DENGÊ  KIMSORAN

 
 
          Rupel  |  Wene    |  Helbest  |  Deftera Malper | Link û Xet  |  E-Mail  |       TÜRKÇE  
 
 
  Bîranîna Şehidên 14ê Nîsana 1925an  

M.Emin Sever

81 sal berê Mîralay Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg tevlî 4 hevalên xwe ve
di vê rojê de hatin dardekirin.

Wek tê zanîn, kurdan di dema osmaniyan de li hember asîmilasyon û înkariya
dewletê gelek serhildan û rêxistinên siyasî pêkanîne. (Serhildana
Bedirxaniyan û Sêx Ubeydullah, Serhildana Koçgîriyê, Cemiyeta Tealî ya Kurd,
Cemiyeta Teskîlatê Îctimaî.).

Di dema damezrandina Komara Tirkiyeyê de, M.Kemal, di 20 û 30ê Kewçêra
1919an de, di protokola Amasyayê de dibêje, "Sinorê dewleta Osmanî, erdê
tirkan û kurdan dixîne nava xwe, dê mafê çanda kurdan bête nasîn." Di 27ê
Hezîrana 1920an de, ji fermandariya el-Cezîreyê re derbarê "Otonomiya
Kurdistanê" de talîmat disîne. Îsmet Înonu li Lozanê dibêje, "Ez nûnerê tirk
û kurd im".

Lê pistî ku tirkan Mosilê ji îngilîzan re histin, êdî hewcedariya wan bi
kurdan nema. Di 29ê Kewçêra sala 1923an de Komara Tirkiye bi rengekî
Kemalîst hate îlankirin. Gotina "Welatê hevpar/ortak vatan, welatê tirkan û
kurdan" ji holê hate rakirin û di sûna wê de gotina "Türk vatani= Welatê
tirkan" hate tescîlkirin. Gorî qanûna bingehîn a 1924an, zimanê tirkî bû
zimanê resmî, zimanê kurdî hat qedexekirin. Navê gel bû tirk, kurd jî bûn
"Tune!" Ew ehd û sozên ku dabûn kurdan ji holê rabûn.

Wexta ku dek û xapandinên kemalîstan êdî derketin holê û eskere bûn, li
hemberî wan rewsenbîr û welatparêzên kurdan hatin bal hev û rêxistina AZADÎ'yê
(Civata Xweseriya Kurd, Civata Serxwebûna Kurd, Civata Îstiklala Kurd)
pêkanîn.

Îsmaîl Heqî Saweys (Endamê AZADÎ'yê, ji Kerkukê ye) wiha dibêje: "Li ser vê
veguherîna Peymana Sevrê bi Peymana Lozanê re soresa Xalid Begê Cibrî di bin
serkirdayetiya Komîteya Îstîklala Kurdistanê de rabû piyan.

"Bi vî awayî li salên 1921-1922yan, çi eskera û çi nihênî, hemû partî û
komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya
"Komîteya Îstîklala Kurdistanê" û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna
Kurdistanê peyman girêdan.

"Gelê kurd ji ber van metirsiyan bi hemû rêxistinên xwe ve li jêrî alaya
komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê kom bû. Di bin serokatiya Xalid Begê
Cibrî de hemû tevgerên kurdayetiyê xwe organîze kirin û bi hengemeyeke mezin
xwe bi pês ve birin.

"Xalid Beg ji aliyê hemû kurdperweran ve dihate nasîn û her wiha ji aliyê
hemû kurdan ve, çi bajarî û çi gundî, çi xwedî zevî û çi hejar, li bal her
kesî qedrê wî dihate girtin. Gelê kurd bi hemû rêlên xwe ve; bi welatperwer
û rosinbîrên xwe ve di vê komeleyê de gihabû hev. Vê komeleyê hewl dida xwe
ku gelê kurd bi carekê de ji kemalîstan rizgar bike da ku awat û merama
Ehmedê Xaniyê navdar ê ku di nav dil û cergê hemûyê kurdan de bû, bicih
bînin."[1]

RÊZNAME Û ENDAMÊN AZADÎ'YÊ

Rêxistina AZADÎ'yê rêxistineke vesartî bû. Ji vê sedemê zêde nayê zanîn.
Zabitên kurdan (Îhsan Nûrî, Îsmaîl Heqî, Elî Zekî, Tewfîq û Ehmed Rasîm) ên
ku pistî raperîna Beytusebabê çûn Îraqê, derheqê AZADÎ'yê de gelek malûmat
dan îngilîzan. (Robert Olson, ji vê belgeyê girtiye). Bi gorî van malûmatan,
endamên AZADÎ'yê yên muhîm ev in: Serokê AZADÎ'yê miralay Xalid Begê Cibrî
(Erzurum mustehkem mevkî, garnîzon komutani). Seyîd Evdilqadir, Yzb. Tewfîq
Beg, Kor Huseyn Pasayê Heyderî, Mîralay Xalid Begê Hesenî, Rustî Efendî,
Yusuf Ziya Beg, Avdirehman Axayê Sirnexî, Mela Avdilmecîd (birayê Seîdê
Kurdî), Yzb. Îhsan Nûrî, Mebusê Wanê Hesen Beg, Kemal Fewzî, Cemîl Pasazade
Ekrem, Dr. Fuad, Dr. Nazim, Kongozade Elî Heyder, Hecî Mûsa Beg, Cemîlê
Çeto, Îsmaîl Axa Simko, Îbrahîm Pasayê Millî, Elî Teyib (Sekrêterê partiyê,
Dara Hênî) Mulazim Îsmaîl Heqî (Kerkuk). Saxên AZADÎ'yê 23 ne û li temamê
Kurdistanê belav in.

Konsolosê Erziromê yê Sovyetê Pavlovskî ji sefîrê Enqerê re wiha dinivîsîne:
"Ji bidilbûn û ciddiyeta Komîteya Erziromê tu sikên min nîn in. Komîte, hemû
serokên kurdan ên ku hatine naskirin û xwedî nufûz in, gihandine hev. Serokê
komîteyê mîralay Xalid Begê Cibrî ye." Xalid Beg, nameya "Sert û biryarên
Komîteya Erziromê" û nameyek li ser navê xwe gîhand konsolosê Sovyetê li
Erziromê. Konsolos vê nameyê bi mêjuya 20.12.1922an ji sefîrê Enqereyê
disîne.

Sert û biryarên Komîteya Erziromê (10 sert in û bi kurtî wiha ne):

-Kurdistan ji 4 parçeyan pêk tê (Wîlayetên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye)

-Divêt li van wîlayetan Kurdistaneke serbixwe bê avakirin.

-Divêt Hukûmeta Kurdî di warê pêwendiyên siyasî, îdari, aborî û leskerî de
bi temamî serbixwe be û bi wî sertê ku hîmayeta Rûsyayê qebûl dike.

-Hîmayeya Rûsyayê ancax ji aliyên endustrî, bazirganî, leskerî û teknîkî ve
be.

-Hukûmeta Kurdî û serokên wî li dijî fikra komunîstiyê dernakevin, ji aliyê
din ve jî divêt hukûmeta Rûsyayê jî mudaxeleyî me neke.

-Heta ku li her çar parçeyên Kurdistanê serxwebûn temam bibe, divêt Rusya
alîkariya xwe berdewam bike.

Nameya Xalid Begê (bi kurtî wiha ye):

Raya gistî ya gelê Kurd -ku ez jî endamê vî gelî me- ber bi îngilîzan da ye.
Lê ez tu netîceyên bas hêvî nakim. Ez bawer im ku eger Rusya alîkariya me
bike û em azadî û serxewbûna xwe bidest xînin, dê hezkirina gelê me ji
îngilîzan ber bi we vegere. Eger hukûmeta Rusyayê pêsniyarên me qebûl bike,
pêwîst e ku hûn bersiveke vekirî ya ku teqabulê van sertan bike, bidin
me[2].

Serokê Komîteya Azadî: Xalid Begê Cibrî

Di sala 1882an de li Gimgimê (Varto) hatiye dinê. Bavê wî Mehmûd Beg serokê
esîreta Cibran e, demekê li Wanê qeymeqam bûye. Diya wî meta Sêx Evdila
Efendiyê Melekan e (Di 1925an de li Diyarbekirê hatiye dardekirin). Xalid
Beg, li Stenbolê Mekteba Esîretê, pasê jî Mekteba Herbiyê (Kurmay) qedandiye
û bi pileya (rutbe) yawer Yzb. dest bi efseriyê (serbaz; subay) kiriye.

Nivîskarê pirtûka "Asîret-Mekteb-Devlet" Erqeni Roger, wiha dibêje, "Ji 25
xwendevanên kurdan 9 hebên wan ji bo mafê kurdayetiyê tên kustin. Herî
navdarê wan Xalid Begê Cibrî bû. (R.8-9) Li dû mezûniyetê berê li Filîstînê,
di Serê Cîhanê yê yekemîn de li Vartoyê fermandarê Alayiya Cibran a 2an bû.
(4 alayiyên Cibran hebûn). Di sala 1915an de ji ber pêsvehatina artêsa rûsan
alayiya Xalid Begê vedikise Xarpêt-Palo. Di sala 1916an de hukûmet wî disîne
Vacixa Dêrsimê da ku qonaxa hukumetê bide çêkirin. Li wir, di navbera Xalid
Begê û reysên esîretan û xelkê de gelek pêwendiyên siyasî yên bas çêdibin.
Li ser vê yekê, hukûmet alayiya wî disîne Rihayê, ji wir jî vedigere Vartoyê
û tevlî hevalên xwe dest bi xebata siyasî dike. Di nava gel de digerin,
pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn, dîwana Melayê Cizîrî û pirtûka Xalid Begê ya
bi navê Nûbara Piçûkan belav dikin û wiha dibiêjin "Em kurd in, em
neteweyeke mezin û hêja ne. Lê hetanî îro ji ber cudayetî û dijminatiya
navbera mezheban û esîretan, me yekitiya xwe pêk neaniye û ji van sedêman em
nebûne miletekî serbixwe û em di bin nîrê koledaran de mane."

Tevlî hevalên xwe yên AZADÎ'yê di nava gel de digerin û gel hisyar dikin. Ji
mezin û sermiyanên esîretan, ji sêx û mela û ji keyayên gundan ji bona
daxwazên kurdan mezbeteyên mohrkirî digirin ku wan mezbeteyan bi wasitaya
mebûsê Bedlîsê Yusif Ziya Beg, Seyid Evdilqadir, Sêx Ubeydulah û Simko
bisînin Cemiyetî Eqwam (Yekitiya Netewan) û komîteya Asitiyê-Parîs. Li wir
Mistefa Nemrûd Pasa û Kurd Serîf Pasa nûneriya kurdan dikin, dixebitin da ku
mafê kurdan û heqê kurdan ên siyasî û netewî biparêzin.

Kemalîst bi vê xebatê hesiyan. Xalid Begî ji wezîfeya fermandariyê girtin û
wezîfeyeke pasîf danê û dû re jî di koska wî de girtin bin çav.

Mebusê Bedlîsê, endamê Azadiyê: Yusuf Ziya Beg

Di sala 1882an de li Bedlîsê hatiye dinê, bavê wî Hecî Suat, malbata wan
Koçoglu, gelek navdar û kifse ye. Têkiliya wî li Stenbolê bi derdora kurdên
welatparêz re çêbûye, di kovara "Rojî Kurd" û "Jîn" de helbest nivîsandine.
Endamê KTCyê ye. Di dewreya 1. û 2. a Meclisa Mebusan de bûye mebusê
Bedlîsê. Di meclîsa Enqerê de di derheqê pirsgirêka kurdan a Mosil û Lozanê
de gelek axaftinan kiriye. Yusuf Ziya wiha digot, "Çawa ku dest û piyên
însanekî jêbikin êdî ew însan bêhal dikeve, wisan jî Mosilê ji Kurdistanê
biqetînin, Kurdistanê parçe bikin, jiyana wê jî nabe." Pasî, Yusuf Ziya Beg
tevlî hemû partî û komeleyên Kurdistanê di "Komîteya Îstiqlala Kurdistanê"
de cih digire. Yusuf Ziya Beg dibe endamê herî çalak ê AZADÎ'yê. Bi taybetî
jî, ji bona ku Sêx Seîd Efendî û welatparêzên kurd ên din têxîne nava
tevgera AZADÎ'yê, gelek xebat kiriye.

Hukûmet xebat û çalakiyên Xalid Beg û Yusuf Ziya Begê disopîne. Pistî
raperîna Beytusebabê îstixbarata dewletê birayê Yusuf Ziya Begê Alî Riza,
Bahadîn û zavayê wî Faîq digire. Di 10ê Kewçêra 1924an de Yusuf Ziya Beg, di
20ê Berfanbara 1924an de jî Xalid Begê Cibrî tên girtin û wan dibin Bedlîsê,
didin Dîwanî Herb.

Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg tevlî 4 hevalên xwe (birayê Yusuf Ziya
Tegmen Alî Riza, zavayê wî Faîq û Mela Evdirehman) di roja 14ê Nîsana 1924an
de bi emr û fermana Enqerê têne darvekirin.

14.04.2006

M.Emin Sever

Ji peyamaazadi hatiye girtin...
 
 

Zum Seitenanfang