|
Ji vir 24 sal
berê yanê di 22 yê Cotmeha 1984
an de şaîrê me yê navdar Seydayê
Cegerxwîn, ji nav me koçber bû û
çû ser dilovanîya xwe. Seyda,
roja 11.11.1984 an li Qamişlo di
bexçeyê mala Wî de hat
definkirin.
Her sal bi awayên
cuda û di qadên cuda de
bîranînên salvegera Seydayê
nemir hatine çêkirin. Di wan
bîranînan de gelek kes di warên
cuda de li ser şî’rên
(helbestên) Seyda babetên xwe
pêşkêş kirin. Jibo min balkêş
bû ku di wan civînên bîranînan
de tu amadekarek li ser şî’rên
Seyda ên navnetewî
(international) qet metnek
pêşkêş nekirin. Bê guman jibo
min ev kêmasîyek bû. Heger
edebîyatnas, şaîr, lêkolîngerên
me bi her awayî li ser babetên
helbestên Seyda ranewestin; dê
ev kêmasî her xwe bidomîne û
zîrekî û mezinîya Seydayê me yê
dilovan jî di her warî de baş
dernekeve holê.Wekî din bi
nivîskî jî heta nûha ez li derek
rastî wê babetê nehatime ku îro
bûye mebesta nivîsa min da ku li
ser hinik rawestim. Lê ez pê
nizanim xebatek weha çêbûye an
na?
Amanca min ew e
ku di vî warî de ev nivîs bibe
alîkar jibo şaîr-edîb,
edebîyatnas û lêkolînvanên Kurd
da ku ev valahî jî bi awayek
were dagirtin. Heger ev nivîs di
vî warî de bibe alîkar; jibo
dagirtina vê valahîyê dê
bigihîje mexseda xwe û ez jî dê
kêfxweş bibim. Pêwist e were
destnîşankirin ku ez ne edîb,
edebîyatvan û lêkolîngerekî li
ser helbestan im û divê bidim
xûyakirinê ku ev nivîsa min a
nirxandinê ya yekemîn e li ser
helbestê. Xwendevan vê nivîsa
min dikarin wek ceribandinek jî
bi nav bikin û heger tê de
kêmasî çêbin; bila Seydayê me yê
nemir û xwendevan min
bibexşînin. Bê guman heger
xwendevan bi rîya înternetê
kêmasî yên min û pêşneyarên xwe
bişînin, ez dê kêfxweş bibim.
Kesên dîwanên
Seyda xwendine, pê dizanin ku
şî’rên wî digel birên evînî,
civakî, tevayî û welatparêzîyê,
yên navnetewî jî hene. Lê min
dema vê babetê hilbijart; ne
tenê pirsên navnetewî, her weha
digel wê jî zêdetir û girîngtir
dîtinên Seyda jibo cîhana dahatû
(pêşeroja /paşeroja cîhanê) zêde
bala min kêşandibû ser wê. Li
gorî min wek naverok şî’ra Seyda
ya herî xurt di pirsên navnetewî
û pêşeroja cîhanê de di hesteke
herî bilind de ku hatîye ser
zimên; şî’ra Heval Pol Robson
e.
Helbesta Heval
Pol Robson di Dîwana Sewra
Azadî (Dîwan Du) de cîh girtîye
ku çapa yekem a dîwanê di
1954’an de li Şamê, çapa duwem
li Stenbulê di 1992’an de ji
alîyê Weşanxaneya Deng ve û çapa
sêyem jî dîsa li Stenbulê ji
alîyê Weşanxaneya Avesta ve di
2003’an de hatîye çapkirin.
Heval Pol Robson, helbestek
dirêj e û ji 7 beşan pêk hatîye.
Tevayîya helbestê 123 rêz in:
Beş yek 19 rêz, beş du 15 rêz,
beş sê 18 rêz, beş çar 19 rêz,
beş pênc 14 rêz, beş şeş 24 rêz,
beş heft 24 rêz. (Binêre,
Sewra Azadî, Cegerxwîn, Weşanên
Avesta, Stenbul 2003, Rûpel
97-101)
Wek di destpêka
helbestê de xûya dibe Seydayê
Cegerxwîn, kêfxweşî û piştgirîya
xwe di şexsîyeta Cenabê Heval
Pol Robson de jibo hemû reşikan
pêşberî me dike. Pêwist e mirov
şertên reşikan ên salên 1950 yî
bîne ber çav ku ew rewşa reşikan
bûye sedemê babeta nivîsîna
helbesta Seyda. Kêm-zêde di wê
demê de reşik di gelek welatan
de ji mafên xwe yên neteweyî û
mirovatîyê bêpar bûne; heta di
hin welatan de hevwelatîya wan
jî hê nehatibûye qebûlkirin. Bi
awyeke din reşik wek kole jîyana
xwe domandine. Lê dema Seyda wê
helbestî nivîsîye, di rêzên
helbestê de dixûye ku reşik di
nav hewildaneke xurt û fireh de
ala têkoşîna xwe bilind kirine û
zorê dane hukûmat û dewletê.
Lewre di helbestê de; ”…
Xwedî sermîyan ji te ditirsin
/Hemî xanedan ji hev dipirsin
/Dibêjin reşik çawa şîyar bûn?
/Destê hev girtin li ber me
rabûn…” pêşberî me dike û
destnîşan dike ku reşik wê bi
serkevin. Lewre Seyda di rêzên
din de; ”…Dalas ditirsî weke
Mak-Arsî /Di ber pîyan çûn pir
tac û kursî…” dibêje û
îşaretên ruxandina textê
sermayedaran li ser reşikan
nîşanê me dide. Lê Seydayê
nemir di wê têkoşînê de
pirsgirêkên çînayetî, yanê yên
tebeqe û çînên bindest zêdetir
daye pêşîya me. Wek di rêza
jorîn de me dît di rêza; ”Gernas
û rênas, dijminê Dalas” de
xûya dibe, Seyda berê tîr û
kevanê têkoşîna Heval Robson
daye Dalasê, ne Washîngtonê. Ev
jî bê sedem nîne ye. Ji ber ku
Dalas, yek ji wan herêmeke herî
dewlemend e li Emrîkayê û Seyda
ew wek sembola sermayedaran
nîşanê me dide. Ji ber wê ye ku
dema Seyda wek navnîşan Dalasê
nîşan dide; di eslê xwe de di
navenda Dalasê de Washîngton jî
bê hemd dibe hedefa navenda
ruxandinê. Her çiqas di her
têkoşîneke gelêrî an neteweyî de
cîyê têkoşîna çînayetî hebe jî;
têkoşîna reşikan a wê demê ku
bûye sedemê nivîsîna helbesta
Seyda, tekoşîneke gelemperî
bûye, ne ku tenê ya çînayetîyê
bûye. Lê xisûsîyeta uslûba Seyda
ya nivîsîna di vê helbestê de
(mirov vê uslûbê di gelek
helbestên din de jî dibîne) ji
îdeolojîya Wî ya wê demê tê. Ger
em vî rengê Seyda nedin ber çav,
em dê hem şaşîyek bikin û hem jî
neheqîyek li Seyda bikin. Ez dê
li xwarê piştî şirovekirina çend
rêzên din, piçek be jî behsa
Seyda û têkoşîna Wî ya wê demê
bikim da ku rewş baştir zelal
bibe.
Di beşa duyê de
Seyda bi westatîyekî xurt û
mezin rewşa cîhanê pêşberî me
dike û ji Heval Robson re pêşkêş
dike ku ne tenê reşik, lê her
weha yên ku sipî ne jî mane
perîşan, reben û bindest bûne û
sedemê wê yê esasî jî ji nîzamên
hov û faşîst peyda bûne. Li vir
jî nuxteyeke balkêş heye ku di;
”…. Ketin bin destan ev Kurd û
Ereb /Zencî û Hindî em hemî
însan….” rêzan de xwe nîşanê
me dide. Gelek vekirî ye ku di
salên 50 yî de rewşa Ereb û
Kurdan ne wek hev bûne; rewşa
Kurd û Hindî jî ango Hindî û
Reşik jî ne wek hev bûne; lê
rewşa Reşik û Kurdan di hin
waran de dişibine hev û du. Ji
ber ku di salên 50 yî de jî Ereb
xwedan dewlet bûne; Hindî xwedî
dewlet bûye, her çiqas pirsgirêk
di navbeyna Hindistan û
Birîtanya Mezin de hebûbe jî ev
rastîyek li ortê ye. Lê wê demê
Kurd û Reşik ji hemî mafên xwe
yên neteweyî, demokratîk û
mirovatîyê bêpar bûne û îro jî
rewşa Kurdan nehatîye guhertinê,
ger mirov destkevtîyên Başûrê
Kurdistanê li alîyek bihêle. Li
vir jî Seydayê me yê dilovan di
çarçeweya îdeolojîk û çînayetîyê
de pirsê raxistîye nav rêzên
helbestê.
Di beşa sêyem de
Seyda behsa zordestîya ku li
cîhanê heye destnîşan dike û
kêfxweşîya xwe jibo Marks (bi
gotina Seyda Markîs) û Engels
(bi gotina Seyda Îngilis) nîşanî
me dide ku wan rîya xîlasîya çîn
û tebeqeyên bindest anîne ziman.
Lewre Seyda; ”…Ji vî derdê me
Markîs Îngilis /Bûne du rêzan,
bûne du hozan /Lenîn Sitalîn rê
şanê me dan…” dibêje. Wek em
pê dizanin jibo alternatîfa çîna
karker li hemberî sîstema
kapîtalîzmê Manîfestoya
Komunîstîyê ji alîyê Marks û
Engels ve hatîye nivîsîn. Di
dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de
li Rusyayê di bin pêşevatîya
Lenîn de Şoreşa Oktobrê pêkhat û
lewre Seyda wê şoreşê bi
mizgînîyeke mezin di nav rêzên
helbestê de pêşkêşî xwendevanan
û Heval Robson dike. Her weha
Seyda Şoreşa Rusyayê; ”…Roja
sor, roja zer /Ji Mosko hate
der…” dîyar dike ku wek
derketina rojê ku ji Moskovayê
derketîye û şewqa xwe daye ser
Elmanya, Çîn, Balkan û
Hindistanê û di encamê de
rojhilat xilas bûye û ew tesîra
xwe daye ser seranserê cîhanê.
Hin xwendevan
dikarin bipirsin ango gazinan
bikin da ku Seyda çima hewqas
pesnê sosyalîzmê daye û piştgirî
û kêfxweşîya xwe bo Lenîn,
Sitalîn, Marks û Engels nîşan
daye. Lênêrînên Seyda jibo
pirsên civakî û xilasîya çîn û
tebeqeyên bindest de min di beşa
yekê û duyê de tenê destnîşan
kiribû. Jibo zelalkirina hin
pirsan ez dixwazim li vir li ser
wê rewşê piçek be jî rawestim û
zelalîyê ji hin pirsan re bînim.
Seydayê nemir di
1903’an de li Bakûrê Kurdistanê
ji dayîk bûye. Welatê Seyda
Kurdistan di dawîya Şerê Cîhanê
yê Yekemîn de ji alîyê Birîtanya
Mezin û Fransayê ve di navbeyna
dewletên herêmê Tirkîye, Îran,
Îraq û Surîyeyê de bûye çar
perçe. Bi gotineke din ên ku
nexşeya nû ya Rojhilata Navîn ji
nû ve çêkirin û Kurdistanê di
nav çar dewletên kolonyalîst de
kirin perçe û welatê me bê
nasnameya sîyasî û bê statû
hiştin; dewletên kolonyalîst û
emperyalîst ên wê demê Fransa û
Birîtanya Mezin bi xwe bûn.
Seyda bi vê rûpela dîrokê ya
qirêj dizanibû. Ji destpêka
damezrandina Dewleta Tirk virve
serhildanên Kurdan ên netewî yên
wek Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û
Dêrsimê hemû têkçûbûn. Piranîya
rêvebirên wan bizavan şehîd
bûbûn. Kurdistan serobino bûbû,
wêran bûbû. Di encama wan
hewildanan de gelek axa, beg,
serokeşîr û yên xwedî nifûz
hatibûn sirgûnkirin û yên mayî
jî ji dagirkeran re hustûyên xwe
xwar kiribûn ango di halê xwe de
ketibûn nav qalikên xwe yên
bêdengîyê. Şoreşa Şêx Mehmud
Berzencî jî li Başûrê welatê me
ji alîyê Birîtanya Mezin ve
hatibû ruxandin. Bi piştgirî û
alîkarîya Sovyeta wê demî li
bajarê Mahabadê Komara
Kurdistanê ku ava bûbû jî tenî
derdora 11 meh jîyana xwe
domandibû. Bi kurtahî ev rewşa
welatê me ya şerpeze li Ser
Seyda tesîreke gelek mezin
kiribû. Bi tabîreke din
hevîrtirşê (şikilstandina rûhî)
Seyda, di nav derd û êş û
belengazîya miletê Kurd de
hatibû ecilandin û ev hevîrtirş,
şikil dabû pê û Seydayê nemir
Mela Şêxmûs kiribû CEGERXWÎN.
Seydayê Cegerxwîn
jî di xortanîya xwe de ji
neçarîyê diçe binxetê û li Amûdê
cîwar dibe.. Seyda piştî ku ilmê
melatîyê tewa dike ew demek jî
melatîyê dike. Lê melatîya Seyda
zêde dom nake. Ew wek gelek
melayên wê demê di pêşîya fitre
û zekatê de bazneda û civandina
pere û malê dinyayê ji xwe re
nekir hedef. Ew di nav gelê xwe
de dibe perşeyeke derd û kulên
wan. Lewre jîyana Wî jî ya wek
gelek Kurdan di nav xizanîyê û
belengazîyê de derbas dibe.
Seyda di alîyek de dibe şirîkê
derdê gelê xwe û di xortanîya
xwe de dest bi nivîsîna
helbestan dike da ku ji wan derd
û kulan re dermanan bibîne. Lê
ji alîyê din ve jî ew pêşveçûn û
guhertinên di cîhanê de
diqewimîyan ji nêzîk ve
dişopîne. Di pêvajoyeke weha
dijwar de ew jî dikeve nav refên
(sefên) sosyalîst û komunîstan.
Ji ber ku digel mercên jorîn ku
min bi kurtahî destnîşan kir;
Şoreşa Oktobirê jî li ser Seyda
tesîrek mezin kiriye.
Wek tê zanîn
Şoreşa Oktobrê di Rusyayê de di
1917’an de çêbû. Piştî Şoreşa
Oktobirê tesîra teorîya
sosyalîzmê li her derê cîhanê
belav bû û Rojhilata Navîn jî jê
nasîbê xwe sitand. Li Surîye jî
Partîya Komunîst a Surîye hatibû
damezrandin û bi girêdayê
Navenda Moskovayê ve kar û barê
xwe dimeşandin. Wê demê wek
teorî xaleke ku zêde dihat
minaqeşekirin jî ew bû ku
miletên bindest xwedî maf in ku
dahatûya (qedera) xwe bi destê
xwe hilbijêrin (taîn bikin). Ev
wek prensîbeke
Marksîzmê-Lenînîzmê hatibû
qebûlkirin. Bi kurtahî ji ber
van sedeman bû ku Seyda, ne wek
endamek lê wek kesekî aktîf
piştgirîya Partîya Komunîst a
Surîye kir heta sala 1957 an.
Seyda di alîyek de bi wan re kar
dikir lê di alîyê din de jî jibo
miletê xwe xebatên xwe bêwestan
domand. Li gorî agahdarîyên
nêzîkî malbata Seyda,
minaqeşeyên Seyda û hevalên wî
yên Kurd digel Partîya Komunîst
encamek baş neda û di dawîya
sala 1957 an de Seyda têkilîyên
xwe ji wan birî û xebatên xwe
yên sîyasî digel Kurdan berdewam
kir û bû endamê Komîta Navendî
ya Partîya Pêşverû ya Kurdên
Surîye ku Sekreterîya wê Hemîdê
Hecî Derwêş dikir. Seydayê nemir
ne tenê şaîrekî mezin bû; her
weha ew digel vî karê xwe aktîf
sîyasetê jî domand heta dawîya
jîyana xwe. Lewre uslûba Seyda
ya îdeolojîk ku em di vê
helbestê de dibînin; divê em li
gor şertên jîyana Seyda ya wê
demê binirxînin û ev rewşa
taybet ji ber çav dûr nexînin.
Wekî din em dê di
beşên jêrîn de jî bibînin ku
cîhana ku di dilê Seyda de
hatîye daxwazkirin; bi xetên
qelind, li seranserê cîhanê
avakirina civateke adil û
wekhevî bûye bingehê amanca
Seyda. Dema ez li xwarê werim
ser van beşan, ez dê di
çarçeweyeke piçek fireh de li
ser vê babetê rawestim. Lê li
vir tenî ez dixwazim bala
xwendevanan bikêşînim ser wê
uslûba ku Seyda bikar anîye da
daxwaz û meremên xwe bîne şûnê.
Cegerxwînê nemir
di beşa çaran de dide xuyakirin
ku li her der şer û ceng e.
Karker, rencber, cotyar û hemû
çîn û tebeqeyên bindest li
hemberî nîzama sermayedar û
koledaran di nav hewildanek û
têkoşîneke pir dijwar û
bêwestandin de ne û ;
”…Dixwazin azadî, serbestî,
wekhevî /Narevin…. /Lê dijmin
ditirsî, direvî, direvî… /Çi
reşik, çi sipî, belengaz bûn
heval /Dikujin koledar –xwedî
gund, xwedî mal /Berepaş
direvin bayloz, xanedan /Malê
wan, malê wan /Bû bela serê
wan…” di dawîyê de têkoşîna
bindestan bi serfîrazî tewa dibe
û wek em di rêzên din de
dibînin, xeyal û daxwazên
Cegerxwîn di; ”…Me divê
dinyake ko her kes dewlemend
/Dinya bû buhişt çi bajar çi
gund /Ji bo her kesî fersend û
mecal /Xwenda û zana, hozan û
delal…” rêzikan de digihîje
qonaxeke bilind. Cîhana ku Seyda
dixwaze, di rêzên; ”…Dinya
maye mişt ji jîn, ji evîn
/Xweşî tev dagirt /Her kes,
her tişt, her der…” de bi
awayeke giştî gihaştîye hesteke
pejirandî. Di van rêzan de mirov
dibîne ku Seyda cîhanê şipandîye
buhiştê (cenetê) û di navbeyna
însanan de evîn û jîyanê kirîye
bingeha felsefeya xwe. Heger
gotin di cîyê xwe de be, ceneta
ku felsefeya oldarîyê û bi
taybetî jî ya îslamê pêşkêşî
oldarên xwe kirine; Seydayê me
yê dilovan xwestîye vê cenetê di
cîhanê de ava bike û nehêle jibo
jîyana axretê.
Di van rêzên
jorîn de nuxteyeke din jî bala
mirov dikêşîne ser. Di van rêzan
de Seyda wek metod, kuştin û
şidetê bikar anîye û pêwistîya
şoreşeke radîkal raxistîye
pêşberî me. Seydayê nemir, ne
wek mirovekî 50 salî lê wek bi
heyecan û coşeke mezin a xortekî
20 salî derketîye qada şoreşê û
bi westatîya dixtorekî pispor ku
bi neştera (kêra emelîyatê) xwe
birîna nexweşê xwe jê bike û
nexweş bigihîne tendurustîyê; ew
jî birîna heyî ji kokê ve dibire
û bi vî hawayî di şoreşê de bi
ser dikeve. Ew di wê zanînê de
ye ku hilweşandina hukmê koledar
û xanedanan û avakirina nîzameka
wekhevîyê ku reşik û sipî hemû
tebeqeyên belengazan digel hev
bijîn; ne karekî hêsa ye û bi
metodên reformîst avakirina wê
cîhanê ne mimkun e. Ji ber ku
hedefa Seyda avakirina civateka
wek cenetê ye, yanê bêqisûr e;
ji bilî şoreşê jî tu rîyekî din
jê re namîne. Ji ber ku
realîteya (rastîtîya) cîhana hov
destûrê nedaye Seyda da ku
metodên humanîstîyê bixebitîne.
Divê binî wê
were çixêzkirin ku dema em tên
ser beşa şeş û ya dawîyê beşa
heftan; em baştir dibînin ku
Seyda digihîje mexsed û miradê
xwe. Mirov tiştekî din jî dibîne
ku Seyda bi mexseda
(bahane-hecet) Heval Pol Robson;
esas wêneya cîhana daxwazkirî ji
xwe re kirîye hedef (amac). Ev
hewildana Seyda dişibe hewildana
Ehmedê Xanî yê nemir ku sêsed
sal berê bi mexseda avakirina
Kurdistaneke Serbixwe, evîna Mem
û Zînê ji xwe re kiribû bahane.
Di destpêka beşa
şeşan de Seyda; ”…Ey heval
Robson /Fermo em herin serbest
bigerin /Bixun, binêrin
/Bibênin, bipirsin /Zorker
nemaye ji kê bitirsin /Sînor
nemane çibkin peseport…”
dibêje û ber bi amanca xwe ve bi
gafên ji xwe ewle (emîn) dimeşe.
Di van rêzan de mirov dûrbînî û
feylezofîya Seyda bi awayeke
vekirî dibîne. Pêşveçûna civatan
û çerxa dîrokê timî ber bi pêşve
meşîyaye û Seydayê nemir vî
rewşê gelek baş û bi hesteke
bilind nirixandîye. Seyda qelema
(pênus) xwe bi hûnermendîyeke di
eyara zêrkerek an mîmarek ango
resamek (wênekêşek) de bi
westatî xebitandîye û xeyalên
dilê xwe raxistîye nav wan
rêzan. Wê demê dikaribû ew
daxwaz wek xewnek û xeyalek were
dîtinê. Lê îro rewşa cîhanê û
pêşveçûnên civat û welatan ne
weha ne. Li vir pêwistîyek heye
ku hin bûyer û pêşveçûnên cîhanê
bi hin awayan be jî bi xetên
qelind werin destnîşankirin.
Ji ber ku Seyda
ji nêzîk ve rewşa cîhanê
şopandîye; ew digel xeyalan jî
realîst fikiryaye û wê helbestê
raxistîye ser kaxezê. Pêwist e
ez li vir destnîşan bikim ku
dema Seyda Heval Robson
nivîsîye; hîmê Yekîtîya Ewrûpayê
(YE) taze hatibû avêtin. Wek
xwendevan pê dizanin di sala
1952 an de ji alîyê şeş dewletan
(Elmanya, Fransa, Îtalya,
Hollenda, Belçîka û Luxemburg)
ve jibo YE yekemîn hewildan
çêbûye. YE ku îro tê binavkirin;
di çend merhaleyan de derbas
bûye. Ewil navê wê Bazara
Hevbeş (Şirîgatî) bû. Di merhala
duyê de ev nav bû Civata Aborîya
Ewrûpa; paşê bû Civata Ewrûpa û
herî dawî jî bû Yekîtîya Ewrûpa.
(Bo firehtir agahdarî
binêre:www.eu-upplysningen.se)
Wek em dibînin di navbeyna
56 salî de YE ber bi firehîyek û
xurtbûnek ve çû û di roja me ya
îroyîn de çarçeweya YE ji
helqeya Pazara Hevbeşîyê ber bi
helqeya ne tenî aborîyê, lê
digel wê jî ber bi helqeya
sîyasî û leşkerî ve jî çû û
jimareya endamên wan nûha gihaye
27 an. Îro di navbeyna Dewletên
Endamên YE de hema hema sînor
nemane. Her çiqas îro peseport
hebe jî êdî jibo rakirina
peseport û sînoran di navbeyna
YE de pirsên girîng ên pratîk
nemane. Nûha peseportên wan bûne
yek. Yanê li ser peseportên wan
êdî di bedêla navê her dewletê,
navê Peseporta Ewrûpayê tê bi
karanîn. Ji nûha ve li ser
dixebitin da ku cuzdana nifûsê
(Îdekort) ya hevbeş di nav
sînorên YE de were bi karanîn û
wê demê dê pêwistî bi peseportê
nemîne. Pirsa pereyê hevbeş
(eûro) di helqeyeke fireh de
hatîye helkirin; lê hê jî çend
dewletên endam pereyên xwe yên
berê bi kartînin û wer xûyaye ku
di salên pêşîya me de ev pirs jî
dê hel bibe. Wêneya YE ya îroyîn
gelek vekirî nîşanê me dide ku
daxwazên Seydayê me yê nemir ên
ji vir 55-60 sal berê hêdî hêdî
tên şûnê û ev daxwaz ji xewn û
xeyalan ber bi heqîqetê ve
dimeşin ku ev jibo dûrbînîya
Seyda cîyê şanazîyê,
serbilindîyê ye.
Lê li vir di
derbarê pêşveçûnên di navbeyna
sînorên YE de pêwistî pê heye ku
ez destnîşan bikim da bingeha
guhertinên YE ne 50-60 sal in;
ji wê jî gelek kevntir e ku bi
xwe re van rûdanan anîye. Heger
mirov piçek rûpelên dîroka
Ewrûpayê bîne ber çavan; mirov
dibîne ku li wir guhertinên pir
girîng çêbûne. Wek tê zanîn li
Ewrûpayê bi salan şerê oldarîyê
çêbûye. Di navbeyna mezheban
(wek protestan û katolîk) de
qirkirinên hovane qewimîne. Bi
salan Kilîseyê xwestîye li ser
kirdayetîya sîyasî hukûm bike.
Piştî qonaxa têkoşîna di
navbeyna kilîseyê û Kirdayetîyê
(wek xeta Jakobenîzmê) de rûdan
û guhertinên bingehîn ên gelek
girîng çêbûne û di wan encaman
de Bizavên Reform û Ronesansê bi
xwe re cudayetîya di navbeyna
Kilîse û Hukûmdarîya Sîyasî de
anîye. Di encama van hewildanên
dûr-dirêj de hukmê kilîseyê ji
ser kirdayetîyê tevayî rabûye û
ji wê qonaxê virve êdî kilîse
tenî li ser pirsên xwe yên
oldarîyê rawestîyaye. Lê di
çarçeweya oldarîyê de jî gelek
reform çêbûne ku ew bûne
alîkarîya sedemên guhertin û
pêşveçûnên civakî. Li Ewrûpayê
qewmandina Ronesans û Reformê;
jibo civatên Ewrûpayê bûne
şoreşên guhertinên civat û
welatan. Bi hêsanî mirov dikare
bibêje ku heger van şoreşan
çênebûbûna; di warê pêşveçûn û
kemilandina demokrasîyê de wê
hewqas guhertin çênebûbûna.
Lewre têkilîyên guhertinan di
navbeyna YE û Ronesans û
Reforman de heye ku mebesta van
gotinan in. Mixabin van guhertin
û pêşveçûnan di di welatên
dervayê sînorên YE de bi rengeke
weha çênebûne; heta mirov bi
hêsayî dikare bêje ku di Alema
Îslamê de şoreş li derek
bihêlin, qet reform çênebûne. Ez
dê paşê careke din bizivirim ser
vê babetê da ku daxwazên Seydayê
me yê dilovan çawa dikare li wan
deran bibe heqîqet.
Dîsa li vir cîyê
gotinê ye ku Şoreşa Ewelîn a
Demokratîk a Burjuwazî di 1789
an de li Fransayê destpêkir û ew
tesîra xwe li seranserê cîhanê
nîşan da. Di encama wê şoreşê de
ye ku ewil li Ewrûpayê dewletên
burjuwazî (çi yên netewî û çi
yên pirnetewî) çêbûne û ew
hewildan paşê şewqa xwe dane
cîhanê.
Lewre em dema di
navbeyna daxwaz û xeyalên Seyda
û pêşveçûnên li Ewrûpayê bînin
ber çavên xwe û têkelî di nav
wan rezan de daynin; qonaxa ku
nûha YE tê de dijî, ji ber xwe
ve û bi awayeke hêsan çênebûye.
Ew xwedîyê pêvajoyeke dirêj e û
lewre îro bûye heqîqet û ketîye
nav jîyana Ewrûpîyan û bûye
beşeke wan a kultûrî ya rojane.
Piştî van
têbinîyan em careke din
bizivirin ser helbesta Seyda
beşa şeşan. Li wir seyda qîma
xwe tenî bi rakirina sînor û
peseportan nayne û; ”…Li vir
xurînî bixun hingivîn /Li Mosko
taştê, firavîn li Çîn /Li New
Yorkê şîv, li London paşîv…”
dibêje û ber bi pêşve dihere û
trafîk û teknolojîya li gorî
daxwaza dilê xwe wek nexşeyeke
pir xweşik pêşberî me dike. Li
vir Seyda seyeheta rojekî, yanî
ya 24 saetî dinirxîne û dixwaze
li Kurdistanê û ne dûrê eqil e
ku li Qamîşloka Rengîn, di
bexçeyê mala xwe de, di bin sîya
darên sêv, hinar û încasan de bi
hingiv xurînîya xwe bike. Piştî
xurînîya li Kurdistanê Seyda
dixwaze heta dema paşîvê di
navbeyna pênc welatan
(Kurdistan, Rusya, Çîn, Emrîka û
Birîtanya Mezin) de seyehetê
bike. Bê guman ev seyeheta ku di
dilê Seyda de peyda bûye;
tişteke ne hêsa ye û pêwistîya
bi karanîna teknolojî û
trafîkeke gelek bi suret û
pêşketî divê. Heger em
teknolojîya îroyîn û seyeheta bi
balafirên heyî bînin ber çavên
xwe; ev îro ne mimkun e, lê
piştî demeke di pêşîya me de ew
jî dê bibe rastîyeke jîyanê. Ji
ber ku dema Seyda vê helbestê
nivîsîye; hê teknolojîyeke xurt
û pêşketî çênebûbû. Heger em 60
sal berepaş herin, em dibînin ku
wê demê ilm û teknîk gelek ne
pêşketî bû. Di navbeyna van
salan de ewil televîzyona reş û
sipî, paşê ya bi rengîn çêbû. Bi
taybetî jî piştî çêkirina
telefonên destan û kompîtorê,
înternetê û robotan; di
pêşketina mirovatîyê de şoreşeke
nû çêbûye. Lewre êdî dinya bi
qasî gundek piçûk bûye. Bi saya
serê kompîtor û înternetê,
tiştên ku li seranserê cîhanê
diqewimin; mirov dikare di nav
çend deqîqeyan de pê bihese.
Lewre îro di Cîhana Global de
êdî tişt nikarin werin
veşartinê. Teknolojîya trafîka
di navbeyna welatan de jî gelek
pêşta çûye û dê ev pêşveçûn her
ku biçe xurttir bibe û di demên
pêşîya me de li gorî dilê Seyda
ew daxwaz werin şûnê û ev jibo
Seyda cîyê serbilindîyeke mezin
e.
Bi kurtahî ev
pêşketinên di warê teknîk û
aborîyê de di navbeyna 25-30
salên dawîyê de çêbûne;
mizgînîyek dide Seydayê nemir ku
daxwazên wî yên xeyalî û
dûrbînîyê ber bi rastîyê ve
diherin û di jîyanê de dibin
heqîqet. Lewre êdî mirov dikare
bibêje ku rêzên helbesta Seyda
yên; ”…Firek bidin xwe em
herin Merîx /Destê xwe bidin
Şêrîn û Zelîx…” de dê bibin
rastîya civat, welat û hemû
cîhanê. Di van rêzan de jî xûya
dibe ku Seyda bi saya serê
teknolojîyek bilind (Makro
Teknolojî) de wê bi serkeve. Ji
sala 1962 yan ve hin hewildan
hatine kirin û ev pêvajo
berdewam e. Ez tenî bi navkirina
çend hewildanan dixwazim vê
babetê sînor bikim. Hewildanên
rêkirina robotan bo Mars ewelîn
car ji alîyê Sovyeta kevn ve di
4.11.1962 yê de pêkhat. Heta
1973 yê 3 hewildanên din jî
Rusan ceriband. Emrîkayê jî di
20.8.1975 an de ceribandinek
kir. Ceribandina herî dawîyê jî
dîsa Emrîkîyan di 4.8.2007 an de
pêkanîn. Nûha jî xebateke hevbeş
a Emrîka û Çînê heye ku dixwazin
di Oktobra 2009 han de robotek
rêkin û hwd (Binêre, Metro
Teknîk, 29.10-4.11/2008, R. 8)…
Hewildanên ku di vî warî de
hatine kirin û domandina vî
xebatî hêvîyeke xurt çêdike ku
di salên pêşîya me de van
xeyalên Seyda jî pêk werein.
Wer xûya dibe ku
di warê teknîkê de cîhan bi
awayek bi lez pêş ve dihere û
kêm zêde 50 sal paşê xeyalên
Seyda yên teknîkî dikarin hemû
werin şûnê û bibin heqîqet. Lê
em di tevayîya helbestê de wek
dibînin Seydayê nemir qîma xwe
pê nayne. Jibo Seyda ya
girîngtir avakirina civateka
wekhevîyê an bi tabîreke din ya
cenetîyê ye ku pirseke gelek
zehmet e û xudan derd û êş e û
lewre jibo avakirina cîhaneke
weha jibo hin deran dikare di
navbeyna sed sal de pêvajoyek
bes be; lê ne jibo hemû
cîhanê...
Di beşa dawîyê de
Seyda daxwazên xwe li gorî
hunandina nizama tevayîya
helbestê li derek girê dide û
dibêje ku; ”… Ev cîhana xweş
/Besî teva ye çi sipî çi reş
/Divê derbas kin rû biken û geş
/Dewlemend serbilind /Tev bi hev
re rind…/Nemênin sêwî, birçî û
tazî /Ne kuştin, ne şer, ne qîr,
ne gazî…” Di van rêzan de
Seyda nexşeyeke cîhanê ya bi her
awayî xweşik radixe ortê ku qet
şirovekirin jê re ne pêwist e.
Lê sed mixabin wek min li jor jî
destnîşan kir; jibo avakirina
cîhaneke xweşik û bêqisûr re hê
pir dirêj wext hewce ye da ku
guhertinên esasî di hemû civatan
de û li hemû dewletan pêk werin
ku ev dikare li hin deran bi
sed salan ango zêdetir bibe.
Sedemên wê ez dixwazim bi
kurtahî li jêr pêşberî Seydayê
nemir û we xwendevanên hêja
bikim.
Divê bê
destnîşankirin ku Seyda ji
destpêkê heta dawîya helbestê,
qîmeta însan xistîye navenda
(merkeza) daxwazên xwe yên
xeyalkirî. Her çiqas di destpêka
helbestê de têkoşîna reşikan tê
pêşkêşkirin jî di beşên din de
ev helqe fireh dibe û di
seranserê cîhanê de belav dibe û
dibe malê mirovatîya cîhanê.
Seyda bi metoda dîyalektîkê
rûdan û pêşveçûnan bi
westatîyeke mezin di rêzên
helbestê bi hev du re girêdaye û
hunandina wan li hev anîye. Ji
ber ku daxwaza dilê Seyda were
şûnê; pêwist e di seranserê
cîhanê de di her qadê jîyanê de
wekhevîyeke adil û dilsoz were
avakirin. Seyda rewşa cîhanê bi
awayeke objektîf anîye ber çavên
xwe û li gorî wê wêneyê mimkun
dîtîye ku ew wêne were guhertin.
Lê pêwistîya wê wêneya cîhanê bi
pêkanîna metodên şoreşgerîyê ve
dikaribûye bigihîje miradê xwe.
Wek min li jor destnîşan kiribû,
divê dûbare bibe ku Seyda wê
dizanibûye ku hukûm û nîzama
hovan, faşîstan û dezgehên
koledaran ji ber xwe ve ango bi
metodên reformîst nahên
rûxandinê û wekhevîtî di
navbeyna hemû çîn û tebeqeyên
civatê de çênabe.
Di esasê xwe de
Seyda dema damezrandina cîhaneke
bêsînor, bêşer û adil û
wekhevîyeke bi her awayî
xwestîye; digel xeyalên dilê xwe
jî, metodên zanistî jî pêkanîye.
Ev ramanên Seyda mirov dema di
çarçeweya pêşveçûnên civatan de
bigre ber çavan; mirov dibîne ku
ev nêrîneke îlmî ye û li gorî
zanistîya mirovatîyê mimkun e
jî. Ji ber ku dîroka civatan ji
Civata Kevnare destpêkirîye;
paşî derbasî Civata Koledarîyê
bûye û du re jî Civata Feodal û
Civata Kapîtalîst cîyên xwe yên
dîrokî girtine. Civata Sosyalîst
jî bi Şoreşa Oktobrê dest bi
jîyanê kir, lê piştî 70-75 salan
serobino bû. Seyda ruxandina
sosyalîzmê nedît, lê wek
sofîyekî dilsozê sosyalîzmê
heger heta nûha sax ba ya; dê
bidîta ku sedemên tunebûna
demokrasîyê û ji nû ve xwe
neçêkirin û nenûkirin jibo
pêşveçûna civatê di warê aborî û
mirovatîyê de bûn sedemên esasî
yên tîkçûn û rûxandinê.
Em ji rûpelên
dîrokê dizanin ku di Civata
Kevnare de dewlet, wek dezgeheka
hunandinê tunebûye. Şert û
şirutên civakî û merhaleya
aletên çêkirinê û jîyana
mirovan; pêwistî bi hunandina
dexgeheka weha re nedîtîye. Di
wê pêvajoyê de teda û zilm di
nav mirovan de tûnebû. Jîyan bi
her awayî di halê xwe yê
xwezayîyê (tebîî) de dimeşîya.
Di wê çarçeweya jîyanê de
serdestî û bindestî jî tunebû;
bi tabîreke din çîn û tebeqeyên
serdest û bindest çênebûbû.
Lewre di nav wê nîzama xwezayî
de şer û kuştin, teda û zilm jî
tunebû. Lê jîyaneke pir dijwar û
bi her awayî paşdamayî muhra xwe
li wê şiklê civatê xistibû.
Lewre di ilmê civakî de ji wê
demê re bi awayek Civata
Komunîstî ya Kevnare ango Civata
Komunalî ya Kevnare hatîye bi
navkirin. Dema em wê rewşê
bigrin ber çav; daxwazên Seyda
jibo pêşeroja cîhanê; dikare di
merhaleyeka herî bilind û nûjen
de şikleke weha werbigre. Ma
çima na?..
Bi kurtahî min li
jor behsa YE kiribû. Li vir ez
dixwazin bi awayeke din li gorî
çarçeweya nifûsê pirsê vekim û
têkilîyên di navbeyna YE û
cîhanê û felsefeya Seyda ya di
helbestê de hatîye raxistin de
deynim û ji hin pirsgirêkan re
zelalîyê bînim. Divê binê wê
were çixêzkirin ku fikr û
ramanên Seyda, bi awayeke din
feylezofîya Seyda tenê dikare di
civatên demokratîk de têkeve
jîyanê ku ev bi awayek pirsên
demokrasîyê, mafên mirovî û
dabeşkirina heyîyên
(dewlemendîyên) civatê di nav
hemû çîn û tebeqeyan de bi
awayeke adil mimkun e. Lewre min
li jor destnîşan kiribû ku
daxwazên Seyda di hin waran de
di nav sînorên YE de ketine
jîyanê û bûne heqîqet, lê ne bi
giştî.
Divê neyê ji
bîrkirin ku jibo pêkanîna
felsefeya Seyda di nav civatan
de ewil divê şoreşeke giştî di
nav hiş û aqilên însan de pêk
were, yanê însan divê mejîyê xwe
biguherîne û xwe ji nû ve bi
hevirtirşa demokrasîyê perwerde
bike; ji hesûdîya
(çavnebarî-egoîzm) kesayetîyê
xwe dûr bixe da ku civateka adil
were avakirin. YE di vî warî de
rîyeke gelek dirêj meşîyaye û
heta qonaxek hatîye; lê ev rê hê
jî tewa nebûye. Mirov dikare
texmîn bike ku di pêncî-sed
salên pêşîya me de dîtinên Seyda
bi giştî dikarin têkevin jîyanê.
Lê sed mixabin ev pêvajo di
mercên îroyîn de bi YE re
sînorkirî ye. Lê YE him di warê
nifûsê de û him jî di warê
coxrafyayê de dereke pir mezin
nîneye. Herî zêdetir em dikarin
YE derdora 500 milyon, yanê nîv
milyar bihesibînin. (Wek
çavkanî, nifûsa 27 endamênYE
493 milyon e.) (Binêre:www.eu-upplysningen.se)
Lê li gorî çavkanîya înternetê
nifûsa hemû cîhanê jî 6,7 milyar
e. Mirov wê jî dikare bi
reqemeke gilover 6,5 milyar
bihesibîne. Li gorî van reqeman
nifûsa YE ji 13/1 ê nifûsa
cîhanê ye ku ev ne reqemeke
mezin e. Lewre li dervayê
sînorên YE ev pêvajo dê hê
derengtir û dirêjtir bidome. Ji
ber ku avakirina civatên
wekhevîyê di pêvajoyeke kin de
ne mimkun in. Bi gotineke din ev
pêvajo dikare çend sed sal ango
hezar sal jî dirêj bibe. Sedemên
wê jî tebîeta (qerekter-ruhîyet)
însan ya ku îro tê de ye bi xwe
ye ku ev jî bi tempoyeke bi lez
u bez ango bi darê zorê çênabe.
Divê ez li vir
dîyar bikim ku di roja îroyîn de
bûyerên girîng li seranserê
cîhanê çêdibin. Bê guman van
rûdanan xwedîyê pirreng in. Hin
ji wan jibo pêşketinê baş in û
hin jî ji wan gelek xirab in ku
dixwazin rewşa cîhanê ber bi
xirabîyê ve bibin. Bi awayeke
din van bûyer û guhertinan di
nav pêşberikek de ne. Ez hêvîdar
im ku di vê pêşberikê de alîyê
mirovatî û heqîyê bi serkevin û
fikr û ramanên Seydayê nemir roj
bi roj têkevin jîyanê. Ji van
hewildanan yek jê di
hilbijartina Serokê Emrîkayê da
xwe nîşanê me da. Di dîroka
Emrîkayê de yekem car e ku
reşikek dibe serokê dewletê. Ev
di warê ruhîyet û psîkolojîya
însanan de ku min li jor
destnîşan kiribû, pêşketineke
dîrokî ye û şoreşek e. Balkêş e
Barack Obama yê ku hat
hilbijartin (05.11.2008); di
axaftinên kampanya xwe de li
pêşîya bi sedhezaran însan
gotina Martîn Luther Kîng
bi karanîbû û gelek caran dûbare
kiribû: ”Yes, we can!” (Belê,
em dikarin!). Wek em pê
dizanin, ji vir 44 sal berê, di
1964 an de li pêşberî 200 hezar
însan M. L. Kîng wê gotinê
gotibû û ji temaşevanan re dîyar
kiribû ku xewneke wî heye ku
”hemû însan wekhev in”
gotibû û jibo pêkanîna wekhevîyê
ala têkoşînê nîşanê gelê xwe
dabû. Em dibînin ku M.L.Kîng jî
li ser şopa xewna Seydayê me yê
nemir meşîya; di wê meşê de
şehîd ket lê alaya wî ya
têkoşînê li erdê nema û îro ew
di destê B. Obama de tê
bilindkirin. Ev cîyê şanazîyê ye
bo pêşketina cîhanê.
Bi kurtahî ez
dixwazim çend numûneyan ji
wêneya cîhana derveyî YE raxînim
pêşberî Seydayê dilovan û
xwendevanan. Divê em bînin bîra
xwe ku di cîhanê de her tişt di
nav hewildan û guhertinan de ye.
Teknolojî û îmkanên mirovan,
civatan û dewletan çiqas dihere
zêdetir dibe. Lê çi heye ku ev
îmkan û teknolojî di her qadên
jîyanê de jibo tendurustî û
pêşketina mirovatîyê nayê bikar
anîn. Van îmkanan di bazara
bazirganîyê ya serbest de û li
gorî menfeetên xwedanên wan tên
bikaranîn. Wek gelek caran
numûneyên wan derketine holê;
xwedî van îmkanan dikarin di
rîyên ne hiqûqî de û ne li gorî
peymanên navnetewî çek û alet û
teknîkê bifroşin hin welatan û
di encamê de li wan welatan
qewmandinên hovane pêk werin,
qirkirin çêbibin û hwd. Wek me
di qetlîama Helebçeyê de dît,
şirketên ku alavên çekên kîmyewî
firotibûn Saddamê xwînxwar; hemû
eşkera bûn. Lê mixabin yek ji
wan jî di qada navnetewî de
nehat mehkûmkirin û cezakirin.
Ji ber ku ev cîhana hovan, li
ser esasê bazirganîyê dimeşe.
Xwedanê çek û peran di cîhanê de
tu sînor nasnakin. Di gelek
welatan de feqîr (xizan) her ku
diçe fqîrtir dibin û dewlemend
jî dewlemendtir dibin. Di hin
welatên paştemayî de zarok ji
dayîka xwe deyndar tên dinyayê.
Ji ber ku van welatan zêdetir
mesrûfên (çûyînên) xwe li ser
çek û leşkerîyê herc dikin û
deyndarê welatê ku xwedî îmkan
in dibin. Di gelek welatan de
herckirinên di derbarê
tendurustî, perwerdeyî û qadên
pêwist jibo selametîya civatê;
ji herckirinên milîtarîzmê û
çekan kêmtir in. Bi kurtahî ev
wêne, berdewamkirina nîzamên hov
û faşîst, nejadperest û
kolonyalîst nîşanê me didin ku
ew bûne belayê serê cîhanê û
timî dixwazin pêşketinan firên
bikin û rawestînin. .
Îro 11.11.208 e û
rojeke wek îro 24 sal berê
Seydayê dilovan di bexçeyê mala
xwe de hat definkirin. Di alîyek
din de jî Seydayê me 105 sal
berê ji dayîk bûye. Bi vê
minasebetê min xwest bi
rêzdarîyeke bîranînê, bi
teknolojîya ku bûye xewna Seyda
firek bidim xwe herim Qamîşloka
rengîn; li ber serê Seyda çend
deqîqe di patayê de rawestim û
paşê bi destûra Seyda li ber
tehta serê Wî rûnim û di bedêla
fathihe û yasînê de vê nivîsa
nûçeyên cîhanê pêşkêşî cenabê Wî
bikim. Ez pê dizanim, Seydayê
dilovan dema van nûçeyan guhdarî
bike; Ew dê him kêfxweş bibe û
him jî biqehere û têkeve nav
fikar û xeyalên derya xemgînîyê.
Lê min bi destûra Seyda van
nûçeyên xwe bi çend numûneyên
jêrîn bi dawî anî.
Di vî sedsala 21
an de Alema Îslamê qet naxwaze
guhertin û reforman di nav xwe
de çêke û civatên xwe ber bi
sedsala nûjen ve bibe. Ew hê jî
dixwazin bi pîvan (norm) û
qanûnên 1500 sal berê jîyana
nîzamên xwe bidomînin. Di alîyek
de ew fermana kuştina Salman
Ruştî dertînin da çima rexne li
îslamê girtîye. Di vê dema nêzîk
de jî ji ber ku Karîkaturê
Danmarkî Kurt Westergaard
wêneyên Muhemmed çêkiribûn û wan
dişibandin terorîstan; Alema
Îslamê di carek de rabûn ser
pîyan û çi ji destên wan hatin,
li hemberî Danmarkayê kirin û li
ser K. Westergaard jî fetwayên
kuştinê derxistin. Ji van
numûneyan jî tiştên zêdetir
balkêş diqewimin di Alema Îslamê
de. Grûbekî (fraksîyon) Îslamî
di dema nimêjê de dikare bavêje
ser mizgeftek (camîyek); birayên
xwe yên misilman li ser limêjê
an Kuranê gulebaran bike,
bombeyan di camîyê de biteqînin
û cimetê bikuje. Bûyerên weha
mixabin pir qewimîne û di wan
bûyeran de Kuran jî hatine
şewitandin. Li vir tiştê balkêş
ew e ku hêzekî îslamî li hemberî
hêzekî dî van bûyerên hovane
dikin. Dema ew êrîşên derên
miqedes (wek camî) dikin û
pirtûkên xwe yên pîroz (kuran)
dişewitînin; qet heqaret an
tişteke hovane nayê bîra wan. Lê
dema yek wan terorîst nîşan bide
an rexneyan bike; îcar ew dibe
heqaret û welwele çêdibe. Ev
durûtîya wan derdixe pêşberî me.
Gelek eşkera ye ku heger Alema
Îslamê jî wek Alema Xiristiyanî
di nav xwe de reforman û
guhertinan çêkirana û wek
Vatîkan a xiristiyanan ji xwe re
navendeke oldarîyê ava bikiraya;
dê ew di rewşa îroyîn de nemana
û ev şideta ku li wan deran
diqewimin û her roj dûbare
dibin, wê rawestana. Lê mixabin
rewş li ortê ye û bi vî halê
îroyîn dê tu guhertin li wan
deran çênebe. Ev jî astengî ye
li pêşîya pêşveçûna dîroka
mirovatîyê.
Ez pê dizanim ku
dema Seyda vê nûçeya di derbarê
îslamê de guhdarî bike; Ew dê
gelek biqehere û di carek de ji
goristanê rabe ser pîyan û bi
qêrîn: ”Ev ne dîn e, ev
dînîtî ye!” bibêje ku
ev ji neçarîyê bûbû sernivîsa
helbesteka Wî. Wê demê min
destûrê ji Seyda xwest û rêzên
ku di helbestê de; ”…Bi hev
re herin tev kar û xebat /Heşt
saet, çar saet, du saet /Pir
xweş e xebat /Bo milet û welat
/Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
/Bi xanî, bi ronî, xwenda û
siwar…” nivîsîye careke din
dubare kir. Min jê re da zanînê
ku ji heşt heta du saetî
karkirin jibo welatên pêşketî
pêwist in û ji nûha ve di Fransa
û hin derên din de hin gav
hatine avêtin; wek şeş saet
karkirin di hin beşan de ketine
nav jîyanê. Bi hindikayî di hin
karan de şeş saet ji alîyê
şirketan ve jî hatine
qebûlkirinê. Lê merhaleya ku
Seyda wek çar an du saet bi
kartîne; di pêşerojêke dûr de wê
bikevin rojevên sendîka û
şirketan. Lê jibo welatên
paştamayî û bi taybetî jî jibo
me Kurdan ku hê jî di bin nîrê
koledarîyê de dijîn; xebatên
bîstûçar saetî jî têr nake.
Lewre jibo azadîya neteweyê Kurd
û rizgarîya Kurdistanê; xebatên
piralî yên bi şev û rojan û
bêwestandin pêwist in.
Wek me di gelek
rêzên helbestê de dît ku hedefên
Seyda ruxandina nîzama hovane
ye. Lê divê neyê ji bîrkirin ku
helqeyeke wê nîzama hov jî li
ser jinan hatîye avakirin. Bi
awayeke giştî teda û zilma ku li
seranserê cîhanê li ser jinan
didome; nîşanê me dide ku ev
nîzameke hovîtîyê ye ku ji alîyê
sîstema zilaman ve hatîye
avakirin. Êdî wer bûye ku şideta
li hemberî jinan tê bi karanîn
di hemû cîhanê de belav bûye û
bûye jîyana rojane ya jinan a
her saetî û heta her deqîqeyî.
Wek YE di welatên herî pêşketî
de jî ku gelek mafên jinan
ketine jîyanê; wekhevîtî di
navbeyna jin û mêran de heta
radeyek çêbûbe jî, li wan deran
jî ev gelş bi tevayî hel nebûye.
Lewre şoreşa fikrî ku min li jor
anîbû ziman; jibo çareserkirina
pirsa jinan jî pêwist e. Jibo
serkeftina daxwazên Seyda,
pêwistîya şoreşa jinan jî di
hemû cîhanê de heye. Heger
wekhevîtî di navbeyna jin û
mêran de çênebe; avakirina civat
ango bi awayeke fireh cîhana ku
Seyda dixwaze, nikare bi
serkeve.
Piştî ku min
nûçeya jinan a nexweş li pêşberî
Seyda tewa kir; min soz da pê ku
digel van nûçeyan, tevayîya
helbesta wî jî di malperên Kurdî
de pêşkêşî xwendevanan bikim da
ku yên wê nexwendine, firsenda
xwendinê bibînin. Dema min
xatir ji Seyda west, ew dev
biken serê xwe hejand û van
rêzên zêrîn tek u tek ji devê
xwe derxist:
”…Pir xweş e ev
cîhan /Tev evîn, tev de jîn /Ax…
CEGERXWÎN /Pir xweş e ev cîhan…”
HEVAL POL ROBSON
Ey heval Robson
dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam
zana û însan
Gernas û rênas,
dijminê Dalas
Di ser av are, di
ser çîya re
Rengê te ê reş tê
ber çavê me
Dengê te ê xweş,
xweş tê guhê me
Ev xebata te didî
me hêrzan
Kêferata te didî
me lerzan
Ev tevgera te ji
bona însan
Pir jê ditirsin
axa û dehqan
Xwedî sermîyan ji
te ditirsin
Hemî xanedan ji
hev dipirsin
Dibêjin reşik
çawa şîyar bûn?
Destê hev girtin
li ber me rabûn
Dalas ditirsî
weke Mak-Arsî
Di ber pîyan çûn
pir tac û kursî
Xwedî sermîyan
serê xwe hildan
Dibezin,
dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik
ketin bin destan
Em jî sipî ne
mane perîşan
Reben, belengaz,
bindest, çarereş
Birçî û tazî, tev
jar û nexweş
Gunhê me çi ye,
ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan
ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em
hemî însan
Kê em hiştine
wisa perîşan
Nîzam, nîzam…
Nîzama hovan, ev
nîzama xwar
Nîzama faşîst em
xistin bin dar
Xwedî sermîyan,
dezge, koledar
Em kirin bêçar,
em kirin bin bar
Kirin tar û mar…
Ey heval Robson!
Derdê min û te,
ev derdê giran
Zordestîya ku
kete nav cîhan
Hin mezin,
bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest
mane perîşan
Ji vî derdê me
Markîs Îngilîs
Bûne dû rêzan,
bûne du hozan
Lenîn Sitalîn rê
şanî me dan
Pale şîyar bûn
xebat û lebat
Roj hilat, roj
hilat...
Xelas bû rojhilat
Rojas or, roja
zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da
Balkan, da Elman
Xwe berdaye ser
Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna
giran,
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt cîhan,
cîhan…
Ey heval Robson!
Karker û rencber,
cotar şîyar bûn
Reben perîşan bi
hev re rabûn
Bi tang û bi top,
diçin şer û ceng
Li her der qîrîn
li her der hewar
Li hawir bû deng
Dixwazin azadî,
serbestî wekhevî
Narevin…
Lê dijmin
ditirsî, direvî, direvî…
Çi reşik, çi
sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar
–xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin
bayloz, xanedan
Malê wan, malê
wan,
Bû bela serê wan…
Tarîx, tarîx
xiste nav nav sînga wan
Dilê wan, çavê
wan,
Ev kelem ev mîx…
Dicivin, dikevin,
di şer de direvin
Peykevin
peykevin…
Ey heval Robson!
Me divê dinyake
ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt
çi bajar çi gund
Ji bo her kesî
fersend û mecal
Xwenda û zana,
hozan û delal
Qesra me bilind,
bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş
li nav dimeşin
Tilûr diqişin,
cobar dixuşin
Çuqlî dihejin,
pelik diweşin
Çîya pir bilind,
dirêj, gilover
Tîrêjê rojê xwe
berdane ser
Dinya maye mişt
ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her
tişt, her der…
Ey heval Robson!
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binêrin
Bibênin, bipirsin
Zorker nemaye ji
kê bitirsin
Sînor nemaye
çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş
hemû keç û xort
Li vir xurînî
bixun hingivîn
Li Mosko taştê,
firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv,
li London paşîv
Çi reş çi sipî
tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe
em herin Merîx
Destê xwe bidin
Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te
maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi
te bikujî
Bêje ezbenî, bêje
ezbenî,
Jola dikenî Zîka
dikenî…
Dengê te ê xweş
herkes dixwazî
Wî dengê Şêrîn…
Bêje ey heval,
hevalê delal
Bi saz bi qêrîn…
Bimrî koledar,
bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî
serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi
sipî çi reş
Divê derbas kin
rû bi ken û geş
Dewlemend
serbilind,
Tev bi hev re
rind…
Nemênin sêwî,
birçî û tazî
Ne kuştin, ne
şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin
tev kar û xebat
Heşt saet, çar
saet, du saet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi
kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî,
xwenda û siwar
Li ber hev
nanerin
Bûn heval, bûne
dost, bûne yar
Hovîtî nemaye.
Tev xwenda, tev
zana, tev şîyar
Ev kevoka selam,
pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn
bikî ew li ser mel i însan
Pir xweş e ev
cîhan
Tev evîn, tev de
jîn
Ax… Cegerxwîn
Pir xweş e ev
cîhan…
Tebînî:
Gelek spas ji mamosteyê hêja
nivîskar Siddiq Bozarslan re ku
vê xebata xwe ya hêja bi rêya me
belav dike…
Zarathustra News
–
zarathustra_news@comhem.se |