|
KALECIWAN
Bedlîsa rengîn, demek ji deman
Rewsa welat bû bi sal û zeman
Ew serbixwe bû, aram û rizgar
Bi mîr û wezîr, neqîb û mixtar.
BEDLIS
Bedlîsa rengîn wextek ji wextan
Bi xeml û xêz bû ji tac û textan
Bi fermanrewa, melîk û mîr bû
Meclis û dîwan, lâl û wezîr bû
Artês û serdar, lesker û serbaz
Warekê azad rêk û pêk û saz
Artêsek xweser, nîzamek hemdem
Kurdên qehreman, pismamên Ristem
Leheng û sêrbûn, pilingên bê tirs
Bi ilm û zanîn, bi saristanî
Xwendin û huner, him bezirganî
Bi ilm û rim û sûr û gurz
Jiyanek azad, xweshal û aram
Gis serbilindbûn, ci mîr ci xulam
Bedlîs serbajêr, navenda welat
Bi mûs û Xinûs, Motkan û Xelat
Sîmek û Baykan, Kawar û Karêz
Ew gund û bajar, hemî rêz bi rêz
Warek dewlemend, jîr û tor û têr
Sad û bextewar, kec û jin û mêr
Welatek gewre, xêrdar û zengîn
Bi mêrg û cîmen, behîsta rengîn
Wek Desta Mûsê wan rêzegundan
Tev zad û debar, kîlera Kurdan
Kavar û Sîmek, Xelat û Karêz
Bi bax û bostan, pawan û parêz
Mêrg û kanîne, candin û cêre
Welatê Roskan gis xêr û bêr e
Serefdîn, Nemrûd, Sîpan, Bilîcan
Ew dicêrînin, keriyên miyan
Zozanên Roskan bi nav û deng in
Ciya û banî tev renga reng in
Ew diêwrînin pez û dewaran
Enbara qût û pût û debaran
Xwedî dikin ew celeb û tersan
Zozanên bilind, rûbarên ersan
Candin û cinîn, xwusênên cotan
Dasûk û tirpan, alet û kotan
Tevr û bêr û mer, bi das û werîs
Bend û zevîbûn, Baykan û Bedlîs
Bostanên Kurdan, ew bi hezaran
Didan sazkirin li van aqaran
Dixebitandin Ermen û Azer
Esfexan, Tebrîz, disandin rêncber.
Ew dixebitîn bi sîrb û deman
Kurd xanedan bûn, nedibûn cenan
Serê biharê heya payîzê
Rêncber dihatin ta ji Tebrîzê
Rêncberên Kurdan Azerbêycanî
Hin Nehciwanî, hin Esfexanî
Cenan dihatin ji Esfexanê
Rêncberên Roskan, li Kurdistanê...
Ne li qamê bûn, fêkî´w zerzewat
Him dexl û dan û dos û beqliyat
Bi dims û sîre, bastîq û xarûz
Sêv û zerdele, hermî û grûz
Hêjîr û tirî, him xewx û karcîn
Guz, beyîv, bindeq, bênok û darcîn
Qawin û petîx, dêmik û zebes
Silor û gilyaz, sabelot res
Gurz û dêz û lod, kadîn û kewar
Kîler û cal û tedbîr û debar
Gayên zehmetkês, beygîr û gamês
Hêstirên hêzdar, zîrek û barkês
Hesp û mehînên celeng û rehwan
Dengê bilbilan, qebgebên kewan
Rovî û kivrosk, kûze û werseq
Xezal, pezkûvî, pilingên deq deq
Ci heywan henin kuvî û kedî
Temam mewcûd bûn li vî beledî
Qût û pût û mût, kut û dexl û dan
Qersûn û kupik, dene û sindan
Kulav û palas, mehfûr û mêzer
Bi sifr û sênî, bergês û lenger
Têr, cewal, xirar, bar, barxan, bendek
Kewar û enbar, mal û xizênek
Bi gost û qelî, qeymaq û tewas
Hengiv û nîvisk, kade û lewas
Halxwes, bextewar, gundî, bajarî
Bê tirs û xeter li vî diyarî
Bi kêf û henek, dîlan û govend
Bi vîn û astî, yekdil û yekbend
Lawîj, bêlîte, Cîrok û stran
Bi Sêx û Melle, Kese û Mitran
Sivan û gavan, gundî û rêncber
Hoste û pispor, zane û rêber
Bajarê qedîm, bi sazî û sêr
Bi xwendegeh û bi mizgevt û dêr
Avasaziyêk hemdemê wextê
Evliya mest kir evê paytextê
Bi sûk û bazar, bi cad û kolan
Bi xan û hemam, qonax û dikan
Bi burc û kelat, bi gor û gunbet
Bi rê û rêbar, tenzîm û xizmet
Xan û medrese, dergah û seran
Xemla xwe dabûn hemlî deveran
Ne xwurtî hebû, ne zilm û zorî
Ne talanbarî, ne jî cavsorî
Warêk aram bû ev der û dever
Tacir diborîn bê tirs, bê xetar
Gerok, misyoner, herkes diborî
Emîn û aram, Welatê Jorî.
Ji Hind û Cînê û Tirkistanê
Bê xem diborîn li vé stanê
Nîzamek adil, tenzîmek pir bas
Daborên Bedlîs, dimarane sas
Bi zagonî û ferm û civatî
Hîc xeter nebû li vî welatî
Hikmekê adil, saziyek rêzdar
Bi qazî, miftî, wezîr û mixtar
Bi dad û yesa, bi irf û adet
Li warê Roskan, heq û edalet
Kese û Petrîk, Melle û Neqîb
Bi soz û bi bext û bi rêz û tertîb
Cihû û Ezîd, File û Mislîm
Gis xwendevanbûn, zane û alim
Hemî dixwendan zarên zikmakî
Serbest û azad, mafên civakî
Gis xwendevan bûn, cavtêr û bê tirs
Him xwesexlaq bûn, him merd û muxlis
Sinet û huner, kolan û lêger
Bi cehd û xebat, bi rêz û tevger
Ev rews û ev hal bi sal û salan
Dom dikir dihat ji bab û kalan
Bi xwendevanî, him saristanî
Hemwelatî bûn gis bi dostanî
Bi al û bi ol dirav û dînar
Saziyêk mezbût, bi bês û bi tar
Mesîh û Zerdest, Mûsa û Ehmed
Gis Kurdistanî, gis zorakên Med
Serbest û azad, hemî ol û dîn
Bê buxz û hesed, zikresî û kîn
Dizî û bertîl, sêlan û talan
Kes nedibihîst ji bab û kalan...
Kela Bedlîsê û keleyên pêva girêdayî
Kela Bedlîsê kevn û kevnar e
Ew zor bilind û gelek hesar e
Hîc sibhe nîne, Kela Kurda ye
Derge û tabya Uraatiya ye
Dibe ku Hûrî, an jî Mîtanan
Ava kiribin kelat û xanan
Wan ava dikir birc û kelatan
Dijmin didizin ji me mîratan
Mezopotî ne em li jêr û jor
Guhên xwe nedin sevsecokên kor
Qala me nakin cavnebarên me
Dîrok ketiye dest neyarên me
Natine vira Makedonên hirc
Wan cênekirin ev kelat û burc
Oral Iskender bi Bedlîs neket
Ji Babilyonê virda derneket
Bi vi û derew, hizr û riwayet
Eserên giring gis para wî ket
Hinek dibêjin kû pêxember e
Rastî ev e ku ew xwes lîder e...
Kela Bedlîsê Kela Kurda ne
Senbola Roskan, remza wetan e
Hingî kevirên taq û dîwaran
Roskî serî dan, nedan neyaran
Bi hezar salan me wê xwedî kir
Vê yara bedew bo xwe kedî kir
Mîrê Bedlîsê ´Mîrê Mîran e´
Bi tac û bi text, bi nav nîsan e
Bedlîs merkez e, Mîremîrek e
Paytextê Roskan, Kela Serek e
Kela Mûsê û Xinûs, Xelatê
Sîlîm û Silh û Siw û Rabatê
Kêfendûr, Marsa, Fîroz û Kelhok
Xwêyt û Okhan û Kawar û Amork
Paxnad û Tûx û ya Axtemarê
Surp û Kelecîr, Tatik, Gulxarê
Kewas, Zerdelan, li arê jor in
Karcik û Kêsan û Tap û Por in
Ji van pêva jî henin baregah
Parêzgeh, meqer, niqte û dergah
Li wan rûdnistin; mîr, emîr, dîzdar
Beg û axa û aqa û serdar
Mezin û rûspî, rêber û pêskês
Tacir, sêx, melle, zane û derwês
Serekên gundan, zaneyên pispor
Ich digirtin ew li dîwana jor
Disêwirîn ew bi rêz û meclîs
Bi ilm û zanîn bi dilek xalis
Bi bernam û pêsniyar û biryar
Wek dewletek serbixwe û mixtar
Rêvebir, siyasetzanên wextê
Pir giringî didanê siyasetê
Dihejandin fersend û îmkanan
Dostên Sah û Emîr û Siltanan
Weka Sercoqî û Eyûbiyan
Tirkmen û Teter û Sefewiyan
Osmanî carsedsal Kurdan pejirand
Nîzamacedîd (!) peymanê dirand
Ev kel û hesar gelêk pîroz in
Star, parêzgeh, ceper û koz in
Kurdno bizanin qedrê Bedlîsê
Alem ev rastî gis dinivîsê...
|