DENGÊ  KIMSORAN

 
 
          Rupel  |  Wene    |  Helbest  |  Deftera Malper | Link û Xet  |  E-Mail  |       TÜRKÇE  
 
 
  Koçerê  

Evin ÇİÇEK

Koçer şivana berxan bû

Dotvana miyan bû

Koçer bêrîvan bû

Xew  nedizanî bi tariya ezman re radibû

Di nav giyayên rengîn de mezin bibû

Koçerên Diderî li heremê bi nav û deng bûn

Dewlemêndiya herî mezin

Xwedî hesîyet bûn

Zivistanan li Findiqê, li Mişarê, li Hezexê rûniştvan

Parastvanê kozan 

Ji biharê heta payîzê

Li Şaxê, li Westan, li Xîzan û Miksê

Xwedî waran bûn

Rûniştin, jiyana bicîhbûyî  nedizanîn

Ew koçer bûn

Koçerên Didêrî, Mamedî, Garisî cîranê hev

Ku pîvok û belguzar derdiketin

Koçer ji rêketinê re amade dibûn

Koçerê,  zivistan li malên koçeran

Li deşta Sêrtê diborand

Pezê xwe re diaxivî

Alif belav dikir

Gom paqij dikir

Maf belavan bû

Koza wana herî mezin li ser rîya newala Qeseban cîh girtibû

Riya Kezerê,  riya Helenzê, newala Canikan

Zinarên  Bilorîsê, newala Hetran, Kendên Botan

Ew wê re bibûn ciyê gurz kirina  nergiz û kerengan

Berfek belek bû ew, di mal de nedima

Koma qîzan çêdibû

Her roj hêlek bajêr, bo giya berhevkirinê vedibû

Kendalê Eynbaran ciyê govendê 

Şilî û herî ji wan re ne xem 

Kirêjî ji wan re ne dûr

Wek heval bûn

Koçerê westandin  nedizaniya 

Li pêşiya komê bi lez û bez bû

Pîvok dihûnan, datanîn ser serê xwe

Bi xwestekek mezin şa dibû

Ku zozan hatin qedexe kirin

Di bin germa bajêr de bedena wê giran dibû

Germa havînê û mayina bajêr

Koçer hîn nebibû

Bi hêrs rûdinişt, radibû

Zozanên Şaxê, xewnên wê dixemilandin

Ku zozan hatin qedexekirîn

Germê keriyên wan jî, nexvaş kirin

Koçeran pez firotin

Koz jî kon jî wêran kirin

Feqîriyê re dest li ba kirin

Mabûn bi hesrata penîrê sîrik û nivişkê

Dagirkeran bi zanabûn aboriya koçeran ser û bin kirin

Koçerên bê sînor birçîbûnê re teslîm kirin

Digotin yên ku  sîxuriya me nekin

Bila ji birçiyan bimirin

Herdem dagirker ji xwe re li alîkaran digerin

Nikanin bêparazvan nav bajêr de bigerin

Di her malêk koçeran de sî,  çil kes hebûn

Di roje de bi 50 nanî ter nedibûn

Ew xebatkarbûn

Xwendin û nivîsandin nizanibûn

Gora xwînxwaran ew bê kes bûn

Salên borî teyrên azadiyê xwe gîhandibûn zozanan

Kon lê vedabûn

Koçer hedî hedî bi çanda  netewî ve germ bûn 

Şaşikên serên wan bi pirsên giran lerizî bûn

Siûda heri mezin

Koçeran ew teyrên serê zinaran dîtibûn

Li wan û xwastekên wan biyanî ne bûn

Koçeran dixwastin derkevin zozanan

Bigêhêjin mêvanan

Xwînmijan hesinên qedexekirinê danîbûn  ser rêyên wan 

Bi bîryara dagirkeran

Xeyalên koçerê li deşta Sêrtê man

Koçer hem dimeşiya, hem difikiriya

Di bin wê germa zuha de  gavên sist davitin 

Wê femkir ku

Ew û keça dagirkerekî, ne wekî hevin

Dadgehan de ne yek in

Mafên mirovan bo hinan belav dibin

Ew hin jî qîz û jinên dagirkeran in

Her ku çavsoran di bin emrê serleşker û polîsan de

Erîşê ser gom û malan dikirin

Çek û darên li bedenên xizmên wê diketin 

Birîn lê vedikirin

Zilmê deng dida

Lemên jinan,  kemaxê zarokan reş dibûn

Tiliyên birîndar bi rojan ve nedibûn

Hember rewşa rojane

Tişt û hestên pir xwezayî di bedena wê de zîldan

Kulîlkên bi rengîn vedibûn

Li xwediyê çekan û daran kift kir

Kiftek pir xwezayî bû

Koçeran heta êrîşan, qedexetî nizanibûn

Xweza, diza û dida

Wan kom dikir, didan hevdu û dixwarin

Qedexê li wan giran dihat, rewşê ranedikirin

Xewn jî  nebûna,  agirê evîna zozanan sar nedibûn

Bihar diboriyan

Bê heliz, bê berf mabûn

Di ser de, ew êrîşên li ser malan

Belavkirina zad û tiştan

Perçekirina nivîn û mînderan

Bedenên jar di bin erîşên çav birçiyan de diman

Erîşvan tenê bi hin xwastekan  nediman

Xeberên xirab û lêvên lerizî bi hev re hewl didan

Di nav malan de tirs û dijûn belavdibûn

Zarok di bin tirsê de mabûn

Bejn nediavêtin û mezin  nedibûn

Hesyeta Koçerê, hesyeta malbatê diket bin lingan

Hewar û qîrînî ji malên wan dûr  nediman

Tirsa ku neçîrvanên seriyan belav dikirin

Di giyana mirovan de cîh vedigirtin

Mamê Koçerê bi darê zorê ji malê derxistin

Heşt zarok û hevala  wî jê dûr xistin

Apê nekaniya bi paş ve vegere

Xatir jî  nexwastibû

Xwîna firnikên mamê

Dest avitina qîz û jinan

Qîrînîya zarokan

Hewar

Potînên ku di nav heriye de, li ser piştên mêran geriyan

Alîkarî xwastina qîzan

Wêneyek herî xirab

Nedikaniya ji bîr bike

Hestên  neyartiye pê re çebibûn

Dijminatî kûr dibû

Ew bû guvahik, bê dengbû

Nav bê dengiyê de ma bû

Zuva xeber  nedabû

Ne jî pirsvan bû

Wê êş dikişand

Û rewş qebûl nedikir

Şev ker derbaz dibûn

Bê deng bang û qîr dikir

Di dawiyê de fêmkir

Dagirker xwe mezin û xwedê dibînîn

Bê gorî namînin

Heta wê rojê meleyan gotubûn

�Xwediyê biryarên herî mezin, xwedê ye�

Ma xwedê jî dagirker bû?

Çima hember zilmê bêdeng ma bû?

Digot �hey xwedayê mezin,  te çima ji me re ev jiyan maf dît?

Te çima xirabî amadekir?

Çi xirabîya kurdan gihîşte te?

Me bi te çikir ?

Hey xwedêyo!

Çavên te kûrin

Cemseyên kuştinê yek û yek ber malan de diborin

Te tenê bo netewa min nivîsandiye xirab bûyîn û mirin

Bedena çarde salî ji tirsan dileriziya

Bê deng mabû

Di mehê de careke mala wan serûbin dibû

Wê xwe û dewletê bi vê zilmê ve yek naskiribû

Di mejiyê wê de darê zorê, xwîn û rêveberîya bajêr hevalê hevbûn

Li malan bi hev re dibûn mêvan

Ew, ji qîrînî û dijûnên êrîşkeran agahdar bû

Êrîşvanan digotin �Dadgeh jî,  parêzvan jî, em in

Bahsa vekheviyê  mekin, belav bin�

Zarokan qîrînên dînbûyî û kezeb qelişandinê bilind dikirin

Bedenên alîkarxwaz xwe nedirgitin

Bi xwe de gû, mîz

Bi destên herî û rêx

Dayikên xwe hemêz dikirin

Her ku  kêr li balîf, berikan diketin

Jin bi janek kûr li şunên xwe badiketin

Dilopên xwînê li dîwarên menzelan diketin

Koçerê navê  neyartîyê bihîsti bû

Eşîran,  malbatan dijminiya hevdû dikirin

Tol ji hevudu digirtin

Hember hevdu ala teslim bûyînê ranedikirin

Kurd li hevdu nediboriyan, ji hev re egît bûn

Wê fêmkir ku neyartiya kurdan û biyaniyan ne yek e

Merî nikane bi rehetî guhertinê nav civata me de çêke

Zexmiya tirsê nav malbatan de xwedî cîh 

Giraniya tirsê qet belav  nedibû

Loma tenduristî ji xirab bûnê re amade bûn

Zarokên di zikan de dimirin

Mêr kûd dibûn

Mirovan ji hevdu guman dikirin

Ewrên gumanê di nav koçeran de belav dibûn

Hinan giliyê xizm û cîranên xwe kirin

Sîxûran hesyet nehesibandin

Koçerê dîtbar bû

Simbêlên cîranên wê, bi tiliyên xwînî, ta bi ta hatibûn kişandin

Şaşikên serê mirovên wê avêtibûn

Nav zibil de werdabûn

Mamên wê bi lêdanê birîndar ketibûn

Meriyên wê di dest dijmin de, dîl bûn

Li zozanan komek merov bi hev re kuştibûn

Zarokên ber singên dayikan bibûn wek goka ber lingan

Wê terora terörîstan dîti bû

Ew şahadek bê deng bû

Wê lerzandina li tirsê

Wê nalînên êşê

Wê tenêbûna kurmancan

Wê madên êrîşkeran

Wê lêgerîna sîxûran

Wê bertîlên peydakirina caşan

Wê tirsa xwediyên zilmê dîti bû

Ew guvahik bê çalekî, bê deng û xwedî tirs bû

Dem buhorîn

Hedî hedî li şûna xwe rabû

Got �bes e,  bes e

Heta kîjan demê ez ê bibim şahid

Ez vê rewşê

Ez dagirkeriya xwedê qebûl nakim

Ez ê ji vir şûnve bi dengê bilind bang kim

Bes e, êdî şerm bikin

Zilimkar bi xuyan mêr in 

Ji der ve xuyakirinê ve wekî me  ne

Xwediyê çalekiyên hovî ne

Nizam ji ku  derê hatinê ?

Ez ê heta kîjan rojê bi tirs û hêrsê bilerzim?

Hezkirin û  nefret zike min de şer dikin

Êrîşên hovane ji min re pirsan zêde dikin�

Koçer hedî hedî ji xewa olî hişyar dibû

Bersîva �leşkerên roma reş � dîtîbû

Dijiya, didît,  guvah bû

Hêrs wê re amade dibû

Hestên wê yê kedî kirî ji bin ve xirab dibûn

Newala Qesaban  nêzîkê goma wan bû

Çîrokên miriyan di nav bajêr de belav bibûn

Giran, giran heyraniya wê bi wan re çêdibû

Ew di çavên xwe de bilind dikirin

Dil û çavên wê, wan êrîşên hovane qeyd dikirin

Baweriya wê bi mêvanên newala Qesaban hatibû

Hember bûyeran matmayî mabû

Bin barê rastiyan kûr  kûr dileriziya

Ne got �min çi jê ye�

Bê hal  nema

Xwirtbûnê, bê tirsiyê,  fedekariyê

Wekî dilopên şiliya adarê bedena wê hemêz kiribûn

Xwendin û nivîsandin nedizaniya

Ew bispora giyayan bû

Wê sosin,  pung,  zibil û şîr bîn dikir

Gora edetên koçeran gulîyên serê xwe bi cemedaniyê xevdikir

Hatibû dinê şunve

Heskirin wê re rêheval bû

Nefretê bi êrîşên xirab dilê wê de bejn dabû

Loma temaşevanek bi hêrs bû

Tava Mezrabotan pêt bi pêt bajar dimalist

Riyên li  neftê av berdidan

Dora êvaran siya daran dibûn mîna cinawiran

Dixwastin bînê bidin û bigirin

Çêlikên hêlînan ji bê aviye dimirin

Li çiyayên Botan dûman

Nûçeyên girtin û mirinê belav dibûn

Her havînê kesên li deşta Sêrtê, germa çil û pencan dijmêrin

Dîwarên bêton germiyê vedigerînin, dibiriqînin

Segên birçî kefşilên xwe diherikînin

Nav qirşan de tiştên genî bûyî dikolin

Gora xwe xwarinê dibînin

Çûçik dev vekirine

Bê hal in, dayîk dihêjînin

Lêvên zarokan bê av mane

Wekî erûga sor qelişîne

Çîrên zerdaliyê ne

Seriyên rût , perçemên ser eniyê

Bê kumik bin tîrêjên tavê de ne

Ava Botan xwe dike bûkeke pir narîn û giran

Germ e, masî di nav de bê hal

Ava Kezerê kêlekên bajêr dimalisiyan

Kolanan qirşûqal û zibil bîn didan

Siwar û peya herdem komên rixê li dora rê dibînin

Mangeyên bajariyan bê xwedî  ne, çavan li sergoyan digerînin

Golikên xwe bi şîrên vîrisû dimêjînin

Nexwaşî belav dikirin

Nişteciyên bajêr rastî ferq nedikirin

Giyayên deşt û kolanan rengê zêrîn girtine

Bi hevdû ve zeliqîne

Tava sibê çawan dibiriqîne

Toza nav bajêr bi heft rengan dixemlîne

Li çavan hêstirên şor tîne

Bin tava nîvro de kes nikane li der ve bimîne

Jina elimî ser bedena xwe de sîwanê digerîne

Gora perverdekirina xwe çareseriyê dibîne

Hemû candar westiyane

Tenê elîkopter deng didin

Bilind û nişîv dibin

Balafir di firaniya kûrbûnê de ne

Fîşek li ezmanê Botan govendê de mane

Beden  heta kûrbûna navikan tî bûne

Candar hêviya şevanî ne

Hûnikiya şevan

Ciyên ser banan

Xeberdana bin stêrkan

Bayê nîvsar

Havîn dikir wekî bihar

Hinan gindor, hinan qetik û zebeş dixwar

Tava germ, wekî beroşek şîrê tirş bi tenê bûna xwe ve berdidan

Hember tenêbûna wê bê xembûn

Koçeran çavên xwe nav jiyana delaliya kûvî de wekiribûn

Dîtinên wan, nerînên wan ne zêde kûrbûn

Salên wan rêya koçeriyê de diboriyan

Dawiyê de zû diketin, piştên wan xûz dibûn

Kal û pîran bedenên xwe yê jar, çilmisî li herdê dikişandin

Bi alîkariya neviyên xwe ji ser mînderan radibûn

Tenê giranî û rêveberiya xwe

Nav malê de wenda  nedikirin

Gora bikêrhatîtiya şexsan kar bilavdikirin

Merî li hev bê silav  nediboriyan

Bi hebûn û tunnebûna yên dora xwe dihesiyan

Zarokên nîv birçî ber goman digiriyan

Hêviya dayîkan piştqoç diman

Jinên xebatkar di bîna jajiyê de, henek bi hevdû dikirin

Bişkovên pêsîran vedikirin

Bi destên qirêj serê çiçikan radikirin

Zarokên li sedema gîrî bêhal mane

Bi hêrsê çiçik gez dikirin

Dayikan bi qîjîniyê ew ji ber singan dur dikirin

Nav jana dil de dest radikirin

Koçerê merî, sewal û xweza heskirin

Bi gotinên mezinan pîvanên rêz, dostbûn, bawerî hînkirin

Di encama êrîşên ser kozan û ser malan

Wê wêneyên hovî dîtibûn

Femkirinên, armancên êrîşkeran ferq kiribûn

Ew xwedî hêz bûn

Ew xwedî çek bûn

Ew xwedî tirs bûn

Bi zexmiya tirsê devxwûniyên,talanvanên bajêr bûn

Mîna girtiyan nav makaran de mabûn

Bilindiya, zexmiya êrîşan

Tirsên wan nîşan didan

Encama xewnên xwirab de nav xûdana zeliqî de diman

Çekên camêran bin balîvên wan de

Bi têyrokên tirsê radiketin û radibûn

Ew bîyanî û xwadiyên hêsabên xwirab bûn

Koçer xwediyê delaliyek kûvî û tazî

Alê din ve gora zanîna xwe çavdêrvanbû

Dermanê dest û rûyan ji wê gelek dûr bûn

Delaliya wê bala bajariyan dikişand

Li ser xwe bû

Jîrbûna ku jiyana koçeriyê wê re dabû

Bi rastî û baqiliyê hatibû neqiş kirin

Nav rîşiyên cemedaniyê de xezala xemilî

Bi tezebûna ezebtiyê mabû

Koçerê biryara xwe da

Got �ez ê bê maskê bijîm

Mîna teyra zozanan bê sînor bimînim

Nav dest û lingên cilxwîniyan de namînim

Ew bo dest avetinê bedena min a sax nabînin

Bila bi hêviya hêviyan bîmînin�

Kom û kuflet, hemû bi hev re ji xwediyê maskeyan ditirsiyan

Xwîn bibû mêvanê çavên wan

Tasên bi ava sor tijîkirî

Di bin maskeyan de dibiriqiyan

Koçerê hedî hedî armanca xwe bi xwirtbûna xwe çînik kir

Xwastekên xwe ji hevalên xwe re vekir

Bin êrîşên ber rû yan de mabû

Gef lê xwaribûn

Dizaniya ew ê zêdetir bima di nav dest û lepên çav hinaran de

Axayê eşîrê jî mabû bin çanda xeriban de

Biyanîtî bo jiyana koçeran dawet dikir

Digot �Şûna kiftanan bila jin paçên reş li xwe bikin

Ciyê cemedaniyê belek de, reşiya tarî ser pore sîm de kin�

Bajêr de mêr hînbûbûn li qehwê rûniştinê

Dûmana ciqarê bilind dikirin

Heta nîvro serên xwe ji balîfan ranêdikirin

Bedenên  kurt û dirêj bi pênîrê sîrik têr dikirin

Gelek şerm bû!

Loma germa havînê de pêsîra kincên xwe venedikirin

Bi şepqeyên şeş koşe ruyên kehweyî hûnik dikirin

Xwe nav çaketên rengîn de ba dikirin

Jinan karên nav malan dikirin

Tûrên wan li paş stû, bi lezî dimeşiyan

Heta ku tav bilind  nebibû

Dixwastin karê xwe xilaskin

Li sukê berhemên pêz difirotin

Alê dinva kêmasiyên malê digirtin

Bi tiliyên qelîşî pere dijmartin

Ku firotuna mast û şîr xilas dibû, bi rê diketin

Vê carê hêla malê ve dibeziyan

Jinên koçer bibûn firoşvan

Bi biryara axayê eşîrê

Kolanên Sêrtê hedî hedî jinan re hatin qedexekirin

Ser kolanan mêrên bê kar moriyên tizbiyan dijmartin

Jinên xwedî kiftan bi çarşefa reş man

Gervanên zozanan

Nav odeyên bêton de diman

Weki girtî bûn

Rûniştin wan re biyanî bû, hîn nebibûn

Ew jin ku tariya sibê de radibûn

Bêrîvaniya xwe dikirin

Heta konan barê xwe pişt dikirin

Ku dereng bimana lêdan dixwarin

Êrîşên mêran wan re biyanî  nedihatin

Elimî bûn

Axayê eşîrê digot koçerî xilas bû

Jinan re jiyana jinên ereb mînak bû

Perde li ser rûyê bajariyan ranedibû

Keça koçer re çanda ereban biyanî bû

Morala wê xirab dibû

Axayê eşîrê di mal de palda

Emrê rêvebirina jinan bi xwastekek mezin da

Gora ereban jinên koçer gelek azad bûn

Ne xwediyê ber rûyan bûn

Emrê ber rûyan axayê Didêran da bû

Gotin dimeşiya, ranêdibû

Çima, li kê, jinan delaliyên çav û birûyan

Lemên ku  wekî sêvan dibiriqiyan

Wan dê li ku xew bikirina

Çima bibûna xewkervan ?

Wê rind fêm dikir

Di mayîna nav bajêr de xwediyên maskeyên reş

Çanda ber rûyan

Malên wan dagir dikin

Digot �Qey ez dikanim hember tiştên biyanî derkevim?�

Meh borîn bû adara nod û yekan

Di bajêr de hember dagirkeran çalekiyên xurt çêdibûn

Gelek girtî hebûn

Meriyên girtiyan û welatparêz, bo greva birçîbûnê biryar dabûn

Li mala partiya keda gel rûniştibûn

Bi sedan kes bo �xwestina serkeftinê� dihatin

Gelek jî rêwengî bûn

Rêveberên bajêr har bibûn

Çar polîsên wan hatibûn kuştin

Bo girtin û kuştinê li hêcetan digeriyan

Li bajarê Botan wekê têlên tembûrê şidandî bûn

Hêrsdarî  digeriya

Govend girtina mêvanan bû hêcet

Erîşkirin

Dar û cop rakirin û danîn

Gelek kes birîndar bûn

Berpirsiyar, ji jîrbûn û hêrsa koçeran ditirsiyan

Wan jî dizaniya

Koçer ku bi hêrsê rabin ser piya

Bi xwirtbûna  çiyan êrîşkar bin

Nedikaniyan bersîva wan bidin

Koçerên Diderî êrîşa ser rûniştiyan nebihîsti bûn

Polîsan ji zû ve rê û dirban girtibûn

Xebera êrîşê birîndaran ku gihîşte malan

Qîz û jin bi darên maziyê rabûn ser piyan

Bi qîrîn û dijûnan ji malan derketin

Xweş û nexweş li hev ketin

Dest û piyên dagirkeran

Bisporên şeran bi çekên giran pêşiya wan girtin

Jinên çav agir barî bi hêrsek bê sînor

Êrîşê ser  bisporan kirin

Gef û sondên  tol girtinê dibarandin

Xwelî li serê mêran bî

Alîkariya, heval bendiya jinan nekirin

Polîsan darên giran li pişta jinan diweşandin

Wan re digotin �vegerin malên xwe�

Meş û serhildan bi çiyê we

Karê derve barê me ye�

Jin nîvê rê de vegerandin

Bê tirs serketin

Ji tirsa giran polîsan bi hela malan ve gav navêtin

Jinan tirkan re leşkerî  nekiribûn ku ji cemseyê wan bitirsin

Dayîkan digotin �qîz û lavên me

Xweng û birayên me birîndar in, mirinê em nizanin�

Dora  nexweşxanê girtine

Yên ku  nêzik bûn jî vegerandin

Êrîş ser bên kirinê,

Mêr û jinê govend girtî ji jor ve avêtine

Ew li erdê ketine

Niha wekî sêvên pelixî ne

Kî mir, kî ma, ku  dinale ?

Serên qelişî, ranên şikestî

Çengên xwîn berdayî, qey derman dikin ?

Ciyên janê zêdetir vedikin, xweş nakin

Sêrtî bi rojî bûn

Dema fitarê

Mexreba êvarê

Bo êrîşa ser welatparêzan firsendek mezin bû

Tariya gewr hedî hedî dihat

Hovanî li ser piya bû

Hêlekê ve  cop radibûn, dûr û nêzik dibûn

Hêla din ve bi qilêşan nîşan li me girtibûn

Em sed kes nav du odeyan de mabûn

Derî li ser me koçkirî

Lawê minê sê mehî li erdê bê xwedî mabû

Koçera Siloqiyan dîtibû û naskiri bû

Ji ser minderê rakiribû

Wê ku xwedîtî  nekiriba, di nav lingan de pelixî bû

Hember vê êrîşê

Koçera bina şelê cara yekemîn

Hember derketin ceribandibû

Bi jîrbûna xwe, bi darê xwe

Li ser piyan bû

Xwediyê maskeyan bêhiş û şaş bibû

Pêşveçûyina herî mezin; wê tirsa xwe avêt

Lerzandina bedena wê wenda bibû

Gihîştibûn serfiraziya bi hev re hevldanê

Jin ji dîroka xwe

Ji dîroka welat bê xeber bûn

Koçerê wê rojê sonda dostbûna azadiyê

Li singê xwe nivîsand

Biryara şexsiyetbûnê da 

Tayê bindestiyê bada û biriya 

Biryara derxistin û avêtina rihê bindestiyê da

Kesên ku wê nas nedikirin

Jîyana kurdan, jiyana wê bi qedexan hunandin

Bejna wê bilind dibû

Perda tarî ku  li ber çavên kurmancan mabû

Wê ew perde dîtibû

Wêneyên rastiyê bi gotinên xwe dixemilandin

Ewrên tirsê hedî hedî dûr dibûn

Zimanê wê hindik hindik vedibû

Digot �Ji îro şûnve ez ê bibêm na, nexêr

Şelandinê, diziyê, zilmê, kuştinê re bêdeng nemînim

Gelek tiştan wekirî dibînim�

Ew koçer bû

Ber deriyên goman

Ber dîwarên kadînan, ciyê xeberdayînê

Xeberên xweş û xirab dihatin û diçûn

Bîna zibil, bîna şîr ji wan dûr nediçû

Mezinên wê ji ramanê ditirsiyan

�Ezbenî�yê re hînbûbûn

Perestiyê re aliman dîbûn

Hinan, baqilan rihên wan standibûn

Mejiyê wan valakiribûn

Gora wan; xilasker, xilasvan xwedê bû

Baweriya wan bi qederê dihat

Ne tenê dest belavan, maçîkirina dest û lingên genî rê de bûn

Guhdarî kirin; hêja bûn û mezinahiya herî qîmet bû

Bê dengî,  wekî muteberî hat şîrove kirin

Koçer bi wan çîrokan perwerde bibûn

Mezinên koçeran ji sexsiyetê dûrbûn

Xadim û xulam bûn

Dagirkerên hemwelatî

Dagirkerên biyanî ew rê ne dabûn

Gora wan bi şexsiyet bûyîn, xeberdayîn, pirsvanî xwastinên xirab bûn

Koçer ji mafên şexsiyetbûyînê bê xeber

Xwedê jî dagirkerê herî mezin

Dagirkerên koçeran her dem li ser piştên wan bûn

Bi keda koçeran dijiyan

Bê kar, têr raza, bi kêf

Li berhemê jî xwedî behr bûn

Koçerên belêngaz ji ramanê ditirsiyan

Mafê li hev paykirinê nedipirsiyan

Çawa hatibûn alimandin, wer dimeşiyan

Koçerê şervanê nav bajêr naskirin

Nêrgiz û Rûken wê re mamoste

Bi xêra wan li rewşa  netewî

Li dîroka jinan xeberdar 

Şervanan re yek li malan mêvan dibû

Fêmkir ku  edet û toreyên koçeran

Fêmkir ku  edet û toreyên  netewî ne rojanê ye

Qîmet û qedirgirîya cisnê wê tune

Bi her alî ve di bin lingan de bû

Ser şîrovaya dawî bi hêrs ji şûna xwe rabû

Vegerî got �hevala Stêrk ez sond dixwim

Ji vir şûn ve em xebata serbilindiye de bi hev re  ne

Ez ê netew, hestên netewî, hestên mirovtiyê bilind kim

Keçan re riya jiyanek bi hesiyet wekim

Weki gotina te

Xwastina azadiyê bila ji me re bibî nasname

Em ê peymana  netewî

Em ê peymana cisnê xwe bi destê xwe amade bikin

Bi keda xwe riya axan bigirin

Axayên polîtîk jî li ser keda xwe mezin nekin

Min  nedizaniya ku jin di nav xebata polîtîk de tunin

Mêran bi zanabûn hebûna wan nedixwastin

Te ji min re deriyê lêkolînê wekir

Mejiyê lêgerînê amade kir�

Şervanên bajêr wê re bibûn perwerdekar

Ew ketibûn şûna mamostan

Xeletiyên  çandî didîtin

Fêmkir ku bi gom paqijkirinê

Bi zibil avêtinê

Nagihêje armancên mezin

Wê re behsa dîroka jinan hatibû kirin

Li civata  neolîtîk heta vê demê

Jinan karê raçandinê û çandiniyê kiribûn

Jiyana gerok berdabûn

Mêr  neçîrvanbûn

Gund hatibûn avakirin

Mal de, li der ve xebatkar bûn

Jinan anîn holê

Lê kî desthilatdar bûn ?

Koçer bibû pirskar

Bersîvên wê tenê mamosteyên wê

Teyrên azadiyê didan

Digot �nabe, nabe

Bi xwedîkirina beranan, bi rix avêtinê jiyan nabore�

Çavên wê de pîrozî hatin guhertin

Bi ramana  netewî re hatî girêdan

Nêrgiz, Rûken, Stêrk wê re hemû tişt

Meriyên xwediyê gotinên xwe û zana

Koçer ji polan bê xeber bû

Mêran çawa jin xapand bûn

Bi kîjan kilîtan tebat kiribûn

Fêmkirin, nêzikbûn û hukumdariya dugelê keşîşan

Ser navê xwedê, karbidestiya olî

Çawa bi jinan û bi mafê jinan lîstibûn

Jin ji têxt, ji rêveberiyê xistibûn

Bi lîstikên zirav

Wekî goştê mirdar

Ji jinantiyê avêtibûn

Qeyserên xwedê jin girtibûn bin destên xwe

Bîryara jiyanê, wan girtibûn ser lêvên xwe

Ku qeyser,  mirin meriyên wan

Sed jinê ku bi hev re keyfxweşî didan qeyser

Bi saxî dikirin çalan

Heta dimiriyan dinaliyan

Jiyana wan gora xwastina mêran hatibû girêdan

Bibûn kewreşên xwedayên ji meriyan

Koçerê jiyana beriya sed salan û ya îro danîn hember hevdû

Çewsandina ser jinan ranêbibû

Jiyana xirab nav guhertinê de bû

Şêx û melan cîhê qeyserên xwedê girtibûn

Îro biryarvan û rêveberê koçeran ew  bûn

Koçerê got  �pêwîst e ez vê rewşê neparêzim, qebûl nekim

Ez nabim wekî cîranên xwe

Ez nabim wekî dayîka xwe

Ez nabim wekî jinmamên xwe

Ez ê guhertinê amade bikim�

Hedî hedî di ramanê de pêşdiket

Bêriya teyran dikir

Ku ew didîtin xwastekên xwe wan re vedikir

Giran giran bû biryarvan

Koçerê  ne �a�  ne jî �b� nasdikir

Dema hatibû dinê

Mêrên malê biryara jiyana wê dabûn

Nav dergûşekê niqirkirî de bû 

Wê re mêr jî peyda kiribûn

Bo dawet kirinê

Li benda balixbûna wê bûn

Koçerê şermok bû

Nedikaniya bêje

�Dayîkê, bavo, apno

Ez fistanê Cîzîrê li xwe nakim

Dest û piyan hene nakim

Jinmam û mamê xwe re bûkintiyê nakim

Ez mezin nebûme, tezem e,  pîvok im

Ez ê hember kevneperestiyê şer bikim

Edetên ne rojanê nav me de ne

Ez ê wan ji holê rakim

Nû, nû cihan û mirovatiyê fêm dikim

Pêsîra min berdin

Tama 14 salî fêm kim

Niqirkirinê qebûl nakim

Naxwazim stêrkên hêviya xwe

Bi xemgîriyê kil bikim

Ez ê derkevim serê Zînî

Bi dengê bilind bang kim

Bes e, bes e şerm nakim

Ez ê qîzên razayî û nezan hişyar kim

Ez dê girêkên salan wekim

Ez ê konê xwe li serê tilikê Cudî deynim

Bo serfîraziyê li defê bidim

Ala rengîn li ser serê xwe bakim

Ciyê kirasê spî de

Rexta hêşîn li ser sîngê xwe cîh kim

Şuna zêrên zer, fîşegên kileşê stûyê xwe de rêz kim

Turê şîr ji ser pişta xwe bavêjim

Kurmamê xwe hemêz nakim

Bo şervaniyê wî jî dawet  dikim

Ez hedî hedî bi xêra têyrên azadiyê

Tarîbûna salan fêm dikim

Zendên min berdin

Jiyana girtî naparêzim, qebûl nakim

Nikanim bibim wekî niqirê destgirtiyên din

Kî bo jiyana min dipirsî raman û dîtina min

Min bi serê xwe biryara  xwastinên cuda girt

Rûkenê min re rêzanî kir

Stêrka bîst salî mêr  nekir

Armanca azadiyê de can de

Loma nav bajêr de pênc saetan bi bisporên şer re, şer kir

Teslîm  ne bû

Bedena xwe bi deste xwe mirinê re diyarî kir

We hemûyan wê re rêz girt

Nav bajêr de bû navdar�

Koçerê digot �dayîkê li min bibore

Dile xwe  neêşînê

Ji min  nexeyîde

Ez  ê rastiyan bêjim

Ez ku  kurmamê xwe re bizevicim

Bi zarok nebim, nekevim aliyekî

Hunê bêjin �tu kêr nayî�

Ew ê ser min re hêwiyê bînê

Ku keçan jî bînim

Ez ê bê qedr û qîmet bimînim

Hemû hev re min sucdar dibînin

Kes sedeman nakolînê

Her ku ez qîzan bînim

Ew ê navê min bibe

�Dêlika tirû, çi qencî li te çênabe�

Tu bi xwe van gotinên giran dizanî, ne biyaniyî

Navê min nabî �jina çê�

Ew ê dora min bi diwarê şermê were hûnandin

Hestên  neserketinê bedena min dagirdikin

Tama jiyanê xirab dikin

Ku ez kuran bînim

Her ku  kur zêde bin

Ez ê jîr bim, bibim xwedî hêz

Bi xwe bawer, nav goman û malan de bimeşim

Hesûdiya jinên xwedî qîz  tînin, bibînim

Gora hejmara lawan xurt bibim

Hember cisnê xwe nedilşewat, hişk

Guneyê min bi cisnê min nayê

Ez ê durûyek zalim bim

Wekî mêran ser qîz û jinan zordariye bikim

Bûkên ku  qîz anîn biçûk bibînim

Dayîkê heta beriya demêkê

Min  nedizanîya jin can didin dinê

Min dîdit lê belê min fêm  nedikir

Wekî hatibû gotin, cisnê xwe sivik dikir

Dayîkê ez ku  bizevicim

Ez ê jî jintiya xwe hember jinan bixebtînim

Bibim jinkok

Yên dora xwe biêşînim

Neheqiyê li wan bikim

Wan re jan û êşê amade bikim

Bibim cazû

Bo tolê lawan mezinkim

Kuştina kurdan re amade bikim

Bi ramanên xirab serê van tijî kim

Rêya yekbûnê bi tovên  neyartiye hêşîn kim

Dadê li min bibore

Ez naxwazim bo kuştina kurmancan lawan , xwîniyan xwedî kim

Bi  neyartiya qevmê xwe har û dîn kim

Rû pezek û bostek erd de

Koçer bîrên xwînê çêdikin

Em hev re  neyartiyê re jêhatînê

Ji dagirkeran jî fihêd dikin

Bo pirsgirêkan re çareseriyê bibînin

Dikevin nav lepên dagirkeran

Beran û pezê çê serleşkerên qerekolan re diyarî dikin

Em kurmanc xwîniyê hevdûn e

Biyanî jî temaşevanên me ne

Em çima hevdû bikujin

Çima serleşker bikevin navbera me ?

Malbatên din, eşîrên din kî ne ?

Em yêkin

Dayîkê ew ê şuna kurmancên bê aqil

Jinxas û mêrxasên aqil bigirin

Toreyên xirab li me dûr bimînin

Dayîkê ku min xwastina te baniya cîh

Minê bi hestên xwe berpirsiyariya malê bikira

Nevî mezinkirina

Ciyê aqil, zanabûnê bi hestên kevnêperest perwerde kirina

Minê mêr û eşîr berdana hev

Bo aştiyê jî cemedaniya serê xwe li erdê bixwistina

Dayîka min

Min ku rewşa te biparastina

Ew ê jiyana min jî ber anîn û mezinkirina zarokan de

Ber ji holê rakirina kêmasiyan de biboriya

Nedigihîştim çilan rûyê min diqermiçiya

Reşikên stêrkan gewr dibûn

Destên min vezenî wenda dikirin

Çermên hişk nedikeliyan û nû nedibûn

Moriyê pişta min ji baran xûz dibû

Ez dibûm pisporê çêran

Çiyan, berx û beranan

Minê mêrêkî serî hişk re jintî, mezinê malê re bûktî

Hinan re dêtî, hinan re dapîrtî

Bûkan re xesûtî bikirana

Heta ku  bibûma xesû

Minê nekanîba pirsan bikim, bersivan bidim

Mêr rexne bikim

Ew ê neheqî li min bahatina kirin

Min ji bûkan re rêyên neheqiyê vedikirin

Minê tol ji wan bigirtana

Fera bedena xwe bo hinan bidana, bixebitandana

Dayîn diket para min

Bo xwe minê çi bikirana?

Îro ez bo xwe çi  dikim?

Min ku guhdariya te bikira, ez hişyar nedibûm

Razayî, di xewa kurdan de mabûm

Jiyana ku li te dabûn qebûl kirin

Jiyana ku te jiber kiri bû

Bi hêviya bişirandina min jî bû***

Dayîkê li min bibore

Min şuna te de teyrên azadiyê, xwe re kirin mînak

Dîtinên ku bo te pîroz bûn

Bi wan dîtinan ji zarokan re rêberî  nedi bû

Dayîkê ez nikanim bibim wekî te

Heta demeke minê kil bikişandina navbera bijangan

Salê de zarokek pêyda bikirina

Dema ku dayîka 3-4 zik zarokan bûma

Kurmamê min keçikeke ciwan ser min re wekî hêwî baniya

Qey minê dengê xwe derdixistana, min dikaniya ?

Heta sih salî ez ê bibûma xesû

Ew ê zarok nîv birçî û nîv tazî bimana

Ez ê bibûma paqişvana spî û kêçan

Porên rişk ketî re dermanvan

Nav û derveyî malê daxwaza kurmamê min biboriya

Hêleke ve tiliyên min pînê bi şalan ve bikirina

Hêlekê ve teşî birêsiya

Ew ê kê qedrê min bizaniyana ?

Destên xebatkar ser şeyê heriyê biteviziyana

Minê jî, wekî hinan bê derman, bê tixtor zarok banîna

Bi paçên qirêj bipêçana

Nav tûrê piştê de bigerandina

Zarokên min jî bê hatin, bê pêşeroj bimana

Mêrên malê bo zewicandina zarokan, bê dîtina min biryar bidana

Ew ê jî mîna min bê deng bimana

Kê mafê hilbijartinê bida wan?

Belê belê �dê û bav zimanê zarokên xwe ne

Xeber dayîn ne mafe ciwana ne�

Wanê keç berdêl bikirina

Bav bo jinek nû, keça mezin ji min dûr bikirina

Barê xemê dihat ser xemê

Min jî wekî te bo zarokên xwe nedikaniya biryar bigirtina

Ew ê ji min re jî bigotina

�Tu jinî, hişbê

Tevê karê mêran mebe�

Minê jî mîna te toreyên ku neyartiya jinan dikin biparastina

Xwîn di firnikên bûk û qîzan de banîna

Heta ku ava reş biketina çokên min

Bi pişta xûz bûyî zarok xwedî bikirina

Li toreyên kevnêperest xwedî derketima

Bûkan re bigotina �cîhe xwe

Karên xwe bizanin

Zimanê xwe zêde dirêj mekin

Hiş� hûn zêde xeber didin�

Bi hestên hesûdiyê çovên ji maziyê

Bidana dest lawên xwe

Bûk bikirina nîşan

Ne wisa ye �lêdan ji bihuştê derketiye

Tirs  nebî kî dikane pêşiya jinan bigire

Bila bûk nejî, ji tirsan bimire�

Tu nejiyayî

Te dixwast bûk jî mîna te bin

Li min bibore hûn; nifşên pêşiya me

Neyarê cisnê xwe bûn

Te ev çand bê hemdê xwe jiber kiri bû

Wan li şiûra te de kon vedabûn

Loma riya min û te ji hevdû pir dûr mabû

Belê dayîkê belê

Cisnê mêran bo te lawê xwedê bûn

Jin ji ber mêran bi rêz radibûn

Dayîkê gulpêriyan ku ez hişyar nekirima

Ez ê bin lingên xwedî maskeyên reş û kesk de bimama

Ferqa jiyana min û ya bûkekê nedima

Minê jî wekî xaltîkên xwe

Bo keçên ku  evînên xwe re revîn

Biryara mirinê bidana

Minê jî lawên xwe re bigotina we em herimandin

�Kuro namûsa xwe paqijkin

Herduyan bikujin, ji holê rakin�

Mafê heskirinê  nedida ciwanan

Ne xebera min ji roja evînan

Ne xebera min ji roja dayîkan

Ne xebera min ji roja heştê adarê çê dibû

Belê belê dayîkê

Jin gora zanîna xwe jintiya xwe dixebitînin

Dikanin bibin qehreman û navdarên herî mezin

Dikanin bibin xwîn rijandvan

Dikanin bibin xesûyên xirab û hesûd

Dikanin bibin qerwaş

Dayîkê bi alîkariya bêybûnên zinaran min biryara xwe da

Ez hember kevnêperestiyê şer dikim

Hinan xêzik kişandibûn ser jiyana me

Ez ê xêzikên ser welat û mirovan rakim

Histêrên janê paqij kim

Dayîkê ez ku wekî te bûma

Xeynî pismamê xwe min mêr nas nedikirin

Dostbûn û rêhevalî pêşve nediçûn

Xeberdayîn, raman, nîqaş kirin çê nedibûn

Minê tenê axayê mala xwe nasbikirina

Fedekariya, bargiraniya, berhemvaniya, zexmiya jinan  nezanîbûma

Ez ê bê fêm bijiyama

Bi  nezaniya xwe bimama

Minê xwe di nav biyaniyan de her biçûk bidîtina

Paşverûyan mejiyê min dagirbikirana

Ez ê têra xwe bi xwedê ve nifirkar bûma

Hestên min, hesyeta min bin potînên zabitan da dima

Meriyên, cîranên minê kû çavên min de herî mezin bûn

Ber kozikan bahatina gulebarandin

Ji kerba çavên min tîrêjên xwe wenda dikirin

Berf dibariya ser min

Dayîka min baş fêmkir

Hember bayê dagirker

Ku ez ê bibim kona ji mû

Bo azadiyê ez ê bibim textên şaxê

Nexeyîde, nexeyîde, nexêr

Ez ji te xatir naxwazim

Dizanim tuyê min re bibî çeper

Loma bê xeber derdikevim

Nav şahiyek mezin de me

Hêla Ciwanan ve dibezim

Hêviya xeberên serfîraziya min bimîne

Niyazên ku ji şêx û tirban re dike

Aliyê xêrxwaziya têyrên azadiye re jî bişîne

�Çavên xwe veke

Bûyerên dora xwe bibîne�

Hîvxan bi bû Tekoşîn***

Zagros, metîna, zap, avaşîn, heftanîn, botan, behdînan

Vê re herêman perwerde bûne, pêşve çûne

Şervanên, qehremaniyê

Bi saetan dimeşiyan

Ciyê westanê, paldayînê serê kaniyan

Tekoşîn  nebû jina ber malan

Derveyî rêzan

Serîhildan

Bi bawerî

Çalekvan

Ne klasîkvan

Zana û rêber

Bi hêrsê, bi  nefretê, bi kînê rabû

Gora edetên kurmancan

Navê wê, ne di nav �keçên baş � de bû

Wê guhdariya mezinên xwe nekir

Xeber û xwastinên wan li erdê dabû

Bin gotinên kevneperestan de nema

Ne guhdar bû

Vekirî xwedî dîtin û bawer

Belê ew Tekoşîn bû

Koçerê yekemîn bûyîn ne tiştekî erzan û rehet e

Bedelê cuda bûnê pir pir zehmet e

Yê şer kirinê zêdetir giran e

Li ser me pir baha rûdine

Gora bê fêman qîza çê, çalekvan bê ar e

Barê pişta me textê, zinar e

Bedelê �pêşverûtiyê� bo te çi bû ?

Berpirsiyariya giran li ser milê we bû

Cîran û nasên te ji te bawer

Bi hêviya xeberên serketina te bûn

Kurmamê te jî ji xwe fêhd dikir

Dû te re ew jî ji ser mîndera erdê rabû

Sê-çar meh du te bû

Derket, berê xwe da Botan

Di rêça pilingan de bû dozvan

Koçerê

Gora kevnêşopan em �jinên ne baş �

Gora mejî em xwedî biryar

Xwediyên hesyeta xwe

Em cuda

Ne milkê hinan

Xwediyê xwe û welat

Xwedî raman, bi xwe bawer, ser piyan

Bindestan re parêzvan

Me xwe, bi dîtinên xwe dan qebûl kirin

Em derveyî toran bûn

Yên serketî em in

Yên  ku me re digotin �jinên bêşerm û ar �

Îro qîzên wan şopa te de diherin

Kilamên  netewî dizanin

Tekoşînê,  delala zinaran

Belgazera kendi, doravan****

Tu mînakî

Du te re li nav bajêr çend şervan derketin ?

Ya rastî ez jî hêjmarê nizanim

Diya te min  re xeber şandiye

Gotiye� bila dile xwe honik bike

Qîza min ji min dûr kir

Bi dîtinên biyanî rêya

Serî rakirinê wê re vekir

Beriya çend mehan çûm Cizîrê

Kirasên bûkintiyê min bi destê xwe bijart

Stand, wê re çêkir

Qîza min bazda çû

Lixwe  nekir

Çi bikim qedera xwedê ye

Xwedê qismet nekir

Ji kerbê, ji tirsa xebera mirinê

Agirê Araratê dilê min de cîh çêkir

Pezkûviya Zagrosan tu armancê de serketî

Nav bajêr de behsa te tê kirin

Navê te tê gotin

Koçera Didêran tu egîtî

Yên ku hember xwastekên te bûn

Îro bi rêz behsa navê te dikin

Bav û dayîkan şervanan, nav gel de xwedî hesyetin

Mêvantiyê de goşê mezin bo malbatên  we rast dikin

Xezala behdînan

Îro kovara jinan pel û pel vedikim dixwînim

Nav miriyan de navê te jî dibînim

Nikanim xwe bigirim, ez bê deng dimînim

Dibêm xwezî min ew pel venekirina

Xebera ku ez kuştim nedîtana

Jana te ez êşandim

Tekoşînê xwe re wekî dayîk dibînim

Koçera du kezî te ku rext giredan

Dêrsim yek salî bû

Naha pirsa te ji min dike

Dibê �dayîkê, behsa Tekoşînê ji min re bike�

Dixwaze te bi her alî ve nasbike

Lewz di gewriya min de dixetimîn

Nikanim te bînim ziman

Baza Avaşînê ez bi bawer bûm

Jiyana zor û zehmet ji te ne dûr bû

Te xwast ku hevalê xwe xilaskî

Loma canê te ji te xatir xwast

Li hespa qir siwar bû

Çûkreşika Heftanînê

Azadî wekî tilsimek jîr bû

Bedena me de şûngir bû

Ne we ji me

Ne jî me ji we dev berda

Cem me xwedî xatir bû

Nizanim te zêdetir bêriya çi kiri bû

Bajar ji te pir dûr ma bû

Diya te her ku nimêj dikir

Te re niyazkar bû

Şixulê te yê nav bajêr hinê din girtibûn ser milên xwe

Ciwan şixulkar bûn

Bilbila Zapê

Diya te min re digot �Nav me koçeran de nayê qebûl kirin

Suretên jinan nayên kişandin

Nayên wênekirin

Xatirê xwedê suretê qîzên min nekişîne

Îro dilorîne, digirî

Dibê �suretek keça min tune ku

Ez bidim ser sîngê xwe

Şewata dilê xwe sivik bikim

Ez ê kezî kurê, valabûna wê bi çi tîjî kim?�

Zerdeloka deşta Sêrtê min nekaniya xebera reş bibêm

Nav merî û nasan de bilavbikim

Ez ji çokan ketim

Wê carê bi rastî te xatir xwast

Dizanim te bi dil, birîndar parast

Koçera çanda  netewa serbixwe

Wekî te dizaniya

Dagirkeran nav me de destên qirêj peyda kiribûn

Dema hin eşîr qirdikirin

Eşîrên ne ji hevdû dilxweş

Li wan dinêriyan

Şahidî dikirin

Gora wan ew eşîr ji hal diketin, jar dibûn

Neyarê neyarên wan

Dostê wan bûn

Bê fêman digotin �aqûbet li serê yên din, çiqas xweş e, xweşik�

Bi  nezanîkî mezin

Bi mejiyê vala dikeniyan

Digotin qey war û milkên bê xwedî

Dimîne ji wan re

Nedizaniyan hemû hev re ga û berxên ber kêrê bûn

Xew de bûn, hişyar nedibûn

Bargirana Metîna

Sebebê şer wendakirina kalik û dapîrên me

Ne şervaniya dagirkeran, şêlanvaniya wan bû

Ne teknîkên şer bûn

Ne jî ji şer dev berdayîna hin bê ziravan bû

Giyana jar, wendakirî,  bê hêvî

Yek nebûna  netewî

Netewa me hêdî hêdî ber textê ketinê ve kişandibû

Mezinên me tama jarê, tam kiribûn

Kefenên reş xwe re amade kiribûn

Zarokên xwe re, me re ne standkar, dêyndar bûn

Hêvî hatibûn pelixandin

Welat hatibû qelişandin

Hesûdiya mezinên kurdan

Li hev qarîna begên qure

Xwasteka serîbûna  nezanan

Hev nexwastinê biyaniyan re derî vekiribûn

Kurdan hevdû birîn, têkçûn

Me hevdû bi bin xist

Dagirker bilind kir, jor ve derxist

Hevdû  nekişandinê,  hesûdiyê em kirin vî halî

Em zarokên ku mejî û bedenên wan dîl hatibûn girtin

Em  neviyên bedenên qelişî

Em pêmayiyên kesên ku bi xelatan hatibûn xapandin

Me jan û êşa kal û pîran

Nav tixûbên serên xwe de her roj nû kir

Nifşên sêyemîn yekîtiya  netewî pêk anî

Rihên serfîraz amadekir

Kewgozela Cudî

Îro qinarbazên me ji tirsê dilerizin

Lerzandinê, xwûdanê, xwe ve berdanê û vereşandinê cîh guherand

We xwîniyên me re riya revê vekir

Zarokên heft salî jî bi tilîliyan bersiv van in

Bi destên qûç hemêzkirî, hember mirinê ve terin

Koçerê em gervan bûn

Em li xwe digeriyan

Koçer,  gundî û bajarîyên me

Li hevdû biyanî diman

Pepûka Girê Xirmo

Xwastina mina herî mezin ew e

Ku ez te bikanim binivîsînim

Dixwazim te bînim ser ziman

Te bi şermokatiya te

Te bi lerzandina te

Te bi mîlîtaniya te

Te bi êrîşvaniya te

Te şervantiya te

Te bi guhertinên te

Te bi jîrbûna te

Te bi fedekariya te

Te bi evînên te

Te bi mînak bûna rêhevaltiyê

Dixwazim moriyên li lewzên bo te, bigihêjînim hevdû

Li girê Xirmo bayê payîzê çavên li reşiya ezman maçîkir

Axa gewr te re singê xwe vekir

Koçera min dixvazim te hemêz kim

Bi rêz, bi evîniya herî mezin, eniya sor û spî de maçîkim

Destên pîroz bidim ser singa xwe

Te ji herdê sar rakim

Delala ber dilan

Neyarên der û mal ve

Têyran,  pilingan,  şêran hesûdiya te dikirin

Hember jîrbûna,  pêşketina te dibeecîn

Keça koz û guman

Şîlana serê Gabar û Besta

Şikeftên çiyayê Spî û Qendilê bê mêvan û bê silav man

Gula kûvî, mizgîna raperînê

Melhema derd û kulan

Kes xeber  nede jî

Civat bê deng bimînê jî

Dîrok bê deng namînê

Xeber dide, dinivîsînê

Ew ê dîroka vê sedsalê were nivîsandin

Hin navan bidin serborînên me

Dilên ji polan, pêwîst e nivîskaran re

Hemû derî û mijaran vekin

Pezkûviya girê nîskê

Em hatin guhertin, civat hatî guhertin

Botî dibêjin

�Şixul çekê, mile xwe ke

Roja ku tu bivê

Li ber xwe ve ke

Heban ji keran çê nabin,

Jin diçin xwînê, xwîn betal dibin

Yê ku bi jina xwe nikane ne tu mêr e

Bi lavlavê mirov jina xwe nake der

Du dayîk hev re berxa ner xwedî dikin

Jin qesre, mêr girtî ye

Mêr çem e, jin gol e

Dera jinan xira nekiriye, hin ava ye

Bi xweziyan destê mêran nagihêje kezîyan�

Îro lewma bi sedan qîz bo rext giredanê radibin

Tabûrên jinan çêdibin

Neyarên azadiyê hember êrîşan nexweş dibin

Belê, jinên zana pêşiya mirina netewî digirin

Hem welatiyan kom dikin

Pir dûr ve rewşê şîrove dikin, bi xwe bawêr şer dikin

Ne mêr, ne jî rêxistinên mêranî

Ne jî ramanên dagirkerî, nikanin

Nikanin me pêşve bixînin û biyekbûn bikin

Qeremixa sor

Hember pêşveketina jinan

Mêrên  nezan dev vekirî man

Ew bi xwastinê ne dibûn maf dar

Te gelek baş fêmkiri bû

Tiştên netewî dîrok, hemû bi hestên, dîtnên mêranî

Dihatin nivîsandin

Sirûşta  netewî  �Ey Reqîb�

Mînaka herî mezin

Bo xilasbûnê, behsa mêrê Kurd dikin

Şervaniya,  jîrtiya jinan qebûl nakin

Ew ê jin bi zanabûna xwe

Kemasiyan, xelatiyan ji holê rakin

Sipîndara çolan

Dayîka te her dem digot

�Hîvxana min

Bi hesreta te me

Guhdara nûçan im

Hêvîdara têyran im

Ez dibêm qey ez ê car caran te bibînim

Bi destên westî te bixemilînim

Guliyên bi qirêj, bi xwûdan

Bişom, bihûnim, bên kim

Kêmasiyên keça xwe pêk bînim

Bi dil, bi destê xwe rêkim�

Koçera çalekvan diya te xebera mirina te girt

Xwe re fistanê reş dagirt

Dilorîne, dilorîne

Bi pêtên jana agir distêrîne

�Kezeb, kezeb

Bi tirsa xebera reş

Çavên min li riyan bûn

Min xewn didîtin

Bi dengê te hişyar dibûm

Xewnên xirab pêsîra min ber nedidan

Diketim riyan

Min te re derman, gore û sol dianî

Kirasên te dîwêr de dardakirî hêviya te man

Kezeb, kezeb, kezeb

Min digot ez ê birû û bijangên keça xwe çêkim

Destên çek girtî hinekim

Ez ê tirba kevoka xwe li girê Xirmo vekim

Axê bi neynûkên xwe bikolim

Erdê çalkim

Egala xwe li ber deviyan vekim

Tilî, gulî û bedena qelişî bigêhêjînim hevdû

Bi histêrên xwe bişom

Ji xwînê paqij kim

Gora xwestina xwe binerd kim

Xwîna ku  pijiqiye ser dar û beran bimalisim

Li ser û çavên xwe re bikim

Xweliyê li serê xwe bikim

Ez çiqas bêbextim

Kezeb�.naxazim rastiyê fêm kim

Tirba keça min li ku ye ?

Min re rastiyê bêjin

Ez ê serî lêdim

Xwe re wê derxînim

Bawer nakim meyîtê belavbûyî bibînim

Li ser hevxistinê meh borînê

Pêncê tirmeha nod û heştan

Tu bê giyan mayî

Eza kezî kurê nû dibihîzim

Jan û xemgîniya, bê hal mayîna

Bavê te dibînim

Kesên ku dibên mêr nagirîn

Bi rastî êşên wan nabînin

Ji ber xwe ve xeber didin

Xeyalan dibînin

Kezeb, kezeb

Li hesreta te bûm

Guhdarê nûçan bûm

Hêviya têyran bûm

Min digot qey ez ê carek din te bibînim

Heta ber ava Botan te biborînim

Kezeb, kezeb, kezeb

Me re ne zarok, ne jî heyî ma

Hun him bûn şervan

Him jî bi salan girtîgehan de man

Halê me tune ku  em herin serdana wan

Xwediyê keriyan

Mala 20 zarokan

Nav tunebûnê de,  feqîriye de

Di bêdengiyê de man�

Tekoşîn îro sal vegera mirina te ye

Girê Xirmo, kaniya mîran nav bê dengiyê de maye

Par vê demê

Roja  havînê bi dermanên kuştinê

Kiribûn tarî û gewr

Li mezra Botan, geliyê mîran mabû bê tav

Tekoşîna Didêran serleşkera sed kesî bû

Bi pêşketina xwe

Bi rastî û duristiya xwe

Nav artêşe de,  nav eşîran de xwedî nav bû

Koçerê loma şuna candana te

Koçer û gundiyan re pîroz bû

Helwesta Koçerê

Dagirkeran re bersîv bû

Li Botan raman anîna ser ziman

Weşan, navdan qedexe bû

Loma Koçer hedî, hedî ji ser mînderê rabû

Tevli artêşê bû

Bi şervaniya heft salan deng da

Keça bindest re mînakek gelek baş bû

 

http://www.pen-kurd.org/

 

 

Zum Seitenanfang