wey le
dînê chîya bilinde te nabînim
wey
qurbanê gûl sor bûne nachirpînim,nachirpînim
gûndî,malî ba ta ser dilê xewka mi ra
ne tû
dilê na hebînim.
Lê lê
dînê pezê we zozanê me , wê chêrandin,
wêy me chêrandin
wey lê dînê xewkam dûra,dor gerandin
wey lê dînê kechkê gûndê we pîr bedewîn
xortê gûndê me helandin,me helandin
wey malîno dîna min revî,wê direvî,wa direv î
keloshkofê tû yî rindî,pir bedewî,pir bedewî
gûndî ,malî ezê dichim,keloshkofê digrim
ketine
orta min û te de desht û zozan,desht û zozan
delal û
qedîm.Lê kê gotîye nizanim.
Xwsh
gotî ye.Delal anîye ziman.
Li ser dilek,dilek din na yê hewandin,Delala dilê wî ji
wîre bese
û li ser
delalîka xwe re tû car dila nahewîn e.
Stranên
klasîkên kurda pir xweshin.Tê de chand,tê de evînî,tê
de dîrok
li pishta chî de,li ber singê zozana,li dhestê bi dengek
bilind
tê strandin.Tê de kechkên delal,berîvanên bejn zirav û
bedew
kêm ninin.Zozan û chiya jî sixwe cî yê bûyîna ye.
Ev
demekîye ku ez ji xwere bi vî stranê dilorînim.
Maqamê
stranê dilorîn e.Tû jî pêra dilorîn î.Wey lê dînê
pezê we zozanê me chêrandin,wee me cherandin....
Bi vî destpêkê min xwest ez ji we pirsek bikim.
Gelo di
dema îro de chima stranbêjen ku klasîka kurdî distrin
kêmin?Sedemê wî chî ye?
Li
serhedê Shakro,Hûsyno,Zahro....
Li
Erîwanê..Torinê Pasê,Qubara Xido,Hesenê Qaso,Gûlîzera
Cherkes,Razmîkê Shiko,Hemzoyê Osman,Gozela Xeto,Bermala
Keko,
Qerapetê
Xacho,Xachoyê Xelîl,Memoyê Silo,Sîsa Mecîd,Kinyazê
Hemîd,Belga Qado û Egidê Chimo.....
Nav dirêjin.Stranên kurdî bi van nava li kurdîstanê
belav
bûn.
Sheroyê Biro û stranbêjên wek wana nûha tunnin.
Klasîkî zahmete ji bo yê wî ye an dengê klasîkan zahmete
û bi
pêk na ye?Chîye sedem gelo?
Zaroktîya me li ber radyo ya Erîvanê derbaz di bû.
Stranên
klasîk di zaroktîyê de mêjoyê kurdi yê ava dikir.
Ez bixwe
guhdarîya muzika iro nakim û li min xwsh na yê.
Wek
guhdarwanek ji zede guhdariya muzika ku li konsera tê
strandin
min na be li dehst û zozana nagerin e.
Li ber
avên chema nahewîn e.
Dengbêjî
mir gelo?ê min pirsin.Hunermend dikarin bersiv bidin.
Evdalê
Zeynikê destana kurda bû.Sahgirten wî li kurdîstanê
mêvanê khocka bûn.
Shevên zivistanê bi dengê wana zelal di bû.
Jîyan bi deng û stranên wana dixemil î.Lê nûha pir kêm
bû ne.