| |
| |
|
|
ALA KURDAN
|
|
|
|
Her millet,
netewe, xelk
û dewlet
alayeke wan
heye. Ala
nîşana
hewîyeta wan
e, sembola
hebûna wan
e. Alaya her
milletî bi
şiklekî ye,
reng û
sembolên wê
bi awayekî
ye. Wek her
milletî,
kurd jî
xwedîyê
alayekê ne.
Alaya Kurdan
a ku îro tê
bikaranîn
sor, sipî,
kesk e û di
navîna wê de
rojek zer
heye.
Di tarîxê de
kurdan kengî
ala, an jî
sembolek ku
şûna alayê
bigire
bikaranîne,
em baş
nizanin. Lê
ew kurdên ku
ev serê 6-7
hezar salane
ku li
Kurdistanê,
yanê li cihê
xwe yê nuha
dijîn,
bêguman wan
jî gelek
dewlet û
îmaret ava
kirine. Û
wekî her
dewlet û
îmaretên
qedîm, wan
jî miheqqeq
alayek, an
jî li şûna
alayê
sembolek
bikaranîne.
Yanê ew
dewletên wek
Mittanî,
Hurrî,
Subarî,
Xaldî,
Kardox,
Kasî, Med û
hîn gelekên
din ku di
tarîxê de
roleke mezin
lîstine,
leşker
çêkirine,
bajar û
medeniyet
avakirine û
li gor
tarîxzanan
jî bav û
kalên kurdan
in, divê ku
xwedî ala
bin.
Wek efsane
her kurd bi
çîroka Kawa
dizane. Kawa
hesinger e.
Pêştimalek
wî heye.
Piştî ku li
hember Dehaq
bi ser
dikeve, dibe
rêveberê
welatî û
pêştimala
xwe jî wek
ala bi kar
tîne. Her
çendî efsane
ye, lê tê de
ala hatiye
bi kar anîn.
Yanê di
efsaneyan de
be jî xuya
ye kurdan
ala an jî
sembolek ku
şûna alayê
digire bi
kar anîne.
Dîsa ew
îmaretên
kurdan, wek
Şedadî,
Merwanî,
Botan,
Soran,
Erdelan,
Bahdînan û
hîn gelekên
din, her
çendî
nîv-serbixwe
bûn jî, lê
li mizgeftan
bi navê
mîrên wan
xutbe
dihatin
xwendin,
xwedî leşker
û qesr û
avahîyên
mezin bûn.
Ev îmaretên
ku çendsed
salan li
Kurdistanê
hukum kirin,
dive ku
alayek an
semboleke
wan a ku li
şûna alayê
bi kar
dianîn
hebûya.
Mîr Bedirxan
(1802-1868)
ku seranserî
Kurdistanê
di bin hukmê
wî de bû,
xwedî pere û
top û tifing
bû. Li ser
navê dewleta
xwe pere
derxistibû.
Hê wê wextê
têkilî bi
Ewrûpayê re
danîbû, ji
bo
birêvebirina
dewleta xwe
xwendevan
şandibû
Ewrûpayê. Li
ser Gola
Wanê ji bo
parastin û
tîcareta
dewleta xwe
kêştîyên şer
û tîcaretê
dabû
çêkirinê.
Gelo meriv
dikare
bibêje ku
Mîr
Bedirxanê ku
hewqas tişt
kirîye, bê
ala be.
Bêguman na!
Lê ji ber ku
tu belgeyek
ji dewra
berê di
destê me de
tuneye, em
nizanin
alayên wan
çawa bûn.
Yezdan Şêrê
birazîyê Mîr
Bedirxan ku
di salên
1853-1856’an
de Kurdistan
hemû girtibû
bin hukmê
xwe, hejmara
leşkerên wî
gehîştibû
heştê
hezarî. Divê
ku xwedî ala
bûya. Bo
nimûne, di
stranek
folklorî de
ku di
1887’an de
ji alî Socîn
û Prym ji
devê
cihûyekî
Kurdistanê
hatîye
girtin, li
ser şerê
Yezdan Şêr
e, û tê de
peyva
"beyraq"
derbas dibe.
Di destpêka
sitranê de
pêşî qala
plan û
programa
Yezdan Şêr
tê kirîn, ku
ew hemû
serok eşîr û
mezinên
kurdan li
Cizîrê
dicivîne bi
wan re
civînekê çê
dike. Paşê
jî yeko yeko
qala kesên
ku tên
civînê dike
û pesnê wan
dide û di
rêzeke
stranê de
weha tê
gotin:
"....
Go ew Zaxoyê
bi rût û
kevotan
Beyraq bûne
cot bi cotan
Berê xwe
dane Cizîra
Botan..."
(1)
Dîsa di
klasîkên
kurdî de jî
gelek şaîr û
nivîskarên
kurdan di
helbestên
xwe de peyva
alayê bi kar
anîne. Lê
wekî ji
klasîkên
kurdî jî tê
fêmkirin ku
rastîya
gotinê ne
"al" lê
"ala" ye.
Çend mînak:
Zalimê
kuştim
şepalê,
Nazikê,
qencê
delalê,
Bûn hîcaba
zilf û xalê,
Êdek û ala û
tox.
(Melayê
Cizîrî,
1407-1481)
Bejn û bala
tox û ala
Min kirin
vêkra mitala
Çîçeka
terhînî wala
Dil ji min
bir, dil ji
min.
(Melayê
Cizîrî)
Lê me hêvî
wasiq e ez
feqîr
Jêrî alaya
te bim roja
’esîr.
(Ji Mewluda
Melayê Batê,
1417-1491)
Ya Reb îmanê
dixwazin em
midam
Jêrî alaya
Muhemmed
wesselam.
(Ji Mewluda
Melayê Batê)
Îşaret
wehy-û
telwîh û
îradet vîn û
qudret şîn,
Ceman qels û
betel merd û
lîwa ala,
alem nîşan.
(Ji Nûbara
Ehmedê Xanî,
1651-1706)
Alaya kurdan
a îro
Alaya kurdî
ya ku îro ji
alî herkesî
ve tê
qebûlkirin
kengî, çawa
û ji alî kê
hatîye
çêkirin bi
başî ne
diyar e. Lê
bi qasî ku
ji belgeyên
heyî tê fêm
kirin di
destpêka
salên 1920’î
de ji alî
rêxistinên
kurdan ên wê
demê hatiye
çêkirin û
tesbîtkirin.
Bo nimûne,
wê wextê
Kurdîstan
Tealî
Cemîyetî li
ser kaxeza
huwiyetê a
komelê
"zemîna wê
kesk û li
ortê jî
rojek"
alayeke
kurdî
çapkiriye ku
ev ala jî
"Katibê
Umûmî yê
komelê
Zeynelabidîn
çêkirîye"
(2).
Li gor
Zinnar
Sîlopî
(Qedrî Cemîl
Paşa) alaya
kurdî ya
îroyîn ji
alî
Teşkîlati
Îctîmaîye
Cemiyetî ya
kurdan
hatîye
tesbîtkirin
ku şiklê wê
weha ye; li
jor rengê
sor, di
navînê de
sipî, li ser
sipî roj û
li binî
rengê kesk
wek ala
millî ya
kurdan
tesbîtkirine
û îlan
kirine.
Her çendî di
destê me de
tu belgeyeke
din an jî
rismeke
alayê ya wê
wextê
tuneye, lê
dîsa jî li
gor gotina
Zinar Sîlopî
em dikarin
bibêjin ku
Alaya Kurdî
ya ku îro ji
alî herkesî
ve tê
qebûlkirin
di 1919an de
ji alî
Teşkîlati
Îctîmaîye
Cemiyetîya
kurdan ve
hatîye
tesbîtkirin
û di 1920’î
de jî dîsa
ji alî
Teşkîlatî
Îctîmaîye
Cemîyetî ya
Kurdan ve bi
biryarekê
hatîye
qebûlkirin
(3).
Di 1921’an
de Mistefa
Paşa Yamûlkî
li gel hin
ji muessisên
Teşkîlatî
Îctîmaiye
Cemiyetî;
Xelîl Rami
Bedirxan,
Kemal Fewzî,
Mewlanzade
Rifat
dixwazin
biçin
Kurdistana
Başûr, lê
Îngiliz
nahêlin ew
derbas bin,
tenê Mistefa
Paşa Yamulkî
ji ber ku ji
Silêmanîyê
ye, derbas
dibe.
Mistefa Paşa
diçe
Silêmaniyeyê
û di
hukumeta
kurdî ya ku
di
10.10.1922’an
de di bin
hukumdarîya
Şêx Mahmûdê
Berzencî de
tê avakirin,
dibe wezîrê
perwerdekarîyê
(3). Her wê
demê ji alî
Şêx Mehmûd
ve alayeke
kurdî hatibû
qebûlkirin û
pûl jî
çapkiribûn
(4). Di
destê me de
ev ala jî
tuneye ku em
bibêjin
şiklê wê
çawa bû. Lê
ji ber ku
Mistefa Paşa
Yamûlkî yek
ji muessisên
Teşkîlatî
Îctîmaîye
Cemîyetî ye
ku şiklê
alaya kurdî
tesbît
kirîye û di
hukûmeta Şêx
Mehmûd de jî
bûye wezîr û
berpisîyarê
rojnameya
nîv resmî ya
vê hukumetê;
Bangî
Kurdistan,
ne dûr e ku
alaya kurdan
ya dewra Şêx
Mehmûd jî bi
pêşniyara wî
hatibe
qebûlkirin.
(***)
Rismê Alaya
Kurdî-1928
Ronakbîr û
siyasetvanên
Kurdan yên
ku di salên
1900-1928’an
li
Kurdistanê û
li Îstenbolê
di nav
komele û
cemiyetên
kurdan de
karkirine an
damezrandine,
piraniya wan
piştî salên
1925 û
1930’yî
hatine li
Sûriyê bi
cih bûne.
Her wê wextê
jî bi navê
Xoybûnê
rêxistinek
avakirine.
Ji weşan û
kitêbên ku
wê demê li
ser navê
Xoybûnê
derketine tê
fêm kirin ku
her ew alaya
ku di
1920’de
hatiye
tesbîtkirin,
ji alî
Xoybûnê ve
jî hatiye
qebûl kirin.
Dîsa tê
gotin ku di
serîhildana
Agrîyê de
İhsan Nûrî
her ev alaya
kurdî bi
karanîye.
Hetta rismek
ku ji wê
wextê maye,
di gelek
kovar û
kitêban de
hatiye
belavkirin.
Îhsan Nûrî
bi xwe di
bîranînên
xwe de weha
dibêje:
"Di 1926 de,
Bro Heskî
Tellî, ji
êla Celalî,
li çiyayê
Agrî îsyan
kir, xwe
kişa çiya.
Di 1927 de
nivîskar
İhsan Nûrî,
xwe bî Agrî
gihand,
îdareya
şoriş bi
dest girt,
ji alîyê
Komîteyî
Xoybûn
qomîserê
fewqeladeyê
eskerî
întîxab bû
(hat
hilbijartin).
Di wê salê
de bayraxa
sê rengîn a
îstîqlala
Kurdistanê,
ku di sala
1920
Cemîyeta
Kurdîstan
Tealî qebûl
kiribû, ji
alîyê Xoybûn
şandin Agrî.
Îhsan Nûrî
ewelîn car
wê di Agrî
de bilind
kir....
(Hevî,
Kovara
Çandîya
Giştî,
Parîs, no:
2, Gulan
1984, r.21)
"...Min
postekê
esker ji
xortên
nebezê Kurda
da çêkirin,
ala
Kurdistanê
serbixoyî ra
li qoçên
Agrî
daçiqand.
Hêzê
şikestxurî
Romî ku li
etrafê
bajêrê
Bayazîd bûn,
ji ber ala
azadî Kurd
diçûn, dûr
diketin.
Pasevanên
qaremanên
Agrî ev ala
ji dûr ve
hurra
dikişan,
çepleyan
didan. Li wê
çaxê li Agrî
teşkîlateke
eskerî,
îdareyeke
Kurdî
hebû...."
(Hêvî, no:
2, Gulan
1984, r. 28)
Her weha li
ser qapaxa
kitêba
Sureyya
Bedirxan -ku
ew jî yek ji
xebatkarên
Xoybûnê
bûye- alaya
kurdî bi
rengîn
hatiye
çapkirin û
li binê
alayê jî bi
îngilîzî
"Flag of
Kurdistan"
(Ala
Kurdistanê)
hatiye
nivîsîn.
(binêre;
Sureyya
Bedirxan,
The Case of
Kurdistan
Agaînst
Turkey, By
authorîty of
Hoyboon,
Phîladelphîla,
1928)
Di Gulana
1993’an de
ez û ji
redaksiyona
Armancê,
Mîrze
Bextiyar em
çûbûn
Kurdistana
Sûrîyê. Li
Qamişlîyê em
<ûn mala
nivîskarekî
kurd (ji ber
emniyetê
navê wî
nanivîsim)
nivîskarê
rêzdar
alayeke
kurdî nîşanî
me da û got
ku "Ev ala
ya Xoybûnê
ye, li mala
Celadet
Bedirxan bû,
min anî".
Her çendî em
ne pisporê
qûmaş in, lê
ji qûmaşê wê
welê dixuya
ku gelek
kevn bû. Her
weha me
bawerî bi wî
hevalî anî
çimkî
têkilîyên wî
û Rewşen
Bedirxan yên
nêzîk bi hev
re hebûn. Me
rismê wê
alayê jî
kişand.
Kovara
Hawarê û
Alaya
Kurdan, 1932
Di Hawarê de
li ser alayê
gelek nivîs
û helbest
hatine
belavkirin.
Celadet Alî
Bedirxan di
gotareke xwe
de (gotar
hem bi
herfên
latînî û hem
jî bi herfên
erebî hatîye
çapkirin) di
qismê behsa
alayê de
alaya me ya
îroyîn tarîf
dike û weha
dibêje:
".....Ala
Kurdan, ji
jor ber bi
jêr ve, ser
hev, sor,
sipî û kesk
e, di nava
wê de roj
diçirise.
("Welat,
Welatînî û
Al", Hawar,
No: 9 (30
Îlon 1932),
r. 1-2)
Alaya kurdan
di 1932’an
de li ser
herdû bergên
Hawar, no:
11 (10
Çirîya Paşîn
1932) bi
rengîn
hatîye
çapkirin.
Rengên wê
jî:
Sor li jor,
li navendê
sipî û li
binî jî
kesk, di
ortê de jî
rojeke 18
tîrêjî heye.
Celadet
Bedirxan her
di vê
hejmarê de
li ser
mirina Şêx
Evdirrehmanê
Garisî
nivîsek
nivîsîye û
têde weha
dibêje:
"...Belê
Şêxê min,
min ji te re
kefenekî
welê bijart
ko hêj tu
kelaş pê
nehatîye
pêçandin,
min ji te re
tirbeke welê
koland ko
hîn tu mirî
neketinê.
Min kefenê
te kir: Sor,
sipî û kesk
û zer, ala
te, û min tu
veşartî nav
rûpelên
Hawarê û li
serê wê kêla
te daçikand.
Kefenê te
kefenek welê
ye, rûjkê
bêt, ji te
vebit li ser
qelat û
bajarên te
re li pêl
bibit.
Tirba te
tirbeke welê
ye ko ne
kêla wê bi
birûskên
ezmanî
dişike, ne
cax û
dîwarên wî
bi ba û
bagerê
hildiweşe,
ne axa wê bi
baran û
lehîyê qul
dibe û ji
hev dikeve.
Tirba te
kitêbek e,
ko nifşên
milletê me
deste-desta
bikin û her
nifş ji
nifşê din re
heta paşîyê,
hinda rûja
qiyametê, ji
hevdû re dê
bispêrin.
Ev tirba te
a abadîn e.
Min eva ha
ji bona te
bijart û
koland....."
("Şêx
Evdirrehmanê
Garisî çû
rehmetê",
Hawar, No:
11(10.11.1932),
r. 2-3)
Dîsa di
Hawar, no: 5
(20 Tîrmeh
1932),
r.4’an de
Herekol
Azîzan
(Celadet
Bedirxan)
helbestek li
ser alaya
kurdî
nivîsîye ku
çend malik
jê ev in:
Alê Kurdan
Ala Kurdan
di nav rok
Çi bedew û
bi heybet
Bi çar reng
î, rengên te
Çi delal û
çi xweşkok
Xêzek kesk û
xêzek sor
Nav sipî û
nîvek zer
Keskesor e,
bi roj e
Ev li jêr û
ew li jor
Herekol
Azîzan (b.
Hawar, no: 5
(20 Tîrmeh
1932), r.4)
Di Hawar,
no: 8 (12
Îlon 1932),
r. 7 de Dr.
Kamûran
Bedirxan jî
li ser alayê
helbestek
nivîsîye û
di malikên
pêşîn ên vê
helbestê de
alaya kurdan
weha tarîf
dike:
Ala Kurdan
Ronahiya dil
û çav,
Diyarîya dê
û bav
Pêsîra wê
roj û tav
Spehitiya ax
û av
Ala Kurdan
ser be ser
Sor û gewr e
kesk û zer.
Dr. Kamûran
Alî Bedirxan
(b. Dilê
Kurên Min ,
Kitêbxana
Hawarê,
hejmar. 3,
Şam, Çapxana
Tereqqî,
1932, r. 25
û Hawar, no:
8, 12 Îlon
1932, r. 7)
Di çîrokeke
Nureddîn
Zaza de
Alaya Kurdan
Nûredîn Ûsif
(Nûreddîn
Zaza) di
Hawar, no:
30
(1/7/1941),
r.4-5 de bi
navê
Keskesor
çîrokek
nivîsîye. Di
çîroka xwe
de behsa
dewra Şêx
Seîdê Pîran
dike û qala
dibistana
xwe dike,
paşê ku kurd
bi ser
dikevin û
alaya tirkan
ji stûnê
dadixînin û
alaya kurdan
hildidin
jor, ew jî
li gel bavê
xwe li ber
derîyê
serayê ye û
paşê çîrok
weha dom
dike:
"...Xelk li
dora serayê
kom dibûn.
Em zaro jî
çûn; ew
tiştê rengîn
di ser serê
me re sekinî
bû. Lê ew ne
keskesora
ezmên bû. Ez
bêsebir
bûm... li
bavê xwe
geriyam.
Leşker rêz
girtibûn,
sitranek
digotin,
çavên wan ên
tûj têrken
bûn. Min ew
li ser hespê
dît, ez çûm
cem; wî ez
danîm ber
xwe. Min jê
pirsî:
-Bavo ev çi
keskesor e
li ser
serayê?
-Ev ala me
ye kurê min!
Ev şan û
şerefa
milletê Kurd
e!
-Berê yeke
sor hebû, ew
çi bû bavo?
-Ew ya
neyaran bû.
Neyar bi zor
ketibûn
welatê me.
Em Kurd îro
wan ji erdê
xwe
derdixînin û
dibin
xwediyê wî.
Ha ji te re
aleke piçûk!
Wê deyne ser
dilê xwe!
Heji wê bike
û ji bo
serfirazîya
wê bixebite.
Ez bi
gotinên bavê
xwe bûbûm
sermest.
Dilê min
hildiavêt.
Bavê min ez
maç kirim û
ez danîm
erdê.........."
Pişt re li
gor çîrokê,
kurd ji ber
hin sebebên
eşîrtî,
neliserhevbûnê,
serketina
wan pir dom
nake. Dijmin
dîsa dikeve
welatê wan
ala kurdan
ji stûnê
(dîregê)
datînin û
çîrok weha
dom dike:
"...Ala
rengîn, şan
û rûmeta me,
çirandin
avêtin ber
lingên xwe,
pêlê kirin û
li şûna wê
ya xwe, ya
xwînxwaran
danîn........"
(Hawar, no:
30
(1/7/1941),
r.4-5)
Li Mehabadê
Alaya Kurdî,
1946
Zinar Sîlopî
(Qedrî Cemîl
Paşa)
derheqê
Alaya Kurdî
ya
Cumhurîyeta
Mehabadê de
weha dibêje:
"Hukumeta
Cumhurîyeta
Mehabadê Ala
Kurdîstanê
ya ku di
1919’an de
ji alî
Teşkîlatî
Îctîmaîye
Cemîyetîyê
ve hatibû
tesbîtkirin
girtin, lê
li kêleka
roja wê,
rismê du
simbilên
genim û li
pişt wê jî
çiyayek û
dareke çamê
lê zêde
kirin û bi
guloverî jî
li ser wê
Dewletî
Cumhurîyetî
Kurdistan
nivîsîn û ew
wek ala
Cumhurîyeta
Mehabadê
qebûl
kirin"(5).
Dîsa di
hejmara 9. a
rojnama
Kurdistan a
Cumhurîyeta
Mehabadê de
axaftina
keçeke Kurd,
Îşret Azmî
ya li ser
ala kurdî
hatiye
belavkirin.
Ji bo tarîfa
ala kurdî em
çend rêzan
ji wê
axaftinê li
jêrê
dinivîsin:
"...Ey Ala
Kurdistanê
sê rengîn,
ey nîşana
bilindîya
Kurdistanê!...Rengê
te yê sor
şahid e ku
tu bi xwîna
Kurdan
hetiye
hilgirtin,
rengê te yê
sipî nîşana
dilpakîya
Kurda ye,
rengê te yê
kesk jî
delîla
ciwanîya axa
Kurdistanê
ye......"(5)
Wîllîam
Aegleton jî
derheqê Ala
Kurdî ya
Mehabadê de
weha
nivîsîye:
"Di Gulana
1944’an de
rêxistina
Komel, bi
alîkarî û
hevkarîya
hevalbendên
xwe yên li
iraqê, ala
Kurdî ya
milî hazir
kirin.
Evalaku ji
sê xetan
pêkhatî bû,
her xetek wê
rengek bû.
Li jorê sor,
li ortê
sipî, li jêr
jî rengê
kesk cih
digirt. Bi
vî awayî bi
ters
qulubandineke
rengên ala
Îranê, ala
Kurdî hatibû
çêkirin. Li
ser alê roj
-ku sembola
Kurda ye- û
li kêleka
rojê du
simbilên
genim, li
pişt wan jî
çiyayek û
qelemek
hebû"(6)
"...Serê
sibeha meha
Çileya Paşîn
a 1946’an
bû. Tav
diçirisî,
rojeke xweş
bû....Ji
gundên dorê
gundî û
serok eşîr
hemî hatibûn
Mehabadê.
Meydana
Çwarçirayê
tijî bûbû.
Caddeya ku
ji herdû
serîyên
bajêr
digihîşt
Meydana
Çarçirayê bi
alên Kurdî û
bi flamayên
sor û sipî û
kesk hatibûn
xemilandin..."(7)
Musa Anter
di bîranînên
xwe de qala
rêxistineke
îllegal ku
di salên
1948’an de
li gel Yusif
Azîzo¤lu û
çend Kurdên
din danîne,
dike. Di
rêxistinê de
sondek jî
dixwarin. Ji
bo sondê
destê xwe
dadianîn ser
Ala Kurdan û
çekekê û
sonda xwe
dixwarin.
Musa Anter
ji bo vê
alayê weha
dibêje:
"Wezîfa
çêkirina
alayê li ser
min bû. Ez
çûm
Kapaliçarşiyê(taxeke
îstenbolê)
min her yek
nîv mîtro,
min çar reng
qûmaş
kirîn.Ala
îro jî tê
zanîn. Sor,
sipî û kesk,
li ortê jî
rojek zer.
Sembola reng
û roja li
ser alayê jî
weha ye;
Sipî, aşîtî
ye, sor,
xwîn û şoreş
e, kesk
bereketa
Kurdistanê û
Mezopotamyayê
ye. Roj jî
sembola dînê
millî yê
Kurdan
Zerdûştî
ye...."(8)
Bulletîn Du
Centre
D’Etudes
Kurdes, 1948
Di bin
berpirsîyarîya
Dr. Kamûran
Alî Bedirxan
de li Parîsê
di navbera
salên
1948-1950´yî
de li ser
hev 13
hejmarên wê
derketine.
Nivîsên wê
bi fransî
ne, carna
cih daye hin
nivîsên
îngilîzî jî.
Li ser bergê
her hejmara
wê ala kurdî
heye ku bi
rengîn e.
Sor li jor,
sipî li
ortê, kesk
li jêr û li
ortê jî roj
zer (9).
NOT Û
ÇAVKANÎ
(1)-Ev stran
ji alî Prym
û Socin li
Kurdistanê
ji devê Cano
û cihûyekî
Zaxoyî ku
navê wî
Pînhas e,
hatîye
girtin. Ji
bo
agahdarîyên
zêdetir ên
li ser vê
stranê
binêre:
-Prym und
Socîn,
Kurdîsche
Sammlungen,
Erzählungen
u. Lieder în
Dîalekt des
Tûr ’Abîdîn,
St.
Petersbourg,
1887, r. 64
-Rewşen
(Kovara
Yekîtîya
Rewşenbîrên
Welatparêzên
Kurdistanê),
No:3,
(Zivistan
1989), Bonn,
r. 49
-Bazîl
Nîkîtîn, Les
Kurdes, Çapa
2. Parîs,
1975, r.
194, 224
-Bazîl
Nîkîtîn,
Kürtler,
Weşanên
Özgürlük
Yolu, Çapa
2.
(Almanya?),
1986, r.
342, 392
(2)-Malmîsanij,
Bîtlîslî
Kemal Fevzî
ve Kürt
Örgütlerî
İçîndekî
Yerî,
Stokholm,
1993, r.
127, 129,
148
-Ji bo ala
kurdî ya
Kurdîstan
Tealî
Cemîyetî ku
di 1925’an
de ku di
raporên
İstîklal
Mahkemesîyê
de navê wê
derbas dibe
di hin
çavkanîyan
de weha
hatîye
nîvîsîn:
"Piştî
îfadeya
Seyîd
Evdilqadir,
îfadeya Kor
Sa’dî
girtin. Kor
Sa’dî di
îfadeya xwe
de got ku
ala kesk a
ku li ser
qerta
huvîyetê ya
Kurdîstan
Tealî
Cemîyetîyê
ye
muxtarîyeta
Kurdîstanê
îfade
dike....."
(Doç. Dr.
Ergün
Aybars,
İstîklal
Mahkemelerî
1923-1927,
Ankara,
1982, r.
152)
"Ji endaman
Lutfî Mufît
ji Seyid
Evdilqadir
maneya vê
alê pirsî.
Seyid
Evdilqadir
got: -Xuya
ye qey ala
kurdî ye."
Akîs
(Haftalik
aktualîte
dergîsî),
no:11 (25
Aralik
1967), r. 24
Di "Îstîklal
Mahkemesî"
ya
Dîyarbekirê
de endamê
heyeta
mahkemê
Lutfî Mufît
Özdeş di nav
belgeyên
Kurdîstan
Tealî
Cemîyetîyê
de belgeyeke
vê komelê
dibîne ku li
ser wê ala
kurdî heye.
Zemîna wê
kesk e û li
ser wê jî
rojek zer
heye.
"Lutfî Mufît
Özdeş ji
Seyid
Evdilqadir
maneya vê
alê dipirse.
Seyid
Evdilqadir
jî bi qehr
dibêje:
-Xuya e Ala
Kurdî ye."
Pişt re di
mahkemê de
ji Kor Sa’dî
dipirsin, ew
jî weha
dibêje:
"-Ala kesk a
li ser qerta
huwîyetê ya
Kurdîstan
Tealî
Cemîyetîyê
ye,
muxtarîyeta
Kurdîstanê
îfade
dike...."
(Behçet
Cemal, Şeyh
Saît İsyani,
Sel
Yayinlari,
1955, İst.,
r. 89)
(3)-Zinnar
Sîlopî, Doza
Kurdîstan,
Beyrût,
1969, r. 60
(4)Wîllîam
Aegleton,
Mehabad Kürt
Cumhurîyetî
1946,
Türkçesî: M.
Emîn
Bozarslan,
2. Baski
Komkar
Yayinlari,
Köln, 1989,
r. 94-95,
152
(5)-Sîlopî,
r.200, 203,
204
(6)-Aegleton,
r.94-95
(7)-Aegleton,
r.152
(8)-Musa
Anter;
Hatiralarim,
Doz
Yayinlari,
Îstenbol,
1990, r.
61-62
(9) Ji bo
rismê alayê
ya rengîn
binêre:
-Hawar
(Kovara
Kurdî), Şam,
No:
11(10.11.1932),
bergê pêşî û
paşî.
-Bulletîn Du
Centre
D’Etudes
Kurdes,
No:1(1948)-no:13
(1950),
Parîs.
-Sureyya
Bedirxan,
The Case of
Kurdîstan
Agaînst
Turkey, By
authorîty of
Hoyboon,
Phîladelphîla,
1928.
*** Vê
dawîyê di
kovara ROJÎ
NWÊ (no:7,
1960, r. 63)
de ez rastî
ala kurdî ya
dewra Şêx
Mehmûdê
Berzencî
hatim ku ne
wek ala
kurdî ya îro
ye. Her
çendî di
kovara Rojî
Nwê de ew
wêne reş û
spî hatibe
çapkirin jî,
lê Ehmed
Xwace di
bîranînên
xwe “Çîm Dî”
de behsa
alaya dewra
Şêx Mehmûdî
dike ku li
gor wî
rengên wê
alayê weha
ne: Li ser
zemîneke
kesk, rojeke
sor, li ser
roja sor jî
hîveke spî
heye.
ji aliyê
Mahmud
Lewendî ve
hatiye
amadekirin
|
|
|
|
 |
 |
|
|