DENGÊ  KIMSORAN

 
 
          Rupel  |  Wene    |  Helbest  |  Deftera Malper | Link û Xet  |  E-Mail  |       TÜRKÇE  
 
 
 

QOÇGIRIYÊ: Îsmaîl Heqî Şaweys*Beşa Yekemîn

 

Roşan Lezgîn

Wergerandina ji soranî:

Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal
ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê
şoreşê de gundên Qoçgiriyê tûşî talan û şewitandinê bûn, xelkê gundên vê
navçeyê hate kuştin, jin û zarok tûşî kuştin û talankirinê bûn. Gelek ji
serbazên tirk ku bi hoya Kemalîstan şerê wan dikirin jî lê bi wan xweş nebû
ku di navbera gelê tirk û kurd de xwîn bête rijandin, çunke azadî û
serxwebûna kurdan li ber wan jî hêja bû, lewma jî wan nedixwestin şerê wan
bikin. Çunke serhildana vê carê ya gelê kurd ne wek caran bû; Şoreşa
Qoçgiriyê li ser heq û daxwazên gelê kurd bû. Lêbelê çi heyf ku Kemalîst
bêwefa derketin, êrîş birin bi ser mal û gundên Kurdistanê de, piraniyê wan
kuştin, bi hezaran rêncber û gundî û şerkerên wan ên bê sazûman tê de tune û
perîşan bûn, ku bi wan re gelek jê beşdarî serhildanê nebûbûn. Bi vî awayî,
tirkan bi dirrindetiyê dan dû wêrankirina navçeyên Qoçgiriyê û şoreşê
mirandin.

Hinek Zanyarî Derbarê Êl û Eşîrên Qoçgiriyê de

Akincihên (niştecih) Qoçgiriyê; hemû êl û eşîrên wir ji netewa kurd in û
Elewî (Mezheba Caferî) ne. Wek Qizilbaş (Kelawsûr) bi navûdeng in. Jimara
gundên ku ev kurd tê de dijîn 150 ye. Bi karê cotyarî, xwedîkirina pez û
dewar mijûl in. Û pê re jî xerîkî çandina baxçe û bostan û rez in. Qoçgirî,
li Kurdistana Tirkiyê dikeve nav beşê rojavayê Kurdstanê. Sînorên herêma
Qoçgiriyê ji her çar hêlan ve bajarê Sêwasê digire nav xwe û heta bi nêzikî
bajarê Erzincanê diçe. Xelkê vê navçeyê, ku dikeve nav van her du bajaran,
ji aliyê îdarî ve di bin desthilatî û fermanrewayîya van bajaran de ye. Ev
her du bajar bi hêza aboriya akincihên Qoçgiriyê dijîn. Xelkê herêma
Qoçgiriyê li navçeyên Zara, Îmraniye, Qerecewêran, Bilûcan, Begpinar û li
qezaya Qangalê û nehiyeya wê Qewaq, li qezaya Qurîçay û nehiyeya wê Qozqişle
û Alakilîse û heta Alûcere ku Suşehrî jî digre himbêza xwe, pêk tê. Û dîsa,
akincih û eşîret û êlên rojavayê Dêrsimê ku ew jî kurdên Elewî ne, kêm an
zêde têkiliya wan a mezhebî bi hev re heye. Li herêma Qoçgiriyê hin gundên
tirkan jî hene, ku ew jî dîsa ji mezheba Elewî ne û bi kurdan re hevjiyan û
hevbext in û tu cudatiyek naxine nav hev.

Ew herêma ku şoreşa kurdên Qoçgiriyê tê de rûda bi dirêjiya xwe nêzîkî 150
km. û berahiya xwe jî ji Zara hetanî Alakilîseyê 150 km ye. Encumenekî tirk
di raportên dîroka şerî de dibêje: "Dirêjiya Herêma Qoçgiriyê 180 km. ye. Û
nufûsa akincihên wir 60 hezar kes in. Ji wana 3 hezar çekhilgir in. Êlên
Qoçgiriyê jî; Îboyan, Saroyan, Zazayan, Palûyan, Kertelî, Ameneyan bi
navûdeng in. Lê bihêztirênê wana Îboyan in û ev eşîr gelek jêhatî ye. Di
serhildana Qoçgiriyê de ku li sala 1920ê Zayînî dest pê kiribû, serokên
serhildanê Mistopaşazade Heyder Beg û birayê wî Elî Şan Beg, Hecî Rasim,
Izet, Mehmûd, Koranî Gul Axayan Neqî û Izet, Hesen Eskerî, katib û mîrzayê
wan Elî Şêr bûn." Û ev peyayên gelê kurd giş tevli serhildanê bûne. Ji vana
Heyder Beg midûrê nehiyeya Ecemraniyê bû û birayê wî Elî Şan Beg qaymeqamê
bajarê Refahiyê bû. Ev hemû serok bihevgirtî bûn û wan ji bo şoreşa
Qoçgiriyê gelek fişek û tifing amade kiribûn.

Avhewaya Qoçgiriyê gelek xweş e, çiyayên wir bilind in, deşt û dol û newalên
xwe fereh û ferawan in, li gelî û serçaviyên wir av û kaniyên xweş hene. Bi
daristan û deviyên xwe jî gumreh e.

Şertên Serhildan û Şoreşa Kurdên Qoçgiriyê li Herêma Sêwasê

Weziyet û Pêwendiyên Ermenîstana Qafqasyayê bi Ermenên Tirkiyê re li Hember
Kurd û Tirk:

Li gor Çardeh Prensîbên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Wilson,
amerîkî û îngiliz û fransizan soz dabûn ermenan ku dewleteke mezin û ferawan
ku ji Erîwanê bigire hetanî bendergeha Eskenderûnê, ku xwe digihêne keviyên
Deryaya Spî, ji wan re ava bikin. Ji berê de van dewletan bi hukumeta Daşnaq
a Ermenîstanê û hukumeta Misawat a Azerbaycana Qafqasyayê û bi Gurcistanê re
hev girtibîn û ji bo vê mebestê hevkariyê dikirin. Li qafqasyaya Ermenîstanê
sînorên Tirkiye û Rusyayê li pêşiya serxwebûna Ermenîstanê asteng bûn, ku
lewma jî biryar dabûn ku leşker û artêşên wan li hember Tirkiyê û Yekitya
Sovyetên Rusyayê xwe amade bikin. Derbarê viya de di Cenga Yekem de serok û
giregirên Ermenîstanê ji dewletên Ewropa û ji Amerîkayê doza alîkariyê
kiribûn û wan bi hev re li dijî selteneta Osmanî hevkariyê dikirin. Belam
herçendî gelê kurd hez ji nexweşî û dolabgerandinên gelê ermen nedikir, lê
nedixwest zilm û zorê jî li wan bikin, herwiha, li sala 1914-15ê Zayînî,
dema ku hukumeta Osmanî (Îttihad we Teraqî) êrîş bir bi ser ermenan de û
dest bi kuştina wan kir, hingê gelê kurd destê hevkarî û alîkariyê bo gelê
ermen dirêj kir. 30 hezar ermen bi jin û mêr, mezin û piçûk ve li gund û
bajarên gelê kurd xwe dan veşartin, gelê kurd ji ber tirkên dirrinde şeref û
namûs, can û malê ermenan parastin. Belam, digel vana gelê kurd bi xwe jî
têdikoşiya û herçend mafê serxwebûna gelê ermen li bal kurdan pir xweş bû
jî, lê kurdan jî nedixwest li jêrî destê tirkan dîl bimînin yan bi destê
ermenan bigirin û dîl biçin yan jî dîlîtiya ermenan bi dîlîtiya xwe re
biguherînin. Ji ber van hoyan bi rastî û durustî gelê kurd ji ber van pîlan
û tevgerên Ermenîstaneke mezin û ferawan neçar bûbûn û vê yekê li ser hesabê
gelê kurd şepirzeyî anîbû ber derî. Serok û komele û komîteyên siyasî û
civaka gelê kurd li Stenbol û Anadolê û li Kurdistana Tirkiyê bi eşkerayî
yan jî veşarî xerîkî xwe rêxistinî bûbûn; dawakar û parêzgarê Kurdistanê
bûn. Ji bo vê mebestê bi îngiliz, amerîkî, fransiz, îtalyanî û yewnaniyan re
têkilî danîbûn û ji bo mafên gelê kurd ên dîrokî dawakar bûn, ku di
dabeşkirin û parçekirina Dewleta Osmanî de Kudistan neyête dabeşkirin û
dîlkirin û parçe-parçe nebe.

Herwekî ku me di serî de jî behs kir, kurdên Qoçgirî û rojavayê Dêrsimê bi
hev re ji bo amacên gelê kurd ketibûn nav xebatê û ev kurd li ser wîlayetên
Erzincan, Sêwas û Elezîzê zal û desthilat bûn. Lêbelê, di wî şerê li navbera
tirk û Rusyaya Qeyser de xelkê vê deverê tûşî malwêranî, zirar û ziyaneke
mezin bûbûn. Di vî halî de serokên Qoçgiriyan û xelkê Elezîzê li bajarê
Stenbolê bi komeleyên siyasî yên Kurdistanê re ketibûn têkiliyê û bûbûn
endamê wan komeleyan û bawerî bi hev anîbûn û alîkariya hev dikirin. Bi
taybetî di nav komeleya Kurdistan Tealî Cemîyetî de bihêz bûbûn û bi hev
girtibûn û ketibûn nav xebatên bidestxistina mafên gelê kurd û serxwebûna
Kurdistanê. Bi taybetî ji bo bicihanîna peymana Sewrê ku biryara serxwebûna
Kurdistana Tirkiyê û mafê otonomiya wîlayeta Mosilê tê de hatibû dayin.

Di sala 1920an de gelek ji serokên Dêrsimî û Qoçgiriyan ji bo vê amacê ji
bajarê Stenbolê vegeriyan Kurdistanê û bi hev re li navçeyên Qoçgirî û
Dêrsim û Erebgirê dest bi damezrandina teşkîlatên bo serxwebûna gelê Kurd
kirin. Ev li hêlekê, li hêla din jî di sala 1919an de Mistefa Kemal ji tirsa
xîlafeta Osmanî û dewletên mezin ku êrîşî wî û hevkarên wî dikirin, bi
veşarî ji Stenbolê reviyan hatin xwe li nav kurdan veşartin. Mistefa Kemal û
Kazim Qere Bekir ê ku li bajarê Erziromê dima û qumandanê Rojhilata Tirkiyê
(Kurdistan) bû, her du bi hev re di nav rewşeke şepirze de ketin nav xebatê,
çunke di nav tirsê de bûn; têkçûna tirkan li ber derî bû. Ji vê hindê,
Mistefa Kemal û Kazim Qere Bekir û hevkarên wan xwe li Kurdistanê penah
kiribûn; bi serok û şêxên kurdên Erzirom û Wan û Bedlîs û Diyarbekirê re
dixebitîn da ku hêza Bergirîya Mîllî (Milli Müdafa) û hîzbên bi vê timtêlê
yên Kemalî di nav dilê Kurdistanê de daynin. Bi vî awayî bajarê Erziromê wek
paytexta Kemalîyan hate zanîn. Di 23ê Temûza 1919an de di kongreyê de, li
pêş hemû serokên gelê Kurd vê rastiyê tesdîq kirin, ku gelê Kurd xwedî heq
e, Kurdistan welatê kurdan e, hemû mafên gelê Kurd ên netewî hene, ku
Tirkiye ji du miletî pêk tê; yanî Kurd û Tirk. Piştî kongreyê biryar dan ku
her du netewe xwedî konfederasyonê bin û serbixwe bijîn û dê li hember
dijmin bi yek giyanî Tirkiyê û Kurdistanê biparêzin, eynî mîna Awusturya û
Macarîstanê.

Guftugoya Mistefa Kemal bi Mistopaşazade Elî Şan Begî re li Sêwasê

Wek ku me got, meseleya Kurdistanê û Ermenîstanê bi hev re derketibûn holê û
gelê kurd metirsiyek peyda kiribû. Bi taybetî di nav kurdên Erzirom, Wan,
Bedlîs û Diyarbekir meseleya ermenan jî tirsek çêkiribû, çunke li Erîwana
Qafqasan komareke bihêz pêk hatibû û dewletên mezin piştgîriya wan kiribûn.
Dîsa, komarên Azerbaycan û Gurcistanê li dijî Rusyaya Sovyet û Tirkiyeya
Osmanî bi komara Erîwanê re hevûdin girtibûn û êrîşî kurdan û tirkan
dikirin. Ji aliyekî din jî, bi wan re, siyasiyên îngiliz û fransiz û amerîkî
ji bo pêkanîn û bicihkirina peymana Saykis Bîko li Erzirom û Sêwas û
Meletiye û Erebgirê ji bo qezenca xwe li dijî gelê Kurd di nav tevgerê de
bûn, li Helebê û li tevayî Sûriyê ji bo zindîkirina projeya Cester a ku ji
bo qezenca dewleta Amerîkayê dixebitî, di nav tevgereke eşkera de bûn. Ji
vana jî wêdetir, şîrketên Amerîkayê ji bo madenên Kurdistana Tirkiyê û ji bo
kirîna neftê, li bajarê Erziromê bi general Kazim Qere Bekir Paşa re di nav
guftugokirinê de bûn. Û dîsa, ji bo vê amacê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
(DYA) li bajarê Stenbolê di binî re alîkariyê didan kemalîstan.

Di van rojên wisa de, li 7ê Nîsana 1920î Mistefa Kemal Paşa bi Elî Şan Begê
Mistopaşazade re li Sêwasê di nav guftugoyê de bû. Mistefa Kemal dixwest ku
Elî Şan Begî îkna bike, ku siyaseteka dewletên mezin heye ku li dijî kurd û
tirk e; xwestina wan ev e, ku Tirkiyê bidine yewnan û ermenan. Kurdistanê jî
di nav ermen û ereben de dabeş bikin û piraniyê Kurdistanê bidine ermenan.
Lewma jî gelê Kurd û gelê Tirk di talûkeyê de ne! Û Mistefa Kemal daw lê
dike ku di têkoşîna wan a li dijî xelîfe Wehdedîn de, ew alîkariyê bidine
wan. Mistefa Kemal soz dide Elî Şan Begî, ku ger ew bi ser bikevin Tirkiye
dê bibe dewleteke konfederatîf a ku di navbera kurd û tirk de ye. Bi vî
awayî, Elî Şan Beg jî dide zanîn, ku xelkê Qoçgirî û Dêrsimê jî ji ber van
şertan ketine rê û li ser riya heqên meşrû yên gelê kurd jî ew metirsî hene!

Elî Şan Beg û hevalên wî herçendî ji van pêşniyaz û beyanên tirkan bi guman
bûn û ji kirinên tirkan piştstûr nebûn jî, lêbelê ev guftugo li ber wan
grîng bû. Lewma jî ketin nav hewldanan û li ser peymanên ku Mistefa Kemal bi
kurdên Erziromê re pêk anîbûn lêkolînan çêkirin. Di encama vê têkiliyê de
Mistefa Kemal fikrê Elî Şan Begî û hevalên wî fam kiribû ku ew jî dizanin
amerîkî û îngiliz xwedî du dewletên hevjiyan û dîndaşê hev in û dijminê
Îslamê ne, nabe ku kurdan û tirkan bikine qurbanê ermenan û li
Rojhilatanavîn ev du gel, yanî kurd û tirk nemînin.

Wexta ku di 17ê Êlula sala 1920an de tirkan bi alîkarî û fedakariya gelê
kurd dawî li şerê Daşnaqên Ermenîstanê anî û ji metirsiya wan xwe rizgar kir
û ji Erdehan û Igdîrê bigire heta bi nêzîkî Erîwanê xistin bin desthilatiya
xwe, hingê di heman wê salê de Elî Şan Beg û hevalên xwe vegeriyabûn nav
kurdên Qoçgirî û Dêrsimê û li Vacixê kombûna xwe pêk anîn. Bi awayeke
dûrûdirêj li ser wê guftugoya ku bi Mistefa Kemal Paşa re kiribûn, sekinîn.
Herwiha bîrûbaweriya Kemalîstan a li hember kurdan û dîsa li ser
bîrûbaweriya kurdên Erzirom û Wan û Bedlîs û Diyarbekirê jî nîqaş kirin. Di
dawiyê de gihan vê encamê ku serokên kurdan li ser esasê damezrandina
konfederasyona kurd û tirk bi Kemalîstan re li hev hatine. Lê di encamê de
kurd bûne du beş: Hinek dixwazin ku pêwist e gelê kurd bi tenê ji bo
îstîqlal û serxwebûna Kurditanê hewl bide xwe û meyla hinekan jî ew e, ku
divêt kurd bes ji bo xodmuxtariyeta (otonomî) Kurdistanê têbikoşin. Ev xal
li Meclisa Enqerê (Büyük Millet Meclisi) jî di navbera nûnerên gelê kurd de
hate munaqeşekirin û bû sedemê reaksiyonan û xirecir û zirtepirtan.

Axir di encamê de Mistefa Kemal dozê li 72 numayendeyên gelê kurd kir û emr
û ferman da wan ku ew daxuyaniyekê ji serokê Amerîkayê Wilson re û herwiha
bo Parîsê bişînin û bi hemû dewletên Ewropayê bidine zanîn, ku kurd naxwazin
Kudistaneke serbixwe ava bibe û ew dixwazin bi tirkan re bijîn û ew dê
piştgiriya tirkan bikin. Îcar, li ser vê yekê di 29ê Nîsana sala 1920î de
Elî Şan Begî li gor amac û peyman û daxwaza serokên kurdên Sêwas û Qçgirî û
Dêrsim û Elezîzê têlgirafeke dûrûdirêj şand Stenbolê. Bi hêza komela
Cemîyeta Tealî kopiya vê têlgirafê ji siyasetmedarên dewletên mezin re û ji
dewletên hevpeyman ên Ewropayê re û ji sefîr û qonsolosxaneyên dewletên
Ewropî yên li Stenbolê re şand, ku di vê têlgirafê de nivîsandibûn, "Mistefa
Kemal Paşa bêyî ku ji 72 numayendeyên gelê kurd bipirse û raya wan bistîne,
wî ji ber xwe ve wê daxuyaniyê ji dewletan re şandiye, ku qaşo serxwebûn û
îstîklala Kurdistanê ne hewce ye. Wî vê helwestê û vî karî bêyî
dengwergirtina gelê kurd û bêyî xebera serokên gelê Kurdistanê kiriye." Di
vê têlgirafê de serokên kurdan ragihandibûn ku "Em kurd bi xwîn û çek
alîgirên serxwebûna Kurdistanê ne." Û dîsa dabûn zanînê, "Kurdên ku vê yekê
dixwazin ji keviya robarê Qizilirmaqê bigire, ji bajarê Sêwasê heta bi
Mosilê, hemûyê Kurdistana Tirkiyê; bajarên Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs, Wan,
Erzirom û Sêwasê ne. Ji bo amaca jîn û jiyana Kurdistanê em doza mafên xwe
yên dîrokî dikin û ji bo parastina van mafên xwe, em bi xwîna xwe amade ne
ku giyanê xwe feda bikin."

Li ser vê raportê Mistefa Kemal Paşa û Kazim Qere Bekir Paşa şepirze û
sersem bûn. Parlamena "Büyük Millet Meclisi" bi carekê re çelqiya û têk çû.
Û bi vî awayî gelê kurd di nav tirkan de ket rojevê. Di encamê de serokên
kurdan li navçeyên Qoçgirî û Dêrsimê li hev kom bûn û ji bo şoreşê dest bi
amadekariyan kirin.

II

Kurdên Qoçgiriyê li navçeya Yelîce li şûna Cihê Nezirgaha Hesen Baba kombûna
xwe pêk anîn û bi navê Zilfeqara Îmam Elî sond xwarin. Sêvê felq kirin û her
serkirdayetiyek felqek xwar, ku ev li gor rewîşta baweriya wan drûşma
peymanbestinê bû. Wan serkirdayetiyên kurdan biryarê dan ku ji bo rizgarî û
serxwebûna Kurdistanê dest bi têkoşineke sext bikin. Hemû çekhilgirên
Dersim, Qoçgirî û Erebgirê, ku 3 hezar kurdên çekdar bûn, ji bo vê amaca wan
a pîroz li navçeyên Qoçgiriyê amade bin, ji ber ku Qoçgirî nêzîkî bajarê
Sêwas û Erzincan û Elezîzê ye. Ji ber vê yekê tirkên li van navçeyan qutifîn
û ketin nav hawar û gaziyan. Hawara xwe gihandin Mistefa Kemalê xwînrêj da
ku wan ji êrîşên kurdên şoreşger biparêze.

Di Temûza 1920î de kurdan avêtin ser hemû navend û qereqolên leşkerî yên ku
li derûdora Sêwas, Kangal, Danişmend û Zarayê bûn. Hemû rût kirin û dest dan
ser çek û cebilxaneyan. Hingê waliyê Sêwasê Reşîd Paşa neçar ma ku di Tebaxa
1920î de Elî Şan Beg ku bi eslê xwe ji Refahiyê bû, bike qaymeqamê Refahiyê
û birayê wî Heyder Begî jî bike midûrê nehiyeya Ecemraniyê. Çunke leşkerên
Paşo Axa navçeyên Sêwas û Elezîzê perîşan kiribûn û li wan navçeyan cih ji
tirkan re teng kiribûn û riya Gîresûn û Şebîn Qere Hesarê bi carekê de
xistibûn dest û meşa hatûçûna di navbera Gîresûn û Sêwasê birrandibûn.

Banga Serxwebûna Kurdistanê

Kurdên Qoçgirî û Dêrsimê biryara xwe dan ku Vacixê bikin paytexta şoreşê û
dubare sond xwarin. Elî Şan Beg bi serkirdayetiyê re yek bû û hevgirtiyê wan
bû. Biryara şoreşê bi vî awayî bû, ku divêt şoreşê li Dêrsim û Xozat û
Refahiyê rakin piyan, çunke li van navçeyan berpakirina şoreşê wateya xwe ev
bû, ku hemûyê Kurdistanê digire nav xwe û pêk ve netewa kurd giş tê de ye,
lewma jî Dêrsim-Vacixê wek paytext danîn.

Divêt ku Kurdistan Serbixwe be

Komeleyên siyasî yên kurd, bi taybetî Kurdistan Tealî û Teawun Cemîyetî bi
yek dengî doza serxwebûna Kurdistanê dikir. Pêta agirê kurdayetiyê bi carekê
re berz bûbû û xof xistibû nav dilê hemû dijminên kurdan. Hemû kurdên dilpak
û bişeref; cotyar, pale, rencber, gundî û bajarî, xwende û nexwende,
dewlemend û xizan giş bi hev re ji bo yek amacê bi yek dilî, ji bo doza herî
pîroz a jiyana xwe, ji bo serxwebûna Kurdistanê hişyar dibûn.

Di 18ê Kanûna pêşî ya 1919an de ambsador (balyozê berê yê Stockholmê) Şerîf
Paşa, ku têkoşerekî kurd bû, bûbû nûnerê kurd û ermenan û xwe gihandibû
kongreya Parîsê.

Di roja 30ê Kanûna pêşî ya 1919an de kurdan û ermenan di Kongreya Sewrê de
li dijî xelîfe Wehdedîn ji bo doza mafê kurd û ermen hevûdin girtibûn.

Di encama vê têkoşîna kurd û ermen de Peymana Sewrê di navbera Brîtanya,
Amerîka, Fransa, Îtalya û Osmaniyan de hatibû girêdanê. Li gor vê peymanê
serxwebûna Kurdistanê û mafên ermenan hatibûn îmzekirin.

Yekem Raperîn

Di Kanûna navîn a sala 1920an de kurd ji bo rizgariya Kurdistanê raperiyan.
Serokê êla Şadiyan Paşo Begî bi tevlî 15 serokên din ji Refahiyê çû qezaya
Vacixê ku tevlî kurdên rojavayê Dêrsimê bibin. Heyder Begê Qoçgirî di wê
kombûnê de, ku ji bo amaca pîroz a kurdayetiyê pêk hatibû, axiftinekê kir û
wisa got,

Hedefa me rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Ey kurdino, pêwîst e ku hemû
êlên me, çi mezin û çi piçûk, gundî û bajarî, sunnî û elewî; hemûyê kurdan
bi hev bigrin û bi yek dil û bi yek zimanî banga rizgariya Kurdistanê
biqîrin: Têkoşîn bo Rizgariya Kurdistanê! Ji ber vê yekê, ji bo gihaştina vê
amaca pîroz pêwîst e di nav me de çi nexweşî û nakokiyên ku rûdabin, em wan
bidine hêlekê û ji bo yek têkoşînê; ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîst e ku
em xwe bi sextî birêxistin bikin. Divêt ku em komîteyekê ji nav xwe
hilbijêrin û bişînin Enqerê da ku li wir ev nûnerên me li gor Peymana Sewrê
û li gor biryarên kongreya Erziromê û li gor Destûra Mîllî ya doza
serxwebûna Kurdistanê xebatê bikin û van mafên me bi dewletên Ewropayê
bidine zanîn.

Birayan, pêwîst e ku li hember hukumeta Enqerê em bi yek dil û yek zimanî
tevbigerin û di doza serxwebûna Kurdistanê de em neyêne xapandin!



Kemalîstên dirrinde çawa ku bi rewşa van kombûnan hesiyan, ew jî ketin nav
tevgerê û têlgiraf û raport ji dewletên Ewropayê re şandin û tê de sond
xwarin ku ew têlgirafên ku wan berê şandibûn bi navê kurdên Kurdistana
Tirkiyê hatine şandin û niha jî wisa têne şandin, ku di wan têlgirafan de
wisa ragihandibûn, ku qaşo ji bo kurdan serxwebûna Kurdistanê ne lazim e,
kurd naxwazin ji tirkan cihê bibin. Di vê ramanê de kurd bi hev re hevdeng
in. Û navê hemû serokên kurdan tê de nivîsandin û şandin ji Cemîyeta Tealî û
Teawuna Kurdistanê re. Herwiha kopiyên wan jî ji hemû balyozxaneyên dewletên
Ewropî yên li Stenbolê re şandin û dîsa, ji hemû siyasetmedarên Ewropayê re
jî şandin. Bi vî rengî, derew û hîleyên kemalîstan dubare derketin holê û
bîrûbaweriya kurdayetiyê li hemû cîhanê belav bû.

Êrîş

Di roja 30yê Tebaxa 1920an de kurdan dest bi êrîşê kirin. Di wê êrîşê de
yekîneyeke cendirmeyên tirkan rût kirin û dest danîn ser çekên wan û ew
bêteref hiştin. Bere-bere li wan navçeyan leşkerên tirk perîşan bûn; gelek
rêyên ku wan tê de hatûçûnê dikir, hatin girtin. Akincihên (niştecih) tirk
ên li van navçeyan xwe spartin hukumetê. Bi vê timtêlê, bi teq û tûqan du
meh bihurîn.

Kuştin

Di encama rûtkirina wê yekîneya cendirmeyan de, taximeke piyade bi tevî 2
topên çiyayî û 12 mîtralyozan di 2ê Teşrîna pêşî ya sala 1920an de ji
Sêwasê, qaşo bi niyeta ku dê biçine Erzincanê derketin ser rê, lê li
beyabanan ketin dû hêzên çekdar ên kurd. Pêrgî şervanên Zalim Çawîş û
Qareman Husên Axa yê Şadiyan û Izet Begî hatin, ku 230 şervan di maîyeta wan
de bûn. Herwiha, her du hêz li hember hev ketin nav şerekî giran. Ew leşker,
digel ewçend çek û cebilxaneya ku di dest wan de bû, nekarî xwe bigihêne
amaca xwe, ku ew jî ev bû: tolhilanîna wan êrîşên kurdan bû, ku li gelek
deveran dest danîbûn bi ser çekên wan de. Vê yekîneyê piştî ku zaîyat û
kuştineke zêde mezin xwar, bi çi halî be jî, axir xwe gihande Zarayê. Û li
wir bi tevayî tevliheviyekê deranîn ku nekarîn pê re serî derxînin.

Digel viya jî, dîsa kurdan nedixwest xwîn bête rêjtin da ku neçar nebin û
Seyîd Rizayê Dêrsimî doza vekişîna çekdarên ku tevliheviyê derxistine li wan
neke, çunke bi pêwistiyê nedizanîn; ango şoreş dest pê bibe, lê hîn wan bi
giştî xwe birêxistin nekirine û amade nebûne!

Di roja 25ê Teşrîna pêşî ya sala 1920î de kurdên Qoçgirî û rojavayê Dêrsimê
vê têlgirafa li jêr şandin Enqerê.

Li gor Peymana Sewrê, li navçeyên Diyarbekir - Elezîz - Wan - Bedlîs -
Sêwas - Erzincanê, pêwîst e ku Kurdistaneke serbixwe bête damezirandinê,
lewre hukumet û xîlafeta tirk a li Stenbolê dibêjin ku Kurdistana serbixwe
navêt. Herwiha, kongeryên Erzirom û Sêwasê jî dibêjin ku serxwebûna
Kurdistanê navêt!

Serokê êla Qoçgirî: Mihemed Taqî

Ji seyîdan: Elî Şêr

Ji serokên Dêrsimê: Mûnzûr, Mehmûd, Seyîdxan, Mistefa

Serokê Eselan: Mehmûd



Wext, zivistaneke pir dijwar bû. Berf û bareneke zêde dibariya. Hukumeta
Enqerê bersivekê nedabû têlgirafa wan; dixwest îro-sibe bike heta ku
firsendekê bi dest bixîne û derba xwe daweşîne wan! Di vê navberê de kurdên
Erebgir û Meletiyê jî xwe dan pişta Qoçgirî û Dêrsimiyan. Leşkerên kurd her
ku diçû bihêztir dibûn û Enqerê ji tirsan ta girtibû.

Şoreşgerên kurdan bernameya xwe wisa danîn: Dê Alaya Kurd ya pîroz bête
hildan, çekdarên wan ji Refahiyê herin Erzincanê, ji Xozatê herin Egin û
Elezîzê, ji Zarayê herin Celalîye û Sêwasê. Ji bo destpêkirina van êrîşan jî
qewlê xwe bo serê bihara 1921ê danîn.

Em bêne ser Reşîd Paşa, waliyê Sêwasê. Ev waliyê dirrinde li hember hêza
kurd ket nav hewldanên propagandayeke berfireh. Hemû ajan û nokerên xwe
xistin nav tevgerê û wan jî gotinê wisa belav kirin, ku qaşo biryara danîna
Hukumeta Kurdistanê ji aliyê Mistefa Kemal Paşa ve hatiye dayîn, lewre jî
qet hewce bi şoreş û xwînrijandinê nake! Hingê pê re jî çend roşinbîrên kurd
kirin wek nûnerên Meclisê û li navçeyên Qoçgirî û Dêrsim û Erebgirê belav
kirin ku ev e, Hukumeta Kurdistanê bi xwe hate danîn û saz bû jî! Û bi
şerefa hukumeta Tirk!!! û bi serê Mistefa Kemal Paşa!! sond xwarin ku ev e,
mafê kurdan hate dayîn û dayîna mafê kurdan çêbûye û çûye!

Lêbelê vê propagandayê li ser serokên Qoçgirî û Dêrsimiyan hîç havilekê
nekir. Li nav xelkê deng belav bû ku çend roşinbîrên kurd netewa xwe bi
kursiyekê firotine û bûne nokerên dijmin û pişta xwe dane kurd û Kurdistanê.

Mistefa Kemal ê ku bêyî peymanekî xwînmij û dijminê kurd, gelek hewl dida
xwe ku zorê li Seyîd Rizayê Dêrsimî û Elî Şan Begê Qoçgirî bike, her çawan
bibe jî divêt ku ew bi nifûza xwe kurdan vekişînin aliyê wî ve û wan 72
nûnerên kurd jî teşwîq dikir ku Seyîd Rizayî li ber bixînin ku ew berdevkên
hemû Kurdistanê ne, lêbelê van her du lehengan bi tu awayî îtîbar bi Mistefa
Kemalî nekirin û neketin nav xeletiyan.

III

Desteya Amojgarên (Mîsyoner) Mistefa Kemal.

Bi hêz û alîkariya waliyên Sêwas û Elezîzê amojgar (mîsyoner) li pey hev
ketin nav tevgerê û di nav xelkê de belav kirin, ku Mistefa Kemal û Meclisa
Enqerê hukumeta Krdistanê ye, lewre jî pêwîstî bi şoreşê nîn e! Û van
desteyên amojgariyê her tim digotin, ku kurd nezan in û zû dixelitin! Ji
hêlekê ve jî van kemalîstan bi hemû hêza xwe dixebitîn ku navê kurd nehêlin
û meseleya Kurdistanê ji rojevê bête hilanîn. Lêbelê, li hember vê pîlana nû
ya kemalîstan kurdên Qoçgiriyê jî wisa bêdesthilat û bêdeng nesekinîn. Wan
jî Desteyên Rîspiyan (Pîr) pêk anîn û ji bo pêşîlêgirtina propagandayên
kemalîstan desteyên wan ên rîspiyan li Kurdistanê geriyan û bi hemû hêz û
şîyana xwe fikrê kurdayetiyê belav kirin. Gelek caran li saz û tembûr û
sentûrê didan û distiriyan û li ser meseleya kurd û Kurdistanê qise dikirin.

Desteyên Rîspiyên kurdan vê banga li jêr dikirin:

Osmanî ji heyama seferberlikan heta bi îro zilm û tadeyê li me dikin. Wan
îxanetê bi dîn û mirovayetiyê re kiriye. Di nav me de dubendiyên mezhebî yên
wek Elewî û Sunnî pêk anîne. Wan li hemberî kurdan û pîrê me Îmam Elî û
Bektaşê Welî zilm kir, tovê kuştin û wêraniyê li nav Kurdistanê çand.

Li hember vê yekê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!...

Bav û dayikên tirk xwe dane aliyê bêdengiyê û dûr ji îmana pak, li hemberî
kurdan helwest digirin û ferman didine; ger em doza mafê xwe dikin, ew cerd
diavêjin ser me û meyla çetetiyê dikin!

Li hemberî zordariyê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!... Mêr ew e ku
dest bibe xwe!

Ka hela bala xwe bidinê, bê hela Dîwana Orfî çiqasî kurd dane kuştinê! Serê
zarokên kurdan jê kirin. Çavên xwe girtin û bêdengbûn dibe? Qanûn û şeref û
namûs û mafê kurdan ne di bala we de ye?!

Bala xwe bidinê, çawan talankirina malê kurdan li xwe helal kirine! Çawan bi
hezaran kurdên bêsûc û bêguneh xistine bendîxaneyan! Bi hezaran kurd ji
warên wan dane koçkirinê û gundên Kurdistanê şewitandine.

Çendî bêdîn û bêwijdan in!...

Di şûna ku mafê kurdan bidin de her çi helwesta xirab heye dikin; mêrkuştin,
talankirin, gundşewitandin û bêqanûnî tev ji karên wan in.

Bi hev bigirin! Îro roja rizgariyê ye. Roja azadiyê ye. An jiyan an mirin!

Kurdino, duwaroja kurdan di destê we de ye. Di riya rizgariya Kurdistanê de
pêwîst e ku em canê xwe bidin. Ji viya melerizin, ji mirinê metirsin!
Şîretên Ehmedê Xanî bînin bîra xwe ku dibêje, "Em sikkeyên xwe çêbikin, em
alaya xwe hil bikin!"

Li hemberî zordariyê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!...

Rabe! Rabin! Rabin!...

Bi vî awayî li ber vê propagandaya desteyên amojgarên Mistefa Kemalî ku ji
bo xelitandina kurdan her tiştî dikirin, desteyên rîspiyên kurdan jî
bîrûbaweriya şoreşê belav kirin da ku pêşî li propagandaya ne rewa ya
kemalîstan bête girtin.

      Beşa Duemîn

*. Îsmaîl Heqî Şaweys, di sala 1894an de li Mosilê hatiye dinê. Bavê wî
efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kiriye û li Bexdayê xwendina
xwe ya navîn temam kiriye. Dû re, li Stenbolê Herbîye xwendiye û wek
mulazimê duwem tevî artêşa Osmanî bûye. Di şerê Balkanan de li Selanîkê dîl
ketiye. Pişt re vegeriyaye Stenbolê û di Şerê Cîhanê yê yekem de (1914-1918)
wek efser di artêşa Osmanî de tevlî şer bûye. Di Sibata 1918an de vegeriyaye
Silêmanîyê, ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û îngîlîzan de şer hebû, Îsmaîl
Heqî Şaweys jî di nav berxwedana kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx
Mehmûd û bi îngilîzan re hevdîtinan pêk tîne. Piştî şkestina serhildanê di
sala 1919an de di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920an de bi
rutbeya yuzbaşîtîyê di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi ermenan
re dibe. Û bi rutbeya bînbaşîtiyê heta sala 1927an li Şerê Rizgarîya Tirkiyê
cih digire. Piştî ku dev ji efseriyê berdide, diçe Iraqê. Ji wir jî diçe
Parîsê. Dîsa vedigere Iraqê û di nav artêşa Iraqê de dibe efser lê îngilîz
wî bi teşebusa suîkastkirina qiralê Iraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê
avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemeniya Parîsê de derbarê doza kurdayetiyê
de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Iraqê. Çendekê qaymeqamtiya çend
navçeyan dike û ji ber faaliyetên kurdayetiyê ji kar tê avêtin. Welhasil,
heta dawiya temenê xwe her tim doza kurdayetiyê dike û gelek caran jî cezaya
zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê-cihê radizê. Gelek gotarên wî li
kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne. Îsmaîl
Heqî Şaweys di 12ê Gulana 1976an de çûyee ser dilovaniya Xwedê

***Ev gotar ji kitêba bi navê "Îsmaîl Heqî Şaweys, Jiyan û Berhemekan,
Dezgay Çap û Belawkirdinê ARAS, Zincîrey Roşinbîrî, Çapê Yekem, Çapxaney
Wezaretê Perwerde, Hewlêr, 2003, r. 39-61" hatiye wergerandin.

Her wiha li "BÎR, kovara lêkolîn û lêgerînê, hejmar: 1, Dîyarbekir, Bihar -
2005, r. 27-43" weşiyaye

 

 
 

Zum Seitenanfang