Berpirsiyarê giştî yê rojnameya Agos Hrant Dink di 19
rêbendan 2007 de li ber avahiya rojnameyê hate kuştin.
Hrant Dinkî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo çi wan ez
kirim hedef?” de, ku di 12 rêbendan 2007 de li rojnameya
Agos weşandiye, derbarê berpirsiyaran de agahiyên musbet
beyan dike. Di vê nivîsê de bersiva pirsên wek “Kî li
pişt vê kuştinê heye?” û “Gelo ev karê rêxistinekê ye?”
heye. Her wiha, wî di nivîsa xwe ya bi sernavê
“Metirsiya kevokane ya haletî ruhiyeya min” de jî hewl
daye xwe da ku vê mijarê zelaltir bide nîşandan.
Ev bûyer dişibe bûyerên di 6 sermawez 1996 de li
Susurlukê û di 9 sermawez 2005 de li Şemzînanê. Her
wiha, kuştina metran Santoro ya di 5 reşemeh 2006 de ku
li Trabzonê çêbûbû jî wekî vê bûyerê ye. Di 12 îlon 2006
de li Dîyarbekir, li taxa Rezan, li Parka Koşuyoluyê
bombeyek teqiyabû. Di encama vê teqînê de 7 jê zarok 10
kes miribûn û 17 kes jî birîndar bibûn. Di van bûyeran
de, tu pirsiyarkirinek ku hêzên bingehîn ên li pişt van
bûyeran derxîne meydanê çênebibû. Çawa ku li Dîyarbekir,
li Parka Koşuyoluyê teqîn çêbibû, piçek di pey re TİT
(Türk İntikam Tugayı: Firqeya Tolhildanê ya Tirk) li
malpera xwe ya enternetî daxuyaniyekê belav kiribû û vê
bûyerê girtibû ser xwe. Berpirsiyarên hukûmetê vê yekê
tekîd kiribûn ku rêxistineke bi vî awayî nîne, ev
daxuyaniyeke ne ciddî ye, ji lewre tu pêwstiyek bi
pirsiyarkirinekê jî nîne. Û di encamê de serê vê
meseleyê nixaftibûn. Dîsan li bajarê Trabzonê, di 2005
de xizmên girtiyan ên endamên TAYAD (Tutuklu Aileleri
Yardımlaşma ve Dayanışma Derneği: Komela Piştgirî û
Hevkariya Malbatên Girtiyan) dema ku ji bo
protestokirina tecrîta li zindanan daxuyaniyek ji bo
çapemeniyê belav dikirin, êrîş bi ser wan de hatibû
kirin û di encamê de derbarê êrîşkaran de na, lê derbarê
kesên ku êrîş bi ser wan de hatibû kirin de
pirsiyarkirin çêbibû.
Li ser kuştina Hrant Dinkî serokê komarê Ahmet Necdet
Sezer, serokê wezîran Recep Tayip Erdoğan, serfermandeyê
artêşê general Yaşar Büyükanıt û hindek ji weziran bo
malbata Dinkî peyamên serxweşiyê şandin.
Cenazeyê Hrant Dinkî di roja 23 rêbendan 2007 de spartên
axê. Tê gotin ku zêdetir ji sed hezar kesî beşdariya
merasima cenazeyî kiriye. Hindek jê îddîa dikin ku ev
hejmar 200 hezar bûye. Li ser navê hukûmetê cîgirê
serokê wezîran Mehmet Ali Şahin û wezîrê karê hundir
Abdülkadir Aksu beşdarî merasimê bûn. Hukûmetê ermenên
li diyasporayê û yên Komara Ermenîstanê vexwendin da ku
beşdarî merasimê bibin. Ew jî di merasimê de amade bûn.
Beşdarvanên merasimê ji ber deriyê rojnameya Agos bigre,
ji taxa Osmanbey ta dêra ermenan a li taxa Yenikapı û ji
wir jî bigrin ta goristana ermenan, ku 8 km. rê ye,
meşiyan. Di pêvajoya meşê de pankartên ku li ser
dirûşmên wek “Em Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû Ermen in”
nivîsandî bûn, hatin bilindkirin. Her wiha di meşê de
ala nehatin hildan û kesî drûşm neqîriya. Nûnerên
welatên derve yên wek konsolosê DYA Ross Wilson jî
beşdarî merasimê bûn. Serokê wezîran Recep Tayip Erdoğan
çû mala Dinkî zîyaret kir û pişt re jî çû metranê ermen
Mesrop Mutafyanî li dêrê ziyaret kir.
Berê gelek roşinbîr û siyasetmedar û mella û karmendên
kurd hatibûn kuştin ku wek “kiryarên wan nediyar” têne
zanîn. Bo numûne, Vedat Aydın, Musa Anter, Mehmet
Sincar, Şevket Epözdemir, Muhsin Melik, Faik Candan,
Ferhat Tepe, Behçet Cantürk, Savaş Buldan… û wek vana bi
sedan kurd hatin kuştin. Di tu yekî de jî hîç nehatiye
dîtin ku berpisrsiyarên dewletê yan jî yên hukûmetê
serxweşî dane malbatên van kuştiyan. Her wiha destûr
nedihat dayîn ku kesûkarên van kuştiyan hestên xwe beyan
bikin an jî merasimekê ji bo cenezeyê xwe lidarxînin.
Cenazeyên wan bi metodên “bikuje, birevîne û veşêre” bo
axê hatibûn spartin. Li dema ku ev cenaze dihatine
definkirin, hindek kesên din jî dihatin kuştin. Di
navbera prosesa kuştina Hrant Dinkî û ew operasyonên ku
li hemberî siyasetmedar û roşinbîr û karmendên kurd
pêkdihat de cudahiyên gelek mezin hene. Ev cudahî ewçend
di radeyeke mezin û kûr de ne ku, qet neyêne ber hev. Ev
yek, ji hest û nîyet û armanca tirk û ya dewlet û
hukûmetê yên li hemberî kurdan çêdibe. Qet şik û şubhe
nîne ku ev hest û nîyet û armanc negatîf in. Vê
reftariya negatîf bandoreke gelek negatîf li ser qada
ramyarî ya tirk çêkiriye. Kes an jî sazî nikarin ramanên
xwe yên derbarê kurdan de bi awayekî azad derbînin. Vê
yekê jî bi xwe re qada ramyariyê beyar kiriye, mejî felc
kirine, ramana azad fetisandiye.
Ew girseya ku tê gotin 200 hezar kes bûn, ku tevli
merasima cenazeyê Hrant Dinkî bibûn, pankartên wek “Em
Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû Ermen in” hildabûn. Gelek
vekirî ye ku bi vê helwestê re mebest çi bû, çi dihate
gotin. Wate di rojeke wisan de her kesî xwe dikir cihê
ermenan de… Belam qet ne mumkûn e ku roşinbîr û
siyasetmedar û berpirsên çapemeniyê û hwd. ên tirk di
merasima cenazeyê kurdekî de helwesteke wisan nîşan
bidin, berovajî, qada ramyarî ya tirk û qada siyasî ya
tirk gelek musaît in ku bibêjin “Em Hemû Ogün Smast in”.
Her wiha, tê zanîn ku bi kuştinên “kiryarên wan nediyar”
re bi sedan roşinbîr û siyasetmedar û karmend û mellayên
kurd hatin kuştin, ku nehêlan ew merasimeke wisan ji bo
kuştiyên xwe lidarxînin. Ew kesê bi navê Yasin Hayal, ku
dibêjin, wî rê li ber Ogün Samastî xistiye da ku Hrant
Dinkî bikuje, îcar dema ku di nav plîsan de ji bo
pirsiyarkirinê wî dibirin polîsxaneyê, yan jî wî dibirin
dadgehê, vî zilamî li hemberî kamerayên çapemeniyê gefan
li tekane nivîskarê Tirkiyê yê xwedî xelata Nobel Orhan
Pamukî dixwend û diqîriya digot “Bila Orhan Pamuk biaqil
be, biaqil!” Wî vê hêzê, vê cesaretê ji kê digirt? Ev
tawanbarên bi vî rengî, çi dema ku pişt ji dewletê
bigrin, ji aliyê dewletê ve bêne handan wisan mêrêniyê
dikin. Ev yek jî tenê bi riya perwerdeyê pêktê. Her
wiha, ne mumkûn e ku tirkekî normal, tirkekî sade vê
reftariyê nîşan bide. Helbet ev awa têgihaştin di
çarçoveya îdeolojiya fermî de, ew îdeolojiya ku her
tiştê li derveyî xwe red dike, wek dişmen dibîne de
çêdibe. Her roj bi dehan kurd ji aliyê hêzên asayîşê ve
têne girtin, têne zindanîkirin. Gelo ji vana kîjanî di
nav destê polîsan de yan jî di nav lepê cendirmeyan de
çi dema ku ji bo pirsiyarkirinê çûye polîsxaneyê, çûye
dadgehê karibûye hest û ramanên xwe îfade bike û bibêje
“ez ê viya bikim, an jî, ez ê wiya bikim…”?
Digel ku salek berê ji aliyê muxbîrekî polîsan ve hatiye
îxbarkirin ku dê Hrant Dink bête kuştin jî lê te divê
bila mudûriyeta asayîşa Tarbzonê be û te divê bila ya
Îstanbulê be, tu mudûriyetekê ji bo pêşîlêgirtina vê
kuştinê hîç tedbîrekê negirtiye.
Rojnameya Radikal derbarê vê pêvajoyê de li hejmarên xwe
yên di roja 30 û 31 rêbendan 2007 de bi kîtekît nûçeyên
belav dike. Ronameya Radîkal li hejmara xwe ya di roja 2
reşemeh 2007 de dide nîşandan ku kujerê Hrant Dinkî Ogün
Samast li polîsxaneyê, wek ku ew qehremanek be, pê re
reftarî hatiye kirin. Her wiha, nûçeyin belav dike ku li
polîsxaneyê polîs û cendirme ligel hev ketine nav
pêşbeziyê da ku bi Samastî re wêneyên xwe bigirin.
Li van rojan rojnameya Gündem jî di hejmarên xwe yên 31
rêbendan û 1 reşemeh 2007 de derbarê kesekî de nûçeyan
belav dike ku, ew kes ji ber tawanên “teşebusa kuştina
mirovan” û “bi xwe re gerandina çeka bêruhset” girtî
bûye lê bi dirustkirina belgeyên sexte hatiye berdan.
Bûyer li Dîyarbekir çêbûye. Ev kes di Girtîxaneya
F-Dirûv de girtî bûye. Ev kes bi wî şertê ku karmendekî
naskirî yê li Dîyarbekir bikuje hatiye berdan.
Bazariya kuştinê li odaya îdarî ya girtîxaneyê ligel
endamên JITEM (ev navê rêxistineke taybet û pinhan a di
nav artêşa tirk de ye) hatiye kirin. Piştî bazarkirinê
ev kesê girtî pêşniyaza endamên JITEM qebul dike. Her
wiha, di encamê de texlîya wî derdikeve û tê berdan. Di
bazara wan de gelek vekirî jê re hatiye gotin ku dê
tawanên wî ji ser bêne hildan, ew dê bi asanî bikaribe
ji çend karmendên navdar xûgiyê bixwe, dê neyête girtin,
polîs û artêş dê nekevin dû wî de… Lêbelê ew kes nikare
tiştê ku jê têye xwestin bicih bîne. Ji rûyê vê yekê,
radibe terka Dîyarbekir dike. Piştî 40 rojî bêgav dimîne
ku cardin vegere bo Dîyarbekir. Piştî ku vedigere
Dîyarbekir, dîsan têye girtin û wî dixînin girtîgehê. Ev
e, piştî viya, ew jî radibe erzûhalekê bo Wezareta
Dadmendiyê dinivîse ku endamên JITEM zorê lê kirine da
ku ew yekî bikuje, ji vê çend divêt derbarê wan de
pirsiyarkirin çêbibe… Ev bûyer gelek bi zelalî bi me
dide xuyanîkirin ku bê hela kîjan hêz li pey van
kuştinan hene.
Digel ku têye zanîn Ogün Samast û Yasin Hayalî Hrant
Dink kuştine, her wiha, digel ku têye zanîn ev kes ji vê
kiryara xwe gelek kêfxweş in, serbilindiya xwe didin
nîşandan jî belam dîsan, ji wan re dibêjin “gumandar”.
Çapemenî van merivan wek “gumandar” bi nav dike. Lêbelê
heke kurd bin, te divê bila di pevçûnan de kuştiyek an
jî birîndar hebe, hê di destpêkê de navên wek “qatîl”,
“terorîstên hov”, “eşqiya” têye gotin.
Hrant Dinkî di nivîsa xwe ya ku pê dihate dadgehkirin de
bang li ermenan dikir û digot “Ji nav hişê xwe tirkan
derxînin, bila diyardeya tirk jehrê nexîne nav hest û
ramanên we de”. Diyardeya kurd, ji rûyê reftariya hişk a
dewlet û hukûmetê, dibe bandoreke wisan ku qada
ramyariya tirk; warên zanistî, warên hunerî û edebî û
hwd. beyar dihêle, dike çolistan. Ev reftariya
înkarkirin û tunekirinê ya derbarê kurdan de, ev bandora
ku di vê riyê re têye, bandoreke wisan e ku, jehrê
dixîne warên ramyarî û zanistiya tirk, van waran
difetisîne. Ev reftarî ne tenê bandoreke neyînî li ser
jiyana ramyarî û jiyana zanyariyê çêdike, her wiha,
bandora xwe li ser siyaseta hundirîn, li ser siyaseta
derve jî bi awayekî neyînî çêdike. Sedemê bingehîn ê ku
nahêle di siyaseta hundirîn de gavên pêt ên demokratîk
bêne avêtin û her wiha, sedemên bingehîn ên wê siyaseta
derve ya bêfesal jî her ev yek e. Ji bo ku jiyana
ramyarî û jiyana zanyarî geş bibe, ji bo ku ev tarîtiya
li ser van qadan bête belavkirin, hingê divê warên
ramyarî û zanyariyê ji bin fişara van cercereyan bêne
derxistin. Divê ev yek wek peywireke zarûrî bête
têgihaştin. Riya vê yekê jî di geşkirina fama demokratîk
re, di têgihaştina wê re dibihure.
Bi bûyera kuştina Hrant Dinkî re babeta ku zêdetirîn li
ser têye axiftin benda 301. ya TCK (Zagona Cezayê ya
Tirk) e. Masmedya, rojnameyên wek Radikal û Milliyet li
ser benda 301. gelek radiwestin. Roşinbîr û siyasetmedar
û endamên çapemeniyê yên tirk bênavber her li ser vê
bendê daxuyaniyan belav dikin. Di vê babetê de
reftariyeke azadîxwaz a pêt heye lê divê em diyardeyeke
wisan jî bibînin ku, di roja 24 rêbendan 2007 de li
Dîyarbekir Pêncemîn Dadgeha Asliye ya Cezayê ji ber
benda 301. sal û nîv ceza li roşinbîr û siyasetmedarê
kurd Îbrahim Güçlü birrî. Ev diyarde, di masmedyaya ku
li hemberî benda 301. ewçend hesas e de tew nebû nûçe
jî. Tenê li rojnameya Vatan wek nûçeyek hate weşandin.
Ev nîşandêreke balkêş e, ku reftariya li dijî kurd a
jiyana ramyariya tirk, jiyana çapemeniya tirk bi şanî me
dide.
Têye gotin ku “her awayê netewperestiyê xirab e”. Her
wiha, ev gelek vekirî ye ku neteweperestiya tirk a ku
van Ogün Samastan, van Yasin Hayalên ku kuştina kurdan,
kuştina ermenan kirine serê xwe de perwerde kiriye, ev
awa neteweperstî gelek nîjadperest e, negatîf e.
Netewerestiya kurd ku li hemberî tunekirin û înkarkirinê
dixwaze xwe bide jiyandin çima dibe xirab? Ev şaşî ye ku
meriv rabe ewê ku dibêje “ez ê te tune bikim, ez ê te
bikujim” û ewê ku dibêje “ez dixwazim bijîm, jiyan mafê
min e jî” wekî hev bibîne. Kurdan negotine “ez ê te tune
bikim, ez ê te bikujim...” û bi vî awayî gef li kesî
venexwarine. Dibe ku her du neteweperestiyan wekî hev
dîtin, berhemeke bêfesal a jiyana ramyariya tirk be.
Bêşik û şubhe ye, ku ev bêfesalî ji ber Pirsgirêka Kurd
derdikeve meydanê.
Ev awayê qisetkirinê ku ji dişmeniya kurdan hasil dibe,
di wan daxuyanî û dîtinên derbarê pirsa Kerkûkê de jî
xwe dide der. Derbarê vê pirsê de dîtin û gotinên kurdan
tune têne hesibandin, kurd nayêne guhdarîkirin, dîtin û
daxuyaniyên dewletê wek dîtinên rast ên ku qet şik û
şubhe li ser wan çênabe têne qebulkirin. Ewên ku dibêjin
“Kurd hemahengiya akincihên Kerkûkê xirab dikin,
giraniya etnîkî dadigerînin bi ser kurdbûnê ve” qet balê
nakêşin bi ser vê yekê de ku, li dewra Sedam Huseynî di
çarçoveya erebkirina (taerrub) Kerkûkê de kurd û tirkman
ji wir hatine derxistinê. Hindek jî hene, Digel ku di
çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, li salên 1960 û bi vir
de, di navbera 150 û 200 hezarî de kurd hatin nefîkirin
jî, lê dibêjin, ev hejmar bi qasî 10 hezar kesî bûye. Ew
kesên ku dibêjin “Kurd hemahengiya akincihên Kerkûkê
xirab dikin, giraniya etnîkî dadigerînin bi ser kurdbûnê
ve”, lê behsa nefîkirina kurdan a li Tirkiyê, behsa
polîtîkaya valakirina Kurdistanê ya ji kurdan qet nakin.
Divê li ser têgeha “nîjadperestîyê” jî bête rawestîn.
Heta bi van rojên dawîn jî çi dema ku lêkolînerên kurd
behsa kurdan, behsa zimanê kurdî, behsa kultura kurdî û
hwd. bikirana, hingê roşinbîrên tirkan di cih de vê
reftariya wan wek “şovenîstiyê”, wek “reftariyeke
nîjadperestîyê” didît. Ev awir, behskirina ji kurdan û
ji zimanê kurdî, behskirina ji kultura kurdî bi têgeha
“şovenîzmiyê” muhakeme dike. Ev yek, di rastiya xwe de
serê nîjadperestî û kirinên wê yên li Tirkyê dinixumîne,
vedişêre. Ew têgihaştina ku dibêje “ji bilî tirkan mafê
jiyanê ji kesî re nîne” û ew tigihaştina ku dibêje “ez
dixwazim ligel nirxên xwe yên neteweyî bijîm” çawan
dikarin bi awayekî bêfesal, bêyî ku wan têgehên ku rewşê
rast îfade bikin, hatine gotin? Ev yek, divê bibe pirsa
bingehîn a ramyariya tirk. Û pirsa nîjadperestiyê jî, di
roja îroyîn de pêvajoyeke wisan e ku roşinbîr gelek li
ser radiwestin, hewl didine xwe da ku li ser vê pirsê
analîzan bikin. Ji bo ku ev pêvajo kêrhatî be, hingê
têye dîtin ku ev karekî zarûrî ye, divê li ser diyardeya
kurd bi hişmendiyeke demokratîk û bi têgehên zanyariyê
ligel rexnekirina îdeolojiya fermî bête rawestîn.
5 reşemeh 2007
_____________________
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Çavkanî:
www.peyamaazadi.com