a başûrê Kurdistanê di 21.00 de carekedî axa azad binpêkirin. Ji bo navbera Kurda nexweş bikin, di hema wextêde dest bi propexandeya psîkolojîk, sîyaseta fitne û fesadîyê jî kirin.

Weke têzanîn ji bo şopandina çekhilgir û pêşmergeyên Kurd di sala 1983 de di navbera Dîktatorê Iraq Sadam Hisên û Dewleta Tirk de peyman çêbibû. Li gor peymanê herdû alîyan dikarîn 10 Km dinav axa sînorên hevdode çekhilgirên Kurd bişopînin.

Yekemîncar di 16.05.1983 de bi qûweta 30 hezar lêşker Tirko ketibû nav başûrê Kurdistan de. Wê wextê PKK sîyaseteke lewazbû û ji girsa wêya niha texmîn %0.5 kesan PKK nasdikirin. Wêwextê dîsa di herêmêda hereketa herî xwirt PDK-I, YNK û hin rêxistinên Kurd ko weke îro dîsa jî marjînalbûn hebûn.

Ji wexta ko peyman di nav Iraq û Dewleta Tirkde çêbûyî heya niha 24 carin leşkerên Tirk sînorên Iraq û Tirkîye binpê dikin. Rêzê li sînorên cîran nagirin û axa azad binpê dikin.

Lê tê zanîn ko Artêşa Tirk bi arîkarîya DEY jîbê, 40 cardî bikevin çîyayê Kurdistanê lê dîsa nikarin PKK ji nav gel û çîyayên Kurdistanê bigrin bavêjin, evbûyer berbiçav û eşkereye.

Têzanîn ko DEY dewleteke Kûresel e û bandore wê di cîhanêde a yekemîn e. Pêwistîya DEY bi devletên ko diherêma xwede aqtorin heye. Niha dîsa yek ji wan bûwe komara Tirk

Wexta Yekîya Sowyetê hilweşayî dewleta Tirk di herêmaxwede ji aqtorî ketibû. Lê Salên paşîyê Dewleta Ros dîsa dest birola xweya sîyasî, polîtîk kirîye. Stratejîya Tirka dertê pêş

Bi belavbûna sovyetê firset ji dewleta Tirkre jî derketin ji bo karibê têkilîyan bi dewletên nêzîknetewa xwere girêbidê. Pêwistîyên DEY jî bivê hebûn. Lê bişertê ko dibin qontrola DEY debin. Dixwiyê ko dinav Komara Tirk û DEY`de hin mûtebaqat çêbûne. Mûtebaqata li ser PKK û Iraq nevalaye, Lênexwê DEY ticara nahêlê ko Komara Tirk di Rojhilatanaverast û Esyanavînde xwirt bibê


Bi bawerîya mi dostîbûna DEY û Yahûdîyan ji bo gelê Kurd nezerere, pêwiste û serketine jî. Lê dive Kurd herwextî bi zanibin serê wan li ser çibalgehî ye û çawa dikarin xwe xwirt bikin. Wêwextê diherêmêde DEY wê nekaribê pişta xwe bidê tevgera netewa Kurd.

Giringîya wê têgihiştina neteweyî, millî û yekgirtina neteweyî ye. Divê dixîyal, raman û sîyaseta her Kurdîde lêbixwedî derketina Kurdistaneke azad, demoqratîk û serbixwe hebê

Armanca Romareş ne PKK ye, ne terore, hilweşandina Kurdistana azad e, Musil û Kerkuk e, jinûve dewleta Iraq ligor xwe bigûherê, Tirkomana bikin aqtorê yekemîn, bi DEY re peymanan imze bikin û pêşengîya herêmê bigrin dest xwe.

Ji bo sîyasîyên komara Tirk hemû serokên Kurda serok eşîrin û serokê Terorîstan e, Kurdên ko difikirin, xwenasin, welatparêzin, xwedî sîyaset û ramanin tevde terorîstin.

Dixwazin bandora Barzanî a Kurdistanî liser gelê Kurd lawaz bikin. Mûtebaqata ko dinav wan û DEY de derketîn holê ji bo ji halê rakirina gelê Kurd bi karbînin, sedsala 21 jî li gelê Kurd bikin sedsala penabirî, talankirin, wêrankirin, qirkirin, agir, qîr û hawar.

Ji bo planên Komara Tirk vala bênderxistin, roj roja piştgirîya xwedîyê fikir û ramanên Kurdistanî, Kurdewarî, Kurdperwer rêzdar serokê herêma Kurdistanê Meshod Barzanî ye.
 

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 

RIKNÊ KOMARA ROMAREŞ JI ÊŞ Û ELEMÊYE!

 

M.Serif MÜSTAK

2008.01.31

Demeka dirêje ko sîyasîyên Komara Roma Reş nîqaşa Leçek (Tûrban) ê dikin. Hin temaşevan difikirin ko pirsgirêka Komara Tirk ji Leçeka serserê jinan pêve tiştek dî nema ye. Barbara wa ye, weke şer ketibê nav oldar û ne oldaran. Jib o careserîya Leçekê MHP û AKP lihev kirin, lê weke hêstir bizê û xwê şînbidê….

Vê nîqaşa Leçekê ez dîsa birim Cizîra Bota warê bav û kala cihê berxwedanê. 

Têbîra mi wexta temenê mi piçûkbû heya salên 1969-70 ko wê wextê cil-bergên Kurdî Şalşapik, Şeleme, Cemedanî, Desmal, Şerwal, Leşkerî, Qotîya çixaran, Kîskê Qelûnê û Titina xwemal ko çawa qedexe dikirin, çawa ceza didan û çawa zor zilim li rêwbarvan(rêwî)ên Kurd dikirin û bi peran ceza dikirin…..

Di gûndande kesên eskerî kirî gelek kêm hebûn. Kesên bizanîyan xwendin-nivîsandinê bi hijmara Tilîyan bûn kesî zimanê Tirkî nedizanî, Cilbergên wan Kurdîbûn û qedexe bûn, qotî-çixare-perikên wan qedexe bûn. Ko Cendirme (Romî) dihatin werin gûnda ko berî bigihin Gûnd ko şivan-gavanan ew didîtin li gûndîyan dikirin qîr, di gotin “Gûr” hat û herkesî ji xwere bazdidan. ji bo xwe ji destên wan zaliman xilas bikin.

Carna Çavdêr(bekçî) bi tenê baznedida. Ko Çendirma yek ji wayên bazdayî digirtin dest lingên wî feleqe dikirin, gelek zilim li wî kesî dikirin. Cilbergên wîyê Kurdî, Kîskê wîyê Qelûnê di qetandin, Qotîya wî dişkandin û Titina wî dirjandin. Piştî  gelek zilim dikirin ji nûkave cezayên para li wan dibirîn. Carna gûndî hemû ceza dikirin.

…………………………………………………………………………………………………….

Sûrha Cizîra Bota dişibê Keştî(Gemî)yekê, xelkên Cizîra Bota dibêjin Sûrha Cizîrê weke “Gemîya Nûh Pêxember” hatîye çêkirin.

Di Sûrha Cizîra Bota de 3 derîyên giring hene. Yekemîn Dergehê Torê ye. Çonhatina alîyê rojhilatê cizîrê hemû di wî derire dibû.

Diyemîn Dergehê Deştê ye, li milê çepê ye. Herdû Derî dişibin Mecrêfên Keştîyekî. Dergehê deştê di derê Pira deştêde ye û dikevê başûrê-rojavayê Cizîr ê. Rêwîyên alîyê destê, eşîra Elîka, Qamîşlokê Misêbînê…. Û heya Stenbolê mecbûr di wîre dicûndihatin.

Wê wextê ava Dîjle li Cizîra Bota difitilî, dibin piradeştê re derbas dibû, diçû Pirabafid. Berbi başûrê Kurdistan ve diçê.

Dergehê 3 yemîn Kepîyê Sarayê(Saray burnu) ye. Li ser serdera wî Dergehî Peykerê 2 Şêran heye, dikevê milê rohilat. Di wî dergehîde pireka bi zincîr hebû, diber Bûxçê Mîr alîyê başûr re, diser Şetê Dîjle re derbasî rojhilat dibû. Qûlpek ji Sûrhê çêkirî hebû, zincîr pêve dihat girêdan û rast li pozê Çîyayê Cudî dinêrê.

Rêwbarvanên alîyê Bota, Hewêrîyan, Rayetê,….. Bexda û heya bi Basra diser wê Pirêre diçûn û dihatin. Jî bo himetkirina bajêr, êvara zincîra pirê di berdan erdê.

Vêca Asayîş(Inzibat) ji bo tiştên qaçax û cilûbergên Kurdî ko qedexe kirîbûn, di deryên Sûrha Cizîra Botade di sekinîn, ko kîjan rêwbarvan dihatin Cizîrê an derdiketin, ew qontrol dikirin.

Heroj bi dehan bi sedan, Şalşapik, Şeleme, Cemedanî, Desmal, Şerwal, Leşkerî, Qotîyên çixaran û Titin digirtin. Di şewitandin, di qetandin û dişkandin. Bi perên wê çaxê bi hezaran Banqûnot ceza dibirîn.

Lê nekarîn çareser bikin Cil-Bergên Kurdî bi qedexekirinê ji hale rakin. 

Vêca bûyer ne tehloka Leçekê ye, rewşa sîyaseta damezrandina Komara Atatürk(Leşker)e ko psîkolojîya sîyaseta wê xirabûwî ye, weke êşazirav e, saxkirin nîn e. Leşkerê Atatürk xwe mîratxwerê Komarê di hesibînê.

Bi bawerîya mi dermanê vê yekê ko miho karibê damezrandina dewletê ji nûve di ber çavre derbas bike, an hilweşandina komarê bi xwe ye.  

Nîqaş pirenge, riknê komarê liser zilmê avakirî ye, ne nîqaşa îro tenêye. Nîqaş ji wexta damezrandina Komara Roma Reş hatî avakirin heya niha berdewam e.

Nexweşî di damezrandina Komarêde ye. Komar û rejim ne exlaqî û bi edalet hatine avakirin. Atatürk Komar, sîstem û rejim avakirî ye. Riknê avakirina Komarê û rejimê li ser esasê inkar û tinekirina Kurd û Kurdistan ava bûwe.

 

Di esasê xwede nexweşîya Komarê û rejîmê dagirkerî û inkara gelê Kurd û Kurdistan e… bi serneketina asîmîlekirina gelê Kurd, Komara Roma Reş ketîye êşazirav. Ev nexweşî bi azadkirin û qedexekirina Leçekê çareser nabê.

Damezrandina Komarê ko dagirker e, ne bi îrada gelê Kurd e. Di hema wexta damezrandina komara Tirk de 2 peyman çêbûn e. Peymana Sewr û Lozan ê.

Herdû peyman jî bi heyîna gelê Kurd û Kurdistan ve girêdayî ne. Peymana Lozanê gelê Kurd û damezrandina dewleta Kurd red dike. Peymana Sewrê ji holê radikê.

Atatürk ji bo peymana Lozanê di jîyanêde xwirt bike û peymana sewrê bê tesîr bihêlê, bi hin argûmentên sîyasî yên bêhempa piştgirî dane kirin.

1-Şoreşa nivîsê (Yazi devrimî)

2-Şoreşa wergirtinê(Şapka devrimi)

3-Sîyaseta ûnîter ya yek netewe, yek ziman, yek dewlet, yek Al û yek artêş.

Rejim û sîstem 88 salin ji bo serketinê liber xwe didê lê bi serkevê. Bûyera Leçekê jî weke qedexekirina hemû cil-bergên Kurdîn e wê bi sernekevê.

Kûçên riknê damezrandina Komarê ji êş û elêmê hatîye danîn. Ew êş û elem inkara gelê Kurd û Kurdistan e. Rastîya pirsgirêkê sîyasî ye. Çareserî di rêya sîyasîre pejirandina hemû mafên neteweyî û dewletbûna gelê Kurd û Kurdistan e.     2008.01.31

 

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 

HASIP KAPLAN MA KURD GOKA BER LINGAN E?

 

M.Serif MÜSTAK

20.01.2008

Li Bakûrê Kurdistan de rêzgirtin, hisab ji sîyaseta neteweyî, Kurdistanî, kûrdewarî û Kurdperwer re nemaye. Sîyaseta Kurdistanî bûwe Tizbehê destên DTP û PKK, li vîmilî û li wîmilî didin ber şek a. Ji xwe re kirin e Tala ber lingan….. milkê xwe di hesibînin………PKK, DTP, Komonîstên Tirk û Kurd di xwazin pirsgirêkên di nav Komara Yewnan û dagirkerên Tirkde bikin pirsgirêka gelê Kurd………. Gelo ma ev konseptek e?

Di nav rêxistinên Kurdistan(î) de bi dehên salaye ko kêşe, pirsgirêk û sergêjekên sîyaseta neteweyî hene. Lê ti rêxistinên Kurd weke PKK û DTP sîyaseta Kurd li navhev neda ye, ji xwere nekirine navgîn, hacet………..û ji bo berjewendîyên xweyê sîyasî ne xebitandin e………..

Di fikirin ko Kurd Gûstîlka Tilyên sîyaseta wa ye û Gok(Tal)a berlingaye ji xwere pê bi Talê dileyîzin……………

Miho mecbûr dibê ko bi pirsê gelo MHP an DTP kîjan bêhtir netewa nîjadperest ya Tirk û Komara dagirker di parêzê?

Çîyayên Kurdistanê li cûwanên Kurd hatine teng kirin, Parlamenterê DTP ê Hasip Kaplan diçe li binpêkirinên Yewnanan ya ji bo Girava Kardak û Afîşa partîya Alaman REP ya Eyaleta Hesin, bi gotinan ko heqaret li gelê Tirk kirine, bi nave gelê Kurd ji wezîrê derve Ali Babacan di pirsê ko “rewş bûwe çi?”

Hasip Kaplan ma Kardak milkê bavê Tirkoyê dagirker, nîjadperest, inkarker,…… û zalim e?

Ma miho halo li gelê Kurd bi xwedî derdikevê, …….. ma ne şerm e?

Hasip Kaplan siba tê werî Kurdistanê jî bibêjî mi pirsgirêbend(önerge) ji bo binpêkirinên Yewnanan ya Derya Ege ji bo Girava Kardak û Afîşa partîya REP ya Alaman ko heqaret li gelê Roma Reş kiribû mi da parleman?????????

Haho haho Hasip Kaplan….. ko ti bi xwazî karekî bikî li tilya xweya jêkirî binêr e, tê hingî bi serxweve werî û tê karê xwe serasttir bikî…… li paş vegere gelo çima te ji Hezex barkir çoyî Staenbol rûniştî……..?

Birêz Hesip Kurda ne ji bo ti li Kardakê û şerefa nîjadperestên Tirka bi xwedî derkevî deng dane  te û DTP ê……

Di navbera gelê Kurd û dewleta Yewnanande ti doz nîn. Komara Tirk gelê Kurd inkar dikê, hemû mafên gelê Kurd binpê kirin e û Kurdistan dagirkirî ye, ne dewleta Yewnan.  

PKK bi soza dewleteke Kurd ji her çar perçên Kurdistan bi yekkirî, demokratîk, azad û serbixwe ava bikin derket. Hestên Kûrdewaran werimandin, bi deh hezaran Kurd li xwe pêçan, bi mîlyonan dolar arîkarîya aborî girtin.

Ji bo piştgirtina PKK-DTP Kolan û meydanên bajarên Kurdistanê ji Kurdistanîyan tijî bûn. Hemûwan bi hevre bi  yek dengî gotin „Bijî serok, bijî PKK“

Lê piştî kûştina bi deh hezaran Kurd, bi milyonan penabir, xirabkirina 4500 Gûnd,  bi milyaran dolar xwisar, vêca niha sîyaseta Kurdistanî, dewletbûn û heya bi federasyonê jî ji bo gelê Kurd red dikin…….. ketine pey yekîtî-biratîya gelên Tirkîyê, yekîtîya ax û Ala Tirkîye yê……….

PKK di Kurdistanêde di bêjê „Ez ne kesekê dî“ kî bêjê „Ez heme“ PKK dibêjê „ew li ser xwîna şehîdan di xwazê bazirganîyê bikê“

DTP jî heroj di Parlemande Girêbend(önerge)a ji bo parastina şerefa gelê nîjadperestê Tirk û yekîtîya axa Tirkîye didê Parleman. Ji MHP ê bêhtir li giravên Ege û Marmara bi xwedî derdikevê…… Di xwazin dozê li partîya Alaman vekin….

Ka binêrin parlementerê DTP ê Av. Hasip Kaplan ji bo Girava Kardak çi Girêbend daye wezîrê derve yê Komara Tirk û çi jê pirsî ye?

Parêzerê kevin yê Öcalan û Parlamenterê DTP yê Şirnex Hasip Kaplan ji bo binpêkirinên dewleta Yewnan ko di Derya Egede bi taybet girava Kardak hatîn kirin û afîşa partîya REP a Alaman Eyaleta Hesen bi gotinên ko heqaret li gelê nîjadperestê Tirk dikê, ji bo bersiv girtinê ji wezîrê derve Ali Babacan re pirsgirêbendek da parleman ko çi xebat kirine ji bo vê bûyerê daye pirsîn……

Pirsgirêbend(önerge) wek rastîya wan bi zimanê Tirkî li xwar nivîsî ye. Bi xwînin û hûn şîrove bikin, ji bo gelê Kurd çi feyde û çi zerer heye hûn bi wijdana xwe bersiv bidin û ko roj hat bi dengê xwe bi karin hesab jî bistînin……. 

(DTP'li Kaplan'dan MHP'yi kıskandıracak milliyetçi çıkış

Öcalan'ın eski avukatı ve DTP Şırnak Milletvekili Hasip Kaplan, Ege'deki Yunan ihlalleri ile ilgili soru önergesi verdi.

27 Aralık 2007 / 18:15

DTPli-Kaplandan-MHPyi-kiskandiracak-milliyetci-cikis

DTP Millet Vekili Hasip Kaplan

DTP Şırnak Milletvekili Hasip Kaplan, Yunanistan sahil güvenlik botlarının Türk karasularını ihlal etmesini önlemek için uluslararası alanda ne tür girişimlerde bulunulduğunu sordu.

Kaplan, Dışişleri Bakanı Ali Babacan'ın cevaplandırması istemiyle TBMM Başkanlığına sunduğu soru önergesinde, 1995 yılındaki Kardak krizinden 12 yıl sonra, Yunanistan sahil güvenlik botlarının Türk karasularını ihlal etmesi sonucu, Ankara'nın Atina'ya nota verdiğini belirtti. l995 yılındaki krize, kayalıklara Yunanistan bayrağının dikilmesinin yol açtığını hatırlatan Kaplan, bölgede aralık ayında toplam 25 ihlal vakası yaşandığını kaydetti.

Kaplan, şu soruları yöneltti: ''Yeni bir bayrak krizi yaşandı mı? Bu kez tırmanan gerilimin nedeni, basına yansıdığı kadarıyla çipura balığı avlamak mıdır? Bu ihlalleri önlemek için uluslararası hukuk alanında ne tür girişimlerde bulunuldu?'')

Dîsa

(DTP ‘Ali bizim kızlara sulanma’ afişini Meclise taşıdı

ANKARA (03.01.2008) - Demokratik Toplum Partisi (DTP), Almanya'da Cumhuriyetçi Parti (REP) yerel seçimler için hazırladığı ve Türkleri hedef alan "Ali beni taciz etme!" sözlerini içeren afişi Meclis gündemine taşıdı.

Almanya'da REP tarafından hazırlanan ve yerel seçimler için Hessen Eyaleti'nin her tarafına asılan ırkçı afişe yönelik tepkiler devam ediyor. Almanya'daki Türkleri hedef alan, Alman bir kadının yer aldığı ve "Ali beni taciz etme!" sözlerinin yer aldığı ırkçı afiş, DTP tarafından Meclis gündemine taşıdı. DTP Şırnak Milletvekili Hasip Kaplan, Dışişleri Bakanı Ali Babacan'ın yanıtlanması isteği verdiği soru önergesinde, şu sorulara yanıt verilmesi istendi:

"Avrupa ırkçılıkla mücadele 'çerçeve sözleşmesi' ve AİHS'in ayrımcılığı yasaklayan 14. maddesine rağmen Almanya'da ırkçı kampanyalar açılmaktadır. Bu tür vatandaşlarımızı hedef alan kampanyalar karşısında Dışişleri Bakanlığı ne tür önlemler almıştır veya önlem almayı düşünüyor musunuz? Almanya'da vatandaşlarımızı aşağılayan, dışlayan bu kampanyalar karşısında herhangi bir tepki gösterilmiş midir?")

Vêca 2 pirsên mi hen e:

1-Madem DTP hevqasî li nîjadperestîya gelê Tirk û komara dagirkerên Kurdistan bi xwedî derdikevê lê nexwe hûn çi ji gelê Kurd di xwazin?

2- Girava Kardak û afîşa partîya REP a Alaman Pirsgirêka gelê Tirk û Komara Tirk e. Hasip Kaplan ya te û DTP çîye, ma ne şerm e?                 

20.01.2008

M. Şerif MÜŞTAK   

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 

SEROKWEZÎRÊ KOMARA TIRK NE BÊŞEREF E

(T.C. BAŞBAKANI ŞEREFSIZ DEĞILDIR) !

 

M.Serif MÜSTAK

 29.12.2007-serif.muestak@gmx.de

Di destpêka nivîsa xwede sala nû li hemû gelê Kurd pîroz dikim, hêvîdarim bibê sala serxwebûn û azadîya Kurd û Kurdistan. Êrîşên Roma Reş ko li ser axa azad berdewamin û kûştina Benazîr Butto ko bi eslê xwe Kurdbû bi tûndî şermezar dikim.

Teqîna ko 03.01.08 li Amed hatî kirin xizmeta dagirkerên Kurdistan bû, ji alîyê kîve hatibê kirin dijayetî û ji bo rêlêgirtina serxwebûn û azadîya gelê Kurd û Kurdistan e. Bi tûndî şermezar dikim.

Ez şer napejirînim lê gelo çima teqîn ne li Kostantîn, Enqere, Antalya…...lê li Amed bû?

 Sala 2007 û destpêka sala 2008 di hemû cîhanêde bû qîr û hawar. Lê bi taybet di hemû perçên Kurdistan de, qîr û hawara gelê Kurd ji qîr û hawara gelên cîhanê bêhtir çêbû ………

Pêşdeçûna Başûrê Kurdistanê êrîş û nerazîbûnên dagirkeran li ser axa azad û gelê Kurdistanê zêdetir kir. Dijmin bêhtir xist nav planan ko wê çawa bikarin rê liber pêşveçûnên Kurdistana azad bigirin.

Dagirkeran di sala 2007 de sêqolî çi plan, xap û fen hebûn li ser gelê Kurd nîqaş kirin e. Nîjadperestîya li dijî gelê Kurd hildan jor, civîn li pey civînan li Şamê, Tahranê û Enqerê li dardanîn, çi firset hebûn di dest wande di dîplomasîyêde jî bikaranîn e….

Armanca civînan ewbû ko wê çawa bikarin rê liber pêşveçûna gelê Kurd bigrin, wê çawa axa azad , Parlemana Kurdistan, Hikomata Kurdistan, Alarengîn û Artêşa gelê Kurd hilweşînin.

Bivê sîyaseta qirêj û gemar dagirkerên Kurdistan êrîşên bêwijdanî, bêexlaqî li ser gelê Kurd dane destpêkirin û berdewamîya êrîşan dewrî sala nû a 2008 hatîye kirin ê …..

Roja 26.12.2007 êvarî di seet 18.50 de di KANAL 7 Int de zindî bi Serok wezîrê Komara Tirk Receb Tayib Erdĝan re hevpeyvîn hebû, agir ji devê wî di barî.

Di axiftinên xwede mabû heyîrî ko wê çawa neyaretîya xwe li dijî gelê Kurd şîrove bikê û mesajekî Kurdkûjî a nîjadperestî bidê xelkê xweyê nîjadperestên Anatolya yê…..

Serokwezîr Tayib Erdoĝan 3 hevokên ko lidijî mirovayetîyê û gelê Kurdistan bikar anîn.

Digot „Hinkes dibêjin Serokwezîr li dijî terorê karê xwe baş nakê, perçekerin (bölücülük)a welatê me bi pêşde dicê û serokwezîr weke kesekî ji gûhdaran lê temaşedikê. Serokwezîrê Komara Tirk ne hewqasî bêşeref(şerefsiz)e“.

Bi berdewamî dîsa digot “Emê nebêjin Cejna Qûrbanê ye û sersala 2008 ye, Artêşa me wê bêqûtbir bombebaran û operasyonan li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bikê.“

Dîsa dibare dikir û bi gotinên kiçikkirina serkirdayetîya sîyasîya gelê Kurd digot „Hin kes virandikin dibêjin di bimbebarankirina Başûrê Kurdistande xelkên sifîl hatine kûştin, ew nerast dibêjin û emê bimbebarankirinê berdewam bikin heya ko em xilasekê li terorê bînin û kî çidibêjê bila bibêjê.“

Dîsa bi gelenperî sîyasîyên Komara Tirk dibêjin „Dewletbûna Başûrê Kurdistan tehdîde li ser yekbûna axa Komara Tirk, divê em Başûrê Kurdistan hilweşînin.

Vêca Receb Tayîb Erdoĝan dibêjê „Serokwezîrê Komara Tirk ne bêşeref(şerefsiz) e. Ji bo vê gotinê ez di xwazim çend pirsan ji Serokwezîrê Tirkan û berpirsîyarên dewletê bikim:

1-Gelo ma Kurdkûjî, asîmilekirin, inkarkirin, heqaret, zilim û bi zilmê ji jîyanê feraxetkirina gelê Kurd karê bêşerefîyê ye an şeref e?

2-Pêşbirkgirtina dewletbûna 50 mîlyon gelê Kurd bêşerefî(şerefsizî) ye an şeref e?

3-Bombebarankirina ser axa azad a Başûrê Kurdistan ko jin zarok kal heywan jî ketin ber bombebaranê, bêşerefî(şerefsizî) ye an şeref e?

4-Di bombebarankirina Başûrê Kurdistande sifîl, heywan hatin kûştin, mekanên meskûn hatin wêrankirin û hewe dîsa digot „Gûnd nehatine bimbebarankirin, sifîl û heywan nehatine kûştin“ ma ev daxwîyanî bêşeref(şerefsizî) î bû an şeref bû?

5-Teqîna Amedê ko kî kiribê ez şermezar dikim. Lê dîsa jî dewleta dagirker jê berpirsîyar e. Teyib Erdoĝan hewe bi fermana fermî êrîş berda ser başûrê Kurdistana azad û hewe sifîl, heywan Kûştin, gûnd dane wêrankirin, xelkên sifîl, jar û perîşan di vê jivistanêde dane berederkirin. Gûndên bombebaranbûn gûndên Kurda bûn, heywan heywanên Kurda bûn û kesên ko hatin Kuştin hemû jî Kurd bûn û axa ko hat bimbebaran kirin jî axa Kurda bû. Bi fermî hewe xwe bi Kûştina Kurda di pesinand. Vêca niha li Amedê weke ko hûn gelek ji Kurda hes dikin xwe didin nîşandan. Vêca ma ev rewş a bêşerfîyê (şerefsizîyê) ye an şeref e?

6-Tayib Erdoĝan gelo çima te got „Serokwezîrê Komara Tirk ne bêşeref(şerefsiz) e“?

…………………………………………?

Sofî Teyîb Erdoĝan hûn baş dizanin ji wexta Împêratorya Osmanî, damezrandina Cimhûryeta Tirk heya îro xwestin û sîyaseta hukumdarî-rêvêbirina sereke bûwe ko bi planên cida cida welat û gelên dibin dagirkerîya Tirko de ji dîrokê rakin, tinebikin, bibin xwedîyê ax û ava wan. Lê dîsa jî dagirkeran nekarîye di tinekirina gelê Kurd û Kurdistande bi serbikevin û wê biser nekevin jî………………

Roma Reş ji bo gelê Kurd tinebikê ji Siltanên Osmanlî bigire heya Serokkomar, Serokwezîrên  Cumhurriyetê ,………Çep û rastên wan hemûyan çi ji destên wan hatîye hemû plan û xap ceribandin e lê nebûwe serketin.

Hemû meremên dagirkerên Tirk bûye Tirk kirina gelê Kurd û Kurdistan. Lê heyhat e.

Vêca niha li dijî gelê Kurd û Kurdistan Serokwezîr Recep Tayib Erdoĝan derketîye ser sehnê. Bi rêya olî û sextekarîyan heroj dibêjê „ Yek dewlet, yek netewe û yek al“

Lê Tayîb Erdoĝan jî bi inkarê, tinekirinê, asîmîlasyonê, zilmê, zorê, tirsbelavkirinê û bi terora dewletê nikarê bi serkevê.

Hûn bi xwazin û nexwazin gelê Kurd wê di pirsgirêka xweya neteweyî û dewletbûnêde biserbikevê……...05.01.2008

M. Şerif  MÜŞTAK

Serif.muestak@gmx.de

KÛRTOK: Di destpêka vê sala 2008 de , Ji alîyê Tirkoyê faşîstve Başûrê Kurdistan hat bimbebaran kirin, cejna Qûrbanê bû, cejna Êzîbû, 03.01.2008 li Amedê bombe hatin teqadin û îro 05.01.2008 rojbûna mi jî bû. Lê dikarim bibêjim ji bo gelê Kurd wê xweşî û nexweşî bi hevre bidomin heya roja azadîyê. Yek gotin heye berxwedan jîyan e….. 
Serif.muestak@gmx.de 
 

 

Zum Seitenanfang

 

Ji binemala Mîr Bedirxan, Kamil Mûştak Ji Jîyanê Barkir!

 

M.Serif MÜSTAK

Kamil Mûstak wextekê kûrtbû nexwes bû, di halekê tengde li berxwedida. Di doza gûndê Cinibrê`de ji 4 kesan, kesekî herî giringbû, zor-zilim û bûyerên hovaneyên ko dîrokên salabû li ser gelê Kurd di Kurdistanêde dihatin kirin cara yekemîn anîbû ber deryê dadgehên Ewrûpa yê û bi serbilindî di dozêde bi serketibû. Ew doz li pêsya zilma Roma Res bibû astengek û bibû rûresîyek mezin ji bo dagirkerên Kurd û Kurdistan ê.
Kamil Müstak di sala 1938 de li gundê MÎR BEDIR-XAN liser axa bav û kalên xwe ko girêdayî bi CIZÎRA-BOTA ve ye li CINIBR (Yesilyurt) ê hatibû jîyanê. Ji bav û kalên xwede li xwe bixwedîn e, ji binemala MÎR BEDIR-XAN e.
Kûrê SADIQ`ê Evdile-Xan`ê Teter-Xan`ê Mikayil`ê Seid-Xan`ê ……Evdile-Xan(Ebdul-xan) e. Evdile-Xan bavê Mir Bedir-Xan e ew jî kûrê Mustafa-Xan e, …..Emîr Mihemed-Xan ê kûrê Emîr Seref-Xanê ewil e.
Sadiq di sala 1890 ande li ser axa bavûkalên xwe li CINIBRÊ hatibû jîyanê. Bavê wî 14 jin anîn ew kûr bi tenê hebû. Di sala 1976 / 09 / 16 de li CINIBRÊ li ser axa kalên xwe ji jîyanê bar kir.
Gelek caran bibû firar, mehkûm û girtîyê Romares. Gelek wêne û belgeyên malbatê liba wî hebûn. Wexta sala 1938 pistî soresa DÊRSIMÊ hatibû girtin, pîrka mi Heznî ji bo ew belge nekevin dest dewletê sewitandi bûn.
Têkilîyên bapîrê mi Sadik û pismamê wî Bedî ê Teter-Xan bi Pismamê wan Celadet Emîn Alî Bedir-Xan û birayê wî Kamuran Bedir-Xan re jî her hebûn.
Wexta ko dewleta Surî di dest Firingse de jî bapîrê mi û pismamê wî Bedî mehkumbûn liba Firingse bûn. Bedî tevlî serhildana SÊX SEÎD jî bibû.
Bapîrê mi û Sêx Ebdirrehmanê Garisî hevdîtin kiribûn hinek belge di nav belgên wide sewitî bûn. Têkilîyên wî bi Barzanî re jî xwes bûn, çend caran kara xwe kir ko bi rêya Qadowê Îsa herê ba Mistefa Barzanî lê pêknehat û heya ji jîyanê barkir ma kûl pêre. Qadowê îsa ji mire jî gelek caran digot.
Her wextî keder û kûlên bapîrê mi serhatîn, serborîn û serketinên malbata wî Mîr Bedir-Xan bûn û pir hesasbû, bi  nava gûnd diket sekir didan zarokan di got  ev zarok pêseroja me ne”. Bi mere dirûnist behsa dijminê Kurd û Kurdistanê dikir, zerer zîyanên dayîn   malbatê sîrowe  dikir.
Hercar di xilaseka axiftinên xwede di got ”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost”
Ticara bêçek û sileh nedima, ko bi kûderêve biçûwa xencera wî di berwîde bû, tivînga wî her wextî hebû. Ji bo hayên me ji me hebê liser dijmin gelek di sekinî, …….pir cida cida sîret dikirin.
Ko dima bi tenê jî dest bi sitranên ko di koçka bavûkalan de hatibûn gotin distirand. Ez pistî ko bi dotmama xwere zewicîm li ba bapîrê xwe bûm. Dengê wî gelek xwes bû, sitranên wî kevin bûn, ne di xwest kes dengê wî bike û berxweketî bû. Mi xwe xalî dikir gûhdar dengê wîyê zîz ko tijî kûl û kederên malbata wîya giranbiha dikirin.
Pistî sirgûna malbatê kesên ko ne dilxwazên mebûn di gotin “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”
Bi taybet wexta Mistefa Kemal, Ismetê Ker û ko sîyaseta sosoyalîstan derket bi hênceta sîyaseta karker û sîyaseta dagirkeran firseta êrîsan liser binemalên weke malbata me giranbiha, welatparêz, neteweperwer bêhtir çêbûn û dagirkeran ji vê gelek feyde didîtin. 
Bapîrê mi Sadiq 4 kûr û 2 keç hebûn, Ebdurrehman kûrê mezinbû, bi nave Ebdirrehman Alî Bedir-Xan hatibû bi nav kirin, 19 salî zewicî pistî 2 heftan bêwêrt  ji jîyanê barkir, nihajî birayê mi yê mezin bi wî hatîye bi nav kirin. Navên binemala me bi teybet navên malbatê ne. Ramazan niha meznê malbatê ye, 6 kûr û 3 keç hene, ez jî kûrê didowa me.
Kûrê sisêya Silêman e, 7 kûr û 4 keç hene.
Nurê ya çaraye, 22 salî ji jîyanê barkirî ye, bi navê Miheme Nurî kûrek hebû û bi encama sîyasî Roma Res ew di sala 1983 / 09 / 16 de di sînorê Tirka û Surî de li gûdê Baziftê sehîd kir. Keça mamê mi Kamil Nurê bi wê hatîye bi navkirin û bermalîya min e.
Hibab ya pence ye, 13 salî bêwêrt ji jîyanê barkirîye û xwîskek mi bi wê hatîye bi navkirin.
Kamil MÜSTAK kûrê herî  kiçik bû, 4 kûr û 4 keç hene. Kesekî weke  hemû endamên malbatê xwedî soz bû, li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî xwedî kîn û inyad bû. Ticara kêmasî li welatparêzîya xwe nedikir, nerazîbûna xwe li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî eskere dikir.
Bi dehên cara hate girtin xwe bi qarekter û serefa xwe di parast. Wexta ko dijminan ew digirt ji bo girtîyan jî dibû sebir û cesaret.
Mam û xezûrê mi bû, ko çiqas dijmin li mi di gerîya, wexta ko ez bi dest  dijmin neketam, gelek kes ji malbatê û gûndîyan jî di hatin girtin, lê mamê mi Kamil girtîyê bê dor bû.
Kamil Müstak ji alîyê dagirkeran ve weke kesekî xwedî welatparêz û soresger dihat naskirin.
Ji  sala 1959 û pêde hevalbend û dilxwazê Barzanîyê nemir bû. Di salên 1959 de li Cinibrê bi komeke kêmkes “Newroz” bi Find û çira pîroz  dikirin.
Ji xizmeta welatê xwere her  wextî amade bû, rihsivik  bu. Bi mire gelek  xizmet kirin, bêdengbû sirên xwe ji kesîre iskere nedikirin.
15  sala berpirsîyarîya malbatê kir, di  nava gûnd de li hemberî serokê qisla  leskerê Tirk derket. Pistre Ebdirrehmanê kûrê Eshed Alî Bedir-Xan  ew  serlesker kûst û çû ket nav hêzên pêsmergên Bazanîyê nemir de.
Zilma ko dîrokên salabû bêdeng li ser Kurd û Kurdistan dihate kirin bi bûyera gûndê Cinibrê  cara  yekemîn hate berdestê dewletên YE, cîhanê û cîhan bi  bûyerên li Kurdistanê dibûn di ware fermîde hate sîyarkirin û nêrînek nûjen bi Ewrûpîyan re çêbû. 
Di vê berxwedanêde mamê mi Kamil ji 4 kesan, kesê herî giring bû, sas nebû, li serxwe sekinî bû, mi çi bida pêsya wî ko bi mirina wî jîba dikir.
Kamil Müstak di piçûkayîya xwede dijmin naskiri bû , ji dijminê Kurdistan û gelê Kurd bi inyat bû, perwerde, terbîya neteweyî ya  bav û kalan bû.
Roja ko buyera Cinibrê bûyî mi mamê xwe û 2 kes vexwendinî ba xwe kiribûn, mi xwest ko doz werêvekirin. Lê mamê mi Kamil bênîqas, bi cesaret, bi bawerî li pist mi  sekinî û gav neda pas.
Roma Res çiqas xwest ko zilim û leyîstokan bikê jî, lê bawerîya bi mamêmire heyî nehist  ko dijmin karibê bi serkevê.
Bêsik zor û zehmetên hemû kesên ko ketine ber êrîsa  dijmin hene, lê mamê mi Kamil malbata xwe, serefa gelê xwe parast, daw û tîlên dijmin bi serê dijminde kir û dijmin histe bê sitar. …Rupelek di dîroka gelê Kurd û Kurdistande vekir.
Silehjorekî bas jî bû, çekhilgir bû, nîsanvan bû,  weke baw û kalên xwe ji nêçîrê û seydê jî hesdikir.
Ji bo malbata xwe, mervatî û dostên malbatêre jî qedirnas bû, bi sîyanet bû û kiçikmirov bû.
Lê ko ez çiqas wî sîrove bikim jî roja înê 2007.12.07 di seet 17.00 de li ser axa bavûkalên xwe li Cinibrê-Cizîra Bota ji jîyanê barkir.
Ez hêvîdarim ko herkes li dijî dijminê xwe, li serxwe sekinîbê, ji tirsaxwe liber lingên dijminê Kurd û Kurdistan xwe nizim nekê û xwe netewînê.
Mamê hêja mi roja 2007.12.03 di seet 13.00 an de ji Traspolî-Moldawya ji cenabê tere telefon vekiribû, me bi dirêjayî xeberdabû. Te gotibû “Ez ji te gelek razîme, ti cihê xwe dadigrî û her wextî ji te bawerim. Lê emanet tifaq, ko kîjan kes ji malbata me tifaqê xirabikê û rêzê ji tere negrê, ez wî azanakim.”
Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim, ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn biskihin. Ez hêvîdarim ko ti qewîtîyên xwe li hemû kesayetîyên zarowên xwe û hemû malbatê jî bikî.
Tistên ko cenabê te ez agahdarkirime, cenabê te hemû kirî ye. Ez hêvîdarim ko kes wesêtên cenabê te neskênê.
Mamê hêja mi her wextî ji tere  rêz girtî ye, ez dîsa ji cenabê tere rêzdarim û rêzdigirim. Ez ji Xwidayê alemê ji tere rehmê dixwazim, cihê te Cinet û bihest bê.
Bila ti di mekanê xwede liba hemû kesên ko ji malbatê ji jîyanê barkirîn bi me pistrast bin, emê te ji bo xwe mînak bigrin û te serbilind bihêlin.
Emê ji bo gelê xwe û welatê xwe, emê xizmeta xweya neteweyî û tifaqa malbatê bi domînin bi serfirazî. Emê li berxwe bidin ko em her ferdek bibin weke bapîrê xwe Mîr Bedir-Xan.
Xwida sebrê bidê hemû zarokên te û hemû malbata teya giranbiha ko gelek bi rûmet e. Ti di mekanê xwede bi rihetî binive, bila çavên te nemînin li pist te û bi xatirê te me hemûyan aza bike mamê hêja.
Bremen- Alamanya, 2007.12.07
 M.Serîf Mûstak 
Serif.muestak@gmx.de 
 
 

Zum Seitenanfang

 
KURDINO HÛN DIBÊJIN AŞITÎ LÊ DIVÊ EM BI QÎRIN!  

M.Serif MÜSTAK

Daxwaza aşitîyê ne gotin tenêye û xebata aşitîxwaz jî ne bi bê dengîyê ye. Gotin û xebata bêdeng, zincara mejîyê tevgera sîyaseta Kurdistanî û Kurdawerîyê ye. Piştî 12 Êlûn 1980 yê egera lewazketina hestê Kurdistanî û Kurdewarî yek jê ev e. Hest û mejîyê Kurdistanî weke dara bê av maye.

Ji derveyî tevgera PKK hemû rêxistinên Kurdistanî dibêjin „Ne wextê şer e“ lê kar û xebatên wan bi gelenperî bûwe gotin û xebata aşitîxwazîya wan jî bûwe bêdengî tenê.

Vê yekê ji bo dijmin firseteka baş çêkirî ye, şûrê dijmin liser gelê Kurd tûjtir kirî ye û şaşîyên PKK weke rastbin, bi girsa gel tên pejirandin mejîyê Kurdistanî hêdî hêdî ketîye ber mehkûmkirin ê.

Coxrafya „Başûrê Rojavayê Kurdistan“ a herî kiçik e, bi hejmara Kurdan jî a herî hindikhijmar e, rejîm ti firsetan jî nadê, lê dîsa jî di rêya xebata aşitîyanere heya ji wan tê li berxwe didin. Kurdên bakûr hêjî weke di xewêde bin deng jî naçê gûhên wan. Girsa gelê dagirkeran li dijî Kurda li hemû Anatolyayê û cîhanê himhim ji wan tê, tipilkên tifa wan dîwar hemû lehibandin, herêma azad ketîye ber êrîşên Roma Reş ko hilweşînin, wilo jî Kurd bêdengin. PKK hêjî ji bo serokê xwe tenê meşan li dar dixê.

Gelo piştî ko PKK çek deynê jî hûn ne amadene di kolan û meydanên Kurdistanê de bikin qîr, hewar, bibê gûme gûme lingên ciwan û welatparêzan, bê tirs bidin ser debabe û topên dagirkeran, ko bikin dijmin ji çekên di dest wande fedî bikê, bikin dijmin dest li ber Kurda deynê serê xwe nivz bikê?

*                       *                         *                        *                          *                       *

Berî şerê Iraqê di rêberîya Roma Reş Tirko de „Platforma  Dewletên Cîranên Iraq (PDCI)“ (Iraka Komşu Devletler Platformu) ê hate avakirin. Avakirina vê platformê, nerihetîya dewletên herêmê û bi taybet a dewletên cîranên Iraqê 2 sersebebên wêyên girin hene.

1-Tehloka ji bo rejim û sîstemên dewletên rojhilata navîn û qetkirina axa Ereb.

2-Tehloka berterefkirina dagirkerên Kurdistanê û kiçik kirina dewletên dagirker.

Wexta PDCI hatibû avakirin DYA gelekî nerazî bibûn û ticara beşdarî civînên platforma wan jî nedibûn. Lê dîsa ew platform heya niha berdewam e û gelek balkêse ko cara yekemîne DYA beşdarî civîna 10 yemîn a PDCI (Platforma Dewletên Cîranên Iraq) dibin.

Hin dibêjin DYA di şerê Iraq de ketîye tengasî yê. Ji bo derkevê ferehîyê li dostan digerê.

Ma Tirkîye, Israil, Ordin, Misir, Suudî Erebîstan ne dostên DYA yên sitratejîn e?

Bêşik ev dewlet hemû jî dostên DYA yên sitratejîn e, lê sersebeba nerazîbûna wan, proja sîyaseta DYA ya li ser gelê Kurd, Kurdistan e û herêma Rojhilata Navîn e.

Di xîyala dewletên cîranên Iraq de projeya DYA ya ji bo „Rojhilata Navîn“ dagirkirina Kurdistanê bi dawî dikê û gelê Kurd dibê xwedîyê dewleteke serbixwe û azad.

Dewletên Ereb û gelên Ereb jî di bêjin „Iraq dewleteke Erebî ye, axa Ereb e, serxwebûna gelê Kurd axa Ereb qet dikê. Rejîmên Ereba ketine nav tehlokê“

Ji bilî Israil û dewleta Federe ya Kurdistan hemû dewletên „Rojhila Navîn“ li dijî projeya sitratejîya DYA ne. Ji dûrve miho dibêjê qey dijminê DYA yêne lê nerast e, jîyana wan bi DYA ve girêdayî ye.

 Hemû dagirkerên Kurdistanê û serokê PKK damezrandina dewleteke Kurd a serbixwe Israila didowan û netewperest dibînin û bi tûndî red jî dikin. Ev sîyaseteke pir xirab e.

 Di vî warîde PKK arîkarîya dewletên dagirkerên Kurdistan, rejîmên dewletên herêmê, xirabkirina hestê Kurdistanî û Kurdewarî dikê. Gelê Kurd ji damezrandina dewleteke serbixwe û azad dûr dikê.

*                           *                         *                             *                            *

Mebesta mi di Rohilata Navîn de dewleta Tirk, Iran, Surî û hemû dewletên Ereb ji bo berjewendîyên xwe di karin bi hevre aqtîf kar bikin sîyaseta gemar bi hevre gûr bikin. Pêwistbê bi hevre li dij gelê Kurd şer bikin û tevgera Kurd bi xwînê bi gewilînin.

Ez jî di pirsim, PKK bivê û nevê wê çek deynê û şer jî bi sekînînê. Ev dîrokek sale derdorên ji derveyî PKK tenê bi gotin, daxwaza xebata sîyasî û aşitîyane dikin.

Lê bêdengin, bê xebatin, bi taybet tevgerên bakûr ji bo ne hilweşin xwe bi propaxanda destketîyên neteweyîyên li başûrê Kurdistan diparêzin. Bê şik divê em piştgirîya axa azad kirî bikin, sênca destketîyên neteweyî bin bi canê xwe em sênc bikin.

Lê gelo heya niha hewe karîye bi hevre di rêya aşîtîyanede mafekê xweyê demoqratîk jî hûn bi kar bînin, meşeke weke meşan bidin kirin, ko bandora mejîyê Kurdistanî derkevê pêş?

Coxrafya „Başûrê Rojavayê Kurdistan“ a herî kiçik e, bi hejmara Kurdan jî a herî hindikhijmar e, lê dirêya xebata aşitîyanere heya ji wan tê li berxwe didin. Lê Kurdên bakûr hêjî weke di xewêde bin deng jî naçê gûhên wan.

Gelo piştî PKK çek deynê hûn amadene di kolan û meydanên Kurdistanê de bikin qîr û hewar, bibê gûme gûme lingên ciwan û welatparêzan, bê tirs bidin ser tang û topên dagirkeran û ko bikin dijmin ji çekên di dest wande fedî bikê bi fedî kirin bikin dijmin dest li ber Kurda deynê?

Mehmet Şerîf MÜŞTAK

Serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
 
   

M.Serif MÜSTAK

JI BINEMALA MÎR BEDIRXAN KAMIL MÜŞTAK LI BERXWE DIDÊ!

03.12.2007

Kamil MÜŞTAK nexweşe, di halekê tengdeye li berxwe didê. Di sala 1938 de li gundê MÎR BEDIR-XAN ko girêdayî bi CIZÎRA-BOTA veye li CINIBR (Yeşilyurt) Ê hatîye jîyanê.

Esîlzade ye, ji binemala MÎR BEDIR-XAN e. Kûrê SADIQ`ê Evdile-Xan`ê Teter-Xan`ê Mikayil`ê Seid-Xan`ê ……Evdile-Xan`e. Evdile-Xan bavê Mir Bedir-Xan`e.

Sadiq di sala 1890 ande li ser axa bavûkalên xwe li CINIBRÊ hatibû jîyanê. Bavê wî 14 jin anîn ew kûr bi tenê hebû. Di sala 1976/09/16 de li CINIBRÊ li ser axa xwe ji jîyanê bar kir.

Gelek caran bibû firar, mehkûm û girtîyê Romareş. Gelek wêne û belgeyên malbatê liba wî hebûn. Wexta sala 1938 piştî şoreşa DÊRSIMÊ hatibû girtin, pîrka mi Heznî ji bo ew belge nekevin dest dewletê şewitandi bûn.

Têkilîyên bapîrê mi Sadik û pismamê wî Bedî ê Teter-Xan bi Pismamê wan Celadet Emîn Alî Bedir-Xan û birayê wî Kamuran Bedir-Xan re jî her hebûn. Wexta ko dewleta Surî di dest Firingse de jî bapîrê mi û pismamê wî Bedî mehkumbûn liba Firingse bûn. Bedî tevlî serhildana ŞÊX SEÎD jî bibû.

Bapîrê mi û Şêx Ebdirrehmanê Garisî hevdîtin kiribûn hinek belge di nav belgên wide şewitî bûn. Têkilîyên wî bi Barzanîre jî xweş bûn, çend caran kara xwe kir ko bi rêya Qadowê Îsa herê ba Mistefa Barzanî lê pêknehat û heya ji jîyanê barkir ma kûl pêre. Qadowê îsa jî ji mire di got.

Her wextî keder û kûlên bapîrê mi serhatîn, serborîn û serketinên malbata wî Mîr Bedir-Xan bûn û pir hesasbû, bi  nava gûnd diket şekir didan zarokan di got  ‘ev zarok pêşeroja me ne”. Bi mere dirûnişt behsa dijminê Kurd û Kurdistanê dikir, zerer zîyanên dayîn   malbatê şîrowe  dikir.

Hercar di xilaseka axiftinên xwede di got ”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost”

Ko dima bi tenê jî dest bi sitranên ko di koçka bavûkalan de hatibûn gotin distirand. Ez piştî ko bi dotmama xwere zewicîm li ba bapîrê xwe bûm. Dengê wî gelek xweş bû, sitranên wî kevin bûn, ne di xwest kes dengê wî bike û berxweketî bû. Mi xwe xalî dikir gûhdar dengê wîyê zîz ko tijî kûl û kederên malbata wîya giranbiha dikirin.

Piştî sirgûna malbatê kesên ko ne dilxwazên mebûn di gotin “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”

Bi taybet wexta Mistefa Kemal, Ismetê Ker û ko sîyaseta sosoyalîstan derket bi hênceta sîyaseta karker û sîyaseta dagirkeran firsetên êrîşan liser binemalên weke malbata me giranbiha, welatparêz, neteweperwer bêhtir çêbû û dagirkeran ji vê gelek feyde dîtin.   

Bapîrê mi Sadiq 4 kûr û 2 keç hebûn, Ebdurrehman kûrê mezinbû, bi nave Ebdirrehman Alî Bedir-Xan hatibû bi nav kirin, 19 salî zewicî piştî 2 heftan bêwêrt  ji jîyanê barkir, nihajî birayê mi yê mezin bi wî hatîye bi nav kirin. Navên binemala me bi teybet yên malbatê ne. Ramazan niha meznê malbatê ye, 6 kûr û 3 keç hene, ez jî kûrê didowa me. Kûrê sisêya Silêman e, 7 kûr û 4 keç hene. Nurê ya çaraye, 22 salî ji jîyanê barkirî ye, bi navê Miheme Nurî kûrek hebû û bi encama sîyasî Roma Reş di sala 1983/09/16 de ew di sînorê Tirka û Surî de li gûdê Baziftê şehîd kir. Keça mamê mi Kamil Nurê bi wê hatîye bi navkirin û bermalîya min e. Hibab ya pence ye, 13 salî bêwêrt ji jîyanê barkirîye û xwîşka mi bi wê bi nav bûwe.

Kamil MÜŞTAK kûrê herî  kiçike, 4 kûr û 4 keç hene. Kesekî weke  hemû endamên malbatê xwedî soze, li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî xwedî kîn û inyade. Ticara kêmasî li welatparêzîya xwe nekir ye, nerazîbûna xwe li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî eşkere dikir. Bi dehên cara hate girtin xwe bi qarekter û şerefa xwe di parast. Wexta ko dijminan ew digirt ji bo girtîyan jî dibû sebir û cesaret.

Mam û xezûrê mi bû, ko çiqas dijmin li mi di gerîya, wexta ko ez bi dest  dijmin neketam gelek kes ji malbatê û gûndîyan jî di hatin girtin, lê mamê mi Kamil girtîyê bê dor bû. Ji alîyê dagirkeran ve weke kesekî xwedî welatparêz û şoreşger dihat naskirin.

Ji  sala 1959 û pêde hevalbend û dilxwazê Barzanîyê nemir bû. Di salên 1959 de li Cinibrê bi komeke kêmkes “Newroz” bi Find û çira pîroz  dikirin.

Ji xizmeta welatê xwere her  wextî amade bû, rihsivik  bu. Bi mire gelek  xizmet kirin, bêdengbû sirên xwe ji kesîre işkere nedikirin.

15  sala berpirsîyarîya gûnd kir, di  nava gûnd de li hemberî serokê qişla  leşkerê Tirk derket. Piştre Ebdirrehmanê kûrê Eshed Alî Bedir-Xan  ew  serleşker kûşt û çû ket nav hêzên pêşmergê Bazanîyê nemir de.

Zilma ko dîrokên salabû bêdeng li ser Kurd û Kurdistan dihat kirin bi bûyera gûndê Cinibrê  cara  yekemîn hate berdestê dewletên YE cîhanê û cîhan bi  bûyerên li Kurdistanê dibûn hate şîyarkirin.

Di vê berxwedaanêde mamê mi Kamil kesê herî giring bû, şaş nebû, li serxwe sekinî bû, mi çi bida pêşya wî bi mirina wî jîba dikir, di piçûkayîya xwede dijmin naskiri bû , ji dijminê Kurdistan û gelê Kurd bi inyat bû perwerda bav û kalan bû.

Roja ko buyera Cinibrê bûyî mi mamê xwe û çend kes vexwendinî ba xwe kiribûn, mi xwest ko dawe bêvekirin, bênîqaş, bi cesaret, bi bawerî li pişt mi  sekinî û gav neda paş.

Roma Reş ko çiqas xwest teda, zilim û leyîstokan bikê jî, lê bawerîya bi mamêmire heyî nehişt  ko dijmin karibê bi serkevê.

Bêşik zor û zehmetên hemû kesên ko ketine ber êrîşa  dijmin hene, lê mamê mi Kamil malbata xwe, şerefa û gelê xwe parast, dawa dijmin bi serê dijminde kir û dijmin hişte bê sitar. …Rupelek di dîroka gelê Kurd û Kurdistande vekir.

Silehjorekî baş jî bû, çekhilgir bû, nîşanvan bû,  weke baw û kalên xwe ji nêçîrê jî hesdikir.

Ji bo malbata xwe, mervatî û dostên malbatêre jî qedirnasbû, bi sîyanet bû kiçik mirovbû  

Vêca niha mamê  mi Kamil nexweşe, di halekê tengdeye li berxwe didê. Ez hêvîdarim ko herkes li dijî dijminê xwe liser xwe sekinîbê, ji tirsa xwe liber lingên dijminê Kurdistan xwe netewînê.

Mamê hêja mi her wextî ji tere  rêz girtî ye, ez dîsa ji cenabê tere rêzdarim û rêzdigirim ez şefayê ji xûdayê alemê ji ter dixwazim ko ti dîsa di nav malbat û dostên malbatêde rûnî.

Xwida sebrê bidê hemû zarokên te û hemû malbata teya giranbiha ko gelek bi rûmet e.  

Traspoli  / Moldova, 04.12.2007

M. Şerif MÜŞTAK           

Serif.muestak@gmx.de 

 

Zum Seitenanfang

 
KURDINO HÛN DIBÊJIN AŞITÎ LÊ DIVÊ EM BI QÎRIN!  

M.Serif MÜSTAK

Daxwaza aşitîyê ne gotin tenêye û xebata aşitîxwaz jî ne bi bê dengîyê ye. Gotin û xebata bêdeng, zincara mejîyê tevgera sîyaseta Kurdistanî û Kurdawerîyê ye. Piştî 12 Êlûn 1980 yê egera lewazketina hestê Kurdistanî û Kurdewarî yek jê ev e. Hest û mejîyê Kurdistanî weke dara bê av maye.

Ji derveyî tevgera PKK hemû rêxistinên Kurdistanî dibêjin „Ne wextê şer e“ lê kar û xebatên wan bi gelenperî bûwe gotin û xebata aşitîxwazîya wan jî bûwe bêdengî tenê.

Vê yekê ji bo dijmin firseteka baş çêkirî ye, şûrê dijmin liser gelê Kurd tûjtir kirî ye û şaşîyên PKK weke rastbin, bi girsa gel tên pejirandin mejîyê Kurdistanî hêdî hêdî ketîye ber mehkûmkirin ê.

Coxrafya „Başûrê Rojavayê Kurdistan“ a herî kiçik e, bi hejmara Kurdan jî a herî hindikhijmar e, rejîm ti firsetan jî nadê, lê dîsa jî di rêya xebata aşitîyanere heya ji wan tê li berxwe didin. Kurdên bakûr hêjî weke di xewêde bin deng jî naçê gûhên wan. Girsa gelê dagirkeran li dijî Kurda li hemû Anatolyayê û cîhanê himhim ji wan tê, tipilkên tifa wan dîwar hemû lehibandin, herêma azad ketîye ber êrîşên Roma Reş ko hilweşînin, wilo jî Kurd bêdengin. PKK hêjî ji bo serokê xwe tenê meşan li dar dixê.

Gelo piştî ko PKK çek deynê jî hûn ne amadene di kolan û meydanên Kurdistanê de bikin qîr, hewar, bibê gûme gûme lingên ciwan û welatparêzan, bê tirs bidin ser debabe û topên dagirkeran, ko bikin dijmin ji çekên di dest wande fedî bikê, bikin dijmin dest li ber Kurda deynê serê xwe nivz bikê?

*                       *                         *                        *                          *                       *

Berî şerê Iraqê di rêberîya Roma Reş Tirko de „Platforma  Dewletên Cîranên Iraq (PDCI)“ (Iraka Komşu Devletler Platformu) ê hate avakirin. Avakirina vê platformê, nerihetîya dewletên herêmê û bi taybet a dewletên cîranên Iraqê 2 sersebebên wêyên girin hene.

1-Tehloka ji bo rejim û sîstemên dewletên rojhilata navîn û qetkirina axa Ereb.

2-Tehloka berterefkirina dagirkerên Kurdistanê û kiçik kirina dewletên dagirker.

Wexta PDCI hatibû avakirin DYA gelekî nerazî bibûn û ticara beşdarî civînên platforma wan jî nedibûn. Lê dîsa ew platform heya niha berdewam e û gelek balkêse ko cara yekemîne DYA beşdarî civîna 10 yemîn a PDCI (Platforma Dewletên Cîranên Iraq) dibin.

Hin dibêjin DYA di şerê Iraq de ketîye tengasî yê. Ji bo derkevê ferehîyê li dostan digerê.

Ma Tirkîye, Israil, Ordin, Misir, Suudî Erebîstan ne dostên DYA yên sitratejîn e?

Bêşik ev dewlet hemû jî dostên DYA yên sitratejîn e, lê sersebeba nerazîbûna wan, proja sîyaseta DYA ya li ser gelê Kurd, Kurdistan e û herêma Rojhilata Navîn e.

Di xîyala dewletên cîranên Iraq de projeya DYA ya ji bo „Rojhilata Navîn“ dagirkirina Kurdistanê bi dawî dikê û gelê Kurd dibê xwedîyê dewleteke serbixwe û azad.

Dewletên Ereb û gelên Ereb jî di bêjin „Iraq dewleteke Erebî ye, axa Ereb e, serxwebûna gelê Kurd axa Ereb qet dikê. Rejîmên Ereba ketine nav tehlokê“

Ji bilî Israil û dewleta Federe ya Kurdistan hemû dewletên „Rojhila Navîn“ li dijî projeya sitratejîya DYA ne. Ji dûrve miho dibêjê qey dijminê DYA yêne lê nerast e, jîyana wan bi DYA ve girêdayî ye.

 Hemû dagirkerên Kurdistanê û serokê PKK damezrandina dewleteke Kurd a serbixwe Israila didowan û netewperest dibînin û bi tûndî red jî dikin. Ev sîyaseteke pir xirab e.

 Di vî warîde PKK arîkarîya dewletên dagirkerên Kurdistan, rejîmên dewletên herêmê, xirabkirina hestê Kurdistanî û Kurdewarî dikê. Gelê Kurd ji damezrandina dewleteke serbixwe û azad dûr dikê.

*                           *                         *                             *                            *

Mebesta mi di Rohilata Navîn de dewleta Tirk, Iran, Surî û hemû dewletên Ereb ji bo berjewendîyên xwe di karin bi hevre aqtîf kar bikin sîyaseta gemar bi hevre gûr bikin. Pêwistbê bi hevre li dij gelê Kurd şer bikin û tevgera Kurd bi xwînê bi gewilînin.

Ez jî di pirsim, PKK bivê û nevê wê çek deynê û şer jî bi sekînînê. Ev dîrokek sale derdorên ji derveyî PKK tenê bi gotin, daxwaza xebata sîyasî û aşitîyane dikin.

Lê bêdengin, bê xebatin, bi taybet tevgerên bakûr ji bo ne hilweşin xwe bi propaxanda destketîyên neteweyîyên li başûrê Kurdistan diparêzin. Bê şik divê em piştgirîya axa azad kirî bikin, sênca destketîyên neteweyî bin bi canê xwe em sênc bikin.

Lê gelo heya niha hewe karîye bi hevre di rêya aşîtîyanede mafekê xweyê demoqratîk jî hûn bi kar bînin, meşeke weke meşan bidin kirin, ko bandora mejîyê Kurdistanî derkevê pêş?

Coxrafya „Başûrê Rojavayê Kurdistan“ a herî kiçik e, bi hejmara Kurdan jî a herî hindikhijmar e, lê dirêya xebata aşitîyanere heya ji wan tê li berxwe didin. Lê Kurdên bakûr hêjî weke di xewêde bin deng jî naçê gûhên wan.

Gelo piştî PKK çek deynê hûn amadene di kolan û meydanên Kurdistanê de bikin qîr û hewar, bibê gûme gûme lingên ciwan û welatparêzan, bê tirs bidin ser tang û topên dagirkeran û ko bikin dijmin ji çekên di dest wande fedî bikê bi fedî kirin bikin dijmin dest li ber Kurda deynê?

Mehmet Şerîf MÜŞTAK

Serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
AHÊ ROMAREŞ HILWEŞANDINA KURDISTAN E!  

M.Serif MÜSTAK

Hêrsbûna Romareş li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kişînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan bişkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leşker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin.

Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta şer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareş pirsa Îraqê û Kurdistanê  ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêna herêma Kurdistanê ya stratejîk e.

Bremen / 19.10.2007 / Serokwezîr Erdogan dibêjê „Di kûdêrere zirav dibê bila di wire bi qetê, emê bi kevin nav axa Kurdistana azad, em ji hesab û danêre jî amade ne“.

Bi vê mebestê Meclisa Tirk ji bilî 19 dengan, bi 507 dengan piştgirî ji nîjadperestîyêre kir û ji bo têkevê axa herêma Kurdistana azad li dij gelê Kurd biryar wergirtin.

Gotinek ya bavûbapîran heye: Di bêjin “Ko hilweşandina Morîyê tê, çengên wê çêdibin” Rewşa dewleta Romareş jî dişibê vê kevnegotina bavûbapîran.

Kurd, Emerîqan, Alman, Ingilîz,,,,,,,,, Rûs û hw ko kî pozitîf di derheqa Kurdande bi axivê, zilma ko Tirk li Kurdan dikin ne pejirînin, Romareş wê got ew PKK ne.

Niha jî kî dibêjê Romareş hûn nikarin bi Kevin Kurdistana azad, ne ji mafê heweye, ji wanre dibêjin “Ew PKK ne hevalbendîya PKK û terorîstan dikin”.

Ma weye kî hevalbendîya Romareş nekê, rexne bike ew PKK ye, piştgirîya PKK û terorîsta dikin? Gelo Romareş ma te çi ta di navbera xwe û gelê Kurdde neqetayî hiştin e?

Wêca ez Romareş ne ko tenê rexne dikim, ez Komara bêbavê Kemal bi wan êrîşên bêhempa ko liser gelê Kurd-Kurdistanê dikê, bi tûndî tawanbar dikim û tif jî dikim serû çavên vê komara rûreş ko herwextî destê wê di nav xwûna gelê Kurd û Kurdistande ye.

Îro rojeke tenge lê pêşî fereh di xwîyê. Bila hemû Kurd weke mi tif bikin nav serûçavên komara Kemalê bêbav ko li ser bingeha inkara gelê Kurd-Kurdistan hatîye damezrandin. 

Ji Tirka weye ko Kurd Kurdên berêne, rewşa Kurda weke heyamên borî ye. Di fikirin ko Kurd li bendêne hema baş-xirab ko radyo an şaşa televîzyonekê nave Kurda bi kar bînê. Nizanin ko Kurd xwedî serwerî û berpirsîyarîya sîyasî ne. Tirk hêjî napejirînin ko di rojhilata navînde Kurd ketine nav hemû hisab-kîtab û biryarên hemû cîhanê de.

Biryara Meclisa Tirk biryareke bê hempa û bêhesab e. Kurd di karin li dij wê biryara ji bo imhakirina gelê Kurd, di warê sîyaseta navxweyî û sîyaseta dîplomasîde encamên baş bi dest bêxin. Pêwistîya sîyaseta biratî, Kurdistanî derkevê pêş û wext dîsa neborê.

Rizqên biryara Meclisa Tirk ji feydê wan bêhtirin. Li dij vê Kurd di Karin berjewendîyên xweyê Milli-Neteweyî, dîplomasî pêşde bibin û pêşya sîyaseta Kurdistanî baş fereh bikin.

Bi bawerîya mi Romareş rê liber yekitîya neteweyîya gelê Kurd da vekirin. Bila ti rêxistin, şexsîyên Kurd nebin sersebeba vê firsetê ji dest gelê Kurd derkevê. Bila em firsetê bidin hev di şaşa televîzyon, Radyo û rojnameyande karibin baş nîqaşan bikin li hev bigerin, bi hev bi şêwirin û rê li mejîyê Kurdewarî- Kurdistanî bidin vekirin enîyek ava bibê. Ev ji bo hatina jîyana zarok û nevîyên gelê Kurd e, rê lêgirtina êrîşên hovane ya Romareş e.

Bila fikir û ramanên cida cida ne sersebeba ji hev dûr ketina yekîya Kurdistanî-Neteweyî bê. Ji bo berjewendîyên neteweyî wextê li hev rêzgirtinê hatîye. Proja sîyaseta PKK moral da dijmin, li ser gelê Kurd bêhtir kirîye êrîşkar. Pêwiste PKK vê di ber çavre derbas bibê

Ev nêrîna mi ji bo berjewendîyên gelê Kurd e. Ko xeta Kurdistanî derkevê pêş morale dijmin wê hilweşê, moralê Kurdistanî wê derkevê pêş. Hingî wê kevir û kûçên Kurdistanê jî dijmin nehewînin, gel wê ji hemû bedelanre amade bibê.

Bê şik û şibhe gel ji hemû fedekarîyanre amadeye, lê morale Kurdewarî- Kurdistanî û millî ji bo gelê Kurd gelekî giringe. Divê kes nebêjê ev kopalê min e. Divê herkes bibêjê eva ez û bi kopalê xweve ji bo yekîtî biratî û berjewendîyên Kurdistanî li hemberî dijminê Kurd-Kurdistan amade me. Herkes bi yek dengî bibêjê “Bijî serkirdayetîya sîyaseta Kurdistan”

Ji bo miho karibê naveroka vî karî dagirê ”Bedel wê çibin?”

Ma ji bo Kurdistanek azad û serbixwe hijmara şehîdan hindiktir bibin an gelektir?

Jibo sîyaseta navxweyî û dîplomasî xwirttir bibê an lawaztir?

Ma xwisara aborî, şer û dijîtîya navxweyî nebes e, ma çi pêwistî pêheye kû Kurd bêhtir bibin perçe, di nav xwede terorê bikin, ji hev bi tirsin hev xencer bikin û qet bibin?

Ma piştgirtin û arîkarîya aborîya ko gel dikê jibo dijminatîya navxweyî û qet kirinê ye?

Ma ko tevgera neteweyî van kêmasîyan nekê YE, DEY û hemû cîhan wê li Kurda bêhtir pozitîf nenêrin?

Ji ber van nexweşîyên navxweyî ma wê heya kengî Kurd bindestbin û aborî wê di tinebûnêde bimînê?

Dilêş û kina ko van rojan di dilê mede gihaye herî qada bilind û bi mire pirskirina van pirsa derxist pêş. Hevîdarim ko ev pirs pirsên hemû welatparêzên Kurd bin

Em tev bi kûl û kederên “Yekîtîya Neteweyî” ne, lê em herkes xwe ji kêmasî û şaşîyên rêxistina xwere navmil nivzîyan dikin, zerer zîyanê didin Mejîyê Kurdistanî û Kurdewarî gelo çima?

Wexta ko şerê Kendavê derketî hingî roj roja “Yekîtîya Netewî” bû gelo çima bi paş dikevê?

Gelo ji wexta “Şerê Kendavê” û virde Kurda çend şervan ji hev raxistin ma hêjî nebesê?

Bila hemû welatparêz û sîyasîyên Kurd şewqa xwe danin ber xwe pirsa ji xwe bikin çima?

Weke korê di şeva tarîde li Tirka hatîye. Şer ji Iraq xilas dibê ew di xwazin ji nûve şer têxin nav xaka Kurdistana azad, bi mebesta PKK Kurdistana azad hilweşînin.

Tirk di fikirin menfîeta wan di şerê Kurdistana azadde heye. Na fikirin ko herin şerê Kurdistana azad wê bibin sersebeba damezrandina “Kurdistana mezin”. Divê em hemû li dij Romareş bi madî û manewî ji hemû bedelanre amade bin.

 

Em yek netewene zerer zîyan, êş û jana dilê me yek e. Di van rojên tarîde em bi hevre derkevin pêşberî dijminê gelê Kurd, pêşberî Artêşa Romareş  û sîyaseta wayan bi qirêj. Bila cîhan liserserê Romareş bi hejê. Em Kurdistana azad bi canê xwe sênc bikin.

Pêwiste hemû îcraat derkevin hole. Kî çi qewet hebê bi qeweta xwe derkevê pêşberî dijmin. Divê Kurdên bakûr li dijî êrîşên Romareş derkevin û di Anatolyayêde tiştên pêwist çine li gorî kiryarên dewleta hov Kurd jî dest bidin berxwe. Tirk di xwazin di Kurdistanê de çi bikin, bila Kurd jî di Anatolyayêde xwedî plan, sitratejî û hazirîyên praktîkî bikin.

Bi Kurtayî  Hêrsbûna Romareş li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kişînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan bişkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leşker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin.

Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta şer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareş pirsa Îraqê û Kurdistanê  ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêma Kurdistanê ya stratejîk e.  18.10.2007

M. Şerif MÜŞTAK

 

Serif.muestak@gmx.de

 

 

Zum Seitenanfang

 
PEYMANA LOZANÊ Û HILBIJARTINÊN 22 Ê TÎRMEHÊ!  

M.Serif MÜSTAK

Divê Kurd ji her wextê bêhtir zîrek û çakbin, li ser xwe sekinîbin, serborînên xwe yê xirab-baş di hema wextê de bi bîrbînin, karibin li gor nûbûna cihanê xwe bi gûherin û sîyaseta demê bi karbînin. Ev ji bo netewa Kurd, tevgera sîyaseta netewa Kurd dibê sênc û gelek êrîşên sîyaseta dagirkeran dikarê vale derxê. Ev nîşana civaka hişyar a Kurdewar û Kurdistanî ye.

Heya niha di vî warî de gelek kêmasî hebûn, lê niha Kurd ne weke çend salên berê  ji rojeva cihanê û bi taybet a Kurdistanê dûr û xerîbin. Nivîsadin, xwendina rojnama, internêt, temaşekirina Radyo û Televizyonan di nav gelê Kurd de baş bi pêşde çûy e. Ev jî cihê dil xweşî û şehnazîyê ye.

Mebesta min a jibo vê nivîsê malwêrankirina gelê Kurd a salvegera “Peymana Lozan” ê û hilbijartinên 22 yê Tîrmehê 2007 ko ketine di eynî wextêde ye.

Partîyên dagirker bi mebesta hilbijartinan dijminatîyek gelek xirab li ser gelê Kurd di meşênin. Hemû partîyên bi yek dengî êrîşî ser gelê Kurd dikin û bi taybet ji bo herêma azad hilweşînin, bi deh hezaran leşker anîne ser sînorên Kurdistana azad.

84 sal berê di 24.07.1923 „Peymana Lozan „ hate imze kirin „Peymana Sewr“ê ji halê da rakirin. Pêwiste ko gelê Kurd baş fêrî vê dîroka malwêrankirina gelê Kurd bibê û di 365-6 rojên salêde ticaran ji bîr nekin. Em bikin mamik, çîrok, serborîn, mejî hişyar kirina zarokên xwe, zerer-zîyanên Kurda bi vê peymanê çi çêbûbin bidin zanîn. Ji bo kû zarokên me jî di herikandina dîrokê de newin xapandin, careke dî ti tofanên weke „Peymana Lozan“ bi serê gelê Kurd newin.

Bi vê mebestê Kurd di karin miha Tîrmihê bi giranî ji bo nerazîbûna „Peymana Lozan“ bi kar bînin, dîplomasîya xwe di ewrupa de xwirtir bikin, bi Tv, Radyo, Rojname, ........û konferans şîyartir bikin „Peymana Lozan û Sewr“ ê derxin rojevê û xwe di dîplomasîya Ewrupa û cîhanê de xwirttir bikin.

Peymana Lozan ko li bîra Kurdekî xwe nas tê pêta agir bi dil û mejîyê wî di kevê, dinya wî a xweş diçê, ji xweşîyên xwe dûr di kevê bi xwîyalan di kevê pey rêça tolhildan a xwûna bav û kalên xwe. Ji ber ko di zanê netewe, welat, milk, ziman, çande, kultûr, heyîna xwe bi „Peymana Lozan“ê windakirin e û bêyî îrada merivan reaqsîyon çêdibê. Agirê ko ketîye dilê me divê em karibin ji derdorên xwe re û jî zarokên xwe re jî bibêjin.

Agirê ko kete mala gelê Kurd :

1- Sala 1514 ko Padîşahê Osmanli Yavuz Siltan Selîm bi 40 hezar leşkerên xwe ve di ser şetê Maweraû Nehir(Kizil Irmak) re derbasî Kurdistanê bû, çobû ser Kiralê Persê şah Ismaîl. Ko Piştî 125 sala bi levhatina „Qesra-şirîn“ di sala 1639 de cara yekemîn Kurdistan di nav Dewleta Pers û Dewleta Osmanlîyan de bi bû 2 perçe.
2- Sala 1515 dîsa Yavuz Siltan selîm di ser heleb(Mercîdabik) û Cizîra Bota re kete nav axa Ereb. Di salekê de ji bilî rojhilatê Kurdistan, Kurdistan bi tevayî kete bin kontrola Osmanli de.
3- Di sed sala 19 de kalikê mi Mîr Bedir-xan xaka Kurdistan bêhtirîn girtibû bin kontrola xwe. Sekehê pera, artêş......û weqfên arîkarîyê çêkirin, govenda serxwebûn û azadîyê li dar xistibû. Lê di sala 1851 de bi taybet dawîya 1855 de çendî hatîye hilweşandin jî lê akama wê hêjî di domê. Bilindbûna Netewa Kurd li ser wê bingehê hêjî berdewam e
4- Piştî peymana „Qesra şêrîn“ 284 sala roja 24.07.1923 kû Peymana Lozan`ê dibin çavdêrîya NY de, di gazîno a Lonbeno li Zanîngeha Lozan / swîstre hatî imzekirin e.
5-Bi akama “Peymana Lozan” di sala 1926 de Dewleta Iraq û di sala 1948 de dewleta Surî ko di bin çavdêrîya NY de bi fermî hatîn naskirin û Kurdistan bûwî çar perçe ye
................................................................?

Peymana Lozan bi serokatîya Los Kursson, dibin çavdêrîya NY de bi xîyaneta Ismet Inönü û heyeta bi wî re bi gelek fen û fîtan berya 84 sala di 24 Tirmeh 1923 de hatîye imzekirin. Ev peyman ji kelha zilmê re bi fermî bûwe bingeh û rê li qetilkirin, penabirkirin, xirakirin û inkarkirina gelê Kurd û Kurdistan vekir ye.

Zerer Zîyanên Peymana Lozan:

1-Peymana Lozan pejirandina fermana gelê Kurd e, qatilê gelê Kurd e, bûwe roja reş girêdanê, roja qîr û hawara Kurd e.

2-Ji di perçebûna Kurdistan, rê li çar perçebûn a Kurdistan vekirî ye.

3-Ji bo dewleta Tirk bûwe belgeke navneteweyî, komara Tirk di pejirênê, sînorên mîssaqê millî nas dikê, Kurdistanê û gelê Kurdistan ji hev qet kirî ye.

4-Heyîna gelê Kurd inkar dikê û coxrafya Kurdistanê nasnakê.

5-Bi vê peymanê netewa Tirk û kêm neteweyên kû ne misilman tên pejirandin.

6-Bi navê parastina dewleta Tirk, mîsakê-millî rê li kûştina Kurda hatîye vekirin. Navê berxwedana gelê Kurd kirine „şakî, çete, asî, eşqîya û terorîst.„

....................................................

Bi kûrtî inkara Kurd û Kurdistane.

Lê gelê Kurd bi hemû zehmetîyan jî ev peyman ticara ne pejirandîye û li dij sekinî ye. Ji roja peyman hatî pejirandin, heya niha gelê Kurd di nav xebatêde ye, ji bo vala derxistina peymanê bi deh hezaran şehîd dane, heroj nerazîbûn dijwartir dibê.

Hingî diçê pirsgirêka peymana Lozan û Sevr`ê di nav gelê Kurd û Komara Tirk de geştir dibê.Tilîyên pênûsgirên dagirkeran di recifin, lingên wan erdê nagirin. Cîhana sîyasetmedarên Kemalîst teng bûwe. Artêş kîye, sîyasetmedar kîne li nav hev ketîye, weke ketibin êşa harîy(kudus)ê di zûrin û heroj xwe tavêjin saqa lingên kûrê Kurda.

Ji bo peymana Lozan ji destê Tirka ne derkevê, li Lozanê xwe pêşandanan çêdikin, dîplomasîyê pêşde dibin.  Lê Tirk na fikirîn ko tiştên ji bo 50 hezar Tirkên Qibrisê di xwazin, çima bêhtirî 30 milyon Kurd li Bakûrê Kurdistan, li ser xaka coxrafya Kurdistan mafê xweyê çarenûsî û dewletbûn ne xwazin?

Dagirker ji bo “Peymana Lozan” winda nekin, nê ne xerîbê ko îsal Erkanê Herb Yaşar Büyükanit, serokê CHP Deniz Baykal, serokê MHP Devlet Bahçeli û serok wezîr Recep Tayib Erdogan jî werin Lozan xwe pêşandana çêkin. Weke tê zanîn di sala bûrîde Rauf Denkta, Doğu Perînçek......bidehan hatibûn Lozan di qîrîyan

Lê êdî nikarin xwe gûherandina dîrokê û wextê cîhan têde bi gûherin, pêşîyê li gelê Kurd bigrin. Ji bo dagirkeran sewq û idarekirina Kurd-Kurdistan ne hêsanî ye û zehmet ketî ye.

Başûrê Kurdistan ji bo tevayê Kurdistan bû mînak û bûwe alla serxwebûn ê. Dagirkerên Tirk, Faris û Ereb di tirsin û weke çûka ser hejik di hejin ko ji hev qet bibin,

Serokê PKK Abdullah Öcalan dibêjê „Peymana Lozan`ê çiqas a Tirkan bê hewqasî a gelê Kurde jî“ Ev Gotin ne rast`e. Peymana Lozan qetkirina Kurdistan û ji halê rakirina gelê Kurd e. Pêvajoya „Cumhurrîyeta Demoqratîk“ pejirandina dagirkerîyê ye, inkarkirina gelê Kurd e û entegrekirina dewleta Tirk e.

Hilbijartinên 22 ê Tîrmehê 2007 û sîyaseta propaxandeya li kûçên meydanan


Dewleta Tirk, li ser bingeha sîyaset û polîtîqa inkarê a “Peymana Lozan”ê hatîye avakirin. Siyaset û polîtîqa dewletê dagirkere û li ser inkar, tinebûna gelê Kurd û Kurdistan tê domandin. Li gor destûra esasî “Yek dewlet, yek Al, yek Artêş, yek netew û yek ziman” e heye. Ev destûra esasî rewşa xwe û rengê xwe ji “Peymana Lozan” werdigrê.

Bi taybet di hilbijartinên giştî de herkes mecbûre ko bi zimanê tirkî bi axivê û bi zimanê Tirkî propaxanda hilbijartinan bikin. Hemû tevgerên ko di nav sînorên mîsaqê millîde ko fermîne nikarin vê xeta inkarê red bikin. Divê hemû partîyên dewletê li gor destûra dewletê û zagonên dewletê tev bi gerin.

Jiber ko hemû zagonên dewletê gelê Kurd û Kurdistan nasnakê, taybetîya propaxanda ji bo hilbijartinan û kesayetîyên ko ji bo Parleman  bêne hilbijartin divê li dij heyîna gelê Kurd û Kurdistan bê.

Hemû partî giranîya propaxandeya xwe di alîyê nîjadperestîya Tirk de digrin û bi hevre gelê Kurd dijmin nîşan didin û bi hevre êrîşî ser gelê Kurd dikin. Kurda weke “Terorîst” armanc nîşan didin. Hestên Tirkîtîyê li dij gelê Kurd sitûr dikin, kîn û bûxzê li dij gelê Kurd xwirttir dikin.

Hilbijartinên 22 Tîrmehê 2007 ji bo vê mînak e. Hemû partîyên dagirkeran bi yek qîr, bang, biryarê êrîşî hemû gelê Kurd dikin û ji bo bi kevin Kurdistana azad, bi yek dengî di qîrin. Armanc ewe ko Kurdistana azad hilweşînin.

Ji bo sîyasîyên dagirker hilbijartinên 22 Tîrmehê û lê rasthatina 24 Tîrmehê a salvegera “Peymana Lozan” ê ji bo li dij gelê Kurd şowenîzm û nîjadperestîya Tirk xwirt bikin bûwe firsetek baş. Lê bi serketina inkar û tinekirina gelê Kurd heyhat e.

Li dij van êrîşên hovane dem dema biratî û yekîtîyê ye. Çi pirsgirêk hebin miho di karê bihêlê ji bo herikandina wextê, lê miho nikarê bimînê gûhdarîya ji holê rakirin, imhakirina gelê Kurd û hilweşandina Kurdistana azad. Kî bikevê van şaşîyan ew di xizmeta dijmin den e. 13.Tirmeh 2007

M. Şerif MÜŞTAK

serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
  TEROR KÎMYASALA DAGIRKERA YE!
 

M.Serif MÜSTAK

     Teror, çek û sileha desthilatdarîya dewletên dagirker e. Dewletên ko serî li dagirkerîyê didin, bi xwe re teror û teror kirinê jî di bin wî welatê ko dagir dikin. Ji ber ko Mêhtingehkar û dagirker di welatê ko dagirkirîn de, ji gelê wî welatî bêhêvî ne. Ji ber vê sedemê çek û sileha desthilatdarîya dagirkeran a herî mezîn dibê zor, zilim, talankirin, wêrankirin, kûştin û girtin. Pişta xwe didin dîwarê “Teror û Teror Kirin” ê. Teror ji mêhtingehkaran re dibê çek û sileha “Kimyasal” û şurê tehdîdê li ser serê gel.

Civaka gelêdagirkirî û dagirkeran hev nasnakin, gel piştgirîya dagirkerîyê nakê. Kultur, çande, irf, edet, civaka gel, civaka dagirkeran ji hev xerîbin û gelek cida ne.

Dagirkerî dibê asteng ko gel ne karibê li xwe bi xwedî derkevê, hemû jîyan bi dagirkeran ve tê girêdan û jîyana gelê hatî dagirkirin bi tevayî tê kelemçe kirin.

Dagirker di xwazin hemû rastîya bidin gûhertin. Gel ji nav rehnî û ronahîyê di kevê qebreka reşûtarî û zêndan ê.

Rewşa dagirkeran û gelê hatî dagirkirin di şibê weke rewşa Şal - Şapikê sipî ko bi pînê reş hatibê pîne kirin. Di nav gel û dagirkeran de her wextê dibê xire cir, qerqeşûn, şer, qîr, hewar, berxwedan û xwe parastina gelê hatî dagirkirin dest pêdikê.

Dagirker ji bo talan kirinê berdewam bikin, teror - terorkirin dibê sileha hemû desthilat darîya wan a herî mezin û ji bo wan weke sileha kîmyasal e. Gelê hatî dagirkirin di kevin bin tehdîda teror - teror kirinê de. Teror di destê dewleta dagirker de dibê şûrê qetlê li ser serê gel tê hejandin. Bi zimanê dijmin navê şûrê qetlê dibê demoqrasî.

Teror - Terorkirin ne tiştek nûwe û ne kar - barê grupekê an karê dewletekê bi tenê ye. Teror zilim, zor, tirs û cefa dan kişandin e. Ko insanîyetê çiqasî xwestibê xwe bi pêşdetir bi bê, dagirker, mêhtingehkar û dîktatoran ji bo feydên xwe zilm, zor, cefa, teror û terorkirin bi pêşdetir birin e. Ji bo zaliman buwe çeka kîmyasal a herî mezin.

Ji xwe ko di destên dagirkeran de planên teror û terorkirinê nebin, nikarin bi ti awayî di welatên ko dagirkirî de li ser lingan bi sekinin. Bi vê egerê ji bo terorê berdewam bikin, yasayên xwe bi rengûmeng dikin, qilif dikin û parastina xwe pê meşrû dikin.

Lê terora li dijî gelê Kurd tiştekê cidatir, taybettir e, ji terora ko di cîhanê de tê kirin jîya wê dûr û dirêjtir e. Hemû bi insîyatîf, bi rêxistin û girêdayî bi sîstema dewletên dagirker veye. Di Kurdistanê de binegiha “Teror - Terorkirin” ê sîyaseta “Dagirker”îye. Sîyaset di bin destê desthilatdarîya “Dewleta kûrd”e ye. Dewleta kûr dewleta kicik”e, di nav dewleta mezin de veşartî ye. Dewleta veşartî biryara sîyasetê di dê. Biryara karên reş, tarî û terorkirin di destan deye.

Di rojhilata navîn de teror bi dîroka dagirkerîyê derketîye holê. Ko çiqas dagirker hatine rojhilata navîn dîsa bazdane an bar kirin e. Lê dagirkerên Kurdistanê xweş, nexweş ticara ne xwestine ji Kurdistanê bar bikin, dijî vê xwe xwedîyê Kurdistan dîtine. Heyîna Netewa gelê Kurd bi fermî inkar kirin e. Ji bo gelê Kurd - Kurdistan azad - serbixwe ne bê, xwîna xwe û xwûna gelê Kurdistan li ser xaka Kurdistan dane rijandin û berdewam e.

Qet kirina Kurdistan bi şerê ko di sala 1514 de di nav dewleta Firsê û dewleta Elî Osman de cêbûwî destpê kirîye. Piştî 125 sala bi peymana Qesra - Şîrîn di sala 1639 de fermî bûwe. Ji roja “peymana Qesra - Şerîn” sala 1639 heya niha Kurdistan qet kirîye, dagirkirîye, bi her awayî “Teror - Terorkirin” a dagirkerên Kurdistanê, li ser gelê Kurd, xaka Kurdistanê bênavbir, bi sîstematîk, bidanstandinên dagirkerî, dîplomatîk berdewam e û di Kurdistan de qilifekê fermî li kelha zilmê hatîye kirin.

Sala 1926 dewleta Iraq, 1948 bi damezrandina dewleta Surî, Kurdistan bûwe çar parçe. Ango “Teror-Terorkirin”a li dijî gelê Kurdistan çar qet zêdetir bûwe, teror bûwe îdarekirina Kurd û Kurdistan. Gelê Kurd ev rewş li ser xwe ticara ne pejirandîye, di cihanê de jî ne meşrûwe lê meşrû jî tê dîtin.

Hemû gelên di cihanê de dijîn, kengî bi xwazin di karin “Qedera xwe di destên xwe de bigrin”. Ev di qada navnetewî de fermîye u mafê gelê Kurd`e jî.

Lê hatina DYE li Iraq meşrûîyeta “Teror-Terorkirin“, zilm zor, talana li ser gelê Kurd, Kurdistan hate qedexe kirin û di qada navneteweyî de gav bi gav fermî dibê.

Başurê Kurdistan îro azade, bi hemû alîyê jîyanê xwedî sewq û îdare ye. Gelê Kurd li ser xaka coxrafya başûrê Kurdistan xwedî rejim û federasyon e. Sîyaseta “Teror - Terorkirin” ê êdî ni karê li ser xaka Kurdistan`a azad bijî. Sîyaseta dagirker hate hilweşandin.

Referandûma li gor maddeya 140 heroj nêzîktir dibê. Bi serketina maddeya 140 serketina gelê Kurd e. Jib o serketin çênebê dagirker jî li ber xwedidin. Ko dîrokên salaye dagirker çawa terorê ji bo xwe „çeka kîmyasal“ dibînin û serketina xwe bi terorê berdewam dikirin, îrojî dagirkeran li başûrê Kurdistan dest avêtin e çeka teror û terorkirinê. Êrîşên li hewlêr, Mexmûra, …. Mînakên eşkeren e.

Di van karên teror û terorkirinê de destên dewleta Roma Reş heya bi milan têdeye û eşkereye. Tirko dizanê pêşve çûnên li başûrê Kurdistan hilweşandina dagirkerîya bakûrê Kurdistan e jî.

Vekirin û berdewamîya vebûna balyozxaneyên dewletên cîhanê li ser xaka Kurdistana azad û pêşwazî kirina serokê Kurdistana azad Meshod Barzanî li DYE, YE, Alamanya, Avusturya,........ û deverên dî nîşana serketin, bûyera fermî û rastîya ye!

Gavên serketinê çêbûn e, lê barê gelê Kurd girantir bûye. Îro ji herwextî bêhtir pêwiste ko miho li serxwe bi sekinê, li berxwe bidê, li tifaq û biratîya gelê Kurd bi xwedî derkevê. Roj roja Kurdistanîyan û Kurdaweraye. Rihê neteweyî mejîyê Kurdistanîyan û Kurdewaraye û divê ev hest bê sînor bêbilind kirin

Bi kûrtayî rêberên dagirkerîyê bingeha terorê û teror kirinê ne. Jîyana dagirkeran bi “Teror û Terorkirin”ê ye. Lê nexwe nikarin bijîn, sîyaseta xweya genî bi domênin.

Ji ber ko dagirker li dijî gel qatile, sûcdare, dize û talanker e. Zilim, teror, terorkirin çek û sileha dagirkeraye û xwe pê di parêzê. Lê aqîbeta dagirkeran a talî sernivzî ye. Bivê nevê ji nav gelê Kurd û nav xaka Kurdistan ê bazdan e. Serketina hemû dagirkerên xaka Kurdistan aqîbeta Sedam Hisên e.

Almanya : Bajarê Biremen, 22. 05. 2007

M. Şerîf Mûştak

 

09.11.2007

Serif.muestak@gmx.de

 

Zum Seitenanfang

 
  KERKUK HEST Û SÎYASETA KURDISTANÎ DA PÊŞ!

M.Serif MÜSTAK

Kurdistana azad û nîqaşên Kerkukê li herêma bakurê Kurdistanê xeta neteweyî û Kurdistanî heroj pêşdetir didê. Sîyaseta Heya niha ko li Tirkîyê û Kurdistanê dihate bi karanîn vehejand, kûçên Sitrincê ji cihê wan gûherandin, rewş pozitîf diçê, PKK di navxwede ket nîqaşê, dinya Roma Reş xiradibê hêdî hêdî berbi matbûnê ve diçê.

Kerkuk ji bo sîyaseta Kurdistanî, Kurdewarî û pêşde çûnê bû faqtorek e baş. Ji sala 1978 heya niha di bakûrê Kurdistan de sîyaseta dagirkeran û PKK hev xwirt dikirin, li pêşya xeta sîyaseta Kurdistanî û Kurdewar de astengeke mezin bûn.
Mejîyê Kurdistanî di navbera sîyaseta dagirkeran û PKK de hatibû lawazkirin nedihiştin derkevê pêş, serê xwe hildê, erkê xwe bi karbînê û bi karê bileyîzê.
Daxwîyanîya serokê PCD yê Amedê Hilmi Aydoğdu ko gotibû „Êrîşên li ser Kerkuk û başûrê Kurdistanê bênekirin em li ser Amedê di pejirînîn“ li dij sîyaseta Imralî bû, manedarîyek gelek giring bû, bû bersiva sîyaseta Kurdistanî, bû moral û xwe nûkirina tevgera neteweyî jî. Piştî binçavkirina Aydoğdu, dengên ji bo piştgirîya wî derketibûn, bû sedema milgirtin û nêzîk bûna di nav Kurdên Bakur de.
Aydoğdu çendî dinav rêxistineka dibin bandora Abdullah Öcalandeye jî lê gelek derûdorên ko li dijî sîyaseta wî ko bi kêmayî dewletek e federe di parêzin li Aydoğdu bi xwedî derxistin û dengên neteweperwer bi yekkir.
Bi bawerîya mi ev nîşâna lewazketina sîyaseta Abdullah Öcaln a çeft û şaş e, serîhildana sîyaseta Kurdistanî ye. Lê ji bo berdewamîya serkeftinê cesaret pêwiste….
Bi rastî naveroka daxwîyanîya Aydoğdu bi cesaret û tijî ye. Bersiva sîyaseta Öcalan û Roma Reş herdûwa ye. Hestê Kurdistanî ajot pêş. Rastîya wê zitî sîyseta Abdullh Öcalan a li ser tevayê Kurdistnê ye, bi taybet sîyaseta Öcalan a liser Kurdistana azad red dikê. Daxwîyanîya Aydogdu bandora xwe baş li kîtla PKK jî kir.
Ev gûherandinên ko li bakûr çêdibin, bandora hestên serokê Kurdistanêye. Serokê Kurdistanê birêz Meshod Barzanî bi bawerî li serxwe sekinî ye. Ji hestên xweyê kurdewar-Kurdistanîre kêmasîyan napejirînê, ji hêvîyên şehîdanre bi rêz girtin e.
Dewlet ji lewaz ketina rola A. Öcalan û gaven serketinê ko li Kurdistana azad tên avêtin harbûwe. Weke hirçêhar gefa li Kurdistana azad dikê. Ji bo rola Abdullah Öcalan ne hilweşê çi ji dest Roma Reş werê di xwazê bikê.
Îro hesabê li ser Kurda ji herwextê bêhtir e, pêwiste miho vê ji nêzîkve bibîne, bi şopînê, berfereh bi nirixînê û şîrove bikê. Daxwîyanîya Aydoğdu û bûyerên piştre çêbûn balkêşin û hin hesab jî derxistin berçav.
Bi taybet îro li ser gelê Kurd gelek hesab tênkirin. Daxwîyanîya Aydoğdu û piştî daxîyanîyê tiştên ko çêbûn hin ihtimal û hesabên balkêş tînê berçav. Ez di xwazim bi çend xalan serêzbikim
1-Li dij sîyaseta Îmralî û dewletê derketin e.
2-Piştgirtina kurdistana azade.
3-Bi vê mebestê hemû derdorên Kurdistanî bûn e piştgirên hev.
4-Aydoğdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê di wextê pêşya mede di karî sîyaseta bi yekkirina çar perçên Kurdistanê derxê holê û sîyaset bibê Kerkuk=Dîyarbekir=Mihabad=Qamişlo
5-Bi vê mebestê Kurd wê bêhtir karibin bi hevre dîyalogan xwirtir bikin, sîyaseta Îmrali û dewletê bêçaretir bikin. Di karê yekemîn di warê legalde tifaq çêbin û gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi hevre têkevin hilbijartinan.
Gelê kurd ji Aydoğdu bi hêvîye ko di nav PCD de berdevkîya hest û sîyaseta Kurdistanî kiribê. Ji bo rê lêvebê kû sîyaseta kurdistanî-kûrdewar ji niha û pêde bêdengîyê red bikê. Ji bo xwirttir deng derkevê navbirê têxê navbera xwe û Îmralî. Hingî dewlet wê baştir bi zanibê ko pejirandina dewleta ûnîter bi APO çênabê.
Di civîna Ewlekarîya Dewletê de Ji bo bi başûr e rêya dîyalogan hebê biryar derket, lê bawerî pênabê. Serokleşkerê tayê erdê Org. Ilker Başbuğ di 11.03.2007 de li Amedê bi mebesta mesaja Cejna Newrozê, di axiftina xwe de rêbir ser başûr ko bi leşker têkevinê. Sîyaseta Tirko di derheqa Kurdistanê de ticara yekrû nabê, bêbext û di rû we.
Dewlet naxwazê APO lawaz bikevê, ji bo bandora APO lewaz nekevê çi ji destê artêşa tirk werê wê bikê, di karê êrîşên xwe li dij derdorên dinav PCD de ko Kurdistanî di fikirin zêdetir jî bikê, lê ji bo dagirkeran nabê çareserî û serketin. Kurdistana azad hestên neteweyî da xwirtkirin, tûjkirin û kes nikarê xwe li hember hestên neteweyî êdî bigrê.
Li Kurdistanê di vê sedsala 21 ande hişyarbûna hestên neteweyî weke pêlên şetê Cizîra Bota li hev di qûlibin, lipêş diçê, ne dewleta Romê û ne bi APO kes nikarê pêşîyê lê bigrê.
Em hêvîdarin ko Aydogdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê, hêvîyên ko derketin e holê bibin hêvîyê yekgirtin û serketina tifaqa neteweya gelê Kurd û Kurdistan……..
Em jî bi hêvîya hestê neteweyî û sîyaseta Kurdistanî ji bo serketinê ko bibin rastî li benda gûherîna ne……
06.04.2007
M.Şerif MÜŞTAK
Serif.muestak@gmx.de
 
 

Zum Seitenanfang

 
 
  LEŞKER HER WEXTÎ BÛWE GÛHKÊŞ Û RÊZ LI SÎYASÎ NE GIRTÎ YE!

M.Serif MÜSTAK

Berî ez dest bi nivîsa xwe bikim: Ji bo serokê partîya ANAP ê Erkan MUMCU ko di derheqa serokê Kurd û Kurdistan de devê xwe weke gelek berpisîyar û rojnamevanên Tirkoyê Roma Reş pîskirin re  dibêjim! Ez serokê partîya ANAP  Erkan MUMCU û hemû kesayetîyên ko weke wine bi tudî tawanbar dikim û ez wan vexwendinî rêzgirtina gelê Kurd bi taybet di şexsîya  serokê Kurdistanê Mesud BARZANÎ de dikim. Ev bê exlaqî ji bê çaretî, lewaz ketina sîyaseta dagirkera ye !

M. Şerif MÜŞTAK/ Di damezirandina Komara Tirk de leşker rêberî kirîye û heya îro jî rêber e. Li gor zagonan komara Tirk Parlementer sîsteme û edalet bingeh e. Lê edalet û parleman dibin awira leşkerde ye. Artêş xwe xwedîyê hemû misaqê-millî dibînê û difikirê tapokirya wî ye

Ji wexta avakirina komara Tirk heya îro ko parleman kardikê dibin gûhdêrîya leşkerde ye. Di jîya 87 salîya komarêde, bi bawerîya mi sîyaseta sifîl nekarîye bibê desthilatdar. Leşker her wextî dîreson di dest xwede girtîye û gûhê hûkomatê girtîye kişandîye.

Sîyaseta sifîl ticara nekarîye bibê pêşeng, ji bo çareserîyê ne kariye dest bavêjê pirsgirêkên sîyasî. Her wexti biryar û raporên leşker hatin e ser masa parleman. Parleman li gor biryar û raporên leşker tevgera ye. Pirsgirêkên ko niha hene leşker bûwe astengî ji bo çareriyê ye.

Sersedema Komara Tirk ji bin badora sîyaseta leşkerî xilasnabû we pirsgirêka Kurd û Kurdistan e. Bi taybet pirsgirêka jibo komara Tirk herî giring jî a gelê Kurd û Kurdistan e.
 
Pirsgirêka gelê Kurd ne weke PKK dibêjê pirsa mafê insanîye û bi destxistina hin mafên demoqratîk e. Pirsgirêk sîyasîye, çareserî jî, mafê carenûsî a gelê Kurd û Kurdistan e.

Di rojhilata navînde Kurd netewa didowa ne. Bi Kurdên li metropolan dagirkeran dijîn re li dor 50-60 milyon insan heye. Pirhijmara gele Kurd, sitratejî û qetkirina Kurdistanê  di herêmêde bûwe sersedema nexweşîyek dîrokî. Ev nexweşî ji wexta Yavuz Siltan Selîm û hirde tê

 Welatê Kurda care yekemîn 1514 dibin serokleşkerîya Padîşahê Osmanli Yawuz Siltan Selîm de ko seyr û sefera ser Çaldiran-Îran ji bo roxandina Împeratorîya Şah Îsmaîl destpêkir. Gengeşa qetkirina Kurdistanê 125 sal berdewam kir. Bi peymana Qesrê-Şirîn di sala1639 de cara yekemîn Kurdistan dinav Osmanli û Persan de hat perçekirin bû diqet.

Dîsa xilaseka herba cîhanê a yekemîn, bi levhatina Peymana Lozan a navneteweyî 23.07.1923 bi fermî Kurdistan bû 4 qet. Dewleta Iraqê ji aliyê bakur û bakûrê rojhilat ve qismek li ser axa Kurdistanê, di sala 1926 de û dewleta Surî ji alîyê bakurve disa qismek li ser Kurdistanê di sala 1948 de hatin damezrandin.

Dagirkirin û qetkirina Kurdistanê ticara nehiştîye xweşî û aşitî werê herêmê. Berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkerîyê bûwe bingehek ji bo rejîmên, faşîst, mîllîtarîst, statuko(ker)ner û dîktator. Serhildana gelê Kurd jibo van rejimên zalim her wextî hêncet çekirîye û bi wan hêncetan jîya xwe dirêjkirin e.

Gelek caran dîktator û statûko(ker)ner hev jî derbe kirine û nehiştine gel lihev bigerê. Ji bo sîyaseta sifîl nederkefê pêş çi ji destê dîtator û mîllîtarîstan hatibin kirin e. Bi derbên leşkerî zêndan tijî kirin e……

Bêgoman sersedema berdewamkirina millîtarîzm û dîktatorîyê bûwe tevgera gelê Kurd jibo mafên çarenûsî ko Kurd nebin netewe û xwedî dewlet.

Jibo dagirkerî, millîtarizm û dîktator li ser lingên xwe bi sekinin Kurdistan jibo xwe kirine qerta leyîstokê. Ji bo sîyaseta hindirûwê dewletê û ji derveyî dewletê qerta Kurdistanê çawa xwestine di hemû têkilîyên dîplomasîde jî wilo xabitandin e.

Bi taybet di van salên paşîyê de PKK jî bi karên xweyê çeft û bi pratîka xirab ko dûrî xeta Kurdistanî jî bûwe, jibo dakirkerîyê bûwe materyal û qerta leyîstika dagirgerîya dijmin.

Demekê dirêje ko dewleta Tirko dixwazê têkevê Kurdistana azad, 250 hezar leşker li ser sînorê Kurdistan a azad li benda fermanekî bû ko bi kevê hereketê. Sîyasîyên Roma Reş şev û rojên xwe kirin yek ji bo ji DEY destûr bigrin, lê cara yekemîn e nekarîn ji bo têkkevin başûrê Kurdistan dagirkeran nekarîn bi serkevin.

Xwîyabû ko dîsa leşker di xwest têkevê Kurdistana azad. Leşker ji bo têkevê başûr bi biryarbû. Lê xwîyakir ko DEY destûr nedê, leşker nikarê têkevê Kurdistan ê. Ji bêçaretî Konseya Ewlekarîyê biryar girt ko pirsgirêkên hene bi dîyaloxê bi Kurdistana azadre li çareserîyê bigerê. Di vê biryarêde jî bandora DEY geleke û bû sersedema şikandina rola
Leşker di dîrokê de.

Bi bawerîya mi vê bûyerê da xwîyakirin ko êdî leşker wê ne karibê weke her wextî bi gûhê siyaseta sifîl bigrê bikşînê. Sîyaseta sifîl ji bo armancên xweyê millîtarîst û faşîst bikê cercûlê ber kûsîyên kûçên dîwaran bêhacet bikê. Em binêrin ji bo wexta ko tê rewşa leşker çi dibê…

27.02.2007

M. Şerif MÜŞTAK
Serif.muestak@gmx.de
 
 

Zum Seitenanfang

 
  ÊZÎDÎ KÛRAHÎYA DÎROKA GELÊ KURD Û KURDISTAN`IN !

M.Serif MÜSTAK

Frontal 121 ko kovara Televîzyon a kanala Alamanî ZDF`e, di roja 15.02.2005 ' de bernameyek li ser jîyan û zewaca Kurdên Êzîdî li alamanya wesand.
Di vê programê de ilona Rothin ji bo keçeka êzîdi ko bi mêrekê misilman re zewicîye hin agahdarî di dê. Bi vê bûyerê balê di kisênê ser civaka Kurdên Êzîdî. Ji bo balkisandina pozisyona kurdan di medya Alamanî de, PEYAMA-KURD pêwistî pê dîti bû ko ji zimanê Alamanî wergerandî ye zimanê Kurdî û daye wesandin.
Ji ber ko ev bername ji zimanê Alamanî, wergera ye zimanê Kurdî bêhtir bûye nîqas û derdorên Kurdê Êzîdî gelek kesên ko ev bûyer bihîstîn pê dil sikestî bûne. Lê bi bawerîya mi ev bûyer ji rastîya xwe bêhtir bûwe tepkî, ne razî bûn. û piçekî jî bûwe parsûstûrî. Wexta ko bi zimanê kurdî nehta wergerandin, diba ko di capemenîya Kurdê Êzîdî de ne bi ba axiftin, kesên ko guhdar kirin jî li wan ne biba qolinc û normal behta dîtin……..
Kesên ko bi nivîskî nerazî bûnên xwe dayîn eskere kirin ez tevayên wa nasdikim. Wexta ko ez navên wa di bihîzim an nivîseke wa di xwênim bêhna mi bi wan fereh dibê, ji ber ko bêhtirên wa hevalbendên minê ji salê dûrve tên.
Ez gelek pê bawerim ko em hêja gelek tista weke hev di fikirin. Ew bi xwe ji bo sexsîya xwe gelek berketî ne, pir paqijin û ji bo gelê xwe yê Kurd pir fedekarin, ticara kêmasî ne anîne ser xwe. Ticara ne ji tirsa û ne ji bo xatirê kesê sexsîya xwe nedane hesifandin. civaka ew jê tên ko bi ol Êzîdîne, herwextê bi rastî, diristî ji wê civakê re xizmet kirine û dane kirin. Ji bo netewa xwe jî civaka Êzîdîya her wextê dane hisyar kirin û di wê rê de jî karê xwe kêmasî ne kirnê.
Bila Mala Êzîdîya, kek Kemal Tolan, Ömer Tuko, Alî Tuko, Yasar Abdulsselamoglu…. û hemu kesên dî bi zanibin kurdekê xwenas rêz girtîyê Kurdên Êzîdî ye û mala êzîdîya mala me teva ye. Ez ticara bawerîyê pê na ênim ko Peyama-Kurd ji bo ola êzîdîya an Kurdên Êzîdî ji bo kiçik bikin an ji bo bi kin armanca xwe ne nasan ko bernama Tv ZDF wergerandibin zimanê Kurdî. Kurdên Êzîdîyê ko îro li basûrê Kurdistanê xwedîyê rêzgirtineke gelek ber bi jor û bilindin. Di nav desthilatdarîya basûrê kurdistan de xwedî roleke berketî û bi rûmetin. Destketîyên gelê Kurd li basûrê Kurdistanê ji destan ne çûwî kesek nikarê zorê û zehmetîya bidin Kurdên êzîdî. Kurdên xwedî desthilatdar xwe naskirine ko bapîrzadeyên wa û bine tora wa bi ol Zerdustîne û Kurdên Êzîdî ne.
Hûn di karin weke mala Êzîdîya, an weke ko em dostin bi pirsin. Ez bi xwe di sala 1975 de mamostê dibistana gundê Êzîdîya Kîwex(Magara) bûm. Ji ber ko di nav Kurdên Êzîdî û Kurdên misilman de mervatî nayê kirin, krîvatî jêre bûwe pir. Di wê salê de ez û di rihsipîyê Êzîdîya bi navê Îsayê Meto û xelefê Hito bûne kirîvê hev. Em ji malbatekê bêhtir nêzîk hevin, hawar û gazîya hevin. Ji wêran Sehrê ez û Seydoyê Elo kirîvê hevin. Ji bexçe ji Batmanê em weke malbatên hevin. Ji basûrê rojavayê Kurdistanê em weke malbatên hevin, hewar û gazîya hevin. Tistên ko îro bûne nîqas gelek cara çêbûne, lê nebûne astengî a di nav beyna insanên mejî rehnî û rehnîya civakê de.
Di cîhanê de hemû netewe û gelên civaka wa pês neketîn de gelek kêmasî hene, li gor civaka pês de çoyî car cara nîqasên halo der di kevin nav civak û çapemenîyê. Bi bawerîya mi ji dêla em rastîyên xwe vesêrin, bila em karibin ji civaka xwe re arîkarê ronîkirin û hisyar kirinê bin. Kêmasîyên civakê neyê sexsî ne, girêdayî bi pêsve çûna gel ve ne. Civaka gelê Kurd ji olakê bêhtir ol hene. Li gor civaka pêsde çoyî ev dewlemendîya civakê ye, lê li gor civakên ko hinekî pasde mayî de, weke gelê Kurd tengasî her wextê di nav de derdikevin. Lê ya herî giring ewe ko kesên ronahîya civak ê ne, ka1ri
bin bûyerên bi vî awayî li gor ilim û zanistî, di civakê de ji tengasîya bidin xilaskirin û civakê rehnî bikin.
Civaka Kurdên Êzîdî pir asitî xwaze, dil soze û gelek nazike. Divê tevgerên Kurdistanî bi nivîs û têkilîyên nav civaka Êzîdîya de pir hesas bin û bi taybet civaka Kurdên misilman bêhtir rêzdar bin. Ko ez bi xwazim ola Kurdên misilman bikim nîqas, ezê gelek kêmasîya derxim holê. Di alîyê zewacê de, di alîyê kultura dînî de….û herwiha. Lê problemên me ne evin, problem pêsve birin û rehnî kirina civakê ye, nêzîk hevkirina civakê ye. Ne raste ko Êzîdî bawerîya xwe bi xuda nayênin. Ew bawerîyê bi xwida û her çar melekên wî yê erd û ezman tênin. Misilman hêja keçên wa li ber singa dê li kesekê dî mehr dikin. Di mervantîya Kurdên misilman de jî hêja mam xwe xwedîyê birazîya xwe di bînê û ji bo li kûrekê xwe mehr bikê.
Ji ber ko mi ev sasî anî ziman, ma di vê misilmanên Kurd rabin êrîsî mi bikin? Ez di xwazim van kêmasîyên di civaka gelê Kurd de hinekî ji kûrahîya dîrokê bigrim û ber bi rojên îro de werim;
Wextekî em gelê Kurd MED bun, xeddîyê ked û xwêhdana xwe bûn, cengewar bûn û me cengewarî dikir. Îro di nav gelê Kurd de hinkes ji xelkên bîyanî re pir hêjane, lê ji gelê xwe re pir tehloke ne. Bi va ehwala gelê Kurd gelek zor û zehmet kêsa ye. Oldarî ji bo leyîstok û planên dijmin di nav gelê Kurd de her wextê bûwe pira sîleh û çeka dijmin. Hevalbendên dijminê gelê Kurd jî ol li hemberî gelê Kurd bi kar anî ne. Dîrokvanên cîhanê jî di zanin ji gelê Kurd re ji pêsîya dîrokê di gotin „Kürtî“ û „Gotî“ em ji wan esîreta bûne gel û netewa Kurd çêbûwe. Berya îsa(zayînê) bi di hezar sal Kurda li tenista rojhilata asya piçûk dewlet çêkirin û Kurd gihane ber sînorên Hindistanê.
Ji berya zayînê bi deh hezar sal, ji ber koçberî a mezin, ji Iskandînawya heta basûr û basûrê rojhilat bela bûne. Gelê Kurd qetek ji nîjada Hind-Ewrupî (Arî) û kurdin. Gelê Kurd ji Qafqasya yê bi qoçberî derbasî çîya yê Araratê bûwe. Kurdên îro bi navê „Kürtî“ û „Gutî“ bi di esîretên mezin gihane ber keva rojhilatê derya Hazar`ê li rojhilatê ber Hindistanê bi cih bûne. Ev esîrên mezin gihane basûrê kendava Basra, di wire xwe gihandine heta ber derya Umman`ê. Li rojhilata behra Res li di bajarên mezin esîrên Kurda hikimdarî di kirin. Berya zayînê sala 302 de hikimdarê Romê Mîthîrîdates qralîya Pontosê çêkir, gava xwirt bûn bi serên mezin li qafqasya basûrê derya Res ji destên Kurda girtin. Fatîh Siltan Mehmed Xanê barbar di 1461 de dawî li vê qiralîyetê anî û kir qolonî ya xwe.
Dîrok di bêjê berya zayînê bi 4000 sal Kurd li vî welatê mezin bi cih bûne, heya wexta koledarîya Iskenderê Zilqerne jî hikimdarîya „Kürtî“ û „Gutîya“ li van devera berdewam kirîye.Wê demê ziman bi Kurdî bû, ol Zerdûstî bû û kurd Êzîdî bûn………
Li gora dîrokê navê qiralê Kurda ê berê TOSA bû, bi navekê dî DÎAKOS bû, berîya zayînê bi 1808 sala li bajarê Behl û derdorên wê hikomat çêkiriye û bûwe pasayê wê hikumatê. Berya zayînê bi 900 sala Keykubat Kurd hemu anîn ba hev û Imperatorîya MED çêkirî ye. Dîsa berîya zayînê nevîyê Keykubat mêrê herî bas Keyaksar bi navekê dî Hohîster hikomata asûrîya hilwesand û paytext a wa girte dest xwe.
Gutî bi navê subarî, hurî, Kasî û Lolo çar esîr bûn. Esîra subarîya li Ararat, Torosê, li pêsya Torosê, ji Iskenderun heya ber derya Sipî û heta xilaseka bajarê Fenîke. Li bakûrê Surî ji sînorên basûrê Kurdistanê alîyê rojava bi navê Mîtan, Nehrî, Haltî û Muskî çend hikomat avakirine. Li Torosê hikomata Muskî ava bû, jîya wê zêdeyî sedsala berdewam kir. Zimanê wa Kurdî bû, ola ol Zerdûstî bû û Kurdên Êzîdî bûn. Bi êrîsên Yewnanîya hatîye hilwesandin ji bo Roma bûwe qolonî.
Memê Ala ji bajarê kevnare pêsîyê wî ji bajarê Alanya ne. Alanya bajarê Kurda bû. Mem kûrê mîrek ê Kurd bû. Wexta ko Alanya û ber derya sipî ket dest Yewnan, malbata bapîrê Memê penabirbûn hatin Iskenderun´ê, li derdora Çîya yê kayê(Saman dagi) bi war bûne. Evder bûwe paytexta Mîtan, Neyrî û Muskî`ya. Li vê metropolê qasî neh milyon bêhtir insan di jîyan.
Mîtanîya berya zayînê qernê 16 de hikomateke zîrek û bi qewet avakir. Vê hikomatê bi qehremanî û bi sedsala serê Hitît û firewnên Misrê kirin. Pistî gelek car ser bi Firewnên Misrê re hatin kirin û pêde levhatin çêkirin. Pistî vê levhatinê berya zayînê 1405 sala Firewnê Misrê, padîsahê Totmsmitan nevîyê wî Sovartan bi Varteman re zewicî. Ji vê zewacê Firewnê 3. Amamotîs hate jîyanê û bi prensesa Kurd bi navê Dilehepa re zewicî. Wexta ko ber bi xilaseka jîyana xwe di çû, dîsa cara didowa bi Prenseseka kurd bi Totohepa re zewicî. Totohepa di dîrokê de bi navê Nefertîtî gelek bi nav deng bû.
Hurî li bakurê setê Dîcle û Firatê li derdorên Dîyarbekir berya zayînê bi di hezar sal mîrîtîyên piçûk avakirin û 2000 sal bi mejîyekê medenî û xwirt jîya xwe dan domandin.
Kasî û Lolo ji araratê çûn çîyayê Zagros di ber setê Dîcle re daketin basûr. Li va devera berya zayînê bi 2000 sal bi navê Ullam, Somîr û Akad sê dewlet hebûn. Lolo ya û Kasî ya ev her sê dewletên mezin hilwesandin. Paytextên wa Lakas, Soz û Babîl girtin desr xwe. Dewleta Kurdîvan damezirandin û li Babîl 700 sala jîya wê berdewamkir.
We wextê Ermenî li Yunanîstan alîyê Teselya di jîyan. Ermenî berya zayînê bi 600 sala hatine Esya piçûk. Lê Kurd bi 3500 sala berya Ermenîya hatine Esya piçûk, Zagros, Ararat û herêmên ber derya sipî. Tê zanîn Kurda li Esya piçûk dewleta yekemîn çêkirî ye û gelê herî kevne. Wê wextê jî ziman bi Kurdî bû, ol Zerdestî bû û Êzîdî bûn.
M. Serif MÜSTAK
Serif.muestak@gmx.de
http://www.welatparez.com
 

Zum Seitenanfang

 
  MA PARTÎYA PEPÛK Û JARA  KARÊ BI SER KEVÊ?

M.Serif MÜSTAK

M. Serif MÜSTAK  Di tevgera cihanê a sîyasî de sert û mercên xebatê hatine serûbin kirin. Gelek sîstem, dewletên mezin hatin roxandin û bi dehan dewlet derketin holê. Rêberîya cîhanê kêm zêde yek alî bûwe. Dewletên cihanê êdî nikarin di hindirûwê xwe de, bi serê xwe rejîman li gor xwe ava bikin, zagonan  çêbikin, desthilatdar  bin û fermanan derxin.
Tevgerên li dij gûherînên cihanê dibin sersebeba roxandina dewlet ê. Nûbûna cihanê hemû rêxistinên sîyasî ko hatîne avakirin, ji nûve bêne damez randin jî eleqedar dikê û akama wê eskere bûwe.
Tevgera gelê Kurd  jî bê goman di nav gûherandina cîhanêdeye û bi serê xwe ne azad e. Bi taybet nûbûna cîhanê ji bo gelê Kurd firseteke dîrokî ye. Pêwiste hemû tevgerên Kurd û Kurdistan`a azad vê gûherandinê bi pejirênin, divê rêxistinên Kurd ji her wextî bêhtir sîyartirbin û li ser xwe sekinî bin.
Li basûrê Kurdistan, xwe gûherandina tevgera sîyasî-netewî bi ser dikevê. Sîyaseta Kurdistanî, Kurdperwerî bi pês de diçê, mejîyê gel ronîtir dibê berjewendîyên gel û çêbûna dewletaserbixwe derdikevin pês. Berjewendîyên partîzanî û sîyasî ketine dibin nîrê xizmeta gel de.
Li rojhilat û basûrêrojavayê Kurdistan jî gûherandin çêdibin. Lê li bakûr bi taybet PKK(DTP) di bêjê „Ko kiçik bê, mezin bê a meye, divê em bin, hemû tist emin, kesê dî nîn, berpirsîyarê Kurdistan emin û ji PKK tê pirskirin. Kurdistan tapowa PKK ye û PKK a Abdullah Öcalan e“.
Ji bo van sasîya ko PKK tê rexnekirin dîktatorîya xwe dijwartir dikê. Wê dîsa got „Eve partî, enî, pere,  çek û sileh heye. Werin nav PKK xebat bikin, lê ne xwe em heyîna hewe na pejirênin“. Lê ev sîyaset xetimî ye. PKK di xwazê bi  sîyaseta dagirkeran re dîktatorîya xwe hêja berdewam bikê.
Bi kûrtayî miho di karê van xalan bercav bigrê.
1-Girêdana Imralî
2-Parastina Cumhurrîyeta Demoqratîk. (Çima dev ji serê çekdarî bernadin?)
3-Rewsa partîya legal
4-Sîyaseta di herçar perçên Kurdistan de ko xwe jê berpirsîyar dibînê.
....................................................................................
PKK bi van xalan ketîye dij gelê Kurd. Êdî rayagistî vê dibînê. Di nav kadir û dilxwazên PKK de jî nerazîbûn eskere bûwe.Gelek kadir veqetehan, an ji alîyê PKK ve ji holê hatin rakirin. Rêvebirîn ketîye tengasîyê û di xwazê valeyîyên di nav rêxistinê de çêbûyîn ji nûve dagir ê.
Vêca niha PCD(DTP) kesên weke Av.Hasip KAPLAN û gelek kesên dî, ko ji alîyê PKK ve hatine qûnrimkirîn, qesta kûstina wan kirin e, ji Kurdistan ê dane derxistin, çoyîn xwe bi Tirka girtî ne, di kisînin navxwe. Lê bi taybet ewên wilo ji bo bibin Parlementer li dûv xwe nanêrin, dîsa hevalbendîya wan di pejirênin û di nav DTP de cih digrin.
Niha giranîya merkeza DTP yê ji wan kesayetîyên weke Av. Hasip KAPLAN`in, ticara nikarin bi bawerîyên xwe rabin sîyasetê bikin, tirsandîne, bûne pepûk û jar. Xwezî Av. Hasip KAPLAN ne keta vê rewsa xirab. Bi taybet Nuretin Yilmaz û hin kesayetîyên dî hene rewsa wan tarî ye.
Sala 14-15.01.1989 Li gûndê Cinibrê qeza Cizîra Bota dibin serokatîya Mîralayî Cehfer Tayar Caglayan de pîsîyê insan bi devê insana ve anîbûn. Ji bo vê bûyerê ti nema bi serê me nehat. Bi taybet dewletê êrîsên xirab tanîn ser mi û di zanî akama mi li ser bûyerê pire. Me li berxwe da gazî hemû cîhanê kir. Pistgirtinên bas derketin holê. Di qada navneteweyî de ne razîbûnek bas derket.
Av. Hasip KAPLAN yek ji wayên pistgir bû. Lê Nurettin Yilmaz hevalê dewleta dagirkerbû, pistgirê Mîralay Cehfer Tayar Caglayan bû, bi Debabe û Cemsên leskerî, di nav Cizîra Bota re li dij berxwedana me derdiket. Wê wextê Parlamenter bû, ew bi xwe jî ji Cizîra Bota ye.
Mi çend cara gazî Nurettin Yilmaz kir, lê pere nekir. Pistre gelê Cizîra Bota ket pey Nurrettin YILMAZ  cam û dergehên mala wî bi serê wîde roxandin û ji Cizîrê bazda.
Wê wextê ez dibin çav de bûm. Di hema wextêde polîsên sîyasî ez derxistim ba Dozgerê Mêrdîn. Nurettin Yilmaz ji bo rewsa mi xirab bikê hatibû ba Dozger. Wexta ko mi ew dît, film bi tevayî di serê mi re derbasbû. Di Salona Dozger de, di nav destên Polîsên sîyasî de, mi hemû tist girt ber çavên xwe û mi êrîs berda yê. Valîyê Merdîn jî di eynî qesrê de bi tebeqekî li jor di rûnist. Gengesek mezin çêbibû. Nurettin YILMAZ bazda xwe avêt oda Dadgerê Eslîyê. M. Ali Yilmaz pismamê Nurettin Yilmaz zilamekê paqije xwe avêt pêsya min, Polîsên sîyasî bi mire heyîrî mabûn. Hemû wîlayet li navhev ket......................
Nurttin Yilmaz pasê herêm terk kir vegereha Ankara û êdî nehate Kurdistan ê. Vêca niha di rêvebirina PCD(DTP) de cih girtîye û giranî ji van kesayetîya. Pesindarên Mehmet AGAR`in. Mehmet AGAR niha çîrokek ji xwere der xistîye, di bêjê herêma basûrê Kurdistan (Kerkuk, Musul) jî axa dewleta Tirko ye....... Gelo di pist perdê de eleqatên van kesa û Mehmet AGAR çawa ye?
Ji bo ko Av. Hasip KAPLAN nebê palementer, PKK ew bi kûstinê tehdît kir û ji tirsa PKK Hezex, malbata xwe, cihûwarên bavûkalên xwe, Kurdistan terk kir koçî Istanbolê kir û xwe bi xezûrê xweyê Tirk girt.
Hay hooo û hay hooo rewsa bakûrê Kurdistan û partîya rebenûjara. Ma hûnê heya kengî dîktatorîyê, leyîstokan li gelê Kurd bikin û li nav hev bixin? 
Ez jî ji PCD (PKK) di pirsim:
1-Gelo bi vê sîyaseta zitî gûherandinên cihanê û Kurdistanê berê te bi kûve ye?
2-Kesên hewe dûhî kiribûn mît, ît, ajan û hevalê Deniz Baykal, îro hûn çima li wan vedigerîn?
3-Ma ko PKK sîyaseta xwe Kurdistanî, Kurdewarî û Kurdperwer  bi gûherê zerer-zîyan çîye?
4-Gelo dijmintî û li navhev xistina gelê Kurd ko hûn berdewam dikin berjewendîyên hewe çine?
.............................................................sç
05.12.2006
M. Serif MÜSKTAK
serif.muestak@gmx.de
http://www.welatparez.com
 

Zum Seitenanfang

 
  ALA TIRK Û SIRÎKATÎ

M.Serif MÜSTAK

Dewleta Tirk bi fermî inkarkirin pejirandî ye. Li gor nêrîna fermî yek netewe, yek al û yek welat e. Ji wê sedemê netewe û kêm neteweyên di nav sînorên Mîsaqê millî de nayên pejirandin, herkes Tirk e. Neteweyên ko di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn ko bivin û nevin Ala Tirk wan temsîl dike, kesên di Tirkîye de dijîn Tirkin. Bi taybet dewleta Tirk ji bo gelê Kurd serobino bikê ev polîtîka li dijî ilim û insanîyetê weke perspektîfên dewletî dane pês, bi vê sedemê dîrokek sale Kurda didê qetilkirin.
Al bi xwe çîye? Al ji bo dewletekê, yekîtîya neteweyî û millî temsîl dike.
Di nav sînorên dewletekê de, di destura dewletê de wek hevîtî nebê, Al çawa dibê sembola
yekîtîya wan netewe û kêm neteweyên di wê dewletê de dijîn ?
Dive destura bingehî a dewletê bi fermî tevayên mafê sîyasî, ekonomî, kulturî, zimanê dayîk û bavê weke hev pejirandibê, li gor destura esasî herkes weke hev xwedîyê maf bê, hemu netewe herêmên ko bi bêhtirîn lê dijîn zimanê wa bi fermî yekemîn bê. Lê ne xwe Ala wê dewletê nikarê wa netewan û kêm neteweyan di nav sînorên wê dewletê de temsîl bike.
Netewe û kêm neteweyên di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn di destura esasî a dewletê de ne weke hevin. Herkes mecbure ko Tirkbê bi tirkî bi axivê. Zarokên dibistana her sibeh di dibistanê de bibêjin” Tikim, rastîyê dibêjim, jêhatîme…” de mejî hînî Tirkîtîyê bibê. Ev sîyaset fermîye a dewleta dagirke.re. Kesên ko ne Tirk, gava bi xwe di hisin, dizanin ko dewlet ne dewleta wa ye û Al ne Ala waye.
Îro di nav sînorên mîsaqê millî de gelê Kurdistanê ji hemu mafê xwe ê sîyasî, kulturî, insanî û ekonomî bi destûra esasî a dewletê bê pare. Gelê Kurdistan weke sirîkê dewletê nayê pejirandin. Tirko her wextî Kurd qetil kirine, zêndan kirine, sirgun kirine û mecburî penabirîyê kirine. Ala dewletê buwe sembola dagirkerî yê û tehdîda li ser gelê Kurd. Ala Tirk ticara nebuwe Ala Kurda. Al bi fermî a gelê Tirk bi tenê hatîye pejirandin. Dîrokek sale Tirko xwe bi qetilkirina Kurda di pesinînê, xwe nav didê. Dagirkerî û inkar ji bo li ser linga bi sekinê, li hember gelê Kurd sowenîzm bi rêya Erkanê Herb û berpirsîyarîya dewletê ve tê mesandin.
Ji bo gelê Kurd sirîkê dewletê bê, dive bi fermî biqasî Tirka di dewletê de xwedî maf bê. Dera ko coxrafîya Kurdistan û gelê Kurd bêhtir lê dijîn, dive zimanê Kurdî li ser wê coxrafya Kurdistan zimanê fermî ê yekemîn bê. Zimanê Tirkî li Kurdistanê û zimanê Kurdî li qaso Anatolya yê bi fermî zimanê didowabin.
Dewlet bi navê Tirka hatîye navkirin. Tirka bi tela xwe rengê xwe li ala xwe kirine. Di bin Ala îro de bi sedhezara Kurd hatine Kustin Divê Kurd û Tirk bi hevre navekê nû li dewletê bikin, Al kesk, sor, zer û sipî bê. Sor û sipî di ala Tirka de jî heye, ji xwe kesk û zer rengê Kurdîn. Li gor dewleta Tirk, Ala Tirk rengê xwe ji xwînê standî ye. Xwîna ko hatî rijandin bêhtirê wê a gelê Kurdistane. Bi van sedema dewleta Tirk û Ala Tirk bi rewsa îro ticara nabin a gelê Kurd û Kurdistan.
Bi taybet ji wexta Imralî ketî bin qontrola dewletê û virde, sowenîzma dewletê zêdetir bûwe. Waweyla ko Tirk ji bo Alê dertêxin, alîyek jê girêdayî bi Imralî ve ye. Ji roja ko PKK derket û heya niha rumet nedane Ala neteweyî û millî a gelê Kurd. Ala PKK weke Ala gelê Kurd datînin ber cavê gel. Têkilîyên Imrali û dewletê, di xwazin Ala Tirk bi gelê Kurdistan sêrîn bikin. Cuwan Haco ko gotîye “Ala Tirka a Kurda ye jî“ parçek ji proxrama di nav dewletê û Imralî deye. C.Haco wergera vê dikê û nikarê xîzikê bidê ser pera jî. Ev gav avêtina hinê ji bo rumetgirtina Ala Tirk li Kurdistanê çêbê ye.
Ji bo ko gelê Kurd bi bê sirîkê dewletê û Ala dewletê, divê ji nuve Kurd û Tirk li hev runin. Ji bo dewletê bi fermî navekê nû bidin nîqas kirin û Alaleke nû bi neqisandin. Wê wextê gelê Kurd wê bibê sirîkê dewletê û Ala dewletê. Hingî ko Kurd xwe ji bo wê dewletê û Ala wê dewletê bidin kûstin raste.
12.12. 2006
M. Serif MÜSTAK
Serif.muestak@gmx.de
 
 

Zum Seitenanfang

 
  RECEP TAYÎB ERDOĞAN DIKÊ FIS Û BERDIDÊ!

M.Serif MÜSTAK

M. Şerif MÜŞTAK Ko Başûrê Kurdistan çiqas gav bi pêşde tavêjê Roma Reş bêhtir hêrsdibê, gefûgûr, êrîşan zêdetir dikê û gelê Kurd bi taybet Kurdistan`a azad bişêweyekî xirab û dijminatî tehdît dikê. Miho dibêjê wêweke heywavanê  har dev li goştê xwekê û xwe  dêber geza. Lê hêsbûn perenakê

Beyanên Roma Reş ji bo malde û derveyî welat gelek balkêşin. Artêş, Mît, Wezîrê karê ji derve û bi taybet beyanên Serok Wezîr Recep Tayîp Erdoğan gelek bê rûmetin û bi hirsê dijmintîyê hûnandî ne.

Wexta Serok Wezîr Erdoğan herê Îran gotibû „Em rênadin Dewleta Kurd a serbixwe“

Li Libnanê got „Pirsa Iraq`ê ji bo me ji proja Yekîtîya Ewrupa Mihimtir e. Ji îro û pêva emê di sîyaseta xwe a ji derve de giranîya xwe deynin ser pirsa Iraq`ê û hw.“ 

Erdoğan roja 09.01.2007 di Parlemande ji bo gruba AKP gotibû „Sîyaseta Kurda a li ser Kerkukê dişibê sîyaseta Ermeniyan a li ser Qarabaxê. Tirkîye ti cara dest xistinên Kerkukê  ji bo Kurda bi rêya referandûmê wê nepejirîn ê. Ko referandûm bibê ewê têkevin Kerkukê û midaxeleyî nav Iraq bikin, wê nehêlin ticarî istikrar werê Iraqê û çareserîyeka ko Tirkîye hesab nekirîbê kes nikarê bi pejirênê.“

Dixwîyê Roma Reş jî  weke Sadam Hisên çavsorbû we, bê sînor êrîşan didê û destên xwe têxê nav karûbarên dewletên cîranê xwe, bi taybet bê exlaq û ji xwe bihorî midaxileyî Kurdistan a azad dikê

Serok wezîr R.T. Erdoğan giringîyek mezin dabû rapora Grûba Krîzê a Navneteweyî ya li ser pirsa Kerkukê û rapora Baker-Hamilton.. Xwestibû pirsa Iraq li ser naveroka wê raporê bê çareserkirin.

Weke tê zanîn ji bo rapora B-H serok Bush 2 cara axiftina xwe bi paşxistibû. Berya C. Bush biaxifê Serok Wezîrê Tirk Kurdistan a azad bi mebesta Kerkuk û PKK tehdît kir. Ew di fikirîn ko wê bi gefxwarinan bandora xwe liser siyaseta hikûmata Bush bikê, lê heyhate derfê dibin zikê  wade filitî ye

Beyanên Serokwezîr Erdoğan û wezîrê karê ji derve li peyhev dayîn gelek balkêşin û bê istikrarin. Miho dibêjê dewleta Tirko wê serê bixwê. Çapemenîya Kurda û Tirka bi van tehdîdan dihejê.

Walîyê Kerkûkê Abdurrahman Mistefa di hema demêda bersivda got „ev karê navxweyî ye, karê hindirûwê meye, ne ji mafê Tirka ye destên xwe têxin nav karên me“.

Roja 11.01.2007 Serokê DEY C. Bush ji bo rapora Baker -Hamilton ji çapemenîyêre axivî, lê tiştên ko Tirko pê di rabû gefên dixwarin pere nekir, rapora B-H bêbihakir û C. Bush carekedî Tirk avêtin milekî û Kurd tercîhkirin.

12.01.2007   Berdevkê dîwana serokatiya Kurdistanê  bi nivîsandin beyanek ji bo çapemenîyê halo hilweşand „Em naxwazin bi dirêjî behsa van daxuyaniyan bikin, tenê ji berpirsên Tirkiyeyê re dibêjin ku bila ji bîra we neçe ku Împratoriya Osmanî hilweşiya ye û Îraq ne beşekî Tirkiyeyê ye.

Îraq welatekî serbixwe ye û gelên Îraqê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heke hûn wî mafî didin xwe ku destê xwe di karûbarên navxwe yên welatekî din bidin, wê demê li hêviyê bin ku gelên din jî her ew maf heye û xalên zeîf ê we jî gelek in.

Di şûna gef û guran, werin em destê dostanîyê dirêjî hev bikin, ji ber ku cîhan guherîye û ciyê zimanê  gefxwarinê nemaye.“

Naveroka mebesta daxwîyanîya berdevkê Serokatîya Kurdistanê vekirî û elanîye. Bi bawerîya mi divê hemû Kurd vê daxwîyanîyê bi tûndî liber çav bigrin. Di daxwîyanîyê 3 nûqtên gelek girin hene, ew jî evin.

1-Dewletên dagirker hişyar dikê, ko ti mafê wan nîn destê xwe têxin nav karûbarên ti dewletên cîran de, bi taybet Kurdistan a Federe.

2-Ko Dewletên dagirker ji xwere maf bibînin destê xwe têxin nav karbarên dewleta Federe, wê çaxê mafê Kurda jî wê hebê bi hemû îmkan û şêweya xwe bi parêzin.

3-Alîyek armanca daxwîyaniyê ji bo hemu gelê Kurd ko liher car parcên Kurdistan û li dîyasporayê dijî ye. Bi taybet bangî hemû kesayetîyên Kurdên welatparêz, ronakbir, hûnermend, rêxistinên fermî û nefermî ko Kurdin komel û rêxistinên sîyasî dikê ye. Ji bo herkes li serxwe sekinîbê, hawadarbê, nexweşîyên dijmin di xwazê liser Kurda bikê ji nêzîk bi şopînin. Ji bo parastina Dewleta Kurdistan a federe bêparastin, hemû bi hevre bi can-mal amade bin  û li dij êrîşên dijmin herkes li benda sînyalekê bê.
 
Dewleta Tirk daxwîyakirin ko ji bo pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd û Kurdistan çaresernebê, di karin dev ji projeya ko di xwazin têkevin nav YE berdin. Beyana serok wezîrê Tirka R.T Erdoğan ev vekirî da eşkerekirin. Ev sîyaseta ji nû çiqas dihat gomankirin jî lê bi rêya fermî nehatibû zanin. Dewleta Tirk heya niha bi hikûmet, mixalefet û artêşa xweve digotin „YE Proja me a yekemin e“. Lê hat eşkere kirin proja Roma Reş a yekemîn hilweşandina Dewleta Kurdistan a Federe le.

Armanca TC di xwest bikevê nav YE, bi hîle û derewan YE bi xapînin bikin piştgirên xwe. Careke dî gelê Kurd û Kurdistanê ji rojeva cîhanê dûr bikin. Leyîstokên Peymana Lozan bileyîzê. Pirsa ji bo Iraq nîn, pirsa Roma Reş Kurdin û bin pêkirina axa azad e.

Roja 13.01.2007 dîsa Serok Wezîr R.T Erdoğan ji bo NTV axivî got “DEY 10 hezar Km. hatîye li ser sînorên mi midaxeleyî nav Iraq kir, çima sinorên Tirkîye û Iraq yekin mafê me nebê em mudaxeleyî Kurdistan ê bikin?”

Gefxwarin pere nakê, di vê sala 2007 de Kerkuka Kurd a ko xaka Kurdistan e, wê bikevê serxaka Kurdistan. Ko vê care li rojhilatanavîn bi taybet li hember Îran û Surî hereketek derkevê di wênede Kurdistan a serbixwe û azad di xwîyê.

Ji bo rewşek halo çênebê Dewleta Tirk bizaveke kûr dike, tehdît û gefên xwe xwirttir dike. Iraqê tevdidê, di Kurdistanê de li pey leyîstokên mezin digerê, Tûrkomana jibo bi karbinê wan bi rêk û pêk dike.

Hin rêxistinên Tirkomana, Yekîytîya Îslamî ya Kurd, Tevgera Êzîdîyan û Tevgera Demokratîk a Asûrîyan ketine serrêyek xirab. Ko li xwe bi xwedîbin, zanabin wê li dij destwerdana nav Iraq û Kurdistanê a Tirka, Farisa Ereba derkevin. Erkên wan ewe ko  ajan mît û hevalên Roma Reş, bhsîyan û oltarîyan ji nav xwe bi qewirênin, wan eşkere bikin bi hikomata Kurdistan re bin bi Kevin hereketê û li xwe vegerin.


Gotineka bav-bapîrên Kurda heye dibêjin “Ko qelana Mirûstanê tê, çengê wê çêdibin”. Gelo gefxwarinên Erdoğan ko li DEY û Kurda kir dibê nîşana çenkçêbûna Mirûstanê bê?

Bi bawerîya mi gûherandina cîhanê daye eşkerekirin, sekinandina gelê Kurd ne hêsanî ye. Ne otonomî, ne Federasyon pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd çareser nakê. Otonomî ji bo Kurdên Anatolyayê, Federasyon ji bo Bakurê Kurdistan. Evjî ji bo wextê kin dikarê bibê çareserî. Nexwe gefxwarin, êrîşkirin û di inkarkirinê de xweqerastin nabê çareserî.

Dibêjin vir û tir li ba hinkes wek hevin; Serok wezîrê older Erdoğan li Dîyabekir, li Parlemana Enqere, li ser rê çûna here Eyranê, Li Libnanê, dîsa di gruba partîya AKP de û xilasekê 13.01.2007 bi rêya NTV axivî bû.

Serok Wezîr Erdoğan ewil li Dîyarbekir gotibû “rêya YE di Dîyarbekir re derbasdibê.” Ji Leşker dest kir qirka  axê, neweke wî ev axiftin kiribû. Vêca niha dest bi dîrûtîyan kirîye, zirta li DEY û Kurdistana  azad dike.

Bawerî bi sözên dostane, gefxwarin û sîyaseta Recep Tayîp Erdoğan nemaye, hîn bûwe qelew bi axivê û bike fis dibin xwere berdê. 15.01.2007

M.Şerif MÜŞTAK

Serif.muestak@gmx.de


http://www.welatparez.com
 

Zum Seitenanfang