| |
| |
|
|
BI DIJMINAHÎYA
BAŞURÊ KURDÎSTAN RAYEDARÊN
TIRK;
SEDEMÊN
BIHEVREJÎYANÊ
JI HOLÊ
RADIKIN /
PEYAMA
KERKÛKÊ
|
|
|
Ömer Özmen |
iştê dardekirina diktatorê Iraqê Saddam Huseyîn,
Rayedarên Tirk, Ji dervayê adabê diplomasîyê û hiquqa
navnetewî, li ser Başurê Kurdîstanê, gef û şantajan
didomînin.
Ji bo astengkirina destkeftinênên başurê Kurdîstanê,
artêşa Tirk, xwe ji serê Kurdan reamade dike. Çapemenîya
Tirk, di vî warî de, dest bi propagandeya res kirîye.
Gef û gopên rayedarên Tirk. ewqasî bêperwa tên
belavkirin ku, ne tenê li ser başurê kurdîstanê, li her
çar perçeyên Kurdîstane de, gelê kurd tehrîk dikin.
Hewildanên ku dewleta Tirk di derbarê Kerkûkê de nîşan
dide, di heman demê de, ji netewbuna kurdan re, dewetîye
dertîne.
Ev dijminahîya dewleta Tirk, ji damezrandina
Federasyona başurê kurdîstanê vir de, bi tundî tê
meşandin. Di destpêka midaxeleya Emrikanîyan ya Iraqê
de, fermandarê Ordîya Ege yê Hurşît Tolon û
Kevneserokkomar Silêman Demirel weha digotin:“
„Di kîjan deverê cîhanê de, statuyek Kurd bête
damezrandin, emê midaxele bikin“
Ev peyamên rayedarên Tirk, û hewildanên di derbarê
Kerkûkê de tên pêkanîn, tenê bi serê xwe, sedemên
bihevrejîyana Tirk û Kurdan ji holê radikin. Tovê buxz û
nefretê, di nav gelan de di reşînin.
Bêguman buyerek wek dagirkirina Başurê Kurdîstanê ., ji
bo dewleta Tirk, ne çalekîyek hêsayîye. Di serî de,
Kurdên başûr xwedi sazî û dezgehên parastinê ne. Di qada
navnetewî de, bi fermî hatine naskirin û xwedi
iîtibarin.
Alîyê din, di dema îroyîn de dagirkirina welatek, berî
her tiştî aborîyek xurt, teknolojîyek pêşdeçûyî, aramîya
hindur û artêşek profesyonel dixwaze. Dewleta Tirk, ne
xwedi van derfetanin. Bê xwestin neyê xwestin, Serek
weha, tenê di Kerkukê de cereyan nake. Ji xelîçeya
Iskenderûn ê heta Kerkûkê, dibe gasîna ser. Edî tu quwet
nikare ku, kurd û Tirkan bi hevre bide jîyandin. Fature
çi dibe mal bila bibe, di encama şer de, hevgihîştiniya
Kerkûk û Iskenderunê dikeve rojevê. Çawa kevnebalyozê
Amjerikayê Edelman ji dîyar kirîbu, Ji Iskenderunê heta
Kerkûkê heremek aborîye.
Ev guzergah, ne tenê di warê aborî de, bi gor realîteya
demografîya etniki û dîrokî de ji, xetek Kurdîstanê ye.
Ji bo ku, guzergeha petrol û gazê ye, di tevgerta
sermiyanê global de, xwedî rolek stratejîke.
Serokwezîr Erdoxan û generallên Tirk, xeyalperestîya
Ittihad Terakîyan cardin zindî kirine. Wekî destpêka
ruxandina Imparatorîya Osmanî, Li macerayên metirsî
digerin. Hebuna Kurdan weki sedemên tunebuna xwe
dinîrxînin. Sîyaseta wan li gor argumenta „Bila Kurd
qezenç nekin, em ji winda bikin“e.
Bêguman Ev ne sîyasete. Ji bo her du gelan ji
malxirabîye. Di çareserkirina pirsgirekan de, dema meriv
bi akl.i selim tevbigere, ji bo her du alîyan jî
qezençkirin mimkûnin. Lê mixabin, pratika rayedarên
Tirk, di vî warî de, tu hêvî nade meriv.
Partîya AKP ê; di bin zext û bandora Generallan de, dev
ji desthilatdarîya Tirkîyê berdaye, li ser
desthilatdarîya Iraqê, heq iddea dike. Berpirsên dewleta
Tirk, ne tenê di derbarê pirsgirêka Kerkûk ê de, li ser
polîtîkayên wekî damezrandina sazîyên dewletê,
parvekirina serkanîyên aborî, sistema perwerdebunê,
mafên ekalîyetan hwd. Pêşnîyaran rêzê rêvebirê Iraqê
dikin. Ji bo bêistikrarkirina Iraqê; ji rêxistinên wek
Bereyê Türkmenan û El –Kayd ê re civînên teroristî
organize dikin.
Ji terefê herkesi ve hatîye dîtin ku, Partîya AKP ê, di
derbarê kêseya Kurdên bakur, kêseya Qibrîsê, tevlêbuna
Yekitîya Ewropayê de desthilatdar nîne. Insîyatîf,
radestê generallan kirîye. Lê, Erdogan, di derbarê
çareserkirina kêseyên Iraqê de, xwe perpirsîyar dibîne.
Wekî listobazek fortan diavêje.
Ev rastî, ji terefê hemî cîhanê ve hatîye dîtin ku,
Berpirsê Amerîka yê Iraqê Zalman Halilzad gotîye „ Ez
gotinên Erdogan nagrim nezerê“
Zagona bingehina Iraqa Federal ku, di encama
hilbijartina gelên Iraqê de, di bin çavderîya sazîyê
Netewayê Yekbuyî de hatîye amadekirin, ji terefê
rayedarên Tirk ve nayê naskirin.
Tê zanin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkukê , xala
140 î, di Zagina Bingehina Iraq a Federal de cîh
girtîye. Bi gor vî xalê, di sala 2007 an de, referandum
pêk tê, nistecîhên Kerkûkê, di encama dengdanê de qedera
xwe tayîn dikin. Di derbarê Statuya Kerkukê de biryar
didin.
Berpirsên dewleta tirk eşkere dîyar dikin ku, ewê vî
pêvajoya hiquqî sabote bikin. Ger neyê sabotekirin.
Hetta, dem bi dem dagirkirina herema Kurdîstanê tînin
ziman.
Dewleta tirk, çawa di hundurê Tirkîyê de, maf û
azadîyên gelê Kurd diperçiqîne, dixwazê, Kurdên li
dervayê Tirkîyê ji maf û azadîyên xwe bidestnexînin. Bi
vî armanca nêjadperest; nirx û pîvanên hiquqa navnetewî
binpê dike. Di heremê de, bi dewlet û rêxistinên
terorist re itifaqên dij-kurd organîze dike.
Destewerdana nav Iraqê, ji xwe re rewa dibiîne.
Xwedigiravî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, van
demê dawî, ji bo ku ji generallan destura serokkomarîyê
bidest bixîne, wek berdevkê artêşê, bi rewşek êrişkar,
gef û gopa li gelê kurd dixwe.
Erdogan, di axaftina xwe ya dawî de, bajarê Kerkûkê,
disiband, Nagorno Karabaxê û digot: „ Em wekî Karabaxê,
dev ji Kerkûkê bernadin.“
Tê zanîn Nagorno- Kerebax, di navbeyna Azerbeycan û
Ermenîstanê de heremek otonom e . Piştê hilweşandina
yekitîya Sovyetê, ji ber metirsîya Azerbeycanê, beşdarê
dewleta Ermenîstanê buye.
Erdogan û gellek islamîperestên Tirk, heta nuha,
sedemên bihevrejîyana Kurd û Tirkan, li ser hevbendîya
Islamê destnişan dikirin. Di axaftinek xwe de, Erdoxan
digot: „ „Çimentoya Kurd û Tirkan , ôla Islamê ye.“
Bi miqayesekirina Kurd û Ermenîyan, Xuya dike ku,
Erdogan êdî di asîmilekirina Kurdan de, dev ji
argumentên islamî berdayê. Ev çimento êdî Kurd û Tirkan
bihev re na zeliqîne. Di vî axaftina Erdoxan de,
minafiqtiya AKP ê , carek din ji terefê gelê Kurd ve li
ser suç hatîye girtin.
Xuyaye Erdoxan, ji xêynê, devjêberdana Yekitîya
Ewropayê, ji bo ku Kerkûk nekeve destê Kurdan, dev ji
ôla Islamê ji berdide.
Desthilatdarên Tirk, li nav çavên 25 Millyon kurden
bakur dinihêrin û dijminahîya xwe, li dij hemî Kurden
cihanê de eşkere dikin. Bi vî awayî şert û zurufên
bihevrejîyanê, ji holê tê rakirin
Li dij van helwestên dijminane; divê Gelê Kurd, di
guzergaha Iskenderun û Kerkûkê de, bersiva
meydanxwendina nêjadperestên Tirk bidin. Bi rê û rêbazên
rewa, çalekîyên girsehî lidarbixin.
Di dagirkirinek muxtemel ya başurê Kurdîstanê de, divê
xortên Kurd, ji artêşa Tirk re, bi tevayî leşkerîyê
boyqot bikin..
Kurdên li derveyê welat, li ber Sazîyên Netewayê
Yekbuyî, Yekitîya Ewropayê û konsolosxaneyên Tirk,
çalekîyên girsehî organîze bikin. Di vî warî de, ji
rêxistinên sivîl û humanîter alikari bixwazin.
Alîyê din, ger parîyek heysîyet, wijdan û xîret bi wan
re mabin, ew kesên ku li pêy „komara demokratik“ li
entegrasyona Kurdan dixebitin, divê pozê wan bişewîte.
Ji van peyamên nêjadperestên Tirk ders bigrin..
14.01.2007 |
|
|
|
 |
 |
|
|