DENGÊ  KIMSORAN

 
 
          Rupel  |  Wene    |  Helbest  |  Deftera Malper | Link û Xet  |  E-Mail  |       TÜRKÇE  
 
 
STRANEN KURDI  

Zülfikar Muzafer Ceylan

     
RENGÊ EŞQA ME BIBE RENGÊ QERENFİLÊ    
KİME EZ?  
RÛPELA KU SIPSIPI VEBÛ,  
BÊDENGÎYA QİŞLE YÊ  
HELBESTA MERÛWÊ BÊ BA, PÛF KIRİ GEMİ HILNAYİ  
KIRASÊ KEVN BI XWE NÛ DİKE  
     
 

 

 
 
 
RENGÊ EŞQA ME BIBE RENGÊ QERENFİLÊ  
  
-Ji bo Sevgî yê-

Helbestek bi rengê qerenfîlê
meşîya hestên min û te,
destên min gehîştê qerenfîlekî,
ji Romanekî kirîyayî,
bi rengê fanleyê ser laşa te.


Rengê eşqa me bila bibe rengê qerenfîlê,
Rengê şoreşa avrêla Portekîze bîne,
Bibêje guhe te. 06.12.206
 

Zum Seitenanfang

 
 
 
KİME EZ?  

Ba livandî bûm.
Ez benî, ez mirovek bûm.

Baskên şikestîyê,
Gayê mirî bûm.
Pelgên darên,
Çakûçê dest karkeran,
Das û tirpana destê gundîyan bûm.

Tîr û kevanê şervanan,
Gula dest bi evîndaran,
Dilê xort û keçan,
Him gundî him bajarî bûm.

Mejîyê ser serê feylozof û zanyaran,
Sîya binê daristanan,
Hewrê ser serê mirovan bûm.

Ez benî;
Ez bi xwe efsanêyêkî dereng mayî,
Dûr hatî,nêzik ketî bûm.

Ez benî ez mirovek bûm.
Ne dar ne kevir,
Ez hesinek bûm, hatim patandin.

Ez benî;
Ez hespekî,
Li ser laşan gerîyayî bûm.
04.10.2006
 

 

Zum Seitenanfang

 
 
 
RÛPELA KU SIPSIPI VEBÛ,
Rûpela ku sipsipî vebû,
Li jîyana min.
Di nav van rûpelan de
Bi navê ‘hezkar’ê derbas (radibirt) di bû.

Dema ku destên min,
Dirêjê telefonê bûn,
Heyecanêkî laşa min gerîya,
Bi navê te. Êvar-şev
26-27.11.2006
 

Zum Seitenanfang

 
 
 
BÊDENGÎYA QİŞLE YÊ

Metîn Dogan
Hevalê rindikê kejik mir
Hemû çîya sekinîyan,
Duzgin,Munzir,Siphan û Bediroyê
li hemberî wan çok şikand
Tornê İsmaîl axa,tornê Şemsîyê,
Lawê mamoste Ûsiv û cigera dayika Xecê helîya.

Dem bêdeng ma,
Av ketinê govendê,
Lilîyên tifangan şikîyan,
Metîn û hevalên xwe nerawestîyan.
Ber bi azadîyê meşîyan.
24-25.11.2006
 

Zum Seitenanfang

 
 
 
HELBESTA MERÛWÊ BÊ BA, PÛF KIRİ GEMİ HILNAYİ

Em zarok bûn,ji dûran li Enqereyê bû herhal,
Nivanên me di hatin.
Ji dûrî Feradê nêzikî me di bûn.

Ne bahrên me(oqyanusên ) ne jî dengizên me
Ne deryayên me ne golên me
Hebûn.


Nîvanên me bi kaxizan gemî çêdikirin,
Legenên me hebûn,bi lastikan,
Belkî sûkan belkî jî çerçîyan kirîyayî bûn.

Ew legen di bûn golên me,
Şermînê gemî berdidan
li ser wan avan,
me jî pûfê wan rêwîtîyan di kir
û derdiketinê xeyalan, dinyayê di gerîyan.
                                      03.11.2006
 

Zum Seitenanfang

 
 
 
KIRASÊ KEVN BI XWE NÛ DİKE
 

Roj qedîya,
li hûndirê min de helîya.

Çawa ku ji bajarêkî veqetî,
kederek dikeve
ser dilê merûw
û dibe parîyê bîranînên wî kesî.

Çawa ku evînekî di qedinî,
Hildiweşinî,
Parçe bi parçe dikê,
Li ser mêjîyê xwe de di şoy,
Çawa ku baranek kolanên bajaran ber bi xwe dixinin.
Dawîyê vedigerî dinêrî ku,
hestên merûw ne bawerin vê veqatindinê.

Roj qedîya,
Li hûndirê min de helîya.

Hûlîyek difire,
Baranek di bare,
Bajarek kevn dibe,
Gundek bi xwe nû dike,
Evînek kirasên kevn li xwe dike,
Roj di qede û rojakedin destpêdike.

Kirasek bi xwe nû dike,tu wer dizanî mar e,
Binê herdê di kole,derdikeve rûyê herdê.
30-31.10.2006 /01.11.2006
 

Zum Seitenanfang